Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
selim temo - tirşik
selim temo
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di sala 1972!an de li bamanê jidayik bûye. li A.u. dtcf'ê antropolojî xwendiye; nivîskar, şaîr, wergêr û akademîsyekekî kurd e. niha li zanîngeha mardin artuklu'yê de di beşa wêje û zimanê tirkî de weke alk. doç. dr (asst.prof) dixebite.



http://turkdili.artuklu.edu.tr/selim_temo/



(bnr: kürt şiir antolojisi, ii cild, agora)



22.07.2013 01:59 | seydayê_peyvan

2. Li çalakiyên xwendakarên kurd yên Artukluyê her li nik xwendekaran e û pêşengiya çalakiyan jî dike.Ji berê"Enstitûya Zimanên Dijî/Yaşayan Diller Enstitüsü" de mamostetî dikir lê niha xwe daye paş.



22.07.2013 08:48 | cekdar

3. Li ser mêrga zimanê serdestan çêriyaye. Vê dawiyê xwe li Kurdî rakişand lê ji ber ku zanîna wî wa zimên qels bû şûrê wî şikiya, niha dîsa li Tirkî vegeriya.



22.07.2013 12:00 | rojgar

4. Her çiqas tiştek şaş mina trt 6 da xebitibe ji wergérek hejaye..



22.07.2013 13:30 | roj

5. bi qasê ku ez zanim bi (bnr: jübile)ya xwe xatirê xwe ji tirkÎ xwestibû lê nû seh dikim ku dîsa li tirkî vegeriyaye.. şi'rên wî yên bi tirkî gelekî serkeftî ne bawer nakim ku kesek ji hebestê fêm dike Îtîrazê li vê yekê bike.. vegera wî ya bi ser kurdî û kurmancî ve tiştekî pîroz û hêja ye.. lê helbestên wî yên bi kurdî û kurmancî û wergerên ku ji bo berhema xwe ya nav (bnr: antolojiya helbestên kurdî) kirî ew çend serkeftî û şareza nebûn.. ji bo wergerê nikarim tiştekÎ bêjîm lê ji bo helbestên wî yên bi kurdî dikarim bêjim biçekî zêde bilez kiriye û pirtûka xwe ya yekem çap kiriye.. xwezî hinekî din sekînibûya ta ku helbestên wî biçekî din dawerivîbûna û dema xwe bigirtana.. bi qasê ku ez dizanim nha zanînegha artukluyê de di beşa ziman û wêjeya tirkî de akademîsyen e.. û berî bê di vê beş Û departmanê de bixebite dîsa di bin banê heman zankoyê de di beşa kurdolojiyê de kar dikir û dişixulî lê paşê ji devê wî an ligorî îdîa û îfadeyên wî ji ber ku yök li ser sozên xwe yên dayîn nesekiniye dev jê berdaye.. di hejamara dawîn ya kovara çirûskê de alÎakrê rektorê zankoyê û rêveberê beşa kurdolojiyê birêz (bnr: prof. dr. kadri yıldırım) bêyî ku navê wî bide lome û gazincên mezin jê dkirin û digot ku bi xêrnexwazên ku derheqê me de kampanyayên reşkirinê dane destpêkirine re tevdigere.. Îcar rast û derew û xêr û guneh stûyê yê gotî û yê kirî..



22.07.2013 17:51 | endazer

6. di hevpeyvîna xwe ya di evrensel kültürê de derketî de kevirek fêris li guzeka xwe û li tehta eniya dewletê û siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê dixe.. di çarçeveya duhîn û îroya edebiyata kurdî de tesbît û analîzên hêja û ji kana zanîn û zanistê li ser rewşa edebiyata kurdî dike.. gelekî kêfa min ji vê xislet û xisûsiyeta camêr re tê, di cihê xwe de nasekine bi xwe re levhatî ye, berê rexneyan li xwe jî û li derdorê jî digire, yanî şûjina di çavê xwe de jî û qirş û derzî û gîsnê di çavê hevalê xwe de jî dibîne û raberî raya giştî dike.. dikare ji ya xwe were xwar û dikare poşmaniya xwe bîne ziman..

neyse hevpeyvîna ez behsê dikim; http://www.jiyan.org/?p=245



06.10.2013 04:31 | endazer

7. ev nêzîkî saleke dev ji nivîsa tirkî berdaye û berhemên xwe yên tirkî nivîsî bi navê "jubile" weşand...



12.10.2013 15:52 | mem alan

8. berÎ çend xulekan li ser hesabê xwe yê tirşikê behsa tirsik.netê kiriye.. û banga nivîskariyê ji bo ciwan û cêhilên kurd û kurdînivîs kiriye..

em wek konseya rêveber ya tirşikê dibêjin:

selîmo malî ava û xwudê kurê te li ser xêrê û xweşiyê bike zava..

''ez wisa bêjim ku hûn baş jê fahm bikin: welleh http://www.tirsik.net ji tirşikê xweştir e! bixwînin, binivîsin, bişopînin @Kurdistanazadd''



27.11.2013 21:34 | endazer

9. li ser hesabê xwe yê facebookê jî heman peyam wekilandiye.. (ev cara didoyê ye ez vê peyva wekilandinê ku min jî ji ferhengekî wergirtiye, diwekilînim)

https://www.facebook.com/profile.php?id=100001476393970



27.11.2013 21:37 | endazer

10. Nivîskarê divê piştî destekbûna wî ya ji tirşikê re bi navê konseya rêveber ya tirşikê malavayî lê bê kirin. malava selimo!



27.11.2013 21:57 | ceso

11. camêrê ku bi peyama xwe ya twitterê piştgiriya xwe ya ji bo tirşikê nîşan daye. xwedê jê razî be.



27.11.2013 22:07 | simurg56

12. Mala minê temo! xebatên wî herî hêja ne lê ew bixwe hebkî bi şik...li zaningeha artukluyê di jûrÎya mamostetîya zimanê kurdî de bû. pirsî pirsî û hey pirsî. te di got qey ne hevpeyvîn e jûrîya oxfordê ye. biborin gazna min ne ji zorbûna pirsan re ye. gazna min ji wî mirovî re ye ku ji min re hezar pirs pirsî lê ji mirovên ku bi torpîl bûn tenê gotin ''ser xêrê be''...De bila be mamoste. Ma em çawa bikin. di gÛşîyê tirî de hebên xerabe derdikevin lê tirî dîsa jî tê xwarin...



27.11.2013 22:33 | firat

13. sedema endamtiya min a tirşik'ê ye. spas ji bo wî. lê di nav mereqan de me gelo ew bi xwe jî nivîskarê tirşikê ye?



28.11.2013 00:55 | ozmoz

14. li gorî agahiyên bi dest îstîxbarata tirşikê ketîn, bi xwe niha tenê xwendevanekê tirşikê ye, yanî di tirşikê de nanivîse lê siba dusiba eger tonaja rexneyên li ser tûjtir û dijwartir bibin dibe ku dilê wî jî here cengê û rext û tifinga xwe bixwaze.. di tirşikê de mînak û emsalên bi vî rengî hene..



28.11.2013 02:03 | endazer

15. di radikalê de dest bi qunciknivsîyê kiiriye. dibêje ku baş çêbû, ez piştî salên dirêj û nivîsên gebsoyî vegeriyame nivîsên edebî)baş e ku vegeriyaye nivîsandina nivîsên wêjeyî. hêvidarim weke çetin altan bi salan binivîse. hema zûzûka jubile ya qunciknivîsiyê neke. bi kêfxweşî wî dixwînim. beşa (bnr: dem)ê jî pir xweş e, lê bi ya min car caran, -çi ji antolojiya xwe, çi wekîdin- wergerê xwe biweşîne, wê baştir bibe



28.11.2013 02:39 | seydayê_peyvan

16. îro li radîkalê nivîsek beredayî û amator nivîsiye: http://www.radikal.com.tr/yazarlar/selim_temo/yusuf-1167907

nizanim çima



25.12.2013 22:41 | simurg56

17. nivîsên wî ên di radîkalê de him bi kurdî û him jî bi tirkî ye. ên ku nizanibin kurdî dikarin wergerên nivîsên wî bixwînin lê ew nabin wek nivîsên orjînal. *



26.02.2014 20:02 | mergehez

18. bi minesebata komxebata 'kend(t)imizi konuşuyoruz' hatiye batmanê. îro(02.03.2014) li sendîka petrol-işê dê biaxife. seet 11.30an de.



02.03.2014 00:21 | cemedî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» selim temo
» temo nasir bedirxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî