Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
cafe şanzelîze - tirşik
cafe şanzelîze
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ronîya çavên ciwanên gazîosmanpaşayê. cafeyek e disa jî xwedîye dj.ek e , çawa çê dibe min fêm nekir.

(bnr: dj. apo)












2013.07.23-12:07 | filankes

2. kerkereyek din ku navê wî niha nayê bîra min û bi xwe re nabînim bigoogleînim û li ser înternetê jî bidim pirsê ku van vîdeoyên danasîna şanzelîze cafeyê ya ku dişibe axura ku hesp û bergîr tê de lotik û zîtikan didin û dikutin hev dikişîne û li ser înternetê belav dike.. nizanim kîjan dêqehbî kamereya pêşÎn ji vî xwudêjibavêrenehêliştiyî re kirriye an ji bo kirrÎnê bi bîra wî xistiye û li serê me kiriye bela.. piştî vîdeoyên danasîna şanzelîze cafeyê îcar jî dest bi kişandina vîdeoyên wek çêkirina xwarinan, boyaxkirina malan, teqlîdê fÎlmên yeşîlçamê kiriye.. (bnr: xwudê tu kesî şaş neke ku şaş bike jî fahş neke ku fahş bike jî bi erdê ve kaş neke)



2013.07.23-14:53 | endazer

3. hemû tişt bi kişandina vîdyoyeke danasîna vê cafeyê destpê kir. piştî ku malpera alkislarlayasiyorum.com'ê vê vîdyoyê weşand û bi hezaran hat temaşekirin û %98 henekê xwe pê kirin be jî her ku hat nîqaşkirin, şanzelîze alaattînê kerê çolê got qey bû qûyek û dest avêt vîdyoyên nû û êdî bi temamî aqlê xwe yê heyî û bêgunehiya xwe jî wenda kir. êdî her çiqas kes wî sempatîk nebîne jî wî dev ji berxwedana berneda ku bibe navdar.

dema nihêrt ku kes wî tiştek nahesibîne û ji bo henekan be jî venaxwîne tu programî, wî xwe bi vê vîdyoyê http://alkislarlayasiyorum.com/icerik/123025/beyaz-showa-zorla-konuk-olmak-sanzelize-alaattin-yilmaz xwest ku li programa beyaz bide vexwandin.

lê çi bû? tu tişt nebû bira-xulam, kes bi qasê kurmê roviyên xwe de, ji wî hez nake.



2013.07.23-18:36 | simurg56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirsik.net [4]
dibistaneke înteraktîf e. ez zehv tiştan ji vê dibistanê û ji nivîska...
weşanxaneyên kurd [2]
weşanxaneyên ku ez bawer im sedema giranbûha bûna wan ew e ku pirtûkên...
mem ararat [1]
Albuma xwe ya nû amade kiriye piştî mehekê wê bê parvekirin. Hem dengê...
îslam [1]
Bila bawermendên Îslamê biborin lê bera jî ji bo me ne baş e. Abê vê y...
navê der û berên amedê [1]
(bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
belki ev jî bala te bikişînin
» cafer benek

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî