Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 53 peyam
tiştên ku aramiyê didin mirov - tirşik
tiştên ku aramiyê didin mirov
(20) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. mûzîka kitaro ya serdema nû[(bnr: new age)] û mûzîka loreena mckennitt yên şêweya îlahiyên dêran de.



21.07.2013 18:06 | simurg56

2. di meha remezanê de firrek anku qurtek ava cemidî.. ma tenê aramî?*



21.07.2013 19:01 | endazer

3. Hinek dibêj in jin aramiyê didin mirov lê ez bawer im em hê jî rastî wan jinên tije aramî ne hatine..



21.07.2013 21:52 | nan û av

4. bêguman ne jin in.



21.07.2013 22:01 | simurg56

5. Dengê çûkan û dengê ava diherike di nav hev de...



21.07.2013 22:11 | cirano

6. bêjin man* , strana only time a enya û qutbûna înternetê *



27.07.2013 19:03 | brusk56

7. dengê avê, dengê jinê, dengê pereyan. wisa dibêjin.



27.07.2013 19:11 | gurê manco

8. mirin.



27.07.2013 19:14 | gurê manco

9. şimşala qalê mere..



27.07.2013 19:26 | endazer

10. berhema mûzîkal ya siya şevê ya bi navê meşa şevê yek ji van tiştan e.



04.08.2013 03:08 | simurg56

11. li gorî amê min yê 55 salî kutana(nihandina) kerê.



10.08.2013 01:58 | reşkêşevê

13. hévi hévi u hévi, xweda héviyé ji dilén tu kesi kém neke.



28.11.2013 00:23 | brahim

14. bêguman, ne tenêtî ye.



28.11.2013 00:46 | ozmoz

15. aramî di her kêliyê û li her ciyî de "lixweneheyirîbûn"e.



REbbê mûsa, nivîskarên tirşikê li wan neheyirîne.



28.11.2013 16:04 | aryâspa

16. (bnr: tara caf)



10.12.2013 22:52 | simurg56

17. tiştên ku aramiyê didin mirov, li gor derûnî û rewşa mirov diguherin mesela carna dengê kemana Farjad pirr efsûnî tê lê carna jî tenê xewa mariv tîne. tiştekî heye ku qet kevin nabe an jî wateya xwe ya aramîbûnê wenda nake ' rûniştin û çay vexwarina li ser birca bizinê.. lê mikur werim ku niha tenê jê re silavdayîn û dîtina çavê wê yê reş aramî dide min lê ez aramiyê didim wê nadim wê nizanim. bila di navbera me de bimîne*



10.12.2013 23:45 | ferhenga şikestî

18. wÊneyÊn bob ross



11.12.2013 10:42 | xelîlêzer

21. bi xewarka xwe re rûniştin û li rûyê wê nêrîn. lê mixabin..



21.04.2014 21:27 | mergehez

22. xwe dirêjkirina li ser çoka dayikê û li ser singê yarê û li ser çiyayên welat.



21.04.2014 22:17 | mam selam

23. çaya qaçax û bêdengî û şînahî... Seranser şînahî.



21.04.2014 22:46 | ceso

24. zarok.



06.04.2015 13:23 | mîrzayêbiçûk

25. Muzîk
(bnr: bêhna nanê tenûrê)
(bnr: serxweşiya evînê)
Bebek
Hijêkirina dê û bav û malbatê
Xew
Hinek heval
Elimandin, hînbûn



13.04.2018 15:13 | gumgumok

26. Mûzîka mornayê. Ê ku herî tê nasînê vî mûzîkê Cesarîa Evora'ye..



13.04.2018 19:07 | hesen bira

27. ez



14.04.2018 00:29 | mirovekirind

28. li havîneke hênik de,
li ber destê êvarê,
Li ser behrê re
xatir xwestina tirêjên rojê yên dawiyê temaşekirin.

mînak: wan, îman, behrewan.



14.04.2018 09:32 | bûtîmar

29. (bnr: 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê) îro aramîyek da min



02.04.2019 01:37 | brzn

30. Bedena Diyarbekir



02.04.2019 02:24 | monerica

31. Dahwet, şahî û bi heval û dostan re rûniştin.



01.01.2020 22:06 | azad30

32. Gorî rewşa derûnî têguhertin. Tiştek gorîwer e û bigûhrtina şert û merc ev jî wateya xwe wenda dike. Dem heye bi dost û hezkiriya demborîn aramiyek bêhempa di nav dil pêktîne lê dem heye tenêtî , aramiyek mezin di derûnî çêdike. Meriv diguhere û biguhertina xwe jî , bandorên têgeyên hestyar jî diguhere. carna tiştek heye ji bo meriv mîna tiştê herî pîroz e, lê ev tişt carna tiştê herî bêwate. Jiyan û fizîk ser livandin ava bûye û livandin jî biencama cûdabûnê dawî dibe.

şev û roj li pê hev
Reş û Spî li dijî hev
Dil û hiş li ba hev
Ez û tu bê hev
dilivin heta ku bimirin



01.01.2020 22:43 | umed

33. Dîse muzîk û xew...



02.01.2020 05:37 | gumgumok

34. li cem hezkirîya xwe ti-tişt-nekirin. dikarim 24 saetan vê aktîvîteyê bikim. tiştek sosret e.



02.01.2020 08:27 | xelîl

35. Çêr û xeberkirina kesên mirov aciz dikin



02.01.2020 19:25 | tîrêj zana 21

36. ji bo gundiyekî weke min tîmarkirina ajalan de aramiyeke cuda heye.zaroktîya xwe de diketim tewlê û heta hemu çêlekan tîmar nekim dernediketim.



02.01.2020 20:27 | golikvan

37. karek, projeyek an spartekek ku divê heta demekî diyarkirî bên kirin dema dikim û xwe jê xilas dikim û pê re jî eger bizanibim heta demekî ez di destê xwe de me anku tu kar Û berpirsiyariyeke din ku kemîn avêtiye û li hêviya min e nîne, kêfa gurê pîr dikim, cihê xwe li ser ewran çêdikim ;)



02.01.2020 22:37 | endazer

38. Rojên betlanê.



03.01.2020 19:15 | gumgumok

39. ser danîna li ser paxila yarê



07.04.2020 19:47 ~20:08 | de facto hozan

40. bayê hênik, ava cemidî, rêveçûn, muzîka klasîk, xwendin.



07.04.2020 20:00 | hespêsor

41. guhdarkirina eyşe şan û îsa berwarî



07.04.2020 20:01 ~20:01 | kajav

42. rojek ji rojên havînê , li ser şezlongê tenê û dûrên xelkê vexwarina bîrayek sar.



07.04.2020 21:09 | brzn

43. Di Havîneke cehnimî ya qezzê de li geliya Xursê di bin siya darekê da paldayîn û vexwarina bîrayeke wek qeşê.



07.04.2020 21:16 ~22:49 | f

44.



08.04.2020 00:44 | shwinsherm

45. dayîka min e, dîtin nema, xilas bû
di xewndadîtina wê biheşta min e



08.04.2020 04:16 | afa

46. hejêkirin, civata bi dayikê re, jazz, xew, bi hev şabûn, çaya piştî şîvê ya ku bi malbatê re tê vexwarin û ev stran:
bülent ortaçgil: mavi kuş



08.04.2020 16:45 | xeyda

47. serenade a franz schubertî, dema dixwînim an jî li ser tiştekî ku haydarî û konsantrasyon dixwazin dixebitim guhdarî vê mûzîkê dikim.





08.04.2020 16:51 | xelîl

48. Pirtûka bîra qederê ye. Mirov çiqasî bixwîne ji têr nabe. Û tiştên pirr feyde jî hîn dibe.



21.06.2020 16:39 | yûsiv

49. di germa havînê de bayekî hênik e



22.06.2020 00:20 | afa

50. Dîtin û bi hev re rûniştina hezkiriyê/a mirov.



22.06.2020 00:31 ~14:03 | xabûrî

51. dema ku axlêva bayê werzeba berfê lêze ke dihelîne û ew ava berfê ya dihele hîn cîha dibe gol ku dibê gere peşîya wê meran ve bê vekirin. gava ku mirov rêyek peşîya avê vedike û temaşekirina herikîna wê avê bêhempaye.gundîyên serhed ê ve dîmenê baş dizanin *



22.06.2020 01:06 | golikvan

52. Behneke Piştî baranê
Piştî barana biharê vebûna tavê
Li şeva havînê temaşekirina stêrkan
Hembêzkirina yarê



22.06.2020 13:59 | kajav

53. hevalê samîmî re nav cîyêkî hîşînayîda rûniştin.



22.06.2020 15:35 | doesntmatter

54. Bêguman perdeyên li ber paceyên vekirî li ba dibin e. Di her danên rojê de temaşekirina wan xweş e. Serê sibehê bayekî hênik û nermik wê perdeyê dilivîne û dengê çûkan mirov hişyar dikin.. Nîvrojê dengê zarok û çûkan tevlîhev dibin, guhê min li ser wan e, perde jî giran giran dilive, carinan disekine, sîesta... Ber êvarkî hêdî hêdî şev deriyê xwe vedike ji hestan re, helbet perde jî mêvan e... Ji deverekê dengê muzîka klasîk pir nizm tê, perde dikeve dansê. Hêdî hêdî xwe dilivîne, dengê zarokan û çûkan nizm dibe lê yê muzîk û sîrsîrkan bilind dibe... Ku dibe derengiya şevê perde xwe bi nav hestan de ber dide, dora axaftinê ya wê ye... Ez rebena hestên te me perdeyê, ji devla min jî vebêje!



22.06.2020 16:16 | berijahr

55. Xwendinê pirtûken hêja
Sohbeta bihevalên bêmenfaat re



23.06.2020 00:56 | xeletnivîs

56. berê betlaneyek, paşê hemû tiştên ku aramiyê didin didin pey hev bixwe tên



27.06.2020 22:49 | shorbevan

57. Çûyîna cihên ku zarokatiya mirov lê derbas bûye û seyr kirina li avabûna rojê.

Bo min ew der gundên Li qeraxa gola Kebanê ye.



12.10.2023 05:55 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku kurd herî baş dikin
» mirov guneh dike lê binêre

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî