1. li cem me hevwateya ling e, yanî organê ku mirov pê rêve diçe, lê ez ne xelet bi li mêrdînê di wateya mil de jî tê bikaranîn.. neyse çi qas rast e nizanim wextekî min ji devê hevalekî mêrdînî seh kiribû, dibêjin rojekî maleke mêrdînî ji devera serhedê jinekî ji kurê xwe re tînin, neyse mala zavê bûkê tembî dikin dibêjin dema te xezûrê xwe dît here piyê wî maç bike, bûk dema seh dike ecêbmayî dimîne lê tiştekî nabêje dema xezûrê xwe dibîne diçe xwe davêje ber piyê wî, herkesê li wir ecêbmayî dimîne, dibêjin keçê te xêr e, qey tu dîn bûyî? feqîrê jî bi rûyeke şermokî dibêjin ma ne got li cem me edet e wextê te xezûrê xwe dît here piyê wî.. * |
|
13.01.2015 21:59 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
2. nig jî tê gotin |
|
13.01.2015 22:05 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. û niha ket bîra min ku her weha pa jî tê karanîn |
|
13.01.2015 22:32 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. gotina (bnr: pêçik) jî heye.. wate ling an jî nig e bi tirkî bona ayak û bacak e dibêjin û ji pêçî (tilî)ye cuda ye...bi hev re tê bi kar anîn....pî kol a tirkî ye.. |
|
13.01.2015 22:47 |
havka
![]() |
5. (bnr: hejmara pî) |
|
13.01.2015 23:36 |
hûteheftserî
![]() |
6. (bnr: life of pi) |
|
13.01.2015 23:51 |
oxir
![]() |
7. 1-pî kirin bi tirkî "taşimak, omuzlamak" e..li ser milan tiştan kişandinê de divên(dibêjin) |
|
14.01.2015 19:30 |
havka
![]() |
8. peyva kû li herêma me bo ji parçeyê bedenê yê di navbera dest heta çeng re gotin e. her wiha ev peyv li hin deveran wek mil tê bi kar anîn. |
|
14.01.2015 21:21 |
berxweda
![]() |
9. ji cem me ji bo "mil" tê bikaranîn |
|
14.01.2015 21:25 |
tirşikçi
![]() |
10. Peyveke bi eslê xwe farsî ye. (bnr: pâ) |
|
06.04.2016 14:19 |
xwelî li ser
![]() |
![]() |
tirsên ecêb ên zarokatiyê [2] |
![]() |
şivanê kurmanca [1] |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |