Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
were dotmam - tirşik
were dotmam
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbesteke mîrê mîran mîrê botan celadet elî bedirxan e. Ji bo dotmama xwe gotiye:



Were Dotmam



Ji Haco axa re...



Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.



Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.



Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.



Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn.



Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket.



Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.



Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.



Yek dihat, destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin. Pêde welê bû. Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn, me guh ne dida, em pê bendewar ne dibûn.



Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye.



Em di himbêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de.



Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe, tovrindîya malbata Azîzan winda dikir.



We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin. Merd, cwanmêr, xweyrûmet. Ji bavên xwe re namûs dikirin.



Zarowên me li xwalên xwe dihatin. Xwalên wan kurên kê? Ji kîjan ra û nijadî? Ji kîjan mal û malbatê?



Wan navên me hildigirtin. Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li ser dra bavê xwe şîn dibûn.



Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.



Zarowên we xwarzîyên me ne. Lê ne xwarzinen adetî. Li şer xwal û xwarzî. Lê ne xwarzîyên me. Ji ber ko ne ji nijadê me ne, xerîbî wî nijadî ne. Carin hene, neyarên wî nijadê pak in jî.



Belê li şer xwal û xwarzî. Xwal û xwarzî li rex hev, berê wan li armancekê şer dikin. Xwarzîyên me li me radibin. Berê wan li berê me ye. Em armanca wan, ew armancên me ne. Heçko em ji hev re polik in. Bi destên hev, di destên hev de dimirin.



Dotmama delal, ma ne heyf e, xwîna zikê te bi xencera min bête rêtin. Ma ne mixabin e, kekên te bi berikên berê zikê te bikevin...



No! no! dotmam, heyranîya pismam, êdî bes e, hew bibe jina xelkê, bes bibe dêya nekurdnijad, vegere were himbêza pismamê xwe, paxila kurmamê xwe.



»Vegere« ev ne gotinek rast e. Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«. Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî. Me bi destên xwe tu hinartî mala xelkê.



Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.



Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme. Lê pîrîyê ez hişyar kirim.



Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî. Zivistan piştî buharê têt. Di Zivistanê de Buharinen veşartî hene.



Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim.



Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne.



Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.



Celadet Elî Bedirxan



04.03.2015 01:17 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» were mala me
» dotmam

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî