Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
stranbêjên vê taliyê - tirşik
stranbêjên vê taliyê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew stranbêj in ku kutana şerefa mûzika kurdî!

yaw hama ez kîja kanalên kurdî vedikim mirovên ecêb û sosret derdikevin li pêşberî min, gelo kengî hejmara wan ewqas zêdê bû? jixwe êdî qet navê wan jî nizanim, berê dema yekê/î albûmek derxista, me dibihîst û em tavilê diçûn godariya stranên wê/î dikir (ne pirr kevn, heta 5 sal berê jî wisa bû) û hemû stranên albûmê nebe jî teqez straneke xweş jê derdiket, niha na, dev ji şopandina albûman berde, ez êdî nikarim navê wan jî bêjim.

destmalekê digirin destên xwe û wekî xwe çend mirovên ecêb, qeşmer jî li ber kamerayê rêz dikin, qûn û laşê xwe dibin û tînin û dikin klîb..

halla halla! allah-wekîl ez niha qedr û qîmeta şivan perwer û ciwan haco dizanim..

di vir de tiştê ku min matmayî dihêle û diheyirim, beravajîbûna dîalektîkê ye, civata me tevî ku di warê civatbûnê de pêşve dihere û qeyd û zîncîrên ku nedihêliştin kurd bibin kesayetek, nasnameyeke xweser û birûmet yeko yeko tên şikandin jî, di gelek waran de ji çarsed sal berê jî xirabtir dibe..

tabî girrek hunermendên serketî jî ji nava vê heyamê pekiyan, ez didim ber hev, mixabin hêşê min nagire bê ka problem li kû ye?

edît sererast



15.01.2015 20:46 ~2015.11.12 09:35 | ferhenga şikestî

2. nahêjin sê qûrîşan.

jixwe ne hunermend in lê vêca nîvê yên vê taliyê, ne stranbêj in jî.

ev demek dirêj e bala min jî dikişîne, hunermendên kevin xebatên nû nakin û yên nû û baş jî gelek kêm derdikevin.

dîsa jî yên nû û xweş jî hene, xwedê wan zêde bike: teq û req, hivron, ercan bingöl û hwd.



16.01.2015 19:58 | simurg56

3. (bnr: nifşên denge tvyê)



16.01.2015 20:36 | xendekî

4. jê ecêbtir, pê hayil bûne ku bazar kesad e, kanal bi kanal digerin û hingiv difiroşin..

xwezî mûzîka kurdî hê jî qedexe bûya, tu karîzma bi me de nehêliştin...

(bnr: sal bi sal xwezî bi par)



16.01.2015 21:38 | ferhenga şikestî

5. Ew stiranbêjên bi mûzîkê de dimîzin, dirîn in. Hin canik û camêrên mîna mehmet atli, diljen ronî, jan axîn, siya şevê, mirady, sîmir rûdan, aynûr, hîvron, raperîn ûhwd. Ne tê de, ewên din hemûçk, du sê sal şunde dê tu benîadem îsm û cismê wan nebihîze û ewê teqez herine sergoyê dîrokê.



19.01.2015 02:34 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranbêjên favorî yên nivîskarên tirşikê
» vê firqetê ebter kirin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî