Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
li gor hesabê kurmancî serê salê - tirşik
li gor hesabê kurmancî serê salê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di nav civata kurd de wek ku tê zanîn ne salnameya zayînî (mîladî) salnameya hicrî heye. Ev salnameya hicrî 13 rojan pişt ya miladî ye. Ji ber wê kurd wek urf û edetên xwe, li gor salnameya mîladî 13'ê rêbendanê, wek serê salê pîroz dikin. Duh li gelek deran qirdik geriyabûn *. cîvanoka vê rojê jî ev e:

"Serê salê binê salê

Xwedê kurekî, keçekê, bûkekê bide her malê

Azadî û yekîtiyê bide Kurdistanê"



14.01.2015 01:02 | xendekî

3. do ji hesabên instagramê ya bi navên batmanburada û wejeyacihanebikurmanci çend şandan hat parvekirin. di wêneyan da zarokên rû bi boyax û tenî, bi kincên mezinan li ber derî ne. kêfa min ji vê tiştê hat. lê hin kesên ku şîrove kirine, ez dîn kirim. helbet bi tirkî dibêjin... hinin ji wan gotine, ji ber van şandan tirk, henekên xwe bi kurdan dikin, rakin. hinin ji wan bi zanabûneke mezin gotine sersala kurdan newroz e, dev ji vê tiştê berdin. hinin ji wan jî gotine ma li gorî tirk û kurdan sersal diguhere, ceheltî nekin.

ji ceheltiyê dimirin, kesekî nabêje kuro ker nebin.

peşk peşk,
serê salê, binê salê,
xwedê kurekî bide
kebaniya malê.
ka peşka me.

Here lînkê



14.01.2018 11:31 | biruya hayao miyazaki

5. Hêviya me ji îsal:

Serê salê
binê salê
topa Xwedê
li qorona kevê



13.01.2021 18:05 | merwano

6. (bnr: salnameya kurdî)



4 roj berê 22:33 | mirovekirind

7. Niznanim serê salî kîjan roj e lê ya dizanim li nav xelkê me hemû hesabên di derbarê demê de ne li gor salnameya mîladî tê kirin li şûna wê dibêjin "teqwîma me" û ev teqwîm 13 rojan li paşiya teqwîma mîladî tê.:d



4 roj berê 23:25 | bayê xerbî

8. Bi hesabê me hîni meha paşî ya havînê 5 ro hene....

Weke di vê nimûneyê de, dema ku salname te behs kirin, li ba me her gavê gotina "bi hesabê me" tê bikar anîn.

Ew hesab 13 rojan ji teqwîma mîladî paş de tê.



4 roj berê 08:56 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» goristana malperên kurdî
» hesabên twitterê yên nivîskarên tirşikê
» kurmancî li bakur ber bi mirinê ve diçe
» serê kerê tena pirçê xwarin
» salê mîlyonek însan zêdetir ji birçîbûnê dimire

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî