Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 25 peyam
xezal - tirşik
xezal
(2) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. navê straneke şivan perwer

fermo: xezal xezal



xezal xezal de hayê hayê...

îro minê dîbû mala xezala min barkir çû zozana oy cefayê



şewtê kulê dilêm pir bûn xezalê... hayê...

ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim

cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..



gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin

ma rûkê xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy xezal

xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan

ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

xezal biyan e oy xezal, xerîbî zor e oy cefa

belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e xezal



îro minê bala xwe didim çiyayê sîpanê xelatê berfê lêkir oy xezal

dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê

sala par heta van çaxana xezal ya min bû

sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..

xezala min biyan e

gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê



2013.05.31-04:06 | simurg56

2. stranbêjek kurd. (bnr: jin jiyan)



2013.05.31-04:07 | simurg56

3. navê straneke koma awazê çiya ye ku;

mûzîka wê ji 10 pûanan 10 distîne

strana wê ji 10 pûanan 10 distîne

klîba wê ji 10 pûanan 10 distîne

dîmena li saniyeya 4:48ê de ji 10 pûanan 1000 distîne.



2013.07.06-15:53 | simurg56

4. sewalek xweşik û bedew e. ji ber bedewî û şebabiya çavên wan di muzîk û hunera kurdi da gelki tê bikaranin



2013.07.06-16:33 | fuad hemedxan

5. strana ku şivan perwer dibêje û distire di eslê xwe de ya mihemed airfê cizîrî ye..

li ber dilê min şivan jî lê hê jî tu kesî bi qasê mihemed arifê cizîrî heqê vê stranê nedaye û ev çend xweş nestiraye..

fermo:










2013.07.06-23:13 | endazer

6. sewala xecê xemgîn kiriye û ji ber wê jî siyabend ji bo girtina wê pê ketiye û ji hedafê ketiye, xecê hewl daye wî xelas bike lê nekariye û wê jî xwe avetiye û her du jî mirine.

(bnr: siyabend û xecê)



2013.07.06-23:22 | azadixwaz

7. ne ew heywana ku bi kol û stirhê xwe bûye sebeba mirina siyabendê xecê ye.. ji xwe kol û stirhê feqîro an feqîrê jî nîn in..

ji bo qesas û qatilê siyamendê xecê (bnr: pezkûvî), (bnr: gakûvî)..



2013.07.06-23:29 | endazer

8. Li taxa pîra min hebû, xaltîya Xezalê...

Ji ber mezinbûna çavên jinên kurd, ev nav pir li wan tê...



2013.07.18-09:46 | keje bemal

9. stranek ji awazên çiya














2013.07.18-16:44 | filankes

10. navê romana nesîp tarim



2013.07.18-19:21 | cîncoqo

11. di hemû belgefîlmên national geographicê de çavê heywanên hov ên dinyanedîtî yên wekê çîta Û şêr û piling û gur û wawîkan lê ye.. feqîro/ê nikare tenê derkeve û bi dilekî rihet têhna xwe bişikîne..



li berriyên serengîtiyê, rojeke ji rojan, xezala feqîr hê ha'j bayê felekê nîne, hatiye ber çêm, têhna xwe bişikîne, pilingekî xwe di nav deviyan de veşartiye û xwe kar dike ku şÎva xwe ya êvarê derxîne..



2014.06.06-11:35 | endazer

dengdanên dawîn (Yên Din..)
malena [1]
jina ku bi bejn û bala xwe, bi kincê xwe, bi awirên xwe , bi gewr b...
kovara bar [1]
ma qey xela rabûye ji heman malbatê sê kes di hejmara çaremîn de bûne ...
monica bellucci [1]
êdî ji ber pêşketina emeliyên estetîkê û bi makyajê kamûflekirina kêma...
tewrat [1]
Pirtûka ku Quran dişibê ye. Ji Mûsa re hatiye. Bi destpêkê destpê dike...
flutter [2]
flutter.dev frameworka mobile UI ya ku googleyê derêxistiye. Bingeha w...
belki ev jî bala te bikişînin
» xezalok û delalok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî