Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


30 mijar û 40 peyam
rêzika herî xweş a helbesta kurdî - tirşik
rêzika herî xweş a helbesta kurdî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. 'bêje, çûyîn çi peyveke dirêj e'

(bnr: keştiya bayê)



11.04.2016 23:53 | ferhenga şikestî

21. Min bigre têxe nav dilê xwe

Özgür evran



11.04.2016 23:56 | bûtîmar

22. pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê

gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir

(bnr: rênas jiyan)



12.04.2016 01:57 ~01:59 | quşxaneli

23. ...

Qet nebe,

em ê bibin kurmik,

bikevin nav dexlûdanê we,

em ê bibin qûmik,

bikevin nav pariyê nanê we,

em ê bibin mar û mişk,

bi we vedin li nav nivînê we,

em ê bibin mîkrob û şêrpence,

biherimînin xwîna we.



(bnr: ta ÇirayÊ me geŞ nebe…)

(bnr: ebdulla pêşew)



12.04.2016 11:19 | xwelî li ser

24. Herdu weşman naz û xeşman

Kê ji ber wan 'eql û hiş Man?

Sa'eta min dî Bi çeşman,

Dil ji min bir dil ji min.

Mela.



27.04.2016 01:15 | bûtîmar

25. ''gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were'' ji dengê selîm akgul ;



04.07.2016 02:12 ~02:14 | endazer

26. "dêrsim şahid e, dozdar nemir e
xwîna herikî ji bîra kê diçe?"

arjen arî



14.05.2019 16:58 | roza

27. "'ewro vebe l'me, 'ezmano vebe."

arjen arî



14.05.2019 16:59 | roza

28. "lezê neke, li benda tarîtiyê bimîne,
tarîtî, keleha mêran e."

ebdulla peşêw



16.05.2019 03:06 | roza

29. "Xarîta dinyayê veke li ber xwe
Li hêla bakurîn binihêre
Tê bibînî
Bejekî
Ku mîna nikulekî kêrr
Serejêrî atlantîkê biye
Serî,
Ji derya qeşemê gewr
Û dilê wê
Ji bêriya rojê dixewire
A...
ha!
Li wir e,
Hêlîna tenyayiya dilê min."

rojen barnas



17.05.2019 02:45 | roza

30. "hey hewar, miriyan jî dikujin di vî şerî de!"

arjen arî



06.06.2019 03:50 | roza

31. "Biçim ez ji vê alemê dûr biçim
Biçim ji Çîn û Maçîn dûrtir biçim
Ez j’ dildarê re peyam bişînim
Ku ger dûrî xweş e, ez dûrtir biçim"

baba tahirê uryan
çarînên baba tahirê uryan



11.06.2019 02:27 | roza

32. şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te

(arjen arî)



10.07.2019 14:48 ~2023.01.25 01:22 | tizbîkêş

33. bila di bîra te de be
xwe li ber barana te şil nakim êdî..
(bnr: yahya omerî)



06.12.2019 10:49 | kajav

34. Ji te re nostaljî; ji min re mirin
#xewnênegzîstansîyal



06.12.2019 13:59 | seryasêdilşûşe

35. min carekê j' esmeriya te xwar
minêkar im, minêkar
tu min nedî bi tu kesî!
arjen arî



06.12.2019 17:01 | gulêê

36. dil li me bela ye Mela!
her evîn ala ye mela.
(bnr: arjen arî) - (bnr: eroûtîka)



25.02.2020 02:35 | lehî baranyan

37. Ji bo Kurd û Kurdistan,
Ava bikin dibistan.

(bnr: cegerxwîn)



16.10.2020 11:24 | yûsiv

38. "bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê"
rênas jiyan



17.10.2020 06:53 | cinorek

39. Feyza me şubhê Nîl e, Em Dîcle û Ferat in

Ger şêx û wer îmam e vê ra ye min keşakeş

Mela di beyta xwe de wiha dibêje: “Lehî û rabûna dilê me wekî çemê Nîl e û em bi xwe jî mîna Dîcle û Ferat in. Ger li vê derê şêx yan jî pêşrew hebin, ez amade me di vî warî de bi wan re lec û têkoşînê bikim”

*Jêgirtin



16.11.2020 21:31 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzika herî xweş a helbesta kurdî
» herîsork
» xweşbînî
» helbesta ahmedê xanî a tirkî
» kurdî de pirbûna daçekan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî