1. feylesofeke navdar û berniyas ê atînayê ye |
|
28.02.2015 14:59 |
ferhenga şikestî
|
2. (bnr: eflatûn) |
|
31.08.2015 16:31 |
resençiyayî
|
3. feylesofê ku bi gelek fikrên xwe ve hê li ser jiyana modern xwedan bandor e. di siya wî de em fikrên feyesofe qedîm, ango fikrên sokrates jî dizanin. fikrên platon zêdetir li ser dewlet, bêdawî bûna ruh, idea û li ser zanîn e. fikrên wî yên derbarê ruh û ideayan, îro weke bingeha olên semawî te qebûl kirin. teswîra wî a dinyaya ideayan pir dişibe bihûşta olên semawî. |
|
01.09.2015 10:33 |
nazim tolhildan
|
4. Eflatûn Fîlozofekî yunanî ye Baweriya wî ew bu ku pêwîst e Yezadanek yan jî afrênerek yê gerdunê hebe. Dema ku dibêje, Ev gerdun xwediyê ruerdekî gelek û hertim dinava gohertinê deye. Mirov bi xwe bi xwe çêbibe jî, belku pêwîstî bi afrênerek çêkerek heye, ew afrêner jî Yezdan e. Yekek bi tenê ye, bê dawî ye û hertim heye. Bi xwe çêbûye û li ser serê me hemuyan e. Tê xuyakirin ku ev bawerî ne tenê li cem wî heye, belku li cem hemu ayînên li ser rûyê erdê jî ev bawerî heye. Tişta herî giring di wê deye ku eflatûn bi aqil û fikrê xwe gehiştiye vê baweriyê. Ne li ser ayînekê ye ku ewê ayînê wisan bi wî kirîbe ew razî bibe. ji ber vê jî dibêje Xweda Ezelê Ebedî ye. |
|
22.05.2020 17:37 ~17:39 |
sitî cp
|
5. Platon, Berê Zayînê di navbera salên (427-347) an de jiyaye û ew bi xwe, şagirtekî Sokrates bû. Ev fîlozof, di cîhana îslamî de bi navê eflatûn tê zanîn û naskirin. Platon hemû berhemên xwe, wek diyalogên tiyatroyê nivîsandiye û hemû berhemên wî beyî ku winda bibin, gihêjtine dema me. Endamê malbateke esîlzade bûye û baş hatibû perwerde kirin. Di bîst saliya xwe de bi naskirina mamosteyê xwe Sokrates re hewl dide felsefeyê û heta mirina Sokrates, heşt salan dibe şagirtê wî. Li ser kuştina Sokrates, bi dilekî şikestî welatê xwe terk dike û piştî donzdeh salan, di çil saliya xwe de vedigere welatê xwe. Di wan donzdeh salan de li Megara, Misir, Sicîlya û li Îtalya Başûr, geriya ye. Piştî hatina Atînayê, akademîayekî ava dike, li wir ders dide şagirtan û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike. |
|
26.10.2020 20:47 |
yûsiv
|
6. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv platon/127711 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dewama gotarê ev e: |
|
20.05.2021 15:22 |
sitî cp
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |