Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
bîranînên nîşdariyê - tirşik
bîranînên nîşdariyê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji ber tengasiya henaseyê du caran nîşdarî(ameliyat) bûm..di zimanê tip'ê de nexweşiyê re nasal septum deviation dibêjin..nîşdariyê hem bijişkên cerahiya plastîkî hem jî bijişkên guh-poz-gewriyê dikin..ya dawî par, sala çûyînî ( borî) di nexweşxaneyek taybet de bi rêbaza anasteziya lokalê bû.. pêşî narkozê bi derziyan derdora pozê dixin, eşê derziyan qet nebe di deh çirkan de heçko çend moz bi hev re mîrovan digire ye, piştrê dest bi ameliyetê dikin.. di ameliyatê de hişê meriv li ser xwe ye, nakeve rewşa xewirînê....ya dawî de di navbera emeliyatê de bandora narkozê hindik bû, ku bijîşk di rêya pozê de perçeyek birand..ji eşan û barînê lingên min rabûn banî, yekî xwe avet lingê min girt ku li ser maseyê ger nebim, nakevim erdê..min evqas eş qet nekişandibû heta niha..gelo narkoz tişkekî bûha ye ku hindik hindik didin..qet nebe heft heşt caran bi derziyên biçûk ve narkozê derdorê pozê lê dixistin..

bona emeliyatê bi bijîşk re qasî penç sed kaxezî em hev hatin lê berî destpêkirina ameliyatê bijîşk got ku tu dixwazi estetîkê jî bikim ku ev jî hezar lire digire.. got dema em perçeyekî bibirrin dibe estetika pozê te xera bibe, ku tu îro nebû dibe tu sibe bibe..hwd..carek din ji ber nexwarina narkozê li ser maseyê berî destpêkirinê hezar lire din çû..min got ku encama ameliyat baş be bila evqas pere ne hewce ye.. lê diviyabû we berê bigota.. bi wî avayî gotin ne baş bû..bijîşk, yên di nexweşxaneyên taybet de dixebitin, jî edî rêyên tazî kirina- ( an jî ya rast reyên şelandinê ) mîrovan dizanin.. ku di der barê bijîşkê de di malpera nexweşxaneyê de tiştên jî baş digotin..

di bin kerê ku ew li gorî emeliyatan din ne tiştek bû jiyana mîrov bi rastî tê li ber çavan ku mirov fam dike tendûristî di jiyanê de hema her tişt e ..



20.01.2015 22:31 | havka

2. bîranînên ku herî zêde li cem bijîşkan in.

û herî kêm jî li cem (bnr: mirovên ku xêncî sinetê tu nîşdarî li serê wan derbas nebûye) ne.



21.01.2015 00:29 | nazim tolhildan

3. (bnr: rojekê min dîsa emeliyatê dikir...) *



piranî bîranînên ne xweş in.



21.01.2015 22:39 | simurg56

4. tu kes nikare li ser welatê me emeliyatan bike.

(bnr: mijarên ku eger recep tayyip erdoğan bibûya nivîskarê tirşikê wê vekiribûna)



02.02.2015 02:34 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên nayên jibîrkirin

Kategoriyên mijarê:: anket zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî