Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 17 peyam
roja zimanê zikmakî - tirşik
roja zimanê zikmakî
(16) (1) (1)
di mijarê de bigere

18. (bnr: roja zimanê zikmakî)



21.02.2020 21:11 | xelîl

19. Ew roj e ku bo turkiyeciyan tenê îro tê hişê wan.



21.02.2020 23:17 | yusiv hemed

20. abdullah keskin: Ez ji vê gotina “zikmakî” pir bi şik im, peyveke nahez e, ji kû hatiye nizanim. Ne di klasîkan ne jî di çavkaniyên din ên nivîskî de min nedîtiye. Heye? Kes bo dê dibe “mak”? Bêhtir bo heywanan dihate bikaranîn. Zik jî peyveke negatîf e. Du peyvên nahez û argo çawa hatine ba hev? (Twitter, 22/02/2020)



22.02.2020 06:00 ~06:01 | cinorek

21. Piranî roja "anliyorum ama konuşamıyorum heval"ciyan e.

Ji bo yên nû rêberiya wê rojê:

+Pêşî di youtubê de strana "zimanê kurdî" peyda bike
+Lînka wê copy bike
+Li ser malperên xwe ya medyaya civakî de bi gotina "anadil haktır" parve bike
-Her bijî te qiyamet rakir heval. (Çepik)



21.02.2021 12:19 | de facto hozan

22. Îroj e. Îsal hezkurd û tora zimanê kurdî, diyar kirine ku bo zimanê kurdî li tirkiyê bi awayek fermî were nasîn dê dest bi çalakiyan bikin. Îroj bo kurdî bibe zimanê fermî dê îmzeyan kom bikin. Herwiha bo sazî û partiyên kurd 9 şîret û pêşniyarî kirine.

1- hemû partî, sazî û komeleyên kurd, di navbera xwe de divê kurdî weke zimanê hevbeş bikar bînin.

2- dîsa ev heman sazî divê dêrçûyên beşa kurdolojiyê îstîhdam bikin û bi vî awayî gel teşwîk bikin.

3- di nava gel de û di dema hilbijartina de, divê di mitîngan de bi kurdî biaxivin. Lewra li ser vê yekê çi qedexeyek tune ye.

4- di axaftinên navdewletî de bi kurdî biaxivin û wergerek bi xwe re bigerînin.

5- di hizbên xwe de komîsyonên zimên ava bikin, ger hebe wê aktîf bikin.

6- ji bo waneyên hilbijartî " seçmeli kurtçe dersî" rayedarên xwe teşwîk bikin û motîve bikin.

7- di hesabên xwe yê tora civakî de kurdî tercîh bikin.

8- ji bo kurdî mitîngên mezin saz bikin û pêwistiya zimên ji gel re rave bikin.

9- li heremên hûn lê xwedî gotin in, giringiya zimanê zikmakî rave bikin û di derbarê wê de panel û konferansa saz bikin.



21.02.2021 12:21 ~12:23 | tîrêj zana 21

23. roja ku ji ên xwe weke xwediyê zimanê kurdî dibînin re dibe derd ku kurd wê rojê tiştekî bi kurdî parve bikin.



21.02.2021 12:24 | giyanstêr

24. Na roje, serra 1999î ra yena pîroz kerdene.

Tena na roje de ziwan yeno vîrê tayê merdimanî. Tena na roje de tayê merdiman bi kurdkî nusenê û roja bîn de zî ancî ziwanê xwu ra fek veradanê.



21.02.2021 12:39 | bazêçewlîg

25. Pîroz be!



21.02.2021 13:35 ~13:35 | xelîl

26. Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina roja zimanê dayikê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê reşmeha (sibata)1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê reşmehê (sibatê)wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê bindest û mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi Bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, Urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr bi cûr diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê Bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî, Urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domand.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê reşmehê (sibatê), di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCO yê ev roj pejirand.

jêgirtin.



21.02.2021 16:29 | keyomerd

27. Rojek girîng e , rojek wê bê ev mîjar wê gelek wê navdar be.

Vîdyoya ku ji bo derbarê roja zimanê dayikê hatiye amadekirin li jêr li ser dw.com dikarin bibînin.Li vîdyoyê de ya girîng ew e ku behsa rapirsiya axaftina zimanê dayikê nav civak û malbatê de çi astê de ye tîne li ser ekranê.Here lînkê



21.02.2021 18:22 | brzn

28. roja ku tenê ji aliyê kurdan ve bi çend peyaman tê pîroz kirin, qedrê ku didin ziman tenê bi wê rojê dimîne


----------------------------------------
lê zêdekirin:
ji sala din bîranîneke di navbera min û hevaleke min

Rojekê ez û hevaleke xwe em li McDonalds e rûniştî bûn, ji min re got:
+xwezî niha kesên li vir bi Kurdî axivîba û cilûbergên Kurdan xwekiribana(bi Tirkî).
-min jî jê re got tu xweş dike lê tu niha çima vê hevoka xwe bi Kurdî na bêje?

Bi rastî jî bila kes tenê qala bişaftinê mişaftine neke, ji me re. Em bi xwe-xwe li ber xwe xera dikin. Pêşî hûn gava pêşî bavêjin, piştre werin gotinên qerase bikin



21.02.2021 22:01 ~2021.02.22 00:15 | merwano

29. Roja zimanê dayikê pîroz be .
Roja ziwanê dayîkê pîroz bo.



22.02.2021 00:21 | yaqûp

30. ji bû kurda ev roj Sal û dozdeh mehe.. Ziman hebûna gelane, kodên jiyanê bi herf û peyvan hatine nivîsandin hîleya jiyanê jî hişberî êdî şiyar bibin.
ji Xerifiyê bawerkirin
Ji hesabê ebcedê bawerkirin



22.02.2021 23:47 | shorbevan

31. Rapora ya li ser "Siyaseta Kurd a Komara Tirkiyeyê".

Kurdî (zazaki)
Here lînkê

Kurdî (kurmanci)
Here lînkê

Îngilîzî
Here lînkê

Tirkî
Here lînkê

tweet: Here lînkê



21.02.2023 17:10 | horhorik

32. Roja ku gelek kes û saziyên Kurd hebûna zimanê xwe bi bîr tînin. Bi taybetî ji bo îro dê li ser Twitterê gelek tweet hebin. Em jî dikarin ji bo îro li ser medyaya civakî kampanyaya danasîna Tirşikê bidin destpêkirin.



21.02.2024 10:28 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
xeste [1]
Peyveka bi eslê xwe kurdî/îranî ye. Derbasê tirkî jî bûye. bi kurd...
şivan perwer vs ciwan haco [1]
ji bo gîtarvan an tembûrvanan dibêjim: Ger cîhê ku lê stran dibêjî ...
gotinên pêşiyan [2]
gotinên pêşiyan/145236 na, xelet e. Divê wusa be: mala êzidiyan nan bixwe, ma...
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja 15emîn ya remezanê
» zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî