Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
tiştên ku aramiyê didin mirov - tirşik
tiştên ku aramiyê didin mirov
(20) (0) (4)
di mijarê de bigere

38. guhdarkirina eyşe şan û îsa berwarî



07.04.2020 20:01 ~20:01 | kajav

39. rojek ji rojên havînê , li ser şezlongê tenê û dûrên xelkê vexwarina bîrayek sar.



07.04.2020 21:09 | brzn

40. Di Havîneke cehnimî ya qezzê de li geliya Xursê di bin siya darekê da paldayîn û vexwarina bîrayeke wek qeşê.



07.04.2020 21:16 ~22:49 | f

41.



08.04.2020 00:44 | shwinsherm

42. dayîka min e, dîtin nema, xilas bû
di xewndadîtina wê biheşta min e



08.04.2020 04:16 | afa

43. hejêkirin, civata bi dayikê re, jazz, xew, bi hev şabûn, çaya piştî şîvê ya ku bi malbatê re tê vexwarin û ev stran:
bülent ortaçgil: mavi kuş



08.04.2020 16:45 | xeyda

44. serenade a franz schubertî, dema dixwînim an jî li ser tiştekî ku haydarî û konsantrasyon dixwazin dixebitim guhdarî vê mûzîkê dikim.





08.04.2020 16:51 | xelîl

45. Pirtûka bîra qederê ye. Mirov çiqasî bixwîne ji têr nabe. Û tiştên pirr feyde jî hîn dibe.



21.06.2020 16:39 | yûsiv

46. di germa havînê de bayekî hênik e



22.06.2020 00:20 | afa

47. Dîtin û bi hev re rûniştina hezkiriyê/a mirov.



22.06.2020 00:31 ~14:03 | xabûrî

48. dema ku axlêva bayê werzeba berfê lêze ke dihelîne û ew ava berfê ya dihele hîn cîha dibe gol ku dibê gere peşîya wê meran ve bê vekirin. gava ku mirov rêyek peşîya avê vedike û temaşekirina herikîna wê avê bêhempaye.gundîyên serhed ê ve dîmenê baş dizanin *



22.06.2020 01:06 | golikvan

49. Behneke Piştî baranê
Piştî barana biharê vebûna tavê
Li şeva havînê temaşekirina stêrkan
Hembêzkirina yarê



22.06.2020 13:59 | kajav

50. hevalê samîmî re nav cîyêkî hîşînayîda rûniştin.



22.06.2020 15:35 | doesntmatter

51. Bêguman perdeyên li ber paceyên vekirî li ba dibin e. Di her danên rojê de temaşekirina wan xweş e. Serê sibehê bayekî hênik û nermik wê perdeyê dilivîne û dengê çûkan mirov hişyar dikin.. Nîvrojê dengê zarok û çûkan tevlîhev dibin, guhê min li ser wan e, perde jî giran giran dilive, carinan disekine, sîesta... Ber êvarkî hêdî hêdî şev deriyê xwe vedike ji hestan re, helbet perde jî mêvan e... Ji deverekê dengê muzîka klasîk pir nizm tê, perde dikeve dansê. Hêdî hêdî xwe dilivîne, dengê zarokan û çûkan nizm dibe lê yê muzîk û sîrsîrkan bilind dibe... Ku dibe derengiya şevê perde xwe bi nav hestan de ber dide, dora axaftinê ya wê ye... Ez rebena hestên te me perdeyê, ji devla min jî vebêje!



22.06.2020 16:16 | berijahr

52. Xwendinê pirtûken hêja
Sohbeta bihevalên bêmenfaat re



23.06.2020 00:56 | xeletnivîs

53. berê betlaneyek, paşê hemû tiştên ku aramiyê didin didin pey hev bixwe tên



27.06.2020 22:49 | shorbevan

54. Çûyîna cihên ku zarokatiya mirov lê derbas bûye û seyr kirina li avabûna rojê.

Bo min ew der gundên Li qeraxa gola Kebanê ye.



12.10.2023 05:55 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku bi eraqê xweş diçin
» mirovên ku ji zextên bavên xwe rizgarbûyî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî