Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
selim temo - tirşik
selim temo
(15) (0) (2)
di mijarê de bigere

19. NIVÎSKARÊ KU ÎRO TwÎTTKAREKÎ WEHA LÊ REXNE KIRIBÛ YE: ''dEMA SELÎM TEMO TWÎTTÊN XWE BI KURDÎ DINIVÎSÊ LI BIn TWÎTTÊN XWE WATEYa WAN YA TIRKÎ JÎ DINIVÎSÊ.. lÊ DEMA TWÎTTÊN TIRKÎ DINIVÎSÊ lI BIN TWÎTTAN WATEYA WAN YA KURDÎ NANIVÎSÊ..''

MIN JÎ MEREQ KIR Û LI ÇEND TWÎTTÊN WÎ NÊRÎ Û RASTÎ JÎ WÛSA BÛ.. eFENDÎ HERHAL DI DILÊ XWE DE DIBÊJÊ JI XWE HER KURDEK TIRKÎ DIZANÊ. an JÎ KETIYE BIN KOMPLEKSA BINDESTIYÊ De..



10.03.2014 00:24 | nan û av

20. min jê re jî got, li vir jî bêjim kurdiya nivîsên wî yên di rojnameya radÎkalê de, zêde wergerkî ye..



10.03.2014 00:40 | endazer

21. wextekî li ser trt6 ê xuya kir di wir de helbesta (bnr: zembîlfroş) xwendibû bi rastî jî camêr pir xweş xwendibû*



10.03.2014 17:58 | gêjê

22. nivîsakarê ku carekê ev gotin * bi tirkî di profîla xwe a facebookê de nivîsandibû, baş tê bîra min: nuri bilge ceylan/27781



nizanim fikra wî hatiye guhartin ya na. van rojan tiştin li ser binîvîsanda ew ê başbûya.



26.05.2014 00:26 | giyanstêr

23. yê ku dinivîse, difikire; karên entelektuelî dike. lê digel vê yekê dibêje ez ne entelektuel im. li ser de barê giran û bêkêr ya sosyalîzmê heye. dibe ku ji ber vê yekê be.



26.05.2014 10:43 | ervah.azad

24. nivîsa wî ya îro pir xweş e.



http://www.radikal.com.tr/turkiye/havalimanlarinda_artik_yolcu_anonsu_yapilmayacak-1195435 (kurdî)



http://www.radikal.com.tr/turkiye/havalimanlarinda_artik_yolcu_anonsu_yapilmayacak-1195435 (tirkî)



ji ber ku lînka nivîsa kurdî dikare bÊ guhertin min a tirkî li vir danî.



04.06.2014 14:20 | kurê xelkê

25. (bnr: kîjan şivan hangi şivan)



10.09.2014 14:18 | ciwanpiroz

26. kurdê ku ji heqê wî zêdetir nivîs di tirşikê de li ser hatin nivîsîn.



26.12.2014 01:37 | dijber

27. nivîsa wî ya bi navê "kamo'nun gülüşü" wê bibe fîlmeke metrajdirêj.



04.01.2015 01:18 | kurê xelkê

28. Demekê ji ber min facebook a xwe girtibû.



05.07.2015 21:51 | hêvî

29. nivîskar, şaîr, akademîsyen, wergervan û kurdekî zanayê serkeftîye.



06.07.2015 00:57 | shorbevan

30. li qisûrê min efû bike, kurmanciya wî bir xirab e, hem di nivîsê de hem jî di axaftinê de..

di meha gulanê de bo pêşengeha pirtûkan hatibû amedê û di panalekê de axaftvan bû, heta ku du hevok saz dikir du saet hımm hımm hımm dikir min tu tişt ji gotara wî fêm nekir



07.07.2015 00:25 | ferhenga şikestî

31. hevalê min ji sala 1998an ve. Wî wê salê xelata yaşar nabî nayir a ciwaniyê stendibû. hevalekî min ê din jî xelata çîrokan stendibû. Me wisa hev du nas kiribûn.



06.12.2015 00:41 ~00:42 | marcello mastroianni

32. Camêr got ez ji kesekî ne çêtir iç. Berxwedan jiyan e!
Yanê bi ya min ev jî tiştek e.
Yên din tiştekê jî negotin ??



14.01.2017 09:33 ~09:34 | darînê daryo

33. Lê Tişteke ez gellekî jê zîver dibim heye. Gava ku tu li jînenîgariya wî dinêrî ji xeynî 2 pirtûkên kurdî berhem bi kurdî nenivîsandine. Yek jê keştiya bayê 2016, ya din 2011 Sê Deng e . Lê bo Tirkî birrek berhem kirine malê tirkî. Bo nimûne 4 pirtûkên helbestan, 2 lêkolîn Gotar, Romanek, 8 Werger bo tirkî welhasil heyfa min lê dihê ...



14.01.2017 16:42 ~16:44 | darînê daryo

34. Wê salê hatibû mîhrîcana pirtûkan ya Tuyapê li Îzmîrê, ez jî çûbûm ji bo çend pirtûkan bikirim Û bigerim û filan. min jê re bi reya twîterê nivîsandibû û gotibû ku ez dixwazim wî jî bibînim. Berî wê bi salan ez li Mêrdînê bûm û min negotibû ka ez çima wî nabînim lê hema wilo, xerîbî ye, dilê mirovî dixwaze, xwîn ditevize, min got ka ez biçim. Werhasil min pirtûka wî ya helbestan ya bi navê sê deng pê da îmzekirin û pê re wêneyek jî girt û xatir jê xwest. helbestnivîsandina wî jî wergeriya wî jî serkeftî ye.



14.01.2017 17:20 | daskan

35. Camêr wergera xwe ya Mem û Zînê ithafê cenabê Mehmed Uzunî û Yaşar Kemalî kiriye.



15.01.2017 10:45 | darînê daryo

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» selim çürükkaya
» temo nasir bedirxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî