Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
rojbîn kizil - tirşik
rojbîn kizil
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. xanima ku di vê demên dawiyê de di nava xortên kurdan de bûye fenomen û populer..

gelek ciwan e, dengê wê jî ne xerab e, li bajarên curbicur digere û li ber dîmenên xweşik stranan dibêje û li ser youtubê bar dike.. jê re serkeftin..

lê bila ji bîr meke ku mariv li ser hespên xelkê tim peya ye, ji dêlava ku hemû enerjiya xwe dide tiştên wilo bila bi awayekê pisporane bi karê muzikê re mijûl be, ne stranên xelkê, yên xwe bibêje..



ez texmîn dikim ku populeritaya wî ne ji dengê wê, ji xweşikî û spehîtiya wê tê*







28.02.2015 17:29 | ferhenga şikestî

2.



28.02.2015 17:29 | ferhenga şikestî

3.



28.02.2015 17:29 | ferhenga şikestî

4. Bi rastî jî di nav xort u mortikan de navdar e. Keyfa ji dengê wê re nehat yanî dengê wê ne xweş ne jî nexweş e.



28.02.2015 18:01 | xendekî

5. kîjan xortên kurdan? min nû bihîst bi xudê, bi mishefa reş. her wiha ne cazîbeyek wê ne jî dengek bêhempa heye. nikte



28.09.2015 01:18 | wiha wilo wisa

6. xanima xweşik bi navê ma rojekê nayêm bîra te, ji xwe re klîbek jî kişandiye*







15.11.2015 14:11 | ferhenga şikestî

7. xanimê mashupek çê kiriye ku li twitterê nizanim çend caran hat parvekirin. hinek kes pê şa bûbûn lê hinek kes jî xwe aciz kirin ji ber ku di wê mashupê de stranên wekî malan bar kirê jî bi kêf hatine strandin. li gor min, rojbîn kizil hinek dişibe xecê herdemê. herdu jî amator in û stranên wan nahên guhdarkirin.



03.09.2018 03:20 ~03:21 | sloujouc

8. di peyamên jor de zayendperestî û mansplaining hene. binêrin, eyb e.

1.keçik ne tenê di nav xortên kurdan de di nav keçên kurdan de jî populer e. wexta hûn bêjin bes di nav xortan de populer e, ewçax hûn tînin wê maneyê ku tenê ji ber sedemên zayendî populer e. lê ne wusa ye.

2. dibe ku ji ber xweşikiya xwe populer be lê ev nayê wê wateyê ku ev tiştekî xirab e û nayê wê wateyê ku hunera wê jî ne baş e. awayê ku hûn mêr vî tiştî tînin ziman gelek mêrane ye. xweşikbûna keçeke hunermend bibe sedema populerbûnê ev çima dibe sedema biçûkkirinê bo we?



21.07.2019 17:24 | roza

9. Ji eyarê xwe derketiye.

Bawer dikim gotina stranên kurdî û bilêvkirina zimanê kurdî zêdeyî wê ye. Jê re giran e. Milê wê nikarê vê barê hilbidê.

Û nizanim keçikekê dî jî li nik wê ye.

Gotineke kurdî heye dibêjin keran li ba keran girê medin.
Heke ew gotin hinek li we giran werê yekî din heye;
Dibêjin gul li gulê dinêre, dipeqe.

Êdî li gorî dilê we ye. Yekî hilbijêrin. Xweşmêrî hê nemirîye. Dikarim saniyekê de bibim kubar.

Çi camêr im ya rebî.



11.08.2019 06:24 | bilbilê dilkul

10. ji nisêbînê koçberî ewrûpa bû ye.
aniha li elmanya didijî.
ev çend sala bi mashupên xwe navdar bû ye.
li gorî min dengê wê ne xerab e û ne jî zêde xweser e *



15.06.2020 18:02 | merwano

11. Ez ji dengan zaf fêm nakim lê ev cureya mashup re keyfa min tê..
Li jorê nek nivîskar gotin :"Divê muzika xwe ya xweser çêke wextê xwe tiştên popûler re neqedîne."
Ez jî vî fikrê de me



15.06.2020 20:30 | xeletnivîs

12. Heger ez çep nebim rojbîn xwendekarê doxtortîye.
Nav wî videode dibeje ez dixwazim doxtorîyê bixwînim. Nizanim beşa doxtorîyê qezenç kirîye an na.




Wî keçik muzîka xwe re wekî hobî dest pê kirîye û biya min wisa berdewame. Li gorî min rexneyên ku ji rojbînê ra tê kirin, beredaye. ji ber ku destê keçik çi tê ew jî wê dike.
Ne hunermendeke, tenê evindara eslê xweye. Biya min ne ji bo dirav û ne jî wek kar distire.
yanî keçik tenê ji dilê xwe ji bo kurdî kar dike. û tiştên ku hunermendên kurd nekarine çekin ew çekirîye; stranên kurdî li gorî kultura populer xwendîye û wana bi dehan milyon kesê ra gihîştîye. bi wi awayi walahîyekê tije kirîye.



16.06.2020 09:28 | lonw karda

13. klîbek nû bi navê derdê şerînê weşandiyê. destpêkê de ew û fehîmê klîp çedikirin û têde dilîstin vêga hevalêk nû gihiştîyê wan lê navê vê hevalê ne dîyare,wusa xûya dike ku kemanjêne.

rojbin kizil feat. fehîme - derdê şerînê





21.08.2020 21:56 | golikvan

14. stranek nû bi klîbê parve kirine. balam dikşîne ku stranen kurdî yên nû çêdikin tenê 10-20 peyv tê da henin wek mûzîka tirkî. ka stranên mîna (bnr: kî ne em) û (bnr: nazê)
dîsa jî çi dibe bila bibe bila kurdî be, dest xweş




11.12.2020 14:43 ~15:30 | doesntmatter

15. Stranên wê û hevala fehime yên ne mashup pir xweşin jixwe mashuperî bi wan nakebe a rastî stranên din jî nexweşin * jiber xatrê mashupê nekin nav muzika qedîm ezê piştgiriya stranên wan yê ne mashup bikim ji xwe piyase tije çirtik û virtikin hun bisin qene herdû cirxweşik hunera xwe jî wekî xwe cirxweş çêbikin.



11.12.2020 21:25 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojbîn kizil

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî