1. navê helbesteke ebdulla peşêw e. maryam ebrahimpur wê kiriye stran. Ebdulla Peşêw vê helbestê li welatê xerîbiyê nivîsiye û ji her rêzikên vê helbestê bêhna bêrîkirina welat dibare. li gorî min divê ku ev helbest bibe sirûdek kurdan. bi taybetî ji bo kurdên li xeribiyê.. soranî Emsal Newroz Nakem Emsal bê çiya newroz nakem Bê bonî giya.. Newroz nakem Newroz nakem bê bilêse î sûrî agir Newroz nakem eger ireşbeleki tozne kaw xom nebim be seri çopî gir Kizeyî cergim : Beyanî zû helim sêne! Zor detirsim. Ke wêk karêk. Gundêk şarêk çemêk, çiyayêk le bîr bikem Zor detirsim. Darêk, berdêk , kuxtêk , gerdîk, bince giyayêk, le bîr bikem ! Beyanî zû helim sêne! Dîsan melê : " ba têr xeobê " Siwêndim be çiya xwardiwe, ke kurdistane dûrekem be germên û kiwêstanewe , bigwazme we bo xerîbî - bo jûrekem kurmancî Îsal Newroz nakim Îsal bê çiya Newroz nakim Bê bêhna giya Newroz nakim Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke Û ez nebim serekvan Kezeba min Sibehê zû min şiyar ke Zahf ditirsim Kewek karek gundek şarek Çemek çiyayek ji bîr bikim Zahf ditirsim Darek kevirek Koxek tozek Giyayek ji bîr bikim Sibehê zû min şiyar ke Dîsa nebê bila têr xew be Min sond bi çiya xwariye Ku Kurdistana xwe ya dûr Bi germiyan û zozan Biguhêzim bi xerîbî - Bi oda xwe |
|
15.01.2015 22:15 |
berxweda
|
2. kirmanckîya ci |
|
16.01.2015 00:41 ~2016.05.13 03:41 |
endazyar
|
3. tu çi helbestek xweşik î! |
|
09.03.2015 22:04 ~22:04 |
ferhenga şikestî
|
4. ez dîsa vegeriyam vê helbest û stranê. |
|
14.03.2016 21:05 |
berxweda
|
5. emsal le ber vîrûsa korona hîç kesêk newroz nake. |
|
17.03.2020 23:13 |
hespêsor
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |