Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helbestên ehmedê xanî - tirşik
helbestên ehmedê xanî
(0) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. (bnr: ehmedê xanî)



(bnr: saqî tu ji bo xwidê kerem’ke)



Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke

Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke



Da cam bi mey cihannuma bit

Herçî me irade ye xuya bit



Da keşf bibit li ber me ehwal

Kanî dibitin muyesser iqbal



Idbara me wê giha kemalê

Aya bûye qabilê zewalê



Ya her wehe dê li ’stiwa bit

Hetta weko dewr munteha bit



Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb

Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb



Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xwabê hişyar



Rabit ji me jî cihanpenahek

Peyda bibitin me padişahek



Şîrê hinera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn



Derdê me bibînitin ‘ilacê

‘Ilmê me bibînitin rewacê



Ger dê hebûya me serfirazek

Sahibkeremek suxennewazek



Neqdê me dibû bi sikke meskûk

Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk



Herçend ko xalis û temîz in

Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in



Ger dê hebûya me padişahek

La‘iq bidiya Xwidê kulahek



Te‘yîn bibûya ji bo wî textek

Zahir vedibû ji bo me bextek



Hasil bibûya ji bo wî tacek

Elbette dibû me jî rewacek



Xemxwarî dikir li me yetîman

Tînane der ji destê le‘îman



Xalib nedibû li ser me ev rûm

Nedibûne xirabeyê di dest bûm



Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk

Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk



Emma ji ezel Xwidê wisa kir

Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir



Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e

Ew ‘ar li xelqê namidar e



Namûs e li hakim û emîran

Tawan çi ye şa‘ir û feqîran



Herçî bire şîrî destê himmet

Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet



Lewra ko cihan wekî ‘erûs e

Wê hukim di destê şîrê rûs e



Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn

Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn



Pirsî ji dinê min ev bi hikmet

Mehra te çi gote min ko himmet



Hasil ko dinê bi şîr û ihsan

Tesxîr dibit ji bo wî insan



Ez mame di hikmeta Xwidê da

Kirmanc di dewleta dinê da



Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm



Wan girt bi şîrî şehrê şuhret

Tesxîr kirin biladê himmet



Her mîrekê wan bi bezlê Hatem

Her mêrekê wan bi remzê Ristem



Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan

Kirmancî ye bûye şubhê burcan



Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in

Kirmanc hemî li çar kinar in



Herdu terefan qebîlê kirmanc

Bo tîrê qeda kirîne amanc



Goya ko li serhedan kilîd in

Her ta’ife seddek in sedîd in



Ev qulzimê rûm û behrê tacîk

Hindî ko bikin xurûc û tehrîk



Kirmanc dibin bi xwîn mulettex

Wan jêk ve dikin misalê berzex



Cwamêrî û himmet û sexawet

Mêrînî û xîret û celadet



Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad

Wan dane bi şîr û himmetê dad



Hindî ji şeca‘etê xeyûr in

Ewçend ji minnetê nefûr in



Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet

Bû mani‘ê hemlê barê minnet



Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in

Da‘im bi temerrud û şiqaq in



Ger dê hebûya me ittifaqek

Vêk ra bikira me inqiyadek



Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî



Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet



Temyîz dibûn ji hev meqalat

Mumtaz dibûn xwidankemalat





Ehmedê Xanî



04.03.2015 09:47 | xendekî

2. (bnr: textê dîlberî)



Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Şîrîn esmer e

Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e



Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev

Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere



Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der

Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e



Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq

Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere



Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew

Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e



Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal

Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e



Çav in gello? Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in

Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e



Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher

Ew qend e ya Rebb! Ya Şeker,ew suhd e yane xebere



Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal

Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e



Dêm, ŞûŞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav

Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e



Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan

Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e



Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye

Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e



Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in

Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e



Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal

Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e



Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev

Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e



Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye

Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e



Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye

Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.



Ehmedê Xanî



04.03.2015 09:50 | xendekî

3. (bnr: hilo)



Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê

Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê



Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê

Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê



Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan

Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê



Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade

Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê



Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min

Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê



Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit

Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê



Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit

Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê



Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe

Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê



Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit

Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê



Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne

Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane



Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye

Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê



Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê

Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê



Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan

Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê



Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn

Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê



Ehmedê Xanî



04.03.2015 09:51 | xendekî

4. (bnr: hero sedcar)



Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê

Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê

Di nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran

Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê



Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan

Bi nefŞ û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê

Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan da ser

Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê



Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê

Wekî selwê li cobarê, vemesya hate eywanê

VemeŞya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî

Ruhê Şirîn dikim gorî, ji bo xalê û nîŞanê



Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na

JI Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê



Ehmedê Xanî



04.03.2015 09:52 | xendekî

5. (bnr: ewwel biriqî)



Ewwel biriqî ji husnê sermed

Nurek buye me’neya Muhammed

Ew nur bi emrê ‘alîm-ul xeyb

Bu menşeê feyzê ‘alema xeyb



Erwah ji me’neya pêxember

Çêbun mesela nebat û şeker



Bu eslê esîl û cumle nefsan

Nefsa su’eda û nefsê nehsan







Hêja ne ev zemîn ne ev sema bu

Ew serwer ê cumle enbiya bu



Xelqa felekan ji bo wî ra bu

Secda melekan ji bo wî ra bu



Ew rehmet-î cumle ‘alem în bu

Adem di meyan-i ma û tîn bu



Pêxember ê cemî’ê cuz û kull bu

Adem bi xwe hêj av û gil bu



Ew pencereya cemalê Bârî

Şemsa feleka dilê di tharî



Gava kete suretê cîhanî

Pêxemberê axîrî-z zemanî



Wî berzex ê mumkînat û wacib

Wî padîşahê li şiklê hacib



Mensuxî kirin wî dîn û millet

Me’lul-î kirin ‘elîl û ‘illet







‘Îsa dema dixwendî Incîl

Behsa Wî dikir bi wehy û tenzîl



Go “Mujde didim Resulê Emced

Dê paşê mi bê bi navê Ahmed”



De’wa xwe dikir bi dest û ezman

Destê Wî bi seyf û dev bi Quran



Xweşxîlqet e, hem resul e hem mîr

Pir hîkmet e, hem kîtab e, hem şîr







Ey padîşahê bilindepaye

Xurşid ê felek nişîn û saye



Ne’tê te bi ‘ilmê min muhal e

Meddah ji bo te zul celal e



Ez dê çi bibêjim ey şehînşah

Wessafê te ye kelam ê Allah



Şaha, ji te ra xweş îsm e Yasîn

Taha, ji te ra tilism e Ta-sîn



Her ev e bes e ey hebîbê muxtar

Barî ji te ra bi jî te sond xwar



Sed car bijî te ey keremkar

Ger dê me hebin guneh du sed bar



Sed mertebe gerçî em xirab in

Emma ji te na-umîdî nabin



Ehmedê XANÎ



Ferhengok=>

Sermed : Ebedî

‘alîm-ul xeyb : zanayê xeybê Ellah

Menşe : jêderk, kok

Erwah : Ruh temam

Su’eda : bextewar û se’îd

Nehsan : Bêyom, bêbext

Sema : Asîman

Xelq : Afirandin, heyat dayîn

Ma : av

Tîn : herî

Cuz : Yek

Kull : Giş, Hemu

Gil : herî

Bârî : Nav ê Allah Te’ala

axîrî-z zemanî : zemanê dawîn, ê paşî

hacîb : perde

Mensux : bethal

Xurşid : ro, thav

Saye : sî

Ne’t : pesn

Meddah : pesndar

Emced: mezin

Şîr : Şur

Ezman : ziman



04.03.2015 10:07 | xendekî

6. (bnr: ger dê hebûya me ittifaqek)



Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke

Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke



Da cam bi mey cihannuma bit

Herçî me irade ye xuya bit



Da keşf bibit li ber me ehwal

Kanî dibitin muyesser iqbal



Idbara me wê giha kemalê

Aya bûye qabilê zewalê



Ya her wehe dê li istiwa bit

Hetta weko dewr munteha bit



Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb

Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb



Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xwabê hişyar



Rabit ji me jî cihanpenahek

Peyda bibitin me padişahek



Şîrê hinera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn



Derdê me bibînitin ‘ilacê

‘Ilmê me bibînitin rewacê



**



Ger dê hebûya me serfirazek

Sahibkeremek suxennewazek



Neqdê me dibû bi şikke meskûk

Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk



Herçend-ı ku xalis û temîz in

Neqdêyn bi şikkeyê ‘ezîz in



Ger dê hebûya me padişahek

La‘iq bidiya Xwidê kulahek



Te‘yîn bibûya ji bo wî textek

Zahir vedibû ji bo me bextek



Hasil bibûya ji bo wî tacek

Elbette dibû me jî rewacek



Xemxwarî dikir li me yetîman

Tînane derê ji destê le‘îman



Xalib nedibû li ser me ev Rûm

Nedibûne xirabeyê di dest bûm



Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk

Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk



Emma ji ezel Xwidê wisa kir

Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir.



Namûs e li hakim û emîran

Tawan çi ye şa‘ir û feqîran



Herçî bire şîrî destê himmet

Debt kir ji bo xwe bi mêrî dewlet



Lewra ko cihan wekî ‘erûs e

Wê hukim-i di destê şîrê rûs e



Lê ‘iqd û sidaq û mehr û kabîn

Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn



Pirsî ji dinê min ev bi hikmet:

”Mehra te çi?” Gote min ko “himmet”.



Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan

Tesxîr dibit ji bo wî insan



***



Ez mame di hikmeta Xwidê da

Kirmanc-i di dewleta dinê da



Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm



Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret

Tesxîr-i kirin biladê himmet



Her mîrekê wan bi bezlê Hatem

Her mêrekê wan bi rezmê Ristem



Bif‘kir, ji ‘Ereb heta ve Gurcan

Kirmancî ye bûye şubhê burcan



Ev Rom û Ecem bi wan hesar in

Kirmanc-i hemî li çar kinar in



Her du terefan qebîlê Kirmanc

Bo tîrê qeza kirîne amanc



Goya ko li serhedan kilîd in

Her ta’ife seddek in sedîd in



Ev qulzimê rûm û behrê tacîk

Hindî ko bikin xurûc û tehrîk



Kirmanc dibin bi xwîn mulettex

Wan jêk ve dikin misalê berzex



***



Cwamêrî û himmet û sexawet

Mêrînî û xîret û celadet



Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad

Wan dane bi şîr û himmetê dad



Hindî ji seca‘etê xeyûr in

Ewçend ji minnetê nefûr in



Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet

Bû mani‘ê hemlê barê minnet



Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in

Da‘im bi temerrud û siqaq in



Ger dê hebûya me ittifaqek

Vêk ra bikira me inqiyadek



Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî



Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet



Temyîz-i dibûn ji hev meqalat

Mumtaz-i dibûn xwedankemalat



Ehmedê Xanî (1651-1707)



04.03.2015 10:58 | xendekî

7. Ez mame di hikmeta Xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê da



Aya bi çi wechî mane mehrum

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkum



Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret

Texsîrî kirin bîladê hîmmet



Her mîrekî wan bi bezlê Xatem

Her mêrekî wan bi rezmê Rustem



Bifikir ji Ereb heta we Gurcan

Kurmancî ye bûye şibhê burcan



Rum û Ereb û Ecem temamî

Hemiyan ji me re dikir xulamî



Ehmedê Xanî



04.03.2015 11:04 | xendekî

8. (bnr: her dinalim)



Her dinalim Şev û rojan, meger ez Eyyûb im ez

Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequb im ez



Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in

Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez



Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin

Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez



Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar

Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez



Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal

PadîŞahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez



Ehmedê Xanî



04.03.2015 11:45 | xendekî

9. (bnr: eqîda îmanê)



04.03.2015 11:47 | xendekî

10. (bnr: mem û zîn)



04.03.2015 12:01 | xendekî

11. Xanî ji kemalê bêkemal î

Meydana kemalê dîtî xalî



Yenî ne ji qabîl û xebîrî

Belkî bi teessub û eşîrî



Hasil ji înan eget ji bêdad

Ev bodete kir xilafê mutad



Şafî şemirand vexwari durdî

Manendê durrê lîsanê Kurdî



Înaye nîzam û întîzamê

Kêşaye cefa ji bo amê



Da xelqi nebêjitin ku Ekrad

Bê merîfet in, bê esl û bunyad



Enwaê milel xudankitêb in

Kurmanci tenê di bê hisab in



Hem ehlê nezet nebên ku Kurmanc

Eşqî nekirin ji bo xwe armanc



Têkda ne di talib in, ne metlûb

Vêkra ne muhîbb in ew, ne mehbûb



Bêbehran e ew ji eşiqbazî

Farix ji heqîqî û mecazî



Kurmanc ne pir di bêkemal in

Emma di yetîm û bêmecal in



Fîlcumle ne cahil û mezan in

Belkî di sefîl û bêxwedan in

...



Mem û Zîn



09.03.2015 01:40 | subasi842

12. (bnr: xanî bese! ah û esef)



Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef

Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf



Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan

TeŞbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def



Manendê mest û serxweŞan, ez çûme bezma mehwesan

Ebrû keman û çavreŞan, cerg û dilê min kir hedef



Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî

Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef



Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn

Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef



Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek

Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qiŞt û lef



Xemrîy û qiŞt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al

Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef



Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeŞ hindek fireng

Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff (geff)



Diger hebûn de´wa û Şerr, derbû li min tîpa teter

Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef



Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan

Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef



Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin

Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef



Ehmedê Xanî



09.03.2015 01:54 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên dînik
» ehmedê xasî
» xanîyên axî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî