Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
daholvanê remezanê - tirşik
daholvanê remezanê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwediyê karê herî beredayî ye.

sal bûye 2013, destê zarokên 10 salî de telefonên bêrikan hene ew jî tune bin saetên bialarm çend tl ne lê hê jî ev mirovên hanê îdîa dikin ku mirovan radikin paşîvê.

weke insaneke rojî digire, jixwe qet behsa mirovên xwedênenas an jî behsa filehan nakim. lê her malî an mirovên nexweş, an mirovên rojî-negirt, an zarokên biçûk, an karkerên ku wê zû rabin an jî mirovên ku rojî digirin lê paşîv naxwin hene.

şûna ku ji ber acizîdayîna xwe were lêborînê bixwaze îro yek hat ber deriyê min pere xwest. min tabî nedayê, baş bû ku bi min re neket nava pevçûnê.



23.07.2013 20:48 | simurg56

2. heya paşîvê şiyar im, çiku ez malbata xwe radikime paşîvê. daholvanê remezanê ji kerema xwe re, xwe nebitilîne. ta niha min pere nestendiye. tu kî yî camêr!



24.07.2013 03:13 | seydayê_peyvan

3. zilamê ku nikare min hişyar bike lê ger jixwe hişyar bim, dikare min ranezîne. helal be jê re, karek pîroz dike.



12.07.2014 13:17 | simurg56

4. kesê ku kêr tu tiştî nayê heta berevajî aciziyê dide mirov û ji bo vî karî tê û pereyan dixwaze.

qey li mala kê telefon tune ye kero ! belkî ez ranabin paşîvê, belkî ez rojî nagirim, belkî ez nexweş im. qey ez mecbur im bi dengê dahola te şiyar bibim ! faşîzma misilmanan ..



12.07.2014 14:00 | brusk56

5. faşîstek e.



25.07.2014 00:05 | brusk56

6. (bnr: evdilrezaq'ê daweta) ez dibêm qey îsal dev jê berda ye.



25.07.2014 00:30 | serpale

7. (bnr: birayê emo mitirb) li cizîrê.



25.07.2014 03:11 | xendekî

8. bi kêrî tiştekî nayê. nizanim mebest û armanc jê çî ye?



25.07.2014 03:15 | ceso

9. îsal min aciz nekiriye heta niha, aqubet li serê salên bên.



25.07.2014 11:46 | azadixwaz

10. Saet 01:30 e, li derva dengê gurme gurma daholê tê, hê 2 saet paşîvê re heye, mêrik daholê re wekî dijminê bavê xwe lê dixe, cina ketiye!

Her lê dixe baweriya min ê xurt dike ku dizanim 100 sal şûnde jî vê axê de tiştekî neguhere, vê çaxê hanê de dahol û ji xew rabûn ''wey topa xemse-xemse bi mêlaka te ve teqiyayo!''



24.06.2017 01:42 | mîr

11. wexta ez vê peyamê dinivîsim di ber mala me de teqûreqa wî ye
ez rojî nagirim, ku bigirim jî ranabim paşîvê, ji ber ku ji xewê şiyar bibim gêj dibim û nikarim tiştekî bixwim, ez sibehê naçim kar loma şiyar im lê hetanî vê rojê di van saetan de raketî me û ev qeşmerê ber deriyê me her şev ez ji xewka şîrîn şiyar kirim, di saet 7an de radibim diçim kar lê xewa min diherrime.
ne eyb û ne fedî maye, wê van rojan were û ji ber vî karê xwe yê berredayî pere jî bixwaze.



24.06.2017 01:57 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» daholvanê remezanê
» remezanên berê

Kategoriyên mijarê:: cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî