Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
02.03.2015 ji aliyê ulkucuyan ve kuştina ramazan firat - tirşik
02.03.2015 ji aliyê ulkucuyan ve kuştina ramazan firat
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ramazan Firat kurdek e ji semsûrê ye. Li kirikkaleya tirkiyê dixwîne. Hevalên wî yên malê bi awayek hovane u wehşî ev ciwanê kurd kuştine. Niha derketiye holê ku ev kesane ulkucu ne, kûçik kurê kûçikan e. di eynî malê de ne, rabûne pevre ev kurik kuştine. Ev çiqas pîs û neinsan in yaw.



04.03.2015 17:35 | xendekî

2. Ya ku dibe ku ne ji ber sedemên siyasî be.

Ji ber ku ramazan firat û kujerên wî hevalên hev ên malê ne. Ma mirov welatparêz be diçe bi ulkucuyan re xanî kirê dike?

ramazan firat ji semsûrê ye. ji xwe ne semsûrî xwe wek kurdan dihesibînin û ne jî tirk wan weke kurdan dibînin. Elbet ev tişt teqez dernaxîne holê ku bûyer ne siyasî ye lê ez bi xwe îkna nebûm ku siyasî ye.



05.03.2015 10:08 | brusk56

3. Ne bi qasê kuştina firat cakiroglu xem e ji bo medyaya tirkan. Heta qet ne giring e.



05.03.2015 10:10 | brusk56

4. ya girîng siyasîbûn an jî siyasî nebûna vê bûyerê nîne. ya girîng ewe ku mirina kesekî kurd, weke mirina kesekî tirk wijdana çapemeniyê û wijdana civakê aciz nake.



05.03.2015 10:39 | nazim tolhildan

5. Bûyereke balkês e. Ji ber ku temam ma çima ulkucuyan te di eynî malê de dimîne ev ne eşkere ye. Pirsa din lê ka çima di xew de bi awayek hovane, destê wî û qirika wî birîne. Ev ne tiştek e hêsan e. Jixwe ev kesên ulkucu tam ne wilê ulkucuyê çalak in, lê derketiye holê ku têkiliyên wan bi ulkucuyan re hene. Û tiştek din kurik ji taxeke elewiyên semsûrê ye. Yanî kurik ji kurdîtiyê ne ewqasî dûr e.



05.03.2015 11:28 | xendekî

6. Serê adarê hatiye kuştin lê hê medyaya tirka heya niha qet nûçekî rast li ser vê mîjarê ne kiriye. Dû nûçekî bala min kişand digot Ramazan fırat bi xwe jî ülkücü ye! Çavkaniya wan hûn dizanin çi bu? Facebooka wî bû! Ango têde tiştên ülküciya parve kiriye. Min bi xwe profîla wî dît û lê rend.

Armanc: nûçe derew e



05.03.2015 14:04 | ejder

7. Feqîrekê xwedê ye, li ser profîla wî ya facebookê jî tiştek ulkucutiyê nîn e, min aniha meyzandiyê. Dibe ku hevalê lênihêriyî li hesabekê şaş nihêrîbe. Ji be rku gelek ramazan fırat hene, yek djn jî hebû min pêşiyê got qey ew e di wê de ala tirkiyê wêneyê ji eskeriyê filab hebûn lê paşî mjn profîla ramazan firat bixwe dît di wir de tişteke têkildarî tirkitiyê tune bû.



05.03.2015 15:11 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 02.03.2015 ji aliyê ulkucuyan ve kuştina ramazan firat
» kuştina hevûdin
» ramazan kızıl
» firat cewerî

Kategoriyên mijarê:: calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî