Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
sînemaya tirkan - tirşik
sînemaya tirkan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hê çarlepkî ye. lê jixwe tirk bi vê çanda xwe ji vê zêdetir jî heq nakin.

îro li ber sînemayek sekinîm, di vîzyonê de tenê fîlmên tirkan hebûn. tenê yek biyanî hebû (the water diviner) lê di vê fîlmê de jî jixwe cem yilmaz fîlan dilîze.

yanî fîlmên tirkiyê têra xwe tên tameşkirin û problem tune.

wer xuya dike ku tirk ji fîlm, lîstikvan û derhênerên xwe qayîl in. de baş e nexwe, xwedê nehêle baştir bibe.



17.01.2015 19:58 | simurg56

2. Bi rastî jî sînemaya kêr serê pîvazekî jî nayê. Tenê di navberê re çend kes derketine hin tişt kirine û hew. Ji sînemaya tirkan li gor min flîmên herî baş ev in:

(bnr: anlat istanbul) de bêje stenbolê

(bnr: tabutta rövaşeta) di tabûtê de rovaşeta

(bnr: kış uykusu) xewa zivistanê



18.01.2015 01:57 | xendekî

3. serenavekî xelet e, ji ber ku rastiya 'sînemaya tirkî' ye. Lê ev qederê deh salekên dawî ne komên serkêsh yên vê sînemayê jê re dibêjin 'sînemaya Tirkiyeyê' (bnr: sînemaya tirkiyeyê) da ku sifeta tirk a teng li serê nebe û ew sînemakarên ku xwe bi tirkbûnê venanasin jî têkevinê. Û vê sînemaya Tirkiyeyê heqeten berhemên gelek berketî dane. Emin Alper gulava nava wê malê ye mesela.



18.01.2015 09:55 | gordereş

4. sînemaya ku %50 ê wê bi derhênerên kurd pêk te ye.



18.01.2015 21:48 | nazim tolhildan

5. Sînemaya hema bêje ev e 4-5 sal in ez tu fîlmên wan na şopînim e. Fîlmên wan yên tematîk (mijarî) nîn in.Hin fîlmên Nurî Bîlge Ceylan baş in.(Kiş uykusu- Xewa Zivistanê , Bir zamanlar Anadolu'da- Demekî li Anatoliyayê, Uzak-Dûr ) Fîlmên ku di nav Tirkan de navdar dibin jî ne li gor me ne. Weke fîlmê Muslim, Ayla hwd.
Wan salên dawî êdî pirranî ez li fîlmên biyanî temaşe dikim.



29.12.2019 20:37 | nan û av

6. ji xeynî çend derhêner, senarîst û şanogeran di sedî de sed li ser firotina bilêtan ava bûye. yanî li tirkiyê armanca kişandina filman qezençkirina pereyan e. ango mesele ne sînema, huner falan û bêvan e. kî çi dibêje bila bêje eger îroj fîlmeke wek recep îvedîk bi 6-7 caran hatibe kişandin, navekî dî meriv nikare li vê rewşê bike.
ji ber ku xema pere yanî hasilatê tê xwarin derhêner ji xema hunerê zêdetir xema temaşekirinê dixwe, ji loma rengê civatê her çi be li gorî wî rengî fîlmên xwe çêdikin. em behsa wê civatê dikin ku akpmhp di sedî de 50 deng digire. îcar hûnê li hêviyê çi ne?



30.12.2019 10:15 ~10:16 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sînemaya yeşilçamê
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê:: sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî