Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
li ser tvyan eyar kirina qenalan - tirşik
li ser tvyan eyar kirina qenalan
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Mirin e. Ji berê rehettir bu hema 30-40 qenal hebu û mu weke dilê xwe eyar dikir. Niha nizam ji çend peykan nizam çend hezar qenal peyda dike û were û jê hilbijêre, sererast bike, rêz bike û nizam çi. Weke din jî her tim di derekêde pirsgirêkek derdikeve. Weke mînak min turksat çêkir lê nikarim hotbird eyar bikim.



24.01.2015 21:46 | azadixwaz

2. tişta ku ezê çê bikim, lê bavê min ê were û tev li hev bike. ezê dîsa serast bikim lê bavê min ê dîsa tev li hev bike. û ezê disa....



24.01.2015 21:50 | nazim tolhildan

3. A ku miçêkirinî. Min qenalan peyda kir û vaye nizam çend saet e ku bavê min rêza wan eyar dike. Bawerim wê heta heftiyekê jî pê ve mijul bibe.



25.01.2015 16:29 | azadixwaz

4. idî ew qanal neman ku werin eyar kirin..

lê berê (bnr: roj tv) di rêza yekem da bû, (bnr: mmc tv) duyem..



29.11.2016 02:41 ~02:42 | bûtîmar

5. Ji ber vê mîratê rojekî hindik mabû malî min biricimînin.
ji bo eydê çûbûm malê, wan çaxan rûdaw tv nû derketibû, min lê nêrî di nav kanalan de nedît, min got ez kanalan hemûyan jê bibim û xweyîmira satalaytê ji nû ve eyar bikim belkî hingî rûdaw jî ji ber xwe de pê re bê, kanal hemû jê çûn, lê min kir û nekir kanalek tenê jî nehat, li malê kî hebe, hemûyan xwe lê cerriband lê dîsa çênebû.
pêşiyê bû niçniça wan, mehdê xwe li min tirş kirin, bavê min çend dijûn kirin mamosteyên min û mekteba min xwendî, lê pişt re me civat danî, bi kêf û henek behsa rojên berê yên bêtelevîzyon kir û şeva xwe bir serî.
sibehê piştî nimêja sibê min dîsa xwe ber re kir û hêj malî ranebûyîn taştê min televîzyon çêkir, lê dîsa mîrata rûdawê nehat.
ji hingî ve li malê dema tiştek xira dibe nahêlin ez destê xwe bidimê ;)



29.11.2016 03:11 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» sernivîsên tirkî ên di tirşikê de
» eyarê bênamûsan fireh e

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî