Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
whiplash - tirşik

Andrew,Evîndarekî muzîkê ye ku dixwazê bikêvê konservatuarê û ji Mamosteye mezin û ecêb-meşreb Fletcher dersê bisitênê. Her tişt li aliyekî, sirf j'bo ziyafeta muzîkê jî mabê, meriv hij vî fîlmî d...
(7 şîrove)
whiplash
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmeka sînemayê ye ku sala 2014an ketiye vîzyonê de.. min dil heye îşev lê bihesînim..




2. fîlmeke serkeftî ye. min li film ekimiyê temaşe kir û li gor min di nav fîlmên ku min lê temaşe kir, fîlma herî baş bû.(nîşe: min li leviathan temaşe nekir. hevalên min ên ku temaşe kirine dibêjin a herî xweş leviathan bû) neyse fîlm li ser ciwanekî drumvan* e. pir dixwaze bibe drumvanekî bi nav û deng. rojekê dibihîse ku mamosteyekî pir jêhatî li drumvanekî digere û li dû mamoste dikeve. hevûdu nas dikin û buyer diqewimin. muzîkên jazzê lêdidin di fîlmê de. ji nav muzîkên ku tên lêdan ên herî xweş jî caravan û whiplash e. ez pêşniyarî we hemûyan dikim..



14.01.2015 22:15 | mergehez

3. min duh darî fîlmê kir û kêfa min jê re nehat heta karim bêjim ku ceynika serê min jê çû, mirov dibêje qey mijara xwe ji fîlma black swanê girtiye, ji xwe kêfa min ji black swanê re jî nehatibû, di black swanê de natalie portman bi navê nîna, çavê xwe sor kiriye ji bo bibe balerîneke baş û hoste tu ehmeqî namîne nake, di vê fîlmê de jî Miles Teller bi navê andrew çavê xwe sor kiriye ji bo ku bibe baterîsteke baş û hoste.. ceynika serê min ji çîrok û senaryoyên bi vî miqamî diçe, yekî rêyek daye ber xwe û ji ber wê rêyê çavê wî tu tiştî nabîne, gelek dişixule û gelek tehbê dide xwe lê di dawiyê de wê rêyê dibe serî û digihe mirazê xwe.. zêde hej mûzîka jazz nakim lê mûzîkên di fîlmê xwe de xweş bûn, piştî fîlmê min soundrcka fîlmê anî xwar û avêt playlîsta xwe.. keçika di fÎlmê de ku kerê andrew ji bela bateriyê terka wê dike, gelek şirîn bû..



spoiler;

di fîlmê de sehneyek hebû ku ji tamê derxistibûn êdî, andrew cara ewil wê derkeve konsertekî li pêşiya xelkê, lê di rê de otobûs xirab dibe ew jî bilezûbez ji bo ku ji konsertê nemîne diçe erebeyekî kirê dike, di rê de di bin qemyonê de dimîne, erebe pert dibe, andrew bi zorê ji erebê derdikeve, serûçavê wî di nav xwînê de maye, lê wekê ku tu tişt nebibe radihêje bagetên xwe û diçe konsertê..

spoiler;




4. filmê ku her kêliya xwe kelecanekê mezin dixe dilê temaşevanan de. ji filmên tirsê behtir têsîr li min kiriye. derhênerê fîlm damien chazelle e. fîlmê wî yê bi navê la la land jî roja sersala 2017 an de ketiye sînemayê de. la la land li ser dansê ye min hê seyr nekiriye lê pir romantîk û xweş xuya dike.



13.01.2017 18:50 ~18:52 | gêjê

5. Straneke wehşane Ya metallica ye!!





13.01.2017 19:02 | xwelî li ser

6. fîlmek e ku kiriye ku em 4 heval şeva sersalê di malê de li gel guitar heroyê li xwe bikin sibeh û heya ji me hat em stranên metalîk û hêvî metalîk bistrînin. Te dî, cenabê min li ber bateriyê bû ji xwe, ne hewce ye ez diyar bikim. jkm*



14.01.2017 17:22 | daskan


dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» whiplash

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî