1. navê straneke koma ferec e; |
|
2013.07.21-20:57 |
simurg56
![]() |
2. heyat, biçek ruhê şirîn ku xwudê ji kehnî û kerema xwe berdaye ser can û cesedê me jîndar û giyaneweran.. |
|
2014.04.11-17:24 |
endazer
![]() |
3. bi piranî ji nav ran û teşkên jinê dizê.. |
|
2014.04.11-17:25 |
endazer
![]() |
4. û navê yek ji xweştirîn û resentirîn stranbêja kurd e.. |
|
2014.04.11-17:27 |
endazer
![]() |
5. naveke kurdî yê unîseks e, yani hem li kuran û hem li keçan tê kirin.. wek; |
|
2014.04.11-17:29 |
endazer
![]() |
6. weke avê ye. çawa masî di nava avê de dijîn lê jê hay nabin, wisa jî mirov di nava jiyînê de ne lêbelê jê hay nabin. piştî ku mirin hingê ji avê derdikevin. lê ji çi re? |
|
2014.05.02-03:13 |
ceso
![]() |
7. jiyan mûcîzeyek mezine, bi çayê xweş dibe, bi evînê carê tarî dibe carê ronahî dibe ji bo mirovekî şensekî pir bi qimete divê mirov qîmetê jiyanê dizanibe |
|
2014.05.02-03:54 |
babrisok
![]() |
8. bila bibore mirin paqijîye. bingeha mirov e, |
|
2014.05.31-08:43 |
azadixwaz
![]() |
9. dema mirov nexweş dikeve û paşê baş dibe ditahmijiyê, xwe lê xweş dike.. dema mirov dil dikeve û pê re mirad û meqsedên wî di dil de dimînin jê sar dibe û bi dûr dikeve.. filan.. |
|
2014.05.31-13:27 |
endazer
![]() |
10. lı profesoré zoolojiyé dıbéjın perperok rojeki tené jiyané dıbinin u paşé dımre.nızanım gelo raste yan neraste :/ |
|
2014.05.31-17:12 |
neteweperver
![]() |
11. stranbejek kurd e. dengewÎ jÎ gelek xweş e. xanimekÎ hejaye. |
|
2014.07.24-00:51 |
mala te ava
![]() |
12. carina diyarîya xwedê ye carina jî cezaya wî. |
|
2014.07.24-01:24 |
simurg56
![]() |
14. rêzeya belgefîlmek e ku trt kurdi diweşîne. bi rastî jî belgefîlmek pir xweş e. her wiha tirkiya vê belgefîlmê ji aliyê tuncel kurtîz ve hatiye zarve kirin. |
|
2015.02.17-11:54 |
aryen
![]() |
15. pir dişibe wê sibehê ku piştî şeva ku tê de şûşeyek şerab hatî vexwarin tê... |
|
2016.03.29-01:33 |
ceso
![]() |
16. Her ku jiyanê û însanan nas dikim bêtir bêedeb dibim. fikrên durû, gotinên kêm'eyar, xweziyên menfîetperest û xweperestiyên xwedêgiravî civakperestî, ehmeqên ku nizanin ehmeq in û olên zingarbûyî, hestên demborî û fanî, faniyên bêdawîxwez û kerên dupê... Eger ku hebe xwedê qira we bîne! |
|
2016.04.13-22:39 |
ceso
![]() |
17. jiyan wisa bi lez bûye ku êdî mirov ji bêsebrî carnan beyî ku hay ji xwe hebe dixwaze weşana zindî ya televizyonan jî pêş ve bidiyê. |
|
2017.08.26-15:31 |
tizbîkêş
![]() |
18. Navê birê min e. Navek xweş e û li wî tê. Bawer nakim ku li min bihata ev nav. * |
|
2018.11.07-20:47 |
xelîl
![]() |
19. tiştekî ecêb e. bi çend sal e, bi qasî emrê min, ez tê da me, wekî ku di girtîgehê da me. pir caran jê aciz bûme. bihar tê, bihar gişt wekhev in. zivistan û payîz û havîn, gişt wekhev in... |
|
2019.12.15-01:38 |
mirovekirind
![]() |
20. Pir xerîb e, zehv bi êş e lê zor xweş e jî.. |
|
2020.04.13-01:05 ~01:23]|
bûtîmar
![]() |
21. Dema ku ji dayikbûnê heya mirinê ye. Parçeyek ji temenê gerdûnê ye ku her kesek ya xwe dibuhurîne. Bi Hezara cûreyên wê hene lê ya ku jê hez dikim jiyana bindestî ye. Lê belê ne bindestiya ku têk diçe, ew bindestiya ku giştî gel li hemberê wê dertê û paşê desthilata xwe bidest dixe ye ya ku jê hez dikim. Ji ber ku bindestê armancekê dide mirov, hêza tekoşînê di mirovan de diafirîne. |
|
2020.05.10-00:46 |
tîrêj zana 21
![]() |
22. bêgavî-mecburî 3 tişta hînî meriv dike: |
|
2020.07.26-19:23 ~19:24]|
doesntmatter
![]() |
23. Girtîgeh e bo bindesta. Êdî li welatê xwe weke kurdekî nikarim bijîm. Li her derê zext, zordarî û dagirkerî heye. Bi zimanê xwe yê zikmakî nikarim pêdiviyê xwe yê rojane jî çareser bikim. Li her derê ala dagirkera weke şîşa sor di çavê min de radibe. |
|
2020.11.02-23:00 |
tîrêj zana 21
![]() |
24. Bi satilên xwe yê mişt ava sar û cemidî li ser rêyan sekinandiye û dema ku meriv qet napê bi ser meriv de dirijîne. Û meriv ji paş histûyê wî/wê heta gûzeka lingê wî/wê digirûzîne. |
|
2021.01.03-14:59 |
rizgarm
![]() |
![]() |
xwe guhertin [1] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [2] |
![]() |
kovara pîjok [1] |
![]() |
şêxbizinî [1] |