Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
tirşik - tirşik
tirşik
(2) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarineke kurdan ya gelerî. xwarina ku çiqas zehf be bila bibe dapîra min weke "kevçikî tirşik" bi nav dike.

bîraniyeke min ya derbarê tirşik û dûvikên bacanên reş: http://www.wergerine.com/blog/?p=233



(bnr: tirsik.net)



31.05.2013 03:27 | simurg56

2. xwarina kurda a havînîyi



06.06.2013 00:23 | serhed7

3. ji berê tenê dewlemend û axa dikariyan bixwin herkesî derfeta xwarinê ne didît.xwarinek têr tejî melzeme ye.taybetiyek wê ya siyasî heye ku ew jî "tirşikçî" ye.(bnr: tirşikçî)



06.06.2013 06:53 | cekdar

4. xwarina bi sivorî ye;

sivorî dayê gorî,

ne min go neçe qirşiko wê te bêxin tirşiko!



08.06.2013 06:46 | azadixwaz

5. Di gundên derdora bazîdê de li dewsa alûceyan tê xebîtin, çima dibên ji meywe re navekî xweregekî danîne, ez xwedan tu fikrî nîn im.



24.07.2013 12:40 | bazirgan

6. Xwarina kurdan ya millî ye



23.08.2013 14:08 | ahmet_amed

7. Xwediyê tirşikê ; Alûcî.(Alûca, gundek ji herêma Omeryane û bi navê ''xwediyê tirşikê'' qerf li wana tê kirin)



07.09.2013 11:10 | ardîxan

8. Tirşê Simaqî yan zî tirşê dimilîyan. hÛmara 21. ya rojnameyê newepelî de hetê Ferîda SÊWREGIJî ra terîfê nê werdî dîyayo.



12.09.2013 03:28 | kurdane

10. navê xwarina xwendekaran û ya nezanên xwarinçêkirinê ye.



30.10.2013 19:58 | gordereş

11. ji bo tehqîrkirina kes û komên ku pir dicivin lê tishtekî bi ser naxin navê 'tirshikçî' jê hatiye darishtin, lewre bawerî ew e ku qazanca wan ji wan civînan her ew tirshik e ku bi hev re dixwin.



30.10.2013 19:59 | gordereş

12. bila herroj tirşik çêbibe û dilên me geş bibe. tiştekî pir naxwazin yaw hew tirşik bes e ji bo geşbûna dilên me.



24.02.2014 17:44 | mergehez

13. şîva me ya îro bu û pir xweş bu, xwedê bike nesîbê herkesî.



18.05.2014 20:39 | azadixwaz

16. zivistanê xweşê. *



11.09.2014 21:22 | xwelî li ser

17. xwarina ku piroz e di kurdîstanê de.eke ez sê tayîp bibêjim '' tirşik xwarinê neteweyî ye.''



11.09.2014 21:27 | endazyar

18. li ba me peyva tirşikê tune.. ku li cihê vê şîvê peyva "turlu" ya tirkî an jî gotina qij-wij'Ê tê bikaranîn.her wiha çend wateyan gotina tirşê heye,

tirş: ekşî ya tirkî

tirş: cihê salçe ye dibêjin

tirş: turşu ya tirkî ye

cara yekemîn li diyarbekîrê navê tirşikê bihistîbûm ku hinek seyr hatibûbû..dibe ku weke wîsa li hîn deran navê tirşikê nabe..



11.09.2014 22:10 | havka

21. Geli tirşıkvanan ez hatım ez tilililiiiiiiiiiii.



26.03.2015 22:52 | tîrejên rojê

22. ez ji tirşika amediyan ne ji ya welatê hekaryam hez dikem, tirşika welatê hekaryan ji yaamediyan gelekî cudatire.



04.05.2015 20:23 | mîrêhekarya

23. ez pir ji tirşikê hez dikim, lê ya stenbolê bi min nexweş tê.



21.05.2015 18:15 | çinaro

24. peyva ku bi farsî mina ترشک te nivîsin. ew navê gûhayekî ye. merî dikare wê bixwe. minak navê xwe tirş e. ew peyva di kurmanciya henek eşirên kurmancê derdora xarpêt û meletî yê jî tê gotin. mina eşira şekakan.



13.06.2015 15:34 | cinorek

25. çend cureyên wê hene. a herî navdar tirşika me ya normal e.

cureyên din

-tirşika me

-tirşika bacanan- hekûbacan

-tirşika petatan-tirşika kartolan

-tirşika fasolîyan

-tirşika sêlê

-tirşika tirşoyê

-tirşika gimgimê



07.09.2015 01:23 | berxweda

26. ji hemû xwarinên piçek tirşî pêva heyere tê gotin, herî kêm ji firingî û ava firingiya pêktê, bi taybetî ji tirşika firingiyare tê gotin.. tirşika ku ne cemidîbe ez nikarim bixwim tiştek ecêbe bi germî jiminre tirş tê mehdê min naçê dema dicemide dikarim bixwim



17.09.2016 22:33 | shorbevan

27. ez nikarim mijarên sîyasî bixwînim , ji ber ku ez ne tirşikvanek kevnim , çima , çima nizanim.



13.01.2018 22:53 | kurdokercewsî

28. wextekî hin bêjî jî qeyda çêkirin û bi awayekî êrîşî tirşikê kirin. di tirşikê de gelek peyamên siyasî yên tund hene em naxwazin serê wan nivîskaran ji ber peyaman bikeve belayê loma jî me pêşî lê girt ku her kes nikaribe peyamên siyasî bixwîne. ger we sed peyam nivîsandibin êdî hûn dikarin mijarên siyasî bibînin ango bi kurtasî ev ji bo silametiya we ye



13.01.2018 23:25 | ferhenga şikestî

29. Xwarina ku meta min îşev ji bo min jiber ku ez ji bo karê xwe yê nû mal bardikim çêdike, ye.
Got xelîlê min ji bo şîvê ez ji te re çi çêkim ? Min bê teredût got tirşik çêke metê.*



29.10.2018 17:18 | xelîl

31. wê îroj ez pir aciz kiri me. heta min nivîsa xwe weşand dinya din dîte.nivîsê bi carekî nediwaşand, ji nişka ve min ji malperê diavêt , nîvîyê nivîsê derdiket nîvî dernediket lê belê min dev ji tekoşîna xwe bere neda û talî ez bi serketim. min têra dilê wê çêra kir bila dilê xwe nehêle heq kiribû.



08.03.2020 23:16 | tîrêj zana 21

32. (bnr: tirşik) vs (bnr: tirsik.net) *



09.03.2020 08:16 | xelîl

33. gelo em niha bûn nivîskar wî sîteyê da, em bûn "tirşikçî" ?



10.04.2020 15:09 | rojkan

34. min qet nexwar.



23.10.2021 14:30 | heval.js

35. ez li jiyana xwe de tiştekî wisa nexwar, ev çi ye yanî? ma asîr filan e?



06.12.2021 03:33 | heval.js

36. Nivîskar @rojkan pirseke xweş pirsî ye. Dema ên li tirşikê binivîsin ê bibin tirşikçî ;)



18.01.2023 02:04 | amed7221

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku xoşewîstên hev in

Kategoriyên mijarê:: tirsik xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî