Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bandora placeboyê - tirşik
bandora placeboyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bandora ku dibe sedem ku mirov ji dermanên eletewş û şêx û meleya bawer bikin.

ji ber vê bandorê, mirov dibêjin qey bi kirinên wan baş bûne.

ji bo ku mirov ji xapandina vê bandorê xwe xelas bike û bandora rastîn ya kirinekê/dermanekê dexe holê, divê cerb werin kirin û îstatîstîk werin hesabkirin.



30.01.2015 21:47 | simurg56

2. bandora ku di gellek îstatîstîkan de derketiye holê ye. heta ne bi placeboyê tenê lê mirov dema dibihîse dermanê xwariye buhaye jî bêhtir baş dibe.. ew dermanê buha jî placeboye mixabin.



30.01.2015 22:43 | berxweda

3. ‘bandora placeboyê’ ku bûye wek efsaneyekê, nîşeneya herî pîçûk û ya herî têkûz a di navbera hiş û laş de ye. Ev tesîr, xwe bi vî awayî eşkere dike. Kirdeyên (subject) ku heya wan jê tuneye ku dermaneke sexte ango di rastiyê de ne derman e jî, dema dixwin an vedixwin bawer dikin ku baştir dibin. Gelek caran jî, tesîra wê ji vê yekê zêdetir e jî. Di nîşaneyên tibî de jî başbûn çêdibin. Carna jî, dixwazin diyar bikin ku, wek dermanên derew tesîrê li wan dikin, xwe li nexweşiyê datînin. Dema mirov li kirdeyên Plaseboyê dinêre mirov bi vê yekê bawer dike ku hiş, baweriya xwe bi çi bîne laş jî, wê wek zindî diwesfîne? Gelek pispor diyar dikin ku, behremendiya laş, bi alîkariya hişê ku xwe bi xwe baş dike, ji mûcîzeyeke ku tiba modern biafirîne gelek bihêztir e.







19.03.2015 18:46 | remlavêj

4. An jî bi îngilîzî placebo effect.
Bi latînî tê wateya, "ez ê kêfa tê bînim" *.
Di bandora plasebo de organîzma hişyarker wek tiştekî kêrhatî dibîne û tê ser hişê xwe.

Mînak: hûn ji kesekî nexweş re dibêjin ev derman ji bo tenduristiya te baş e û wê nexweşiya te bi dawî bike. Nexweş jî bawer dike, û derman bi kar tîne, û dawiya dawî baş jî dibe.
Lê di rastiyê de ew derman tenê ji avê an jî tiştekî ku tu eleqeya wê bi nexweşiyê re tune bû pêk dihat *



29.07.2021 21:25 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bandora stranan li ser gelî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî