Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
özgecan aslan - tirşik
özgecan aslan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. keçika 20 salî ku li navçeya tarsusê (ku weke keleha mhpê tê zanîn) ji aliyê 3 kesan ve pêşîn hatiye tecawîzkirin û paşê jî hatiye kuştin û şewitandin.

derketiya holê ku, yên ku vê yekê kirine di facebookê de wêneyên xwe weşandine ku tê de bi destên xwe sembola mhp û ulkucuyan dikin.



ji ber vê bûyerê, li tirkiyê hema bêje herkesî lanet barandiye. wisa ye, dema berpirsiyar wisa kesên bêxwedî bin: li tirkiyê herkes radibe ser pîya. eslê xwe de ranabin ser pîya jî, li cihê xwe yê rûniştî peyamên lanetkirinê dinivîsin.

lê dema dewlet kesekê bi hovanî bikuje an jî rêxistinek biquwet wisa bike: ji ber tirsa tu kes deng dernaxe.



14.02.2015 21:47 | simurg56

2. ji dêrsîmê ye. kurd e. elewî ye.

dibe ku êrişa van hovan ji ber kurdîtiya wê be ..



14.02.2015 22:41 | brusk56

3. xwedeyo! ev hovîtiyekî çawa ye! ev du roj e neketibûm malperên nûçeyan. dema ev nûçe ket li ber min hema mîna ava kelandî rijandin ser serê min û bi xencera ketin ser dilê min! însaneke ji însan çawa dikare vê bênamûsiyê bike! bersiv li hortê ye: kuştinên jinan polîtîk in. hew... îro li ser erda tirkiyê û kurdistanê cinayetên bi vê şêwê hema her roj pêktê. lê nêrîn û pratîka siyasetmedaran çi ne? tu ne tişt e... tişteke berbiçav tune ne...



şêr şêr e, çi jin e çi mêr e. erê pêşiyan vê gotinê berhemandine ya herkes dizane ku vê bûyeran ji nêrîn û rêzikên 'erf û 'edetan ê ne'let derdikevin.



jin namûsa mêr in, jin nikarin wanî bipeyivin, jin nikarin vaya li xwe kin, jin nikarin şev derkevin, jin nikarin hezbikin... ev pêşiyan hema li nav êgir bişewitin ku wan me mecbûrkirin em di nav dinyayeke wanî bijîn...



ne'let ew mêr u zilaman be ku hîn bi vê fikrê tevdidin û ne'lat wan be ku hîn law û kurrên mîna xwe perwerdedikin û ne'let wan be ku ew zarên xwe diavêjin kuçe û kolanan û ber didin li ser jinan...



dilê min diêşe...



14.02.2015 23:43 | biruya hayao miyazaki

4. Xwişka me a bêmirad, a ku ki aliyê caniyekî ve bi awayekî hovane hatiye qetil kirin. Cihê wê cennet be.



15.02.2015 01:18 | diclefirat

5. malpera internetê milliyet.com fotogaleriyek weşandiye. di galeriye de fotoyen facebookê ye wî kesê ku ozgecan kuştî hene. fotogalerî ji 5 wêneyan pêk tê. yek foto li Riha'ye li dergehê xelîl îbrahîm e(balıklıgöl). yek foto jî li amedê li ber panoya reklamê ye. mesaja ku didin ev e:

1) ew kesê ku ev keçik kuştî dîndar e.

2) ew kesê ku ev keçık kuştî kurd e.



(bnr: http://www.milliyet.com.tr/gundem/sosyal-medya-bu-fotograflari-konusuyor-2013854/son-dakika-gundem/sondakikagaleri/14.02.2015/2013854/default.htm?page=2)



15.02.2015 09:19 | malmirato

6. keçikeke bêguneh a buyî qurbana dawî ya sapikên tirkiyê. mirov ji insaniyeta xwe fihêt dike wileh bileh. ya star!



15.02.2015 11:48 | azadixwaz

7. Kesa ku îdamkirin an jî xesandina kujerên vê di rojev de ye.

helbet divê kujer werin cezakirin, lê ev encam e. divê beriya her tiştê li ser sedema vê were nîqaşkirin. sedema vê pirsgirêkê pergala zayenperestiyê ye ku mirov dike hov û dînik. Pirsgirêk ew qas berbiçav e ku di vê welêt de 'kerxaneya fermî' hene, jin li her derê tên firotin û kuştin. Ev bûyer ne cara yekem e, ne jî cara dawî ye. Ji ber vê jî her kes heta ku li ser cezayên wan kiryaran difikirin, divê li şûna vê li ser guhertina pergal û feraseta civakê bifikirin.



17.02.2015 11:05 | aryen

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» özgecan aslan
» aslan asker şvayk

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî