Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
etar - tirşik
etar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: ettar)

Etarê gundê me jî hebû. Tê bîra min heyvê carekî dihat gundê me û yên derdorê. Navê wî bibû miradokê tovka. Ji ber ku her bi xwe re qajik û tovik(dendik) û tiştên wek van dianîn. Wê rojê min bihîst gotin hê jî wî îşî dike.



13.01.2015 15:25 | xendekî

2. navenda danûstandinê ya gundan ku cem me jê re etoruk tê gotin. ji ber ku ez ne li gund mezin bûme, min qet wan neditiye lê te dît kengê pîrên me bigihin hev behsa gund dikin.



13.01.2015 17:20 | simurg56

3. di biçûkaniya min de etarê gundê me mehemed bû û her ku dihat gundê me dihat mala me siwareya xwe li hewşa me dihîşt. neyse rojekê piştî ku etar ji gund veqetiya û ber bi mala xwe bi rê ve ket, me nuçeyek sitand. mehemed di rê de qezayek kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. ez pir xemgîn bibûm, hê jî dema ku tê bîra min xemgîn dibim. ax mehemedo axx, te wê divançeyê neda min û gihaştî dilovaniya xwe...



14.01.2015 00:24 | mergehez

4. yano çerçî. çerçîyên gundê me ne yek û ne dudu bûn. hin siwar bûn hin peya bûn. xalê selîm hebû jê re digotin selo pirço wisa pirça canê wî ji nav îşlikê wî difirya. peya bû heqîba xwe dida pişta xwe û mal bi mal digerya. tiştik û xiştikên pirr qelîtelî digerandin xelk gelek tiştan jê dikirîn heta carinan sîparîşan jî digirt. yekî din jî lawê zihad bû. ev kedkara siwar bû, hespa wî ya feqîr ereboka jihevdeketî li dû xwe kaş dikir gund bi gund. lawê zihad dema ji jêrî gund de diket nava gund bi dengê hêl ba dikir digot pîrêê pîrêêê... pîrê serê xwe di ser bendê re bilind dikir digot quzê pîrêêê...mala nezîr çerçîyên modern bûn; bi transîtê digeryan. bayroyê kwer û hesîm jî çerçîyên zaroktîya me bûn.



16.07.2015 03:09 | şêxê bêserî

5. (bnr: nurîyê etar)

çerçî jî tê gotin. kesê ku tiştê firotinê ji bajarê mezin distînê/tîne li gunda digerîne ji bû firotinê/firoştinê. niha edî pir nemane nesîla wan diqede an dibe qedîyabe jî.



16.07.2015 14:25 ~14:30 | shorbevan

6. (bnr: helawê ettar)
Xuya ev cureyê helaw navê xwe ji vir girtiye.tirkiya wî tahin helvası ye.
helawê essar jî heye.ew jî bi dims û arvan tê çêkirin.lê wateya essar çi ye ez nizanim.



24.11.2019 13:33 ~13:35 | bayesar

7. Heta 12-13 saliya xwe jî min nizanîbû çiye. Ca min çûbû Dêrikê û ez bê kontor mabûm min telefon kir got "yadê ji min re kontoran bişîne" ew jî keniya go ez li gund im ez ê ji etaran kontor bişînim ji te re. Ancax wê çaxê hay bûm tişkî wisa heye bi min pirr ecêb hatibû gundek bê dikan.



25.11.2019 00:58 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» etarok

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî