Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; seydayê_peyvan
peyamên çepikkirî

82501. seydayê ku bixêr hatîye.. va çend roje ez û simurg56 û havka.. bitenê dinivîsînin ez edî ketibûm gumana min digot yê dîn em bi tenêne.. hatina wî baş bû..



27.10.2013 00:18 | endazer

82502. nivîskarê bira dia bike hinek peyamên wî mane.. kesê haya wî ji êrîşên sîber yên ferhenga şikestî kirîye tune bi vî awayî edî çêbû divê destê xwe sivikbike cîhê wan tije bike..qewet be jêre.



27.10.2013 00:18 | endazer

82513. tu kes peyamên camêr jê nebirin ji ber ku sedema ku meriv xwe pê ve girêde, ji xwe re bike hincet û peyama hanê jê bibe, tune ye..

ev heye; tê bîra min ku nivîskarê hanê peyama xwe ya hezaremîn nivîsandibû û bo demekê terka tirşikê kiribû. wê çaxa ku nivîskar ji vir çûbû, hejmara peyamên meriv hebekî şolî bû. mesela meriv peyameke xwe jê bibira, di hêla îstatîstîkan de jêçûna peyêm xuya nedibû. em bêjin ku te sed peyam nivîsandin û bîst jê jêbirin, wê çaxê jî hejmara peyamên te wek ku sed be xuya dikir, ne heştê...

ez bawer dikem dema nivîskarê hanê li van deran bû ew bixwe çend peyamên xwe jê biribûn, piştî ku ew çû çend hefte şûnde tirsik.net bi rojanekirinên nû ji wê xelatiyê xelas bû



08.06.2013 14:50 | simurg56

82516. nivîskarê jiber peyamên wî yên jê birî ku min ferhenga şikestî sûcdarkirîye ez ji jê û di serida ji ferhenga şikestî lêborîn dixwazim.. nivîskarê bira bizanibe ferhenga şikestî bibêje xwedê ne yeke ne yeke meriv jê bawer dike bira nekebe gumana..



27.10.2013 00:18 | endazer

123876. Yek jê resentirin nivîskarê tirşikê bû, Hama bêje hemî peyamên wî sudêwer û kêrhatî bû. Bi kurmancîyeke fesih dinivîsî.
Demekî pirr aktîf bû her ro diket tirşikê. Peyama xwe ya hezarî nivîsî û nema hat.
Ev bû çar sal in neketiye tirşikê. Belkî jî hêj her roj dişopîne. Ger çavê wî li vir be bila zanibe yekî qiranbuha bû.
Ji kerema xwe re careke dî vegere tirşikê, meriv kêmasiya nivîskarên wek wî hîs dike



08.06.2013 14:50 | simurg56