Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
yewnanistan - tirşik
yewnanistan

Navê mijarê ya ewil ev bû:yewnanîstan
(4) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. welatê ku rêjeya bêkariyê %25 e. û ya xirabtir, rêjeya bêkariyê ya ciwanan %60 e. ji ber vê yêkê wer xuya dike ku wê di vê hilbijartinê de partiya çepgir syriza bibe hikumet.



25.01.2015 18:58 | simurg56

2. dewletek çawa ye nizanim. hema her tim di krîza ekonomîk de ye. her tiştê wan heye lê çima wisa binketî ne fêhm nakim. niha jî behsa derketina wê ya ji yekitiya ewropayê tê kirin.



19.06.2015 22:56 | simurg56

3. ne behsa derketina ji yekîtiya ewropa tê kirin, le belê derketina ji yekîtiya euro. ev firqek pir mezine.



19.06.2015 22:59 | hola êzîda

4. Belê derketina YE nekirine



19.06.2015 23:08 | ronahî

5. Welatê ku li Tirkiyeyê Yûnanîstan dibêjin, ne Yûnanistan e. Bi navê xwe yê fermî Ellada yanî Komara Helenê ye. Di zimanên rojavayê Ewrûpa de jî (Ingilîzî, Frensî, Elmanî) jê re Grek tê gotin.

Peyva Yûnanê ji Îyonya tê. Îyonyaya dîrokî yanî Yûnana rastîn herêma Egeyê ye. Tirkan dîsa ya xwe bi me kirine; nav guherandine. Bila tim di hişê we de be; agahîyên tirkan bi giştî bêbingeh, pûç û polîtîk in.

Nifûsa Ellada 10 milyon e. Cîranê Albanya, Makedonya û Bulxarê ye. Bi deryayên Ege, Îyon, Girît û deryaya Sipî dorpêçkirî ye.

(bnr: helen)
(bnr: ellada)



01.07.2022 23:17 | evcebarê pirê

6. welatê yewnanan:
(bnr: yewnanîstan)



02.07.2022 00:05 | ciwanzêr

7. ne yewnanistana îro, lê yewnanistana kevn, yek ji şaristanên herî pêşketî ên cihanê derxistiye holê di dema xwe de ku em îro jî bi heyraniyê pê qal dikin. (bnr: yewnanistana kevn)

Yewnanistana Kevn, gelek fîlozof, zanyar û bîrkar peyda kirine: talês, herakleîtos, pîtagoras, sokrates, platon, arîstotelês û hwd. wekî din îskenderê mezin jî ji Yewnanistana Kevn e. û berî her tiştî pêwîst e ku em bibêjin, homeros (helbestvanê antîk) jî ji wê derê ye, ewê ku şaristana yewnanistanê a kevn li ser du berhemên wî şîn bûne. (bnr: odîseya) (bnr: Îlyada)



18.12.2022 00:17 | mirovekirind

8. Gelê yewnan di ege û marmara de jî jiyabû. Lêbelê piştî (beriya wî jî) damezrandina komara tirk ew hatin sirgûn kirin û qetl kirin. Di ege û cihên din ê anatoliya(ji xwe anatolî û ege jî yewnanî ye) de herçiqas hatiye guhertin jî hê cihên bi navê yewnanî hene.



19.12.2022 23:46 ~23:49 | bakur.nekure1

9. Welatê yewnanan



20.12.2022 19:36 | qijilyo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» yewnanistan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî