Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; helbestên cegerxwîn
peyamên çepikkirî

60087. (bnr: kîme ez)



Kîme ez?

Kurdê Kurdistan

Tev şoreş û volqan

Tev dînamêt im

Agir û pet im

Sor im wek etûn

Agir giha qepsûn

Gava biteqim

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

Kîme ez?



Ez im rojhilat

Tev birc û ketat

Tev bajar û gund

Tev zmar û lat

Ji destê dijmin:

Dijminê xwînxwar

Xurt û koledar

Ji rom, ji fireng

Di rojên pir teng

Bi kuştin û ceng

Parast, parast

Parast min ev rojhilat

Kîme ez?



Rojhilatê nêzik

Rojhilatê navî

Ev bajar û gund

Ev bej û avî

Ket bin destê min

Pî da ser dijmin

Min bi ceng û şer

Zanîn û hiner

Pişta wî şikand

Serî lê gerand

Ez bûm padîşah

Xurt û serbilînd

Ketm destê min ta sînorê

Hind Kîme ez?

Kîme ez?



Kurdê serf iraz

Dijminê dijmin

Dostê haştîxwaz

Ez xweş mirov im

Ne hirç û hov im

Lê çibkim bê şer

Dijmm naçî der

Bav û kalê mm

Dijîn tev serbest

Naxwazim. bijîm

Te ebed bindest

Kîme ez?



Divê ez derxim

Dijminê xwînxar

Şahê efyûnkêş

Jontirkê dijwar

Serbest bijîm ez

Wek hevçaxê xwe

Dilxweş bîxum ez

Rez û baxê xwe

Çekan hilgirim derkevim meydan

Rêçek nû çêkim ji boyî însan

Kîme ez?



Ez im ê şikand leşkerê Rêşar

Min bi xwîna xwe parastî ev war

Di sînga dijmin ez bûme kelem

Xwe dan ber siya min Turk û Ecem

Li ser serê min

Sinbil û kulah

Serê hespê min

Digirt Padîşah

Ez im ew gernas

Ew Selahidîn

Bipirs ji dimyat

Bipirs ji Hetîn

Kîme ez?



Ez im Erdeşîr

Ew Noşîrewan

Kesrayê mezin

Bi tac û eywan

Dostê kevnare

Ko bûne dijmin

Ser ditewandin

Ber agirê min

Ez im ew qelaş xurt û pehlewan

Xerac min distan ji Hind û Yewnan

Kîme ez?



Ez im gernas ez im ev mêrxas

Belê ez im Kurd

Yro ez mame

Bindest û zigurd

Ew tac û eywan

Tev çûn û rizîn

Dijmin nav û deng

Tev ji min dizîn

Xistin laşê min mîkrobên teres

Ta bûm perîşan bê nav û nekes

Kîme ez?



Ez im ew kurdê serhişk û hesin

Yro jî dijmin ji min ditirsin

Bîna barûdê

Kete pozê min

Dixwazim hawîr

Biteqim ji bin

Dîsa wek mêra

Bikevin çîya

Naxwazim bimrim

Dixwazim bigrim

Kurdistana xwe

Axa mîdîya

Kîme ez?



Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kîme ez?



Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz

Divê bistênim

Wilo nemênim

Bigrim tol û doz

Fermandar bim ez

Li ser Kurdistan

Bo min bimênin

Ev bax û bustan

Ev şax û ev deşt

Rez û şînahî

Bigrim destê xwe

Dil xoş û şahî

Zana û xwenda

Dezgevanên xurt

Vî warî bigrin

Bikin ronahî

Kîme ez? .



Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar

Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar

Ez im ew Lolo

Kardok - û Kudî

Ez im Mad û Goş

Horî û Gudî

Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor

Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor

Çend hezar sal in

Kurdistana min

Perçe perçe ma

Bindestê dijmin

Kîme ez?



Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac

Bûne Olperest

Bi tizbî û xişt

Ta dijmin şikand

Li me ser û pişt

Me dan bin lingan dewlet û hebûn

Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn

Ta ko Kurdistan

Ta ko Kurdistan

Jar û perîşan

Kete bin destan

Kîme ez?



Ez im ev milet ez im ejdeha

Ji xewa dîlî şîyar bûm niha

Dixwazim wek mêr

Dixwazim wek şêr

Serê xve hildim

Çi ser bilind im

Bi cîhan carek

Ez bidim zanîn

Rêçika Markîs

Rêçika Lenîn

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem

Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem

Bejin bilind im

Wek Dêw bilind im

Ez dest dirêj im

Serbest dibêjim

Dixwazım bi lez

Gavan bavêjim

Kîme ez?



Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez

Serdarê me ye gernas û nebez

Em şer naxvvazin

Divên wekhevî

Em paşve naçin

Dijmin direvî

Ji bo mirovan em tev dost û yar

Bijî Kurdistan bimrî koledar

Kîme ez?



Cegerxwîn



07.06.2013 18:27 | brusk56