Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
pî - tirşik
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li cem me hevwateya ling e, yanî organê ku mirov pê rêve diçe, lê ez ne xelet bi li mêrdînê di wateya mil de jî tê bikaranîn.. neyse çi qas rast e nizanim wextekî min ji devê hevalekî mêrdînî seh kiribû, dibêjin rojekî maleke mêrdînî ji devera serhedê jinekî ji kurê xwe re tînin, neyse mala zavê bûkê tembî dikin dibêjin dema te xezûrê xwe dît here piyê wî maç bike, bûk dema seh dike ecêbmayî dimîne lê tiştekî nabêje dema xezûrê xwe dibîne diçe xwe davêje ber piyê wî, herkesê li wir ecêbmayî dimîne, dibêjin keçê te xêr e, qey tu dîn bûyî? feqîrê jî bi rûyeke şermokî dibêjin ma ne got li cem me edet e wextê te xezûrê xwe dît here piyê wî.. *




2. nig jî tê gotin



13.01.2015 22:05 | ferhenga şikestî

3. û niha ket bîra min ku her weha pa jî tê karanîn



îllah biçim cem kê biçim cem kê

ez ku bê dest û pa me biçim cem kê



(bnr: baba tahîrê uryan)



13.01.2015 22:32 | ferhenga şikestî

4. gotina (bnr: pêçik) jî heye.. wate ling an jî nig e bi tirkî bona ayak û bacak e dibêjin û ji pêçî (tilî)ye cuda ye...bi hev re tê bi kar anîn....pî kol a tirkî ye..

li gundan dema pêçikên sewalan mîna mîh, bizin..hwd xiş dibû (şikestin) wan bi çatan ( çapût) û darikan ve girê didan.bi wî avayî ji ber ceribandinê li ser şikêstina hestiyan an jî cihê derketina pî û pêçikan hin kes dibûn şareza.. dema pî û pêçikên(lingên) mirovan dişikest an jî li şûnê derket cihê birina bijîşkan dibirin ba mîrovên şareza..



13.01.2015 22:47 | havka

5. (bnr: hejmara pî)



13.01.2015 23:36 | hûteheftserî

6. (bnr: life of pi)



13.01.2015 23:51 | oxir

7. 1-pî kirin bi tirkî "taşimak, omuzlamak" e..li ser milan tiştan kişandinê de divên(dibêjin)

-turik avet li ser piyê xwe..

-avoyê avzar sê qasayên mişmişan pî dikir ji kepirên jêrî gund dianî ber islîmê..

dema diçûn zeviyê zarokên hûr (biçûk) pî dikirin

2-yek jî di dema li ber gerînê de dibêjin..

wekî, qadê te pî kim(bikim), ber lingê te bimirim murod...bi tirkî "kadani omuzlayayim"e



14.01.2015 19:30 | havka

8. peyva kû li herêma me bo ji parçeyê bedenê yê di navbera dest heta çeng re gotin e. her wiha ev peyv li hin deveran wek mil tê bi kar anîn.



14.01.2015 21:21 | berxweda

9. ji cem me ji bo "mil" tê bikaranîn



14.01.2015 21:25 | tirşikçi

10. Peyveke bi eslê xwe farsî ye. (bnr: )



06.04.2016 14:19 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîra hîn diki kîra

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî