Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
kew - tirşik
kew
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê ajaleke firrinde ye

bi dengê xwe yê xweş navdar e..

taybetmendiya kewan ew e ku dema kewek dikeve dehfikê bang li hevalên xwe jî dike, hemû kewên din li hev dicivîne û bi vî awayî kewên din jî dikevin di bin dehfikên xêrnexwazan..

dema mirovek derkeve neçîra kewan, kewekê jî bi xwe re dibe û bi dengê kewê xefikek bo neçîra kewên din vedide..

gelek gotinên pêşiyan jî hene li ser rewşa kewên reben û belengaz..

ajala ku rewşa wê û ya kurdan dişibin hev ango hemû kurd dirûv li hev tînin..



ji vir heta 50 sal berê jî çiyayên kurdistanê tev bi kewan xemilandî bû lê ji ber şerî û neçîran hejmara wan kêm bûne, bavê min bixwe qal dikir û digot ku 'bavê min neçîrvanê kewan bû hama bêje di sê- çar rojdan de carekê me di taşteyê de kew dixwar, tehma kewê gelek xweş bû, li çiyayên hêneyê gelek kew hebûn'



07.03.2015 15:55 | ferhenga şikestî

2. (bnr: kewgirvan)



07.03.2015 16:08 | xendekî

3. (bnr: kewa gozel)



20.07.2015 04:13 | hola êzîda

4. çûkeka di nav kurdada gelek balkêşe. zalimên niçirvana dev ji kewa berdin hev qijang nehişttine. rewira li kurdîstanê nesîla wan li ber qedandînêye.



20.07.2015 11:07 | shorbevan

5. mexzen, embar;
depoyên mina gova di bin xaniyan de ne.
Tiştên wekî hêjirê hişk, ron, mewîj hwd. tê de tên hilanîn.
Teybetiya wan ewe ku di nava xaniyan de tên çêkirin û her çar aliyê wan girtî ye. Ji germa tavê û ji sirrûseqemê dûr e. Malî ji nava xanî bi derencokê xwe digihînin wir.
simurg56 di vê serdewê negiha ser kewê savarê here hawarê/97843 peyama xwe de hinek behs kiriye.



01.09.2018 02:12 ~02:10 | nestêle

6. salên dawî, bi zêde-nêçirkirinê û bombebaranên dewleta tirk hejmara kewên delal li çiyayên me de pir kêm bûne. bîra min tê biharê dema pişev li zozana radizan, sibe zû bi dengê kewan hişyar dibûn.

lê niha biçî heb deng tûne ye li wan deran.

(bnr: heyf)



09.07.2019 15:57 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kewandin

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî