Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê - tirşik
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
(9) (0) (4)
di mijarê de bigere

39. civîna ku daxwaz dikim tê de li ser heqaretkirina bêserûber a li îslamê bê sekinandin.



21.03.2015 15:24 | ceso

40. civîna jiber sedemên aborî ez nehatime newroza amedê neşêm beşdar bim..lê dil û cergê min dê li wir bin..min got cerg,cergê amedê ...



21.03.2015 17:13 ~17:14 | vêca çiyeeee

41. Civîna ku wê sibe di saet 13an de li xwaringeha ciğerim ya li dağkapıyê çêbe.



21.03.2015 21:09 | simurg56

42. civîna ku hey xwudê hez ke û tu qeza û bela çênebin ez ê biçimê.. min hêvî heye hemû hevalên din ên li amedê jî hemû kar û hêncetên xwe deynin aliyekî û bi ruhê eşmeyê tevlî civînê bibin! *



21.03.2015 21:43 | endazer

43. Civîna ku ez ê jî sibî bi kameraya xwe ya bi navê canon eos 100dyê tevlî bibim. *



22.03.2015 00:23 | xendekî

44. Civîna ku berî her tiştî min dixwesta tevlî bibim û gundiyê xwe xendekî bibînim e. Lê nebû nesib. inşallah emê rojekî hevdû bibînin..



22.03.2015 12:53 ~12:56 | nan û av

45. civîna ku wê deh dq. şunde dest pê bike lê hê jî deng ji kesê derneketiye. de hedê tirşikvanno bi hêviya civînek xweş û geş em li benda tirşik selfie ne. bi gorineke din em li benda xwekêşa tirşikê ne.



22.03.2015 12:57 | ceso

46. Civîna destpê kirî, li benda we ye.



22.03.2015 13:01 | azadixwaz

47. Civîna ku li dawiya restoranta cigerim destpê kiriye. Ê ku hat bila ji berpirsyarên restorantê bipirse bêje ew 12 kesên ku rezervasyon kirî li ku ne wê nîşanî we bike ..



22.03.2015 13:11 | brusk56

48. ferhenga şikestî, ji bajarekî xopan, bi ruhê eşmeyê û eşmeeşmebûyî silavên xwe bo civînê birêdike..

xwarina xwe bixwin hevudu nexwin*



22.03.2015 15:16 | ferhenga şikestî

49. civîna ku bîst rûpel raport jê dixwazim**



22.03.2015 16:15 | ferhenga şikestî

50. êêê ka çi çêbû kî mir kî nemir ?



22.03.2015 16:22 | vêca çiyeeee

51. civîna ku piştî dawîbûna civîna min a li mektebê bi hawarî min xwe gihandê ye. Civîn bû civîna Botiyan..Ji berku yên tevlî bûyîn hemî Botî bûn.



22.03.2015 16:44 | nan û av

52. yahû me go bicivin lê me nego bêdeng bin! de zû werin têbiniyên xwe di vir de binivîsin!!

ez ê ji meraqê bimirim..

ji wêneyan diyar e ku hemû endamên malbata 56'yan hatine*



22.03.2015 18:18 | ferhenga şikestî

53. civîna ku jiber xwarin û vexwarinê bawer nakim ku vêragehiştin e axiftin ê..hema bi tinê xwarin e û rabûn e û belav bûn e *)



22.03.2015 18:54 | vêca çiyeeee

54. civîna ku pir xweş derbas bû, di tehma cîger û keşhan(keşan)ê de bi germiya tiliyên li ser klavyeyan derbas bû. sê seetan dewam kir, yên tevlî civînê bûyîn ev bûn:

xendekî, simurg56, brusk56, feqiyê teyran, azadixwaz, endazer, nan û av, mervan roni

em li ser gelek nivîskaran (nivîskarên dixwestin werin lê nekarîn werin, nivîskarên dikarîn werin lê nehatin, nivîskarên gotibûn em ê werin lê nehatin), li ser dijberiyan-rikberiyan, heqaretan, terikandinan, şer û pevçûnan, vegera xeydokan, nivîskarên veşartî, rexne û rexegirtin û rexneqebûlkirina kurdan û tirşikvanan, li ser formata tirşikê, sîstema nû, li ser rewşa kurdî ya li gund û bajaran, li ser geşkirina tirşikê ya bi rêya rêklam û danasînê û li ser xendek û xendekan axivîn.



22.03.2015 19:01 ~19:02 | xendekî

55. civîna ku bi beşdariya malbata 56'yan pêk hat, çar bira: simurg56, brusk56, feqiyê teyran, azadixwaz. çar kedkarên kurdî û çar bijişkên kurd *

civîna ku endazer lê dereng ma, seet 12:00'ê nîvro de şiyar bûye, qederî nîv seetî dereng hat. endazerî ji bo tirşikê go: tirşik zaroka min e. min jî li ser vê jê pirsî ka tu yê dîsa binivîsî, lê bersiveke nediyar da. *

nan û av gundiyê min, mamosteyê olê, seydayê 'emayê yê endazer, ji ber civîna wî ya li dibistanê giha dawiya civînê.

mervan roni jî xebera wî ji civînê çênebûbû, me li derve li ser linga dît, me pê re wêneyek kişand û hew *

gelekên ku gotibûn em ê werin lê nehatin, law ma ne eyb e ji we re heee *, ka vêca xwerexneya xwe bidin hevalno *



hin wêneyên civînê:

Here lînkê



endazer û simurg56:

Here lînkê



Here lînkê



nan û av, xendekî, brusk56:

Here lînkê



22.03.2015 19:12 ~19:17 | xendekî

56. silav ji bo hemÛ kesî..

belê wekê xendekî gotiye, ez bi qasê nîv saetî bi derengî gihiştim civÎnê, ji ber ku doh ber destê sibehê min karî rakevim û dema rabûyîm jî saet 13:00 bû, min alarma telefona xwe eyar kiribû lê dema ez rabûm min dît ku telefon ji bêşarjiyê hatiye girtin.. werhasil çawa ez rabûm min cihde avek li rûyê xwe kir û bi ser wî halê xwe yê çavlixew min da rê ez çûm cihê civînê..

civÎnek bêqisur bû! di civînê de çi hatibe ber devê me, me got, me tiştek ji xwe texsîr nekir..

- di civÎnê de herkesî kezeb xwar, xendekî û simurg56 nîv porsiyon kezeb û nîv porsiyon keşan xwestin, min jî goştê mirîşkan xwest.. brusk56 kola vexwar, camêr di civÎna din de jî kola xwestibû, me yên mayî wekê her kurdekî ji rêzê û edetî dew xwest.. *

- bi qasê di bîra min de maye, çi erênî, çi neyênî, navê van nivîskaran di nav civÎnê de hate hildan; rasteqîn, nazim tolhildan, , remlavêj, cinorek, gulan, vêca çiye, berkenbereh, dîno, elegez, mergezhezû nançû,.. muhtemelen çend nivîskarên din jî hene lê niha ev nav hatin bîra min..

- bi qasê di bîra min de maye çend mijarên me behs lê gerandî; siyaset, newroza amedê, koma niştiman, ruhê eşmeyê, alayên kurdistanê yên li qada newroza amedê, gerîllayên beşdarî rêûrisma newroza li silêmaniyê bÛyîn, sÎnema, werger, rêzefîlmên tirk û yên biyanî, kurdiya ''takıntı''yê, tirşik, sîstema nû û ya kevn ya tirşikê, koderê kevn ê bênamûs ê tirşikê, hejmara texmînî ya mijar û peyamên rojane tên tirşikandin, reklam û danasîna tirşikê, polemîkên li ser mijarên dînî yên di nav nivîskaran de, sebeba sempatiya cihûyan ya li cem hinek kurdan, ekşisozluk, di ekşiyê de mijara ''bebek katili mustafa kemal'', her dîsa mijara ''pkk 3 ay eylem yapmayınca götü kalkan türk'', nivîskarên kurd ên di ekşiyê de, tesîra sosyal medyayê ya li ser ruhiyet û psîkoljiya ciwanên kurd, sebeba rêjeya zêde ya nexweşiyên civakî di nv ciwanên kurd de, rûpela tirşikê ya li ser facebookê, çend enstantaneyên her yek ji me nivîskarên beşdarî civînê bûyîn yên li ser jiyan û kesayeta me ya şexsî, û bîranînên ji hirde û wêde, cizîr, xelkê cizîrê, hewa û atmosfer û xelkê cizîrê ji bo mirov ji derve bê û lê bijî çawa ye?, hevaliyên hevpar yên di nav hevalên hevalan de...........

xendekî biçekî bêdeng bû, ya rast min û brusk56 me nedihêlişt ji me pêve kes biştexile.. * simurg56 zêde zêde camêr û nefsbiçûk bû, feqiyêteyran jî zêde neştexilî, azadîxwaz heta civÎn xilas bibe her pirsa cizîrê ji min xendekî kir.. * nan û av jî me nû li civînê hevdu nas kir, camêrekî xweşsohbet xuya dikir.. * mervan ronî wek li jor hatiye gotin mixabin em ji luqintê derketin paşê me hevdu dît, ji ber wê me nekarî qene em çayekî jî bidinê, li ser linga me çend wêneyek girtin û dîsa heta cihê em ji hev veqetin li ser linga me biçekî sohbet kir, ew jî yekî zêde zêde camêr û nefsbiçûk bû.. brusk56 wekê hemû birayên biçûk yên malê stara xwudê li ser be guhê wî dilebitin, henek li aliyekÎ dema ti tirşikê de dinivîse yekî zêde hişk û radîkal dixweye lê di jiyana rastî de yekî zêde zêde naîf û xweşsohbet û xweragir e..

bes e ev qas..

ji bo pirsa xendekî jî, ez ê her rojekî vegerim, lê vêga min çend tişt dane ber xwe divê ez wan tişt Û miştan bicih bînim, û min dil heye heta ew jehra sosyal medyayê ruhê min berde, biçekî dûrî civak û medyaya civakî bimînim..

bi xatirê we, emanet qencî, haj xwe û tirşikê hebin!



22.03.2015 20:21 | endazer

57. Civîna ku cara yekem ez tevlî bum u tama wé gelek xweş bu * wek endazer gotî min jî kezeb xwar lé xelet té bira wî min dew venexwar min kola vexwar.ji ber ku birayé min wê rêbiketa em zu rabun.qasê tevlî bum gelek xweş bu.li ser gelek mijara axaftin hat kirin u hemu niviskar pir rêzdar bun,rewşek germ u xweş bu.hividar im ku peşerojêde zêdetir nivîkar tevlî bibin



22.03.2015 21:30 | feqiyêteyran

58. endazer nivîsandiye ku navê min di duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê de derbas bûye. ez nizanim di nav kîjan mijaran de derbas bûye lê ji ber çi derbas bûye ez dikarim hezr bikim. min biborînin.



22.03.2015 21:58 | remlavêj

dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» 22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
» duyemîn kongreya asayî ya pakurdê
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» nivîskarên ku bişkoka tevlihevê ve mijaran mêze dike û peyaman dinivîse
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî