Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 31 peyam
hamid omerî - tirşik
hamid omerî
(0) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. helbestvan, rojnameger û nivîskarekî kurd e. di sala 1977an de li Mezrêya Bismilê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji Omeraya Farqînê ye. Li zANÎNGEHA Marmarayê rojnamegerî xwendiye. Li Stenbolê rojnamegerî û radyovanî kiriye. demekê di pêveka tarafkitap ê de li ser danasîna pirtûkên kurdî nivîsî. vêga di îlkehaber'ê de nivîsên aktuel, kulturname yê de jî nivîsên rexneyî dinivîsê. omerî li stenbolê dijî



keser, weşanên nûdem, 2012



2013.07.22-01:37 ~2015.04.25 01:55]| seydayê_peyvan

2. lawikekî xweşik e .rexnegirekî baş e. di wêjeya kurdî de valahiyek dagirtiye bi vê rexnegiriya xwe . lê hetanî niha kîjan berhema kurdî xwendiye ji wan re li çepikan xistiye . divê hinekî objektîf be û kêmasiyên pirtûkan bibêje



2013.07.22-03:11 | cîncoqo

3. ez u hamîd u gelek mîrovên heja em çun dadgeha Alî fikrî işik. li wê dadgehê fikrî işik parêza xwe bi zimanê zikmekî kiri bu. Wergera işik brêz hamîd kiri bu.



2013.10.05-14:37 | qunsir

4. helbestek li ser ventolin inhalerê nivîsiye ji ber nexweşiya bêhnçikandinê (bnr: asthma) dikişîne.

...

li ber xwe ketim

keder jî bi min keniya

lê axirî kirîn êdî bi kêvir ket

bi ventolînê neket



ventolin inhaler

ava bexdenûsê

tivirên sor

na êdî serê dijminên min jî neêşîne

goyîna xizokê



weleh qesem

bileh qesem

venake venake venake

ventolin inhaler jî venake

xêr û şer tevî hev

ventolin inhaler

bronşên min venake

kefa destên min vala bike

pêjgîra kewandî dayne ser sîngê min



wa şefeq digevize

peya didabilînin hespên rewan

hêy şevçiraxê

çima bêhna wan jî naçike

agir bi mala te ketê

ventolin inhalerê

...

bi ya min helbest bila mijûlahiya wî ya herî dawî be.



2013.12.30-07:36 | kevçiyê dil

5. nivîskarê ku nizanim çend roj an hefteya carekî di ilkehaber.comê de nivîsên li ser rojeva siyasî ya tirkiye û ya kurdistanê dinivîse.. eyba mezin û şerma giran ku nivîs bi tirkî ne..

di nivîsa xwe ya vê hefteyê de auscwitz û roboskê dane ber hev.. http://www.ilkehaber.com/yazi/auscwitzden-roboskye--9445.htm



2013.12.30-13:30 | endazer

6. nêrînên wî yi siyasî min qe fêm nekir, di gotarek de gava pesnê wêje û rexneyê dide, dibêjê xêra pêvajoya aşîtiyê ev kovar derketîye, ji ber kû zanıngeha artuklû vebû û ev kes di wir de pêş ketine... di nivîsa din de jî li ser beşikçî dinivîse û wi diparêzê..ger beşikçi mafdar be pêvajo ya aşitiyê ixanet e, û mirov ni nivisek xwe de pesnê bide çawa di a din de nêrina din diparêzî... ger pêvajo dibe wesîla tiştên baş demek ev karek baş e. nexwe çima pesn tê dayin, ger ne baş be nexwe................... serê min tevlihev bû



2014.01.22-20:41 | jajî

7. Ne şaş bim, di nav hareketa azadiyê de cih girtiye.



2014.10.29-01:21 | seydayê_peyvan

8. êdî di haber10.comê de dinivîse.

http://m.haber10.com/makale/default.aspx?id=40444



2015.02.05-03:12 | seydayê_peyvan

9. (bnr: hamid kurdistanî)



2015.10.03-09:59 | kezebmonitor

dengdanên dawîn (Yên Din..)
bûka baranê [1]
li aliyê me wexta ku şilî nehata zarokên gund “bûka baranê” digerandin...
ezxeyic [2]
Êdî ne ez im. Bi xatirê we. Here lînkê https://www.instagram.com/p/C...
malena [1]
jina ku bi bejn û bala xwe, bi kincê xwe, bi awirên xwe , bi gewr b...
kovara bar [1]
ma qey xela rabûye ji heman malbatê sê kes di hejmara çaremîn de bûne ...
monica bellucci [1]
êdî ji ber pêşketina emeliyên estetîkê û bi makyajê kamûflekirina kêma...
belki ev jî bala te bikişînin
» hamîdîye alaylari

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî