Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 17 peyam
    xezal - tirşik
    xezal
    (3) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. navê straneke şivan perwer

    fermo: xezal xezal



    xezal xezal de hayê hayê...

    îro minê dîbû mala xezala min barkir çû zozana oy cefayê



    şewtê kulê dilêm pir bûn xezalê... hayê...

    ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim

    cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..



    gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin

    ma rûkê xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy xezal

    xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan

    ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê

    xezal biyan e oy xezal, xerîbî zor e oy cefa

    belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e xezal



    îro minê bala xwe didim çiyayê sîpanê xelatê berfê lêkir oy xezal

    dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê

    sala par heta van çaxana xezal ya min bû

    sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..

    xezala min biyan e

    gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê



    31.05.2013 04:06 | simurg56

    2. stranbêjek kurd. (bnr: jin jiyan)



    31.05.2013 04:07 | simurg56

    3. navê straneke koma awazê çiya ye ku;

    mûzîka wê ji 10 pûanan 10 distîne

    strana wê ji 10 pûanan 10 distîne

    klîba wê ji 10 pûanan 10 distîne

    dîmena li saniyeya 4:48ê de ji 10 pûanan 1000 distîne.



    06.07.2013 15:53 | simurg56

    5. sewalek xweşik û bedew e. ji ber bedewî û şebabiya çavên wan di muzîk û hunera kurdi da gelki tê bikaranin



    06.07.2013 16:33 | fuad hemedxan

    6. strana ku şivan perwer dibêje û distire di eslê xwe de ya mihemed airfê cizîrî ye..

    li ber dilê min şivan jî lê hê jî tu kesî bi qasê mihemed arifê cizîrî heqê vê stranê nedaye û ev çend xweş nestiraye..

    fermo:



    06.07.2013 23:13 | endazer

    7. sewala xecê xemgîn kiriye û ji ber wê jî siyabend ji bo girtina wê pê ketiye û ji hedafê ketiye, xecê hewl daye wî xelas bike lê nekariye û wê jî xwe avetiye û her du jî mirine.

    (bnr: siyabend û xecê)



    06.07.2013 23:22 | azadixwaz

    8. ne ew heywana ku bi kol û stirhê xwe bûye sebeba mirina siyabendê xecê ye.. ji xwe kol û stirhê feqîro an feqîrê jî nîn in..

    ji bo qesas û qatilê siyamendê xecê (bnr: pezkûvî), (bnr: gakûvî)..



    06.07.2013 23:29 | endazer

    9. Li taxa pîra min hebû, xaltîya Xezalê...

    Ji ber mezinbûna çavên jinên kurd, ev nav pir li wan tê...



    18.07.2013 09:46 | keje bemal

    10. stranek ji awazên çiya







    18.07.2013 16:44 | filankes

    11. navê romana nesîp tarim



    18.07.2013 19:21 | cîncoqo

    12. di hemû belgefîlmên national geographicê de çavê heywanên hov ên dinyanedîtî yên wekê çîta Û şêr û piling û gur û wawîkan lê ye.. feqîro/ê nikare tenê derkeve û bi dilekî rihet têhna xwe bişikîne..



    li berriyên serengîtiyê, rojeke ji rojan, xezala feqîr hê ha'j bayê felekê nîne, hatiye ber çêm, têhna xwe bişikîne, pilingekî xwe di nav deviyan de veşartiye û xwe kar dike ku şÎva xwe ya êvarê derxîne..



    06.06.2014 11:35 | endazer

    14. Peyva ku Li devera Xarpêtê ji bo pelên daran a hişk bûyî tê bikar anîn. Ger ez şaş nebim navê hazal a keçan jî heman peyv e.



    09.12.2022 11:41 ~11:42 | cinorek

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Ger yê di bin xaniyan de zû newin derxistin îxtîmaleke mezin e ku wê j...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Rûbareke berfireh ji vê erdhejê bi bandor bû. Şeşê meha duyemîn ya sal...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Erdhejeka pir mezîn e ku li dîlokê qevimî lê li gellek bajarên bakûr r...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Zirar daye sûriyê jî. Bi kîjan saziyê û bi kîjan hesaban Mirov dikare ...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Derbasbûyî be hevalno, hêvî dikim hemû tirşikvanên me tevlî malbat û c...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xezal

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî