Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
miradê kinê - tirşik
miradê kinê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Stranbêjekî ku bi kemaçê distirand. bi eslê xwe ji (bnr: mala kinê) ye. ji gera cehfer e ku girêdayî navçeya batmanê kercosê ye jidayîk bû ye. li sêrtê demekê memûrtî kiriye. gelek stranbêj û mûzîkjen di bin bandora wî de mane. ehlê keyf e, ehlê mûzîk ê û ehlê civata kurdan e. mirad di nav kurdan de gelekî bi nav û deng e. bi teybetî lî mêrdîn, kerboran, midyad, kercos, heskîf, bişêrî û batmanê tê guhdarî kirin û hezkirin. Herî dawî di kovara çand û hunera qerfî bi navê (bnr: deve) di hejmara tîrmehê de lêkolîner (bnr: salihê kevirbirî) bi xizmên mirad re hevpeyvînek kiriye.



hinek ji berhemên wî yî navdar ev in:



(bnr: seyrê û elîyê mamed)

(bnr: bişarê çeto)

(bnr: şerîfê temo)

(bnr: Şerê mala elîyê yunis)

(bnr: adlê)

(bnr: dêran)

(bnr: keçikê bimeş)





21.07.2013 23:37 | seydayê_peyvan

2. berberê ku wî traş dikir careke ji min re got gelek jinên bimêr li pey wî diçûn* dibêjin gelek zarokên miradê kinê hene.



hunermendekî mirtib jî carekê ji min re got: mirado yek bû, hat û çû.



hunermendên ku erotîzma kurdî bi awayekî xweş di nav stranên xwe de gotiye.



hunermendên ku hemû stranên wî bi min re hene.



09.08.2013 14:36 | reşkêşevê

3. Mirado di sala 1942’yan de, li gundekî kiçik a bi navê Gêra Cahfer, ku bi ser Kercosê ve ye, ji dayîk bûye. Navê wî yê fermî yê nasnameyê: Murat Gezici ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Îsayê Kinê ye. Dibêjin ku Îsayê Kinê beriya sed salî ji Biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cih bûye. Eslê xwe ji derdora Şengalê ne. Du birayên Mirado hene: Xelîl û Cemîl; û çar xwîşkên wî hene: Delal, Aliya, Sêvê û Cewahîr. Ew bi gotinek gelêrî “mitirb” in. Paşnavê wan ji navê dayîka wan tê; ev tişt jî di nava kurdan de tişteke girîng e ku vê pêşgotinê tîne li bîra mirov: “Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e.” Mirado heta 14 saliya xwe li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Wê demê birçîbûnek gelek mezin di nav welêt de hebû. Mirado di kiçikatiya xwe de zêdetirîn bi mamê xwe û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Bi alikariya mamên xwe Yûsiv û Reşît, bavê xwe Ferho ribabê elimiye. Di çardehsaliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser mûzîk û ribabê sekiniye û gelek baş fêr bûye. Di bîstsaliya xwe de dotmama xwe re dizewice. Dibêjin ku rojekê Mirado li gel mamê xwe Yûsiv di civatekê hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê rûniştiyê civatê û civat, pirsa wî ji mamê wî Yûsiv dikin. (Yûsivê Zekiyayê ku mam û xezurê Mirad bû. Tê gotin ku Yûsiv hunermendekî mezin bû. Tê gotin ku Mirad ji mamê xwe zêdetir kiriye.) Dibêjin “şagirtê te kî ye?” Yûsiv dibêje “biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne.” Li ser vê pirsê Mirad radije ribaba xwe û kilama “Bavê Seyrê” distire. Dibêjin ku her çendî Yûsiv strana “Bavê Seyrê” xweş distirand lê piştî vê civatê êdî Mirad bi kilama Bavê Seyrê ve hatiye naskirin. Yûsiv jî fêm dike ku Mirad, di bin re li malê li ser ribabê dişixule. Piştî demekê navê Mirad belav bû û roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de Mirad gihîşte xweserî û stîla xwe, û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bûbû “Miradê Kinê”. Li her dera ku Mirad diçûyê, gel xwe digihand Mirad ji bo ku li dengê wî guhdar bikin û eger bikaribin kasetekê li ber dengê wî tomar bikin.

Di 25 saliya xwe de diçe li Batmanê û li wir bi cih dibe. Piştî tê Batmanê li wir deng û navê wî digihîje Radyoya Êrîvanê û li her deverê welêt. Di wê demê de hunermendên kurd, Mihemed Arif Cizrawî, Îsa Berwarî, Hesen Cizrawî hwd. re hevnasî dibe. Dengê Miradê Kinê digihîje heta Stenbolan. Ji bo zemawendan/dawetan diçe metropolan. Wê demê Wezîrê Avadaniyê (Bayındırlık Bakanı) yê Tirkiyê, Şerafettin Elçi bû. Şerafettin Elçi, gelek hez ji dengê Miradê Kinê dikir û wî mêvanê mala xwe ya li Enqerê dike. Şerafettin Elçi dixwaze ku xelatek bide Mirad. Bi pêşniyariya Elçi re jî ew dibe memûrê avadaniyê. Di sala 1978’an de li Midyadê dest bi memûretiyê dike. Piştî du salan Mirado tê li Sêrtê û li vir hem memûretiya xwe dike û hem jî bi ribaba xwe ve diçe dawetan. Li Sêrtê di taxên kurdan de -niha jê re dibêjin “taxên kevin” tê gotin- miletê Botanê -ku exleb ji gundên Dihê hatine li vir- bicoş dikir. Mirado li Sêrtê diçe dawetên Ereban jî. Jixwe stranên wî yên Erebî jî hebûn. Di 17’ê Berfanbara sala 1984’an de dilrawestan wî digre û di 41 saliya xwe de jiyana xwe li Sêrtê ji dest dide. Tirba wî li navenda Sêrtê li Goristana Zeviyeyê ye.



Mirado mitirb bû. Hunera mitirbiyê gelek kokdar e. Muzîk, reqs û şanoya mitirban cihek gelek girîng digire. Di hunera mitirban û hunera herêma Toran de “erotîzm” weke hêmayeke gelek xweşik cih digire. Zêdetir di reqsê de erotîzm tê xuyakirin. Her wiha Mirado çiqas behsa çiçik û memikan dikira yên ku li wir hazir bûn, ji fêhêtiya serên xwe datêniyan li ber xwe. Guhdarvan bi kompeksên xwe yên zayendî re rû bi rû dimaniyan. Lê bila xelet neyê fêm kirin, ev ne doxînsistî ye; ev rastiya zayendê ye û bi peyvên hunerî tên neqişandin. Ango Mirado jinê nake objeyekê zayendê; ya bi rast ew jinê dike rastiya evînê. Wek hûn jî dizanin zayend pariyekî evînê ye. Lê di sedsala 21. de heçko evîn bûye pariyekî zayendê! Kurê Mirado, Seîd Gezici dibêje ku eslê wan ji Şengalê tê. Hunermend Seîd Yusiv û Mirado bi heman toxmê ne. Di kevneşopiya ribabê û hunera bidevikî ya herêma Toran de Miradê Kinê ez dikarim bêjim ku cihê herî mezin girtiye. Hunera bidevikî re gelek xizmet kiriye. Tu carî rûyê studyoyê nedîtiye û bi derfetên xwe kasêtan tomar kiriye. Te dî, ji berê mirov pêl du tûşên teybê dikir û deng tomar dikir. Ev kilam û stranên Mirado yên ku em guhdar dikin jî bi vî awayî tomar bûne. Kilama xwe ya “Xirabo” bi Erebên Sêrtê re distre. Di gelek kilam û stranên xwe de ewî zora oldarên xapînok biriye. Hinek stranên wî ev in: “sêva heciya” “tu xayîn î kuro” “haydê dê gel yanima, sar kollarî boynûma”, “sabîha”, “ehmed axa û eyşê xanimê”, “lawikê deqorî”, “seyrê û eliyê mamed”, “ziravê”, “Êstilê”, “keçikê bimeş”, “xirabo” “awirên esmeran”, “navê kekçê heyatê” hwd.



çavkanî: http://selamiesen.blogspot.com/2012/07/mirade-kine-mirado.html



13.10.2013 05:33 | zero

4. (bnr: keçikê bimeş bimeş)



10.02.2014 22:56 | endazer

5. Şahê ribabê!

Hest li ber dengê ribaba wî bi hev şa dibin elawekîl...



10.02.2014 23:18 | devliken kelogiri

6. (bnr: miradko)



06.03.2014 12:22 | mamostanısebin

7. stranbêjekî kurd e. stranên govendê distirê. min albumeke wî (bi navê mirado - tobedarim) li bit pazariya izmirê dît û stand. ev albuma wî di kasetekê de ye û kaset nuhîtop e. xwedan dengekî xweş û zelal e. min hinekî li ser wî lêkolîn kir û min fêhm kir ku navê wî weke miradê kinê jî derbas dibe.



06.01.2015 13:18 | mergehez

8. Miradê Kinê - De Raba



De raba, de raba, keçê de raba

kiras kin e li ser kaba

tehma memikê te xweş a

qûşbaşî ye kebab a

çi dinyake xerab a

çi dinyake dêqehb a

de raba, de raba, heyran de raba



ji derdê te ez nikarim

ji kerbê te ez firar im

xew kete çavê xelqê

heta sibê şiyar im

ez î mal im, ez betal im

nav cihan nalenal im

tobedar im

de raba, de raba

çi dinyake xerab a

memikê keçikê kebab a







06.01.2015 14:45 | xendekî

9. (bnr: feqîyê kemançê)

(bnr: mîrado)

stranbêjê bi kemançê gelek stranê dengbêjî û stranê govend û dîlanê gotiye û pîr jî xweş gotîye xwezî di dema wîde piçek teknolojî pêşketibûya wê demê wê stranê wî yê xweş gelek zelal û zêde zêde xweş bibûna.



29.07.2015 13:23 | shorbevan

10. dengbêjê bi kemaçe. sewta wî heye. rehma xwedê lê be eger xwedê û rehma wî hebe. strana bişar çeto û emê gozê xweş digot. ez bawerim kesek heta niha wek wî negotiye, an?



30.07.2015 00:05 ~00:08 | hola êzîda

11. Dibên ku wextê mirado di daweta de lêdida xelkê keçên xwe jê vedişartin ji ber ku stran li ser wa nebêjê. *



04.04.2016 22:05 | xwelî li ser

12. Jenyar e. Divêm Ji kerboranê yit kilamên wî zaf xweş in di kilama xweyî li gor min herî xweş sînemê qala sêvên bin wan deqdeqî dikit pir kêfa min ji wan peyva tê mixabin bi tirkî jî kilam gotiyit.



04.04.2016 23:07 | qijilyo

13. Mirado hatîye gundê ewtê dawetê. Kurê xwe yî mezin faysel jî bi xwe re anîye. bavê min jî li kurê wî daye gotiye "çima navê te faysel e te navê min dizîye."



(bnr: sedemên şer û pevçûnê)



17.08.2016 14:57 ~14:57 | xwelî li ser

14. Nizanim çima lê dema ku em hemû xwîşk, bira, dê û bav tên ba hev mijar bi avayekê tê ser miradê kinê, û diya min jî dibêje;
dibêjin jehr dane, kuştine.



24.11.2017 00:58 | gulêê

15. Bavê min her tim dibêjê "ez sê roja ber miradê kinê raqisîm " û pesnê xwe dide. Bavê min ser govend bû lê bû hacî edî nareqis e.



25.11.2019 01:37 | kurêtirîdeus

16. Bav û bira ye!! şevekî serxweş bûm. li nav ciha di tarîyê de min mirado guhdar dikir. ji kêfa serxweştir bûm halo.mi dî telefon lê da jinbira we li min digeriye mi go terq! û telefon ser çavê wê girt. min xwe bi xwe go kêfa mi xira neke mirado guhdar dikim. û xilas bû *



25.11.2019 22:05 ~22:07 | xwelî li ser

17. em dikarin bêjin bavê ribabê an jî mîrê ribabê *



25.04.2020 18:45 | merwano

18. ha li benda vê bûm ha! di bernameya dengên nemir de dor hate ya miradê kinê:




26.07.2020 11:22 | xwelî li ser