Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

1. ew rojnivîsk in ku tirşikvanên hêja tên di bin vê mijarê de dinivîsin..

ne her roj be jî, car carinan tirşikvanên hêja rojên xwe yên ku ecêb û seyr derbas bûne, dikarin di vir de binivîsin..



têbinî: min dil û nêt heye ku di hefteyekê de carekê bêm û serboriyên xwe yên ku hêjayî nivîsandinê ne binivîsim..



07.03.2015 22:48 ~22:49 | ferhenga şikestî

2. hin malperan da pirtuka şener özmen ku ser nave rojnivîska spinoza derketîye pir hatibu ecibandin min jî wergera tirkî dît xwand ( bi kurdî ez gerîyam min nedît) nivîs gelemperÎ ser rexnekirina zayendîtî ye bû û min ket neecibandin xwendina wergere.ez bawer dikim min kurdîya vî bixwenda min e tameki cuda hilda.



08.03.2015 11:29 | quşxaneli

3. (bnr: tevlihevkirina mijaran)

(bnr: rojnivîska spînoza)



08.03.2015 11:31 | ferhenga şikestî

4. tu zanî, ez hej ji çîrokan nakim û min bîst û çend car ji te re sedema vê hejênekirinê rave kirin, te gotibû belê, xebera te ya. xayînê ma tu çîma fêm nakî?

serpêhatiya min û te tu car nabin çîrok û di tu kitêban de hilnayên! ma çima fêm nakî?

çima fêm nakî ku te ez di orta nava germahiya tîrmeha amedê de hêliştim û çûyî. hama te li pişt xwe jî nenihêrî, qaşo te hej ji min dikir, te di nameya ku li dû xwe bo min hêlîştiye de gotiyî, 'hej ji xwişka min bike û lê xwedî derkeve, êdî cihê vala yê ku bi çûyîna min di dilê te de vebûyî, pê wê dagire kurê meta min' ma tu neçûya min ê xwedî lê derneketa keçxal? ev çîroka min û te, çîroka tevahiya kurdistanê ye, gelek kes behsa vê trajediyê kirine lewma tu lazimî nîn e bo min, feza valahiyeke bêserûber e, tu kes ji binî vî barî ranebûne.

min wan rojan hemî pereyên xwe yên ku ji dema xwendekariyê ji min re mabûn, dabûn pirtûkên kurdî, te gotibû ez ê du hefte paşê werim û emê bi hev re xelas bikin, ez naxwazim ku zimanê min êdî di devê min de biterpile, min gotibû temam e nûjîna min, ma çi bûyê hemî kitêbên kurdî bibin sedeqeya serê te, lê qaşo em xwedîqewl bûn, te peyman xera kirin, qewlê min û te bêî silav û kilavekê xera bû, wêran bû. niha tu çi dikî li wan beyar û çiyayan? ma bi te ne sar e? bi min sar e û dema sar be bêriya te dikim û hîn pirtûkên te jî min germ nakin, tu zanî, hemî efinkî bûn, ez xwedîqewl im û tucar devê xwe nadim wan. heta ku tu werî û vî dilî cebar bikî..

bavê te hê jî vedixwe, xwedêgiravî soz dabû, 'soz soza mêrên berê' lê hîç fêde nekir, serê wi tim mest û gêj e lê divê xema te nebe canê, ji te pirr dûr e, ya rastî tu jê dûr î..

îşev bîst û pêncê avrêlê ye, ango dozdeh roj paşê ber bi amedê ve diherim, te jî têr ji wî bajarî nedît, qaşo temenê me têde biriziya lê çênebû, ji metropolê taa deriyê çiyê, hemî giş di bin çavdêriya te de bûn, te digot ma 7 sal ez ê li romanyayê bixwînim! hest sal kuro! hest sal serhad abê! ma ez ê çawa debar bikim? min hestîrên te paqij kirin û te dît ku yên ku diniqutin, diherikin ên min in..

du sal, hama bêje du sal xelas bûn lê bawer bike ev êşa çûyîna te hê jî mîna roja yekê ye. kîja bêmirad gotibû ku mariv ji bîr dike? derew e, vir e. ji wan bawer neke.

pîrê jî mir te ew nedîte, baş e te nedît. ji teqet ketibû, nema dikarîbû biştexiliya.

neyse li xwe miqate be, dibe ku bayê çiyayan xedar be, hay ji dûpişkan hebe.





25.04.2015 23:00 | ferhenga şikestî

5. silav rojnivîsk

bo te ji welatekî nêzik dinivîsim

min îro xwarineke zêde zêde şor xwar, hê jî dilê min bernedaye..

hema bêje hemû rojên min wekê hev dibihurin

ev çi qas e mottoya jiyana min wekê ku firmêsk xanim jî di straneka xwe de dibêje ''nazanim dinya roj e ya şew e hemû karekem xwarin û xew e''

û min derewek heye di dilê xwe de digindirînim..



26.04.2015 04:09 | endazer

6. Rojnivîskê li vî biharê dilê min jî mîna çem û kanî yen welatê serhadê radibe, ne zelal dibe ne jî aram



26.04.2015 21:59 | newenda

7. silavên xwudê li ser te bin rojnivîsk

bo te îro ji malê dinivîsim, min nekarî zêde dûr herim..

xwezî cebraîl dilê min jî di teştekî de şûştibûya..



27.04.2015 00:56 | endazer

8. merhaba ji te re zehmetkêşa pênûsa min a hibrlêqediyayî..

ev çendek e bo te dinivîsim lê sihûda te jî nîn e lewma êdî nema debar dikî bo min, tu jî mafdar î, gotinên jihevketî û hestên terişî nema li ser qaxizekê li hev tên..

bo demeke dirêj bi xatirê te, nivîsandin zora mirinê nabe, belkî xwendin zora mirinê bibe..

ji qûmaşê te bêhna straneke nîvcomayî tê, ku min ber bi xwe ve dikişîne, ez ê herim, heval li dor heyva çardehşevî civiyane li benda min in..



27.04.2015 18:05 | ferhenga şikestî

9. silavêt germ li teeee ey hevala rojnivîska xwoşdivî..



29.04.2015 00:48 | endazer

10. rojnivîska delal!

îroj bû pênc roj e ku min cixare terikande, qaşo terikande lê di rastiyê de car carinan destê min ber bi wê ve diçin û li hemberê vîna min ser dikeve..

niha dema ez li ser te dinivîsim jî cixareyekê di destê min de pêketî ye û ez dizanim ku eta ku dilê min jê bixele, her û her di nava tîliyên min de pêlên xwe bisojîne..

êdî dilê min ji her tiştî dixele lê nikarim dilxelanînên xwe biavêjim sergoyê û têm hêrsa xwe li xwe dizivîrînim û heyfa derd û kulên ji xwe derdixînim. meriv ajalekî ecêb e ji tiştekî kêfê nastîne lê dibe mûpteleya eciziyên xwe, nizanim di dergeha her kesî de wilo ye? belê, ez jî ji wan kesan ne cuda me, dinya di nava fezayê de dilopek e û kes xema kesî naxwe bila nexwe jî

ji welatekî dûr dinivîsim, ji bo te êşa welêt hiltînim di hundirê xwe de, wext e ku roj hilbê



29.04.2015 20:30 | ferhenga şikestî

11. 1-dayka min iro jı gel min bi reya telefone biaxivi , ez edene me dayıka min ji li wan e ye we gave.gotina we a ''ez ber sere te gerim '' bala min keşand.

2-duyemin ewe ku ez yanzdeh sale ez li dure bajerim, min ser xwendıne temane xwe tuji kir beje ,ez da u bav u nase xwe u derdora xwe dur mam. li ser pirsgıreka kurdı u ya kurdıstane min xwe bı xwe sere xwe bi fikr u ramana eşand. ez nıha ketıme merhalek dıda gelo acep '' te zımane me kurda çawa standardıze bıbe yekıtıya zıman we çava çebıbe eceb '' bi we wareda ez sere xwe pir dieşinim wale.

3- em kurd nızeke 35 milyonanın lı ser axa bakur li welate xwe hej nıha jı zımane me qedexeye, dewlet hefteyeke 30 seata mecburi dersa engilizi dıbe le bele ser axa kurda bo kurda hem zımane wan gunehe hem jı qedexeye ..ez birme we şuxle





29.04.2015 23:51 | baynu

12. îro li ser facê rastî wêneyên helbestvanekî hatim.Helbestvanêkî ne navdar e lê ne xem e, ya girîng bi min kêrê pênç qûrişan jî nayê helbestên wî zor lîrîk.Ji xwe ji hin komeleyên genî,kafeyên çak entelektuel û şaxê egitîmsenê nebin nikarin derekî din de deng jî bidin ev cûre helbestvan.Mirov dikare rast raste ji wan re bêje sigoratli şaîr an helbestvanê komaleyan.îcar li ser malpêra xwe mişt wêneyên xwe parve kiribû,di wêneyan de serî qoloz çav girtî di halekî ji xwe ve çûyî de mina digo bênerin ez çiqas şaîrîm poz dabûn.Min ji pozê xwe yê qaşo artîstîk şerm kir başe zêde nînin.lê ya balkêş rih û hiisyate wêna derbasî mirov nedibû,bi her awayî beloq û bizarî bûn.Mîna ku yekî/yeka kîrî wî kiribe devê xwe ew jî di halê orgazmê de wisa erjeng dixwiya.min jê re nego ev yek



30.04.2015 00:10 | tivirloismail

13. Rojnivîska kirêt û qirêjî !

ewilî dibêjim ku ez qet hej te nakim vê bizane..

û derdekê min heye mixabin.çi kes gel min şer nake.ez têm dijûna dibêjim yekî çi nabêje.têm qibhetekê li yekî dikem ew jî çi nake.yaw derdê min çî ye ? bo çi kes naxwazît di gel min şeri biket ?

nêyse dirêj nakim xatrê te îşev..direnge û hevalê min jî dibêje dengê klavyeya laptopê gelek deng derdixît û şer dixwazît bî xatrê to ..



30.04.2015 01:51 | vêca çiyeeee

14. careke dî me go merhaba?

neyse ezê dirêj nekim, rojên min -mîna rojên kesên dî- ji monotonbûna xwe qet tawîz nadin, tê bêjî qey li ser sê jinan telaq xwendiye lewma xwe ji cihê xwe tev nade..

tu jî dizanî mirovên qenc tevde çûn û em man di hîkmeta xwudê de

lê belê ma em çi ji xwudê hêvî dikin qala xwudê? (binihêre dema hêviyên xwe yên pêknehatî bi lêv dikim jî li ser navê wî dest bi peyvê dikim) min rojnivîska xwe ya rastîn î defterîn li amedê hêlişt û rahijtim laşê xwe -bêyî ku dil û mejî bi xwe re bihînim- û jê dûr ketim. tu zanî weka ku kes ji serok fêm nake, kes ji min jî fêm nake bo wî serxewt im aniha. kes ji me fêm nakeeeeeeeee!



30.04.2015 19:22 | ferhenga şikestî


16. rasti iro ji bo min zefh nexweşbu , ez nizanim ji bo çi? Min şev bi xewnen gelek xxewnereşk( kabus ) ditin .peşiya ez nerazami ,keçka min je heskiri u xwesti hata hişe min ez li serda fikirim zede zede ( xweziya ez hınd ne fıkrıyabama ) paşe ez razam ,min kabis ditin,deaş e ez dikuştim ,peşiya ez nekuştımı çipek ,kiribine bun cerme mileminda u min dişopandın,pişte hınge bımbe dıtekıyan ,dıbı kıyamayek ( heşrek)mezın . brakno we çareseriya pirsgireka min çıbe ecep ez heyani bere şeveke nerazam tirsada*)



30.04.2015 23:28 ~23:30 | baynu

17. lê rojnivîska min a quzzilkurtlêhatî me go merheba? wekî ku ji te re jî eyan û beyan e piştî çend dewr û heyamên dûr ev yekem car e ku pênûsa xwe ya kobûyî li te digerînim. wekî ku tu jî zanî min kengê radikir pênûsê da ku te bi neqşên neqşdariya evînên a priori bineqşînim herdem wekî ji caran her carî qelema min ko dibû û nivîs di asta eblogeblotiyê de dixetimî. tê bîra te ku min hemû nivîsên xwe yên di tewşomewşotiyê de xitimî û di binê barê xwetutiştnedîtinê de pelçiqiyî yên franz kafkakî ku bi pênûsa reşbîniyê hatibûn neqişandin, li çemekî bigû rokiribû û bi yekcarî min xwe ji gû paqij kiribû. ku hebûn deh cild... xwedêyo min evqas xwelîserî ji ku ber hev kiribû. min bibore rojnivîska min a xezeblêhatiya stûşikestî min bibore ku bi vî rûyê piştaxwedayî te li te vedigerim. te bivê heval im te nevê evdal im serberdayî li seranserê çol û biyabanê qir û qirbûyî... te bivê yar im te nevê jar im hezar sal ji dengê xwe yê qêrînheyî qutbûyî...

eger te go erê min divê bêjim te ku giran e derdê min. bêyar e beyar e dilê min. na, qesta ne ew evînên xwexapînokî ye lê mebesta min bêmuhebbetî ye. bes e gidî çend sed sedsal derbas bûn ji min û wê vir ve. di dendikên hucreyên min de ev sira nepenî veşartî û di elektronên atomên min de neqşkirî ev peyam. temenê min herî kêm sêzde mîlyar sal e ma kî ye dikare vê yekê bi derewîne he? peyam heye peyamdank heye peyamstîner heye lê kanê peyamşîner. her bar xwe giraniyek heye lê giraniyek weke nezaniyê çima li mirovan nabe bar ax hewar çima? kesek nîne ku serê xwe ji nav lihêfa jiyanê derxe û binihêre bê çi dibe û ev çi heydedan e... ger te go erê ez ê ji dilê xwe biteqizim ber bi dilê xwe...



02.05.2015 22:15 | ceso

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol