Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

1. ew rojnivîsk in ku tirşikvanên hêja tên di bin vê mijarê de dinivîsin..

ne her roj be jî, car carinan tirşikvanên hêja rojên xwe yên ku ecêb û seyr derbas bûne, dikarin di vir de binivîsin..



têbinî: min dil û nêt heye ku di hefteyekê de carekê bêm û serboriyên xwe yên ku hêjayî nivîsandinê ne binivîsim..



07.03.2015 22:48 ~22:49 | ferhenga şikestî

2. hin malperan da pirtuka şener özmen ku ser nave rojnivîska spinoza derketîye pir hatibu ecibandin min jî wergera tirkî dît xwand ( bi kurdî ez gerîyam min nedît) nivîs gelemperÎ ser rexnekirina zayendîtî ye bû û min ket neecibandin xwendina wergere.ez bawer dikim min kurdîya vî bixwenda min e tameki cuda hilda.



08.03.2015 11:29 | quşxaneli

3. (bnr: tevlihevkirina mijaran)

(bnr: rojnivîska spînoza)



08.03.2015 11:31 | ferhenga şikestî

4. tu zanî, ez hej ji çîrokan nakim û min bîst û çend car ji te re sedema vê hejênekirinê rave kirin, te gotibû belê, xebera te ya. xayînê ma tu çîma fêm nakî?

serpêhatiya min û te tu car nabin çîrok û di tu kitêban de hilnayên! ma çima fêm nakî?

çima fêm nakî ku te ez di orta nava germahiya tîrmeha amedê de hêliştim û çûyî. hama te li pişt xwe jî nenihêrî, qaşo te hej ji min dikir, te di nameya ku li dû xwe bo min hêlîştiye de gotiyî, 'hej ji xwişka min bike û lê xwedî derkeve, êdî cihê vala yê ku bi çûyîna min di dilê te de vebûyî, pê wê dagire kurê meta min' ma tu neçûya min ê xwedî lê derneketa keçxal? ev çîroka min û te, çîroka tevahiya kurdistanê ye, gelek kes behsa vê trajediyê kirine lewma tu lazimî nîn e bo min, feza valahiyeke bêserûber e, tu kes ji binî vî barî ranebûne.

min wan rojan hemî pereyên xwe yên ku ji dema xwendekariyê ji min re mabûn, dabûn pirtûkên kurdî, te gotibû ez ê du hefte paşê werim û emê bi hev re xelas bikin, ez naxwazim ku zimanê min êdî di devê min de biterpile, min gotibû temam e nûjîna min, ma çi bûyê hemî kitêbên kurdî bibin sedeqeya serê te, lê qaşo em xwedîqewl bûn, te peyman xera kirin, qewlê min û te bêî silav û kilavekê xera bû, wêran bû. niha tu çi dikî li wan beyar û çiyayan? ma bi te ne sar e? bi min sar e û dema sar be bêriya te dikim û hîn pirtûkên te jî min germ nakin, tu zanî, hemî efinkî bûn, ez xwedîqewl im û tucar devê xwe nadim wan. heta ku tu werî û vî dilî cebar bikî..

bavê te hê jî vedixwe, xwedêgiravî soz dabû, 'soz soza mêrên berê' lê hîç fêde nekir, serê wi tim mest û gêj e lê divê xema te nebe canê, ji te pirr dûr e, ya rastî tu jê dûr î..

îşev bîst û pêncê avrêlê ye, ango dozdeh roj paşê ber bi amedê ve diherim, te jî têr ji wî bajarî nedît, qaşo temenê me têde biriziya lê çênebû, ji metropolê taa deriyê çiyê, hemî giş di bin çavdêriya te de bûn, te digot ma 7 sal ez ê li romanyayê bixwînim! hest sal kuro! hest sal serhad abê! ma ez ê çawa debar bikim? min hestîrên te paqij kirin û te dît ku yên ku diniqutin, diherikin ên min in..

du sal, hama bêje du sal xelas bûn lê bawer bike ev êşa çûyîna te hê jî mîna roja yekê ye. kîja bêmirad gotibû ku mariv ji bîr dike? derew e, vir e. ji wan bawer neke.

pîrê jî mir te ew nedîte, baş e te nedît. ji teqet ketibû, nema dikarîbû biştexiliya.

neyse li xwe miqate be, dibe ku bayê çiyayan xedar be, hay ji dûpişkan hebe.





25.04.2015 23:00 | ferhenga şikestî

5. silav rojnivîsk

bo te ji welatekî nêzik dinivîsim

min îro xwarineke zêde zêde şor xwar, hê jî dilê min bernedaye..

hema bêje hemû rojên min wekê hev dibihurin

ev çi qas e mottoya jiyana min wekê ku firmêsk xanim jî di straneka xwe de dibêje ''nazanim dinya roj e ya şew e hemû karekem xwarin û xew e''

û min derewek heye di dilê xwe de digindirînim..



26.04.2015 04:09 | endazer

6. Rojnivîskê li vî biharê dilê min jî mîna çem û kanî yen welatê serhadê radibe, ne zelal dibe ne jî aram



26.04.2015 21:59 | newenda

7. silavên xwudê li ser te bin rojnivîsk

bo te îro ji malê dinivîsim, min nekarî zêde dûr herim..

xwezî cebraîl dilê min jî di teştekî de şûştibûya..



27.04.2015 00:56 | endazer

8. merhaba ji te re zehmetkêşa pênûsa min a hibrlêqediyayî..

ev çendek e bo te dinivîsim lê sihûda te jî nîn e lewma êdî nema debar dikî bo min, tu jî mafdar î, gotinên jihevketî û hestên terişî nema li ser qaxizekê li hev tên..

bo demeke dirêj bi xatirê te, nivîsandin zora mirinê nabe, belkî xwendin zora mirinê bibe..

ji qûmaşê te bêhna straneke nîvcomayî tê, ku min ber bi xwe ve dikişîne, ez ê herim, heval li dor heyva çardehşevî civiyane li benda min in..



27.04.2015 18:05 | ferhenga şikestî

10. silavêt germ li teeee ey hevala rojnivîska xwoşdivî..



29.04.2015 00:48 | endazer

12. rojnivîska delal!

îroj bû pênc roj e ku min cixare terikande, qaşo terikande lê di rastiyê de car carinan destê min ber bi wê ve diçin û li hemberê vîna min ser dikeve..

niha dema ez li ser te dinivîsim jî cixareyekê di destê min de pêketî ye û ez dizanim ku eta ku dilê min jê bixele, her û her di nava tîliyên min de pêlên xwe bisojîne..

êdî dilê min ji her tiştî dixele lê nikarim dilxelanînên xwe biavêjim sergoyê û têm hêrsa xwe li xwe dizivîrînim û heyfa derd û kulên ji xwe derdixînim. meriv ajalekî ecêb e ji tiştekî kêfê nastîne lê dibe mûpteleya eciziyên xwe, nizanim di dergeha her kesî de wilo ye? belê, ez jî ji wan kesan ne cuda me, dinya di nava fezayê de dilopek e û kes xema kesî naxwe bila nexwe jî

ji welatekî dûr dinivîsim, ji bo te êşa welêt hiltînim di hundirê xwe de, wext e ku roj hilbê



29.04.2015 20:30 | ferhenga şikestî

13. 1-dayka min iro jı gel min bi reya telefone biaxivi , ez edene me dayıka min ji li wan e ye we gave.gotina we a ''ez ber sere te gerim '' bala min keşand.

2-duyemin ewe ku ez yanzdeh sale ez li dure bajerim, min ser xwendıne temane xwe tuji kir beje ,ez da u bav u nase xwe u derdora xwe dur mam. li ser pirsgıreka kurdı u ya kurdıstane min xwe bı xwe sere xwe bi fikr u ramana eşand. ez nıha ketıme merhalek dıda gelo acep '' te zımane me kurda çawa standardıze bıbe yekıtıya zıman we çava çebıbe eceb '' bi we wareda ez sere xwe pir dieşinim wale.

3- em kurd nızeke 35 milyonanın lı ser axa bakur li welate xwe hej nıha jı zımane me qedexeye, dewlet hefteyeke 30 seata mecburi dersa engilizi dıbe le bele ser axa kurda bo kurda hem zımane wan gunehe hem jı qedexeye ..ez birme we şuxle





29.04.2015 23:51 | baynu

14. îro li ser facê rastî wêneyên helbestvanekî hatim.Helbestvanêkî ne navdar e lê ne xem e, ya girîng bi min kêrê pênç qûrişan jî nayê helbestên wî zor lîrîk.Ji xwe ji hin komeleyên genî,kafeyên çak entelektuel û şaxê egitîmsenê nebin nikarin derekî din de deng jî bidin ev cûre helbestvan.Mirov dikare rast raste ji wan re bêje sigoratli şaîr an helbestvanê komaleyan.îcar li ser malpêra xwe mişt wêneyên xwe parve kiribû,di wêneyan de serî qoloz çav girtî di halekî ji xwe ve çûyî de mina digo bênerin ez çiqas şaîrîm poz dabûn.Min ji pozê xwe yê qaşo artîstîk şerm kir başe zêde nînin.lê ya balkêş rih û hiisyate wêna derbasî mirov nedibû,bi her awayî beloq û bizarî bûn.Mîna ku yekî/yeka kîrî wî kiribe devê xwe ew jî di halê orgazmê de wisa erjeng dixwiya.min jê re nego ev yek



30.04.2015 00:10 | tivirloismail

16. Rojnivîska kirêt û qirêjî !

ewilî dibêjim ku ez qet hej te nakim vê bizane..

û derdekê min heye mixabin.çi kes gel min şer nake.ez têm dijûna dibêjim yekî çi nabêje.têm qibhetekê li yekî dikem ew jî çi nake.yaw derdê min çî ye ? bo çi kes naxwazît di gel min şeri biket ?

nêyse dirêj nakim xatrê te îşev..direnge û hevalê min jî dibêje dengê klavyeya laptopê gelek deng derdixît û şer dixwazît bî xatrê to ..



30.04.2015 01:51 | vêca çiyeeee

17. careke dî me go merhaba?

neyse ezê dirêj nekim, rojên min -mîna rojên kesên dî- ji monotonbûna xwe qet tawîz nadin, tê bêjî qey li ser sê jinan telaq xwendiye lewma xwe ji cihê xwe tev nade..

tu jî dizanî mirovên qenc tevde çûn û em man di hîkmeta xwudê de

lê belê ma em çi ji xwudê hêvî dikin qala xwudê? (binihêre dema hêviyên xwe yên pêknehatî bi lêv dikim jî li ser navê wî dest bi peyvê dikim) min rojnivîska xwe ya rastîn î defterîn li amedê hêlişt û rahijtim laşê xwe -bêyî ku dil û mejî bi xwe re bihînim- û jê dûr ketim. tu zanî weka ku kes ji serok fêm nake, kes ji min jî fêm nake bo wî serxewt im aniha. kes ji me fêm nakeeeeeeeee!



30.04.2015 19:22 | ferhenga şikestî


19. rasti iro ji bo min zefh nexweşbu , ez nizanim ji bo çi? Min şev bi xewnen gelek xxewnereşk( kabus ) ditin .peşiya ez nerazami ,keçka min je heskiri u xwesti hata hişe min ez li serda fikirim zede zede ( xweziya ez hınd ne fıkrıyabama ) paşe ez razam ,min kabis ditin,deaş e ez dikuştim ,peşiya ez nekuştımı çipek ,kiribine bun cerme mileminda u min dişopandın,pişte hınge bımbe dıtekıyan ,dıbı kıyamayek ( heşrek)mezın . brakno we çareseriya pirsgireka min çıbe ecep ez heyani bere şeveke nerazam tirsada*)



30.04.2015 23:28 ~23:30 | baynu

20. lê rojnivîska min a quzzilkurtlêhatî me go merheba? wekî ku ji te re jî eyan û beyan e piştî çend dewr û heyamên dûr ev yekem car e ku pênûsa xwe ya kobûyî li te digerînim. wekî ku tu jî zanî min kengê radikir pênûsê da ku te bi neqşên neqşdariya evînên a priori bineqşînim herdem wekî ji caran her carî qelema min ko dibû û nivîs di asta eblogeblotiyê de dixetimî. tê bîra te ku min hemû nivîsên xwe yên di tewşomewşotiyê de xitimî û di binê barê xwetutiştnedîtinê de pelçiqiyî yên franz kafkakî ku bi pênûsa reşbîniyê hatibûn neqişandin, li çemekî bigû rokiribû û bi yekcarî min xwe ji gû paqij kiribû. ku hebûn deh cild... xwedêyo min evqas xwelîserî ji ku ber hev kiribû. min bibore rojnivîska min a xezeblêhatiya stûşikestî min bibore ku bi vî rûyê piştaxwedayî te li te vedigerim. te bivê heval im te nevê evdal im serberdayî li seranserê çol û biyabanê qir û qirbûyî... te bivê yar im te nevê jar im hezar sal ji dengê xwe yê qêrînheyî qutbûyî...

eger te go erê min divê bêjim te ku giran e derdê min. bêyar e beyar e dilê min. na, qesta ne ew evînên xwexapînokî ye lê mebesta min bêmuhebbetî ye. bes e gidî çend sed sedsal derbas bûn ji min û wê vir ve. di dendikên hucreyên min de ev sira nepenî veşartî û di elektronên atomên min de neqşkirî ev peyam. temenê min herî kêm sêzde mîlyar sal e ma kî ye dikare vê yekê bi derewîne he? peyam heye peyamdank heye peyamstîner heye lê kanê peyamşîner. her bar xwe giraniyek heye lê giraniyek weke nezaniyê çima li mirovan nabe bar ax hewar çima? kesek nîne ku serê xwe ji nav lihêfa jiyanê derxe û binihêre bê çi dibe û ev çi heydedan e... ger te go erê ez ê ji dilê xwe biteqizim ber bi dilê xwe...



02.05.2015 22:15 | ceso

21. Ez niha li ser bahre ji xwe ra grava difikrim;ji bo hinek aramî,dilxweşî û hêvî

Lê bi şêlûbûna ava bahre ra mina mijê belavdibin xeyal,ya rast niha dîsa ez gazî aleksîs zorba bikim...



03.05.2015 09:42 | newenda

22. Rojnivîskeke vekirî ye.



Rojên betlaneyê yên karker û kedkarande bêkarî û zêdekarî mirovî gêj dike. Ne dinya gorî dilê te leza xwe kêm dike ne jî mejiyê mirov xwe gorî dilê mirovî sererast dike. Hingî ku saet diborin li dilê mirov giraniyek din jî zêde dibe, ma ev giraniye pîratî ji mirov re tîne?



03.05.2015 10:07 | azadixwaz

23. ez diranxarê mala Fetîyê Silo, belqitîyê gundê tirşikxwazan im. her tiştî bêpar im hîç hêvîdar nînim ku, rojekî ez ê bikaribim bejim dinêyo gidî min xêr ji te dît. min xêr ji te nedîtî erê welle. te dîsa îro efsenetî, kuçiktî, paletî, koletî hemî xist para min.



03.05.2015 19:08 | sîyaûyê bekirî

24. hey rojnivîska kaxizqediyayî! erê tu! ji te re dibêm

tu zanî ne ji ber te be ez ê hîn nekevim ferheng merhengan, peyvên min, hevokên min xelas.. êdî ji kîsê canê xwe dixwim, mîna ku şêrekî xedar, ji ber nêzê goştên çêlên xwe bixwe, erê ne kêm ne jî zêde..

wa li stenbolê dîsa bû şev, şev neynika helbestên gulîzerê ne û pariyekê jî yên osman mehmed

ew bû digo:

'gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...'

bi rastî jî gava kes qerexê şevê nema, û ger ez ê lê bim tuyê werî?

nivîs-gotareke dîpdirêj li ber destên min e, divê bibim serî lê tê bêjî qey destên min hişk bûne, minê bigotaya hibra pênûsa min ziwa bûye lê êdî her tişt bûye dîjîtal lewma hîn pêdivî li wê bêhnê nîn e..

ezê dirêj nekim, kes ji nivîsên dirêj hez nake lewma kurt kurt kurt..



03.05.2015 19:58 | ferhenga şikestî

25. rojnivîska min û bê xêr û bereket ya kû min ti quzzulkurt jê fehm nekir o ya kû ewê nê edîtkirin rojek din. min pênûsa xwe bi deva tûjkirîye ji bû xatirê te wekî heroj disa nivîsinim gemarî dikim rûpelek din jî ji linûska xwe û te min gemirand wekî êliha gemarok ya kû bi erdoğan qirêjî bûye herê rojnivîska minî kû ez belakî pira ketime ev roj jî ji emrê te û tirşikvana çû ne ji yê shorbevana tê fehm kir rojnivîska minî ser hişk ez ji tere dibêjim rojnivîska bereday.



03.05.2015 21:21 | shorbevan

26. merheba rojnivisk ! ew çend roje min nenivisiye nizanim,birkir min.

ew çend roje ez peywen ingilizi dixebitim,min hindek peywen nu rewankir,minak ''liver ''mélak e ,''lung'' kezeb e .min ewe zanin yeke din ji ,hindek gotin hatıne bira min ;'' kezeba min reş buye'' u '' melaka te dewe te be'' heye . a dawi ji li bal me peywek heye '' qafilk '' min wateye we peywe nedit le!



04.05.2015 03:22 | baynu

29. merhaba ji te re xemxûra min a qedîm..

demeke dirêj em ji hev dûr ketin, ji ber ku çûbûm ameda xwe ya rengîn, min keys û derften nedîtin ku bo te jî çend tiştên ji vê qûmaşa erzan binivîsim, bibore..

amed xweş û geş bû, axirê sihuda min vêca li min vegeriya û di dema betlaneya min de li amedê pêşangeha pirtûkan jî li der ketibû..

min ji xwe re 21 heb pirtûk kirîn yanê min plaqeya amedê ya ev dewlet jê re dayiye temam kir û vegeriyam, min dil hebû ku bi mehan nekevim tirşikê, bêrikê xwe tijî bikim lê di dilê min de ma, ma qey warekî dî he ye ku biçim? ma mîna baba uryan bêjim illam biçim cem kê, biçim cem kê? ger tu jî min biqewirînî? biçim cem kê?

ji amedê vegeriyam û min dît ku bêhna genî ketiye mala min, mixabin sîgorta avêtiye û hemî erzaqên min ên sarincê xera bûne, bû sê roj e ku bi paqijkirina wê re mijûl im lê hê jî dawiya bêhna genî nehatiye..

neyse îşev evqas bes, ji ber bêhna genî dilê te jî xeliya, bibore



29.05.2015 21:02 | ferhenga şikestî

30. doh li antalya li nexweşxaneyê dema min nexwşekî mûayene dikir. bavê nexweş got em ji kurdistanê tên. ez bi şaşwazî mam û min li wan nerî. piştî piçekî em bi hev re peyivîn, min fahm kir texmîna min a ku ew kurd in şaş e. dê û bavê lêwîk ji ankara û antalya bûn û di ser de jî her du jî tirk bûn. gotin em li dihokê dijîn. welhasil min fahm kir ku ew jî nêzîkî kurdan bûne, belkî bûbin dostê kurdan jî nizanim.



min pirsî têsîra şerr li wir heye gotin niha nema ye û her kes di jiyana xwe ya rojane de dijîn. zarokê wan li gorî temenê xwe kin bû(3-10 percentil). min got xizmetên wir ê tenduristiyê çawa ne got baş e. min go we dest bi mamayan nekiriye"em zanin ku zarokên bajarên bakurê sînorê başû bi mamayan mezin bûne * ((bnr: guigoz)) got na me qet bi dest mamayan nekirine. min got çima got dewlet zêdeyî zarokê me xwarinê din ên zarokan didin me (additional food).



lê hînê ew kêfxweşiya peyva ku "kurdistandan geliyoruz" "em ji kurdistanê tên" di devê min de ye *



14.07.2015 12:07 | berxweda

31. silav rojnivîskê! ev cara ewil e ji bo te dinivîsim. nizanim çima dinivîsim, belkî êdî tiştek nema em binivîsin û bêjin, belkî êdî fihêt dikin biaxivim hatim ber deriyê te. dibêjin her tişt hal dibe, erê baba, her tişt hal dibe lê ev meseleya kurdistanê çima hal nabe? niha her tişt serobino bûye rojnivîskê. li rojava şer e, şerê daîş û cengaweran şêrên deştê ypgê ye, her ku ypg pêşve diçe dewleta tirk dixwaze xira bike, planên kûr dike (belkî ne kûr be, planên rojqedên bin) lê rihet nasekine, niha tenê ji rojava hin xeberên xweş tên, li gor agahiyên duh heseke ji daîşê hatiye paqijkirin, şervanan qira wan ji nav hesekê rakiriye. lê li bakur rewş ne wisa rojnivîskê, her tişt tevlîhev bûye, piştî hilbijartinan wî devbigûyî devê xwe xira kir û pêvajo jî rakir, got pirsgirêka kurd nîn e, lihevhatin pêvajo tiştek tune ye, piştî van gotinên wî leşkerên wî çiyayên kurdistanê dan ber agir, du hefteyan sax her roj li deverekî agir bi çiyayên te ket rojnivîskê (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê), dûvre li sirûcê bombe dan teqandin, dûvre dest bi destgîrkirinan kirin û dest bi bombebarandinê kirin, va hefteyeke bi firokeyên cengî f16yan qendîl û çiyayên kurdistanê didin ber bombeyan û duh sivîl qetilkirin, 8 welatiyên başûrê kurdistanê ji aliyê firokeyên cengî yên tirkan ve hate kuştin, erê dîsa, ez zanim tu dibêjî -vana hê heyfa solînê û malbta wê neda, erê carek din gundî insanên sivîl qetilkirin. li başûr qrîza aborî, siyaseteke dubendî heye, pdk êrîşên artêşa tirk mafdar dibîne ynk û goran dibêje bila derhal bisekine, yek dibêje bila pkk ji başûrê kurdistanê derkeve, yên bakur jî bi reşkirineke dehşet êrîşî pdkê dike, pdk jî eynî wisa reşkirinê dike. rojhilat kerr e, a rast li benda teqanekî ye. herroj cinazeyên şehîdên kurdistanê li bajarên kurdistanê belav dibin, dewleta tirk nahêle 13 meytên şehîdên rojava werin malên xwe binax bibin. yanî tu dîbînî rewş malwêranî ye, ne tişteke din e. belkî ji ber wê kes nayê li ba te nanivîse tirşikê.



02.08.2015 20:58 | xendekî

32. silav tirşik. ev çend meh in ez dixwazim dest bi şixulê tusê bikim lê nebû nisîb. hela a van rojên dawîyê rewşa welat be a berê çi ye?

kabêje tirşik mirov çima naxwaze dest bi şixul bike? tu rêya wê ya hêsan heye ha?



11.09.2015 23:41 | berxweda

33. rojnivîska hêja!

çima kurd ji kurdan hez nakin? çima koleyên neyarên xwe ne? çima? çima? çimmmmmmmmaaaaaaaaaaaaaaaaaa? ma qey em xwe çi dihesibînin?

bersivê bide heyranê! qurbanê? çima?



11.09.2015 23:43 | dijber

34. rojbaş tirşikê!

rojeke nû destpê dike dîsa di van rojên têr-xwîn de. li amedê di otobuseke ji seda 90î tirkîaxêv de ber bi zankoya hiqûqê ve bi hevalekî navê wî şiyar botan lê piça kurdî nizane re di gel tîrêjên rojê yên gava otobus ji vîraja fîskaya dizivire di nava otobusê de 180° digere diçin. û ava mezin xuya dike, baxçeyên hewselê yên bi rengê payîzê xemilî wek ku li kurdistanê şereke qirêj nîn e û wek ku kurdistan nr di bin nîrê tirko de ye dikene. de bikene...



11.11.2015 09:03 | xendekî

36. rojeka bi nîvro bûye şeveq seet bû dozdeh hêna gêjê xewême û rewşa farqînê û kurdîstana bakur ji bîra min naçe û hingî diçe fikra min xera dibe ez bi pkkê û bêdengîya barzanî jî dibehecim.. ez dibêjim ezê bi şev derêm derva sed dused heb erebe bi şewitînim an du teneke tîner bibim roja înîyê xwe di camîyekîda bişewitînim.. çavê xwe li bombeyên desta digerînim nabînim niha ez dibêjim ezê karê pkkê bidim ser milê xwe lê tiştek ku ez pê çalakîya li darbixim tune wekî tivinga rûs roja lazime valaye an nateqe anjî li hev siwardike û ji kerema xwera bira di cîhê pirtûkande duheb bombe werin ewê pir qenc çêbibe.



11.11.2015 12:20 | shorbevan

37. ezê vêca bê silav bikevim hundirê dilê te yê nekaxizî, wek ku mirîşkek dikeve koxekê.

jiyan di zû de ye wek risteke arjen arî ye

"heyv li kevan e geh, geh roj li ava

bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa

dem kal, ez pîrekal, zeman lal.."

vê sibehê wekî her caran bi darê zorê ji nav nivînan rabûm, dîsa dereng mabûm û bi qasî saetekê dereng çûm kar, jixwe diyar bû dê rojeke ne xweş be, piştî sê saetan ji amedê telefonî min kirin, xaltiya min bû, got şikestî kurê apê te miriye vê sibehê, hay jê hebe telefonî wan bike yan jî ger karibî were...

niha dipivîm hestên xwe, min çi hîs kir? tu tişt! çima wilo dilsar bûbûm? çima hîn mirina însanan ez xemgîn nedikirim? çima êdî ji ber bobelatan nediqehiriyam, ji nişka ve ferqîn jî hat bîra min. tam wê kêlikê ev rastiya me di guhên min de çinginî kire, belê neteweya min a sêwî, êşa te hîn kir ku em êşa xwe jibîr bikin, ev kaviliya te nehîşt ku em noqî dilê xwe bibin, ji ber têkçûnên te me têkçûnên xwe ji bîr kirin..

ya bi xêr îşev ezê li apê xwe bigerim bêjim apo serê te sax be. 14 tîp, 5 peyv û hevokek!

heqet, meriv çawa arezûya sersaxiyê kurê wî dike bavekî? nizanim. ger neterpilim îşev cara ewil biceribînim û hêvî bikim rojnivîsk, hêvî bikim ku ev ya dawî be! min dixwast sersaxiya bavî bikira kurikekî...



11.11.2015 12:41 ~12:47 | ferhenga şikestî

38. Şeva te bi xêr tirşikê. Weke tu jî zane ev mehek bûye ez hatime welat. Ji cerfa ez hatime welat ez fanatîktiyeke bê fikir dibînim. Kes naxwaze bifikire ê difikirin jî ji bo sûda îdeolojiya xwe difikirin. Ji ber wê ye ez li welat nema dixwazim bipeyivim.



Li ser meselê tirşikê. Bavê min îro bavê min ji nûçeya leşkerên tirk ku li nêzîkî mûsilê ne bîhist dest bi peyvê nebaş bo berzanî kir. Ez nepeyivim min go mezinê min e, bavê min e. Tiştê min êşand van peyvan bi zanebûn bi kar dianî. Bi zanebûnek partîzanî. Ne a fikrî.



Bavê min zanebû leşkerên tirk ji sala 1997an piştî amerîka û hevalbendên wê li seddam xistin wek 'artêşa aşitiyê' çûne başûr û hîn jî li wir in. Wekî din bavê min zanîbû ev leşker ji berê de li wir in û ên nuh çûnê ji bo guhertina leşkeran çûnê. Wekî din bavê min zanîbû partiya wî leşkerê tirkan ji nav kobanî derbas kirin û hiştin ew meytê kalikê xwe têxin axa kurdan. Lê bavê min dîsa jî ev tişt ji bo hevalê xwe sor bike digot.

Piştî wê demê min fahm kir ez êdî xerîbê miletê xwe yê 'ji fikirînê azad bûye' me. Ez li cem miletê xwe êşê dikşînim. Ev êş ne ji ber îdeolojiyê ye ha. Ji ber durûtiyê ye...



Kurdên vir giş zanin ku hilbijartinên vir ên partiyê derew in. Giş zanin ên di şaredarîyê de ne zikmezin in. Giş zanin ji şaredar bigir heta encûmena jî ê rant û xwarinê ne. Zanin ku şaredarî ruşwetê dixwin û bi plan û projeyên bajêr ji bo rantê an jî bi rişwetê diguherin. Lê mesrl yekî feqîr be derin xaniyê wî li ser serê wî xera dikin.

Erê rojnivîskê, bavê min û hemû partîzanokên derewa van tiştan dibînin lê qet behsa wê nakin. Le dema mesel bibe rişweta başûr an jî meseleyek li ser berzanî dibin pîzok û har dibin. Ya rastî ji ber vê durûtiyê ez nema xwe ji vir dihesibînim.



Ez zanim ku êdî ev milet ne kurd in lê pkkyî ne. Ne kurd in lê dijberzanîcîne. Ne kurdvin lê parêzerên halkların kardeşliği û demokratik turkiye ne. Ez zanim ku dema ew behsa yekitiya kurdan dikin tenê qala kurdên wek xwe dikin.



Min ji hineka bîhist ku bela berzanî xwe bi rûsya nagire lê amerika digire xayîn e. Û zanin ku ê kobanî xelas kir amerîka û berzanî bû jî. Lê wek min got tirşik miletê min êdî bi derewan bazarê dimeşînin. Derewên hemû bajar pê dipeyivin lê zanin derewin jî.



Wek min got tirşik êdî ez zanim ez xerîbê vî gelî me. Nizanim bê xelasiya min di ku de ye...



07.12.2015 01:38 | berxweda

39. silav û kilav..

gelek ji te eciz bûme, ji te, ji jiyana xwe ya monoton, ji kurdên ku vê taliyê hêşê xwe bi vîdeoyên ahsen tv'yê xira kirine û ji karê xwe yê îmana min jê diçe, ji tevan, gişan, hemûyan...

serê sibehê di saet 7'an de şiyar be, rabe qurteke av di ser çavên xwe de wer bike, diranên xwe firçe bike, kincên xwe li xwe ke, di vê sir û seqema şefeqê de ji malê derkeve, here rawestgehê, deh deqe li otobusa ku ji xirecirê bi rewiyên wan re dibî xizim nîv saet ber bi karî re here, di cihê karî de bi tirkan re 9 saet wext bibihurîne, dûre di saet 16.35'an de ji karî derkeve, were rawestgehê, dîsa li benda otobusê bisekine, were malê, firaqên qirÊj bişo, tiştekî amede bike ji xwe re, bi tena serê xwe rûne û bixwe, wan rake deyne li ser dezgehê, çaya xwe dagire, kombersa xwe veke, cara ewil çavek li tirşikê bigerîne, peyaman bixwîne, ku bikeve hêşê te çend tiştan binivîse, paşê rabe here kitêbek veke, çend deqe bixwîne, piştre bêje 'yav çima edebiyata kurdî nake pênç qirûş?!', kitêbê deyne, fîlmek veke, bîst deqe temaşe bike jê eciz be, bila êdî fîlm jî te tatmîn neke, dîsa rabe tirşikê veke, bibîne ku xalî bûye, bêje 'uff îroj jî tiştekî hejayî nivîsandinê tune ye' kombersê bigire, bikeve nava nivînan, piçeke xeyala amedê bike, dûre rakeve...



serê sibehê di saet 7, de şiyar be, 'ufff nikarim rabim yav! ezê êdî zû rakevim, erÊ! îşev teqez ez zû radikevim, wilo nabe, nikarim şiyar bim' here qurtek av di ser çavên xwe de wer ke bla bla bla...

saet serê sibehê 7'an de şiyar be, 'de uffff eciz bûm ji nivîsandina vê rûtîna xwe ya monoton û yek-reng' çima eciz dibim? ma her roj bixwe dijîm....

saet serê sibehê 7'an de şiyar......



07.01.2016 20:13 | ferhenga şikestî

40. gavek l'min ma, ez dev j'her tiştî berdim. her tişt min hêrs dike. serê min gêj dibe.



07.01.2016 22:01 | biruya hayao miyazaki

41. rojnivîska minî roja rojek di serde derbasbûye merheba jitere an jî oxirbe.. îtîraf bike rojek pir xedare li roja lî pey te wiha tê nivîsandîn di nava sibehê û nîvrode te min ji xew da rakirin çehvê min bi kêvjik pozê min ritimandî sika kul nikarim fişş jî bikim ji ber kedewa ku ez pê ketibûm.., dibû sedema carna balon çikirina pozê min.. lê em dikarin bibêjin roj roja wî cirnê ku ez ser çavê xwe tê de dişom bû.. roja minî bêxêr û bereket dûre keysa xurinîyek baş jî neda min.., roja minî hain saldırıya li min dike neke!.. berê min didî xebatê hetanî seet 12-1 şevê ka ev heqê xwedêye nava min û tirşika min jî xerab dikî ewê nebibêjin shorbevanê lawê tirşikê edî westîya nayê li tirşikê nanivîsîne.. lê na vîya baş bizane tu û tirşik tev bi westin jî ez nawestim roja minî bêbext niha ewê performans piştî te roja reş ewê bikebe hetanî demek ku dawîya wî tarîye..... piştî te hewqas ecelekir zû bihirî ê de here çûndin hebe hatin tunebe..



15.01.2016 14:02 ~2016.02.05 21:47 | shorbevan

46. bi mehdekî tirş û nexweş şevxweş rojnivîskê!

li odeya kêleka min du heval bi dengekî bilind ketine nîqaşa hebûn û nebûna xwedê û ji qelebalixa wan xewa min reviyaye. erê rojnivîskê stuyê te bişkê ev çi hal e



29.03.2016 01:02 | ceso

50. rojnivîskê ez ê nekarim hestên xwe ji te re rave bikim. hevalê min ê zarokatiyê van rojan şehîd ketiye. ji te tenê tiştek dixwazim; herdem bîne bîra min û bêje "te sond xwaribû ku jiyana xwe ji bo gelê xwe biborînî. li hember zilma van kafirên mirovatiyê, bexwedana xwe bernedî"



05.04.2016 20:37 ~20:37 | simurg56


55. Rojnivîskê psîkolojîka min xirab bûye. Çi bikim? Çi bînim serê xwe?



11.04.2016 01:13 | mergehez

58. ev salek e tiştên li kurdistanê qewimî û diqewimin, hişê min ji serê min bir û dibe. sebr û tehamula min ji nûçeyan nayên. xemgîniyek bêçare î tehl rûniştiye li ser çavên min. carinan dema bi hevalên xwe re dipeyivim, espriyek baş min dide kenê lê poşmaniyeke yexçar radide dilê min. piştî xwarineke xweş an jî çayeke hêja jî jê ne cudatir e. ditirsim. her tim ditirsim. dema di çûkaniya min de bitirsiyam bi xwedê re dipeyiviyam. lê belê êdî tirsa dilê min min ji xwedê dûr dixe. ez xwedê winda dikim. di nav taristaniyeke heta hetayê.



lê meriv candareke ji rêze ye. dijîm. herçiqas çar aliyê welatê min bi kuştin û xerabî ve hatibe dorpêçkirin û hêviya min ji tiştekî nema be jî bi xwestek an jî jirêzêbûnê ve wekî bêxem û ji derdê dûr dijîm, dimeşim, bazarî dikim û dikenim. dikenim wekî girîn. wekî pejirandin. pejirandinek fedîkarî.



tehma devê min tune ye.

lê bira derew nebe, dijîm.



û ez nikarim ji nav vê psîkolojiyê xilas bibim.

dibe normal.

heyf e.



18.04.2016 00:55 ~00:57 | biruya hayao miyazaki

60. silav û rêz li te rojnivîska delal.

weke ku min çend roj berê jî ji te re gotibû psîkolojiya min ne baş e niha. min gotibû ez ê di tirşikê de binivîsim belkî hinekî rihet bibim lê rastî êrîşekê hatim, mirovên fesad dest bi qerf û tinazan kirin. behecîm, aciz bûm. ez ê binivîsim dîsa, nikarim li benda wan bikevim.

erê hevala delal, li ser ew bûyera ne xweş, bûyereke din jî hate serê min. çi xweliyê li serê xwe bikim nizanim. her tişt li ser hev hatin. dixwazim dev ji van tiştan berdim lê weke werîsekî hustê min badane. li hêlekê êşa eşqê li hêlekê jî neheqiya ku li min hate kirin. du derbên mezin min xwar di vê mehê de. derbek derbas dibe lê ya din pir zor e. ligel xwestinê mirov çawa dikare xwe ji tiştekî mahrûm bike, ez fahm nakim. duh gote min bêriya te kiriye, hembêz kir û hew. min jî sêwî sêwî lê nihêrt. tiştek ji destên min nehatin. min soz dayiyê û gotiye ez ê dev ji te berdim lê wer xuya dike ku ew jî naxwaze dev ji min berde. erê rojnivîskê ev ne neheqî ye? ez şaş li meseleyê dinerim? ez fêhmkor im qey? naaa. lê dinerim û dibêjim ez ne fêhmkor im. çimkî her tişt li ber çav e. xwexapandin jî li ber çav e. ev tevgerên wê nahêle ez zûbizû dev jê berdim. rojnivîskê pêşniyarekê li min bike. ez li hember van tevgerên wê xwe kerr bikim? ti bersivê nedim wê? çi bikim? haa, çi bikim?



26.04.2016 12:24 | mergehez

62. duh êvarê tev li civîna bîneya ku ofîsa min tê de ye bûm. ji bo bîneyê gelek tişt hatin niqas kirin. yek ji wan mijaran jî mehaniya dergevan bû. dergewan rebenekî kurd e. di bînê de 24 heb ofîs hene û dergevan serê her ofîsekê 60 tl distîne. yanê mehaniya wî dibe 1440 tl. lê di civînê de yek ji xwedanê ofîsekê pêşniyar kir ku mehaniya dergevan li serê her ofîsekê bibe 40 tl. yanê got bila tevahî mehaniya wî bibe 960 tl. mirovê ku ev pêşniyar kir yekî azerî û mhp'yî bû. ez ji pêşniyara wî pir aciz bûm û min qebûl nekir. ji ber ku 960 tl pir kêm e. xêncî wê, min ferq kir ku mêrik pêşniyara xwe bi helwesteke nijadperestî ve kir, ji ber ku dergevan kurd e. lê ya agir berî min da pêşniyara wî nîn bû. piraniya xwedanê ofîsan kurd bûn, lê mixabin bi rayên wan ve pêşniyar hate qebûl kirin. hah vê yekê agir berî min da û hiş ji serê min çû. kurd çima ev qas bêbex in. lê piştî ku civîn qediya min qazî dergevan kir û got "dile xwe fireh bike û netirse, geva ku mehaniya te kêm bikin ezê jî vê bînê bişewitînim".



21.05.2016 11:03 | nazim tolhildan

63. rojnîvîska minî mayînde ev çi roje tu li xwe dikî bar te hê negotiye çibû çi qewimî ez dest pêkim wekî hergav şeveqê bavê min min rakir limêja sibehê got rabe tu wekî kerekîyî tu betalî kar û îşekî jî tune tu çima limêj nakî tabî min jî bi nîv dezmêj û bê fathakî û bê eşhed.. xwedê qebûl neke belî eks nîne* di peyde razam rabûm seet bû 10 xurînî kir.. mêvanê me yên ji malê hebûn herdû xuşkê min hatibûn kete behsa behs hate ser masîya a rastî min bi nevsa xwe nikarîbû min got ezê herim masîya bînim emê wan sorkin.. min berê xwe da ber erasê ez çûm cîhê mehsîya a ku min dît masîyê ez dixwazim qediyane lê min got piştî ez hatime divê ez bê masî neçim min dît li derek din masiyê bi navê sazan û ez masîya pir naznakim yê din dibe jêre bibêjin bersor bi kurtasî masîyê malabadê herwiha min her yekê du kîlo kîloya wan hima bibêjin belaş yek 2,5tl yek pênc ecêb!.. jiber erzan bûn min got masî yê te ne genîne.. binihêre diya min mirtive ewê masîya cardin ji tera weyne * werhasil1 neh deh telaqa avêt got ez heroj livirim.. jiber lehd bû masîya paqijnekir an kesên paqijdikin îro betlana wan bû ez hatim diya min qiyametê rakir got ev çi masîyê ne şûştîne.. tabî mafdarin hergav min şûştî dihanî ewjî jixwe nexweşokin û karê wan jî hene.. xuşkê min jî her yekê du heb sê heb zarokên ne jiwan hene(tu dibê jî qey agirê semewatêne) ji riyê wande wan jî nikaribû masîya paqij kin.. herê welleh ev masî tev di sityê minda man inca karê min tune pûlê sazana jêkim û wan bi qelêşim û wan meqeskim paqijkim* werwasil2 rojnivîska min a tev

li vir tije bû.... dema masî çêbûn min got ezê cardin ji van masîya weynim zêde zêde bi tehm û bi dehsîbûn qasê di ber xwarina wande mam diber paqijkirina wande nemam * ha ez naxwazim zêdebikim minê bigota jiber min îro masî çêkir tirşik jibîrkir ez lêborîna tirşikê ji xwe dixwazim







23.05.2016 01:14 | shorbevan

64. Min îro rêwîtîyeke zehv xweş û ecêb kir. Saet 18:00 an de piqava amedê siwar bûm û min Berê xwe da amedê..

Bê mede bûm..



Demên Pêşîyê şofêr piqavê da mûzîkên arabesk vekir.

Min go aha wele teze me îskenceya xwe dît.

Ji xwe kêfa min jî qet tinne bû.

Mi go kuro rêwîtîyeke zehv bêhnteng pêşîya te ye û min guhdanka xwe amade kir û di hişê xwe da ew muzîkên ku ez guhdar bikim wana fikirîm..



Neyse wesayît di cîhekî sekinî rêwî hilda

Mirovekî 35-40 salî, tonton şêrîn û mixabin lal û hinekî jî kêm aqil hat kêleka min rûnişt. Zehv kêfa min jê re hat. Mi go ahan min rêhevalê xwe dît!



Çend dem derbas nebû ez û dîno me bi rêya tevgerên dest, jest û mîmîkan ji hevdûra axifîn.



Alîyê çepê da ro hêdî hêdî diçû ava. Muzîkeke ecêb teyîbê da û

Kêleka min da rêhevalê min ê lal û min dîntir...

Ez jî wî dîntir



rêhevalê min Destê xwe va tilîya gustîlê nîşan da paşê jî ez nîşan dam. Bawerim li min pirsî ku ez zewicîme an na yan jî heskiriyeke min heye, tinneye ewa pirsî

De were êja vê meseleyê rêya tevgeran ve bibêje piihhh..

Ka ezê çakî bibêjim? Min çend tevger kir serê xwe hejand ewî min fehm kir! Ecêb..



Belkî jî fehm nekir



Paşê em li ber goristanan re derbas bûn rêhevalê min fatîhe li min da xwendin.



Em li ber zevîyan re derbas bûn ewî behsa zevîyan kir..

Min telefona xwe derxist û wêne kişand.. Zehv şa bû..



Pere ji min xwest min pere derxist dayê..

Me ji hevdû re henek kirin em kenîyan, me sille çoka hevûdû xist, me hev hembêz kir..

Qey tê bibêjî deh salê em hevdû digerin û me deh sal paşê hev dîtîye..



Welhasil ez serîda her çiqas bê kêf bûm jî, wî rêhevalê minê min aqiltir û min, me rêwîtîyeke xweş ji hev re derbas kir..



Dawîyê da em Amedê peya bûn ewî xwatîrê xwe ji min nexwast meşîya. Ez li paş da sekinîm min lê nihêrî, ew zivîrî min destê xwe jê re hejand ewî jî ji min re destê xwe ba kir, kenîya û çû..



Ew rêhevalê bê aqil gellek merivên bi aqil baştir bu.

An jî ewa û ez em bi aqil bûn, merivên din bê aqil in..

Ez îro tiştekî dinê jî hîn bûm: Ji bo ku meriv biaxive û hevdû fehm bike peyv tinnebin jî dibe.



11.06.2016 00:09 ~00:12 | bûtîmar

65. dema li wargeha zanîngehê dimam, rojekê civata me û hevalan germ bûbû. weke klasîkek, me dinyayê xelas dikir. dêmek me dengê xwe gelek bilind kiribû ku xwediyê kantînê ku 5-6 metre li dûrî me bi tenê rûdiniya gazî me kir û got "xortno, ew tiştên ku hûn dibêjin encax ger sosyalîzm çêbe, dikarin biqewimin"

piştî vê gotina wî, me dengê xwe nizm kir û pişt çend deqeyan belav bûn.

hê jî meraq dikim bê ka gelo fikrên wî zilamî yên di derbarê van xortên ketibûn heftûheşta siyasetê de, çi bû?

gelo me hêvî didayê? an digot "ev nifşa xwendekaran jî dîsa bi kar û barên ji xwe mezintir mijûl dibin û xwe xusaret dikin"



21.06.2016 22:04 | simurg56

66. Dîsa rêwîtî û xeyalên xemilî yên cur bi cur..

Ez jî nizanim çima tim rêwîtî û xeyal dibine para min.. Lê ne xem e. Em di sinorên panosê derketin. nîzikê erdîşê ne.



Dîsa Çiyayê Sîpan û behrewan rêwîtîya min û efsûnê xeyalên min re şahidtîyê dikin.

Çiyayê sîpan Serê xwe bi berfê xemilandiyê û du heb ewrên biçûk xwe li ser danîn e.



Heheyy sîpanêê ey bûka gelê min a por hene

dîsa jî nizanim çend evîndarê te hene..

mêrg û zozanên bê daristan,

gelî û banîyên ku zikê xwe de gundan dihewînin jî bi min re şahidtîyê dikin niha..

ey gelî û banî ey mêrg û zozan û gelîyên zîlayê bê deng!

Ca deng bidine dengê min!

kurdîstan warê şêra bû kete destê kundên kor..

hê jî dilê min pey evîn û evîniyê ye.. Ez çi bikim lawiko evînî pîroz e, kirasekî bi agir e.

ma îhsan nûrî jî evîndar nebû?

Lê Belêê Behra wanê dibe jî ku nebû şahidê evîna wî, lê glî dax serê xwe neçimand li ber evîna wî?

Ma hozan jî nabêje agirê dilê min dudu ne yek tu yî yek kurdîstana rengîn e.



Min serê xwe bilind kir û em erdîşê ne. Lewheyeke hîşîn, li ser da bi tîpên tirkîtî ! :

"erciş nüfus:.."



Ka guhdanka min! Ji min re bi dengê delil dilanar şerê tarxan vekin!

Rizgan û nûrê derbas be şerê tarxan veke!

Ez dizanim dengê guhdanka min dengê radyoya otobêsê nikare lê ew jî ne xem e.

Min Bi kelecaniyekî Stran vekir.

bilûrê ra tirsehêzî diherike pihhee!



(De lo lo lo hoo lo lo ..!

Ax lo lo lo..!

Tu kela mêran i.

Lê lê dayê! Wax lê dayê rebenê ka rabe binihêre şerê hanê şerê tarxan e. Keko tu ka rabe mêze bike ew dewa hanê dawa tarxan e.

..lawo xwedê dizane qetla te mîna qetla du mirîşkan e.

..çi bikim îro pêşiya te koçê qeleniyê ye koxa celalîyan e lo lo lo lo..

Bê lo lo lo..

Wey lo lo..

Ax lo lo.. Tu kela mêran î

..lê dayê rebenê rabe sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

Lê keko tu rabe mêze bike sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

.. Lê eskerê şahê ecem giran e 12 hezar e. li ser milê me herdu birayan da hatî par e.

Ez ditirsim eskerê şahê ecem eskerekî zor î zexm û giran e.

Eskerê birayê te vê sibêkê pê nikare ax.

De birano lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin. Li sinorê ebaşikeftê baciyê ava elegezê.. Destê kekê cewzo da kare kare hoo lo lo..)

..

Dîsa û dîsa û dîsa ..





Min ev strana çend cara dubare kir nizanim. Lê min dêna xwe dayê em li arnêsê jî derbas bûn. Lezeke din ew cîhê ku min xwe re kifş kirîye bo ku ez avahîyekî lê çê bikim min mêze kir. Hê kesekî dest nedayê de baş e. Li ser wî zinarî erdbej jî çê bibe nikare avahîya min bihirşîne. Ew rojê werin!



Hey gidî kurdîstan! Gelo tu heta niha çend evîn û evîndarî ra bûyî stargeh û wargeh?

Geh li sîpan geh behrewan geh li artos..



Saet bûye 07:00

Niha daxwaza min tenê ewe ku ev rêwîtîya min neqede. Lê ez dizanim mîna her tişta xweş eva yê jî biqede. Ez dizanim bextewarî kêm dikişîne.

Lê ezê dîsa werim! Ezê di kela mêran warê şêran bextewarîyekî saz bikim.

Ezê werim!



Bûka gelê min sîpan, piştî demeke kurt dîsa xwe xuya kir. Bi rêzê da behrewan, doravek û sîpan hev dixemilînin.

Di guhê min de lo lo lo lo ya delîl. Wey delîlo tu her hebî camêro!



Saet 07:40 balafirgeh! Xatîyekê satileke mezin tijî penêrê wanê kirîye yê bihere stenbol mistenbola. Can qurbanê wê xaltîkê jî..





Vê demê xwatirê te cîh û warê şêr û mêran, sîyabend û xecê!

Ev xwatirxwastina jî weka, xwatir xwastina 9ê vê mehê giran e!



Ezê werim!

Ezê werim.



22.06.2016 08:19 ~17:27 | bûtîmar

67.

Şeva te'b xêr ez xulam; ev peyam peyama min a yekemîne ku di beşa rojnivîskê dinîvîsim. Îro seet 6 ê êvarê de ji mêrsînê ketime rîyê da ku biçim wanê nîk birayêt xwe û piştî çend roja ezê berê xwe bidim gever ê nîk xwîşka xwe erê ew gevera ku ji ber şerê hendekan kavilbuye û wêranbuye, dizanim min haj xwe heye ku ez ne supermen im ku bikaribim tiştek biguherînim lê hêjku dikarim li gel xwîşka xwe li gel mîlletê xwe bikim girî dikarim axîn ù kesera bêdewletbùnê li gel gelê xwe bijîm û tijî nifiran bikim ji bo dijminêt xwe dîsa hêj ku dikarin dua bikim bo rewşa gelê xwe û kurdîstana xwe.



. Piştî geverê jî înşaallah ezê bo hevdîtinekê çime colemêrgê ku sedemek mezin digire bo vê rêwîtîyê.



ev rêvîtî ji bo min ji rêvîtîyên dîtir cûdatir e ji ber ku encama vê gera min a axa bav û kalê min wê îhtîmalek mezin bandorek mezin ji bo jîyana min bike belkî pêşeroja min jî biguherîne.



Bavê min heftîyekê berê ku niha li wanê ye bo min telefînek vekir ji bo ku bême colemêrg ê bo hevdînekê , ji min xwest ku bo eyda remezanê li gel betlaneya fermî 9 rojê xwe li wanê û colemêrg ê biborînim. Helbet piştî ku behsê sedema gazîkirina xwe bo hevdîtinekê kir ez cihê xwe şaş ù metelmayî bum. ji ber ku tiştek wesa ji min dixwest ku her tişt ji bilî îradeya min rêvediçu loma min go ez nikarim bêm hem ji ber medreseyê(di med-zehra yê) ku me dest bi bernameya perwerdehîya zarokan a dewra havînê kirîbu hem ji ber semînerên ku serperîştîya perwerdehîyê a mêrsînê amade kirîbu û tevlîbuna min jî bo semîneran şert Bu, ji ber van hecetan min go ez niha neşêm bême colemêrg ê lê çi gava min go neşêm û nikarim bêm, kerbê bavê min vebu bi helwesteke tund emir da min ku bême colemêrg ê digo bila çend roja yekî şûna te bikeve waneya zarokan a medresê, ji bo semîneran jî heceta min zanî û got jixwe betlaneya fermî ye min dîn neke zû here bîletê xwe bistîne bo wanê . min çend seetan ' 'berxwedanek bi heybet' çêkiribît jî ew ji ya xwe nehat xarê û dawîyê go eger tu neyê ji ber ku min sozek daye filankesan ezê êdî nabêjim tu kurê min î.



Wax jarê ezê lawo bavê min çendî bi qerar ù israr Bu ku niha min xeberê wî kirîye ù ketime rêya colemêrgê bo hevdînekê ku dibe ku jîyana min biguherîne.



Hey xwedayê min ê rehman tu bike xêr ku hêj ku ev hevdîtin ji bo min hem bi xêr bît hem jî li gorî dilê min bît. Her çendî bi israra bavê xwe ketibime rêkê jî dilê min jî lê heye bo vê hevditînê. Ką bila ev 9 roj xilas bibît hingê ezê encama hevdîtinê û hestên min yên ku ji ber gevera xirabbûyî çêbûyî ezê binîvîsim bo te : rojnivîska tirşîkê. Hîvya xwedê...*



30.06.2016 21:50 | azad30

68. piştî 15.07.2016 darbeya leşkerî ya tirkiyê, hêviyên min yên di derbarê kurdistana bakur de, çilmisîn. hêviya min ji gelê kurd heye, ez dizanim wê dev ji berxwedanê bernedin lê ji tirkan ne bawer im. êdî wer xuya dike ku wê her ku diçe paşverûtir bibin û wehştir bibin, di nav sîstemek wisa de berxwedan dijwartir e. bi gelê tirk ve, wê gelê kurd berê xwe ji şaristaniyek hemdem bizivirîne.

kêm zêde berê li tirkiyê sîstemek hebû, bi hemû kêmasiyên xwe demokrasiyek seqet lê dimeşe, hebû. li ser lêvan be jî, armanc gihiştina asta şaristaniyên serkeftî yên dinyayê bû; ji niha pê ve wê her tişt aloztir bibe.

dijminek sîstematîk/biduzen ji yê serberdayî çêtir e.



16.07.2016 23:11 | simurg56

69. ji duh ve hedara min nayê, natebitim, li ser haleke xerîb im, diçim û têm.

di nav lîsteya derbekaran de çend kes hene ku ez ji nêz ve nas dikim.

piraniya hevalên min ên lîseyê bavê wan serbazên payebilind bûn. çûme mala gelekan,min çay û qehweya gelek ji wan vexwariye, demekî ji ber şerê ligel çeteya ulkucuyan hindik mabû min ji lîseyê bikin der, bavê hevala min -serbazeke payebilind bû- di ser min re hat, ji bo min erza midûrê mektebê şikênand tevî ku dizanî fikr û siyaseta min çi ye. nehêlişt bursa min bibirin

ji duh ve hemû ew bîranînên min di ber çavên min re diçin û tên.

dikim û nakim dilê min bicih nabe.



16.07.2016 23:23 ~23:26 | endazer

70. roj û rojnivîska ku ji nûve hêviyan li xwe zîl da piştî vê derbeyê, di dilê minde derbas dibe ewê tiştên xweş bibin.. min îroj jî bi te da dîtin wehşîbûna tirka, te jî dît newsa rojnivîsk çewa pkkê bi bîr dihanîn, digotin pkkê wisa li leşker û polîsan nekir.. lê roj nivîsk Xwedê meriv rezîl bike wihaye, êdî ewê dewlet newêribe bi pkkêre dirêj bike.., ewê leşker timî li hember derên kes jiwan naxwaze xwe li cihê bereday bide kuştin êdî dibêjin bese an ewê kîngê hebe bibêjin, ev serketina pkkêye jî.. bi ya rojnivîskê wê wekî berê ne dome psîkolojîya wan jî wekî a rojnivîskê bûye shorbe ..



16.07.2016 23:36 | shorbevan

71. rojnivîska min û xwe ya îro akpyîyan ji nêvzde naskiriye ez cardin bejna teva liber te di tewînim û tiştê te dît ka li rûpela tirşikê jî barkim, herê roj nivîsk xwendno min îro hinek tîşortên Wêneyê erdogan li serê bûn min got ez bibim qada bağcılar'ê bifiroşim herwiha min bir pot li erdê raxist got werinn tîşortaa! 10tl- 5tl tunebe canê we saxbe, du sal garantî... min qirka xwe qelaşt law evan kurê kerêyan kî diçe tê dipirse dibêje belaşe? hînî miqarneyên belaş bûne * ji wan şitrê qey deweta diya wane hertişt belaşe.. yê tê dilê wî heye Bistîne lê tirşikçî wekî hûn zanin tîşort li gorî bedena wan tunene *, yên jin tên bi çarşef.. tîşortên milqol lixwe nakin divê min ji wanre li ser çarşefê çêbikira.. * ez ecêb mam zabita dihatin nedihiştin ez bifiroşim 4 çar cara berî min dan tabî ez rûşûştîme * min ber xweda camêrek min dît got bifiroşe ezê telefonî serokê şaredariyê bikim camêr telefon kir serokê şaredariyê got qedexeye nehiştin gotin em cardin te bibînin emê derbeyê li tîşortên te bikin dest bidin serê.. ez çûm derek din qaskî ma dîsa hatin min tîşortan berhevnekir min got ez belaş didim milletê got na gere tu ji vir herî.. min got dest didin ser tîşorta bidin serê min wisa got wan jî riya xwe nedîtin wan tîşorta newêribûn bivin werhasil Mehmet metiner hat ewtiya, ziriya, reyiya.. ez jî êdî hatim.. werhasil min got belî weka li geziyê xweş bi firoşim nebû tabî min 2 seetande 300 tl karkir.. lê li geziyê rojê 4000 tl ji tîşortên bi nivîsên everyday i am çapûling kardikir.. Rojnivîsk çavê xwe bû şahedê akpyî tev yên xwarinê, yên belaşî û menfaetêne..



17.07.2016 23:51 | shorbevan

73. îro ji ber çavên xwe hindik mabû serê min bikeve belayê.

berêvarkî, li jêr malê, parka bîrdariyê (anıt park) heye, carinan diçim,rûdinim, îro jî çûm, li ser sekûyekî rûniştim, qederekî min serê xwe xist nav tabletê û tiştin xwendin, dû re bêhna min teng bû, min li dora xwe nêrî, ez li dora xwe dinêrim lê tiştekî zêde nabînim, ji ber ku normalde di her du çavên min de jî 3.5 derece miyop û di çavê rastê de jî 0.5 astîgmat heye, ne bi lensan be, derûdora xwe xweş nafitirînim. û ji ber ku çavên min enfeksiyon girtine ev çend roj in ez nikarim lensan bidim ber çavên xwe. axirê piştî qederekî keçikek texmînen sih salî filan hat cem min, bi tirkî go ez ''dikarim rûnim'' min jî go ''belê kerem ke'', paşê go ''em ji kû hevdu nas dikin'', min jî go ''nizanim, ez te nas nakim'', go ''nexwe çima nîv saet e, tu zîq li min dinêrî'' -tirseke şirîn bi dilêmin ket ;) - min jê re behsa nexweşiya çavên xwe kir, min go ji ber lensên min ne li ber çavên min in, ez xweş nabînim, binêr çavên min sor bûne, ji ber enfeksiyonê,filan, go ''temam, min bawer kir'' û ket nav derdên xwe de, baş bû ku telefona min lê da, bêyî ku xatir jê bixwazim, mn xwe jê xilas kir.

van rojan hew ew parka bîrdariyê hebû, ku berêvarkî bêhna min lê fireh dibû, ew jî çû.



13.08.2016 00:15 | endazer

74. îro di rê de pêrgî hevalekî hatim, li cem wî jî hevaleka wÎ hebû, çawa ez dîtim go ez te nas dikim, min go ji kû? go qey tu ne hevalê filankesî yÎ, behsa hevala min a pêşiya niha 7 salan.

bi qewlê gazala û kemal varol; acıtan tesadüflerin sesi: mutluymuş! sihûda pîs!



20.08.2016 01:00 | endazer

75. îro li ofîsa ku carinan ji bo wan projeyên mekanîkê çêdikim min xanimek nas kir, bi tesadûfî mijar li ser tirşikê vebî, dema diştexilî û dor dihat ser bilêvkirina dengê k xanimê du sê caran dengê xwe di dilê xwe de necerribandibûya min hîç ihtimal nedida ku kurd e û bi kurdî dizane. ez dirêj nekim, piştî behsa çend çend nivîskarên wekê simurg56, elegez, ceso.. kir go yekî bi navê endazer heye, tu yê bêjî qey ji bo dewletê dişixule, hemû karê xwe kiriye reşkirina partiyê ;)

min kir û nekir negot ka di tirşikê de dinivîse an na, min jî jê re negot ez endazer im ;)



27.08.2016 00:05 | endazer

76. rojnivîska endazer tê de nivîsî.



Erê , ez îtîraf dikim ew xanim ezim !



27.08.2016 09:04 | mijdar

78. îro di twitterê de peyamek hat ji minre yek kurd bû û got min hesaba xwe bigire kero...

ez navê xwe yê rastî bi kar tînim û wêneyê min jî ya rastîye, di van roja de min hin tiştê sîyasî jî parwe dikir , faşîsta kampanya daye destpêkirin û min ixbar dikin EGMê...



min wêne û navê xwe guhert lê dîsa haya wan jê çêbû dûvre min hesaba xwe girt.

nizanim çiyê bê serê min , heqê xwe helal bikin .



28.08.2016 11:56 | mijdar

79. pêşniyar ji bo mijdar:

1- hesaba xwe ji bo hemû kesan veşartî bike. ger hesaba te ji bo xelkê vekirî be, wê demê hevalekî te yê tirk/faşîst te îxbar kiriye. hesaba xwe ji bo kesên wisa jî bigire.

2- parvekirinên xwe yên sîyasî jê bibe.

3- tu van parvekirinên xwe jê bibî jî, google van rûpelan arşîv dike û ger bê xwestin, dikarin werin dîtin. ji bo ku van tiştan ji bîra googleê jî jê bibî here vê rûpelê Here lînkê. di vê rûpelê de lînka parvekirên xwe yên sîyasî yek bi yek binivîse û daxwaza jêbirinê jê bike.



ger berî dozvekirinê ev 3 xal werin kirin û bikevin meriyetê, êdî tu kes nikare delîlek peyda bike. screenshot (kişandina wêneya ekranê) divê nekare bibe delîl. ji ber ku ez niha jî dikarim li ser navê te screenshotek bi hêsanî amade bikim.



28.08.2016 12:20 ~12:20 | simurg56

80. Spas simurg56 , tiştê té gotî min ne kirîye ,min hesabê twitterê girt divê 30 roja ez nekevim twitterê.



28.08.2016 13:46 | mijdar

81. pêkan e ku tişteke nexweş were serê te loma weke li jor hatî gotin divê tu demildest tiştna bikî. îxbar kirina egmê niha aktîf dişixwile loma tu tiştên li jor çiqasî bi lez bikî ewqas baş e. weke din di telefon û komputera tede çi tiştê dibe ku weke delîl bê bikar anîn demildest paqij bike. çiqas şifreyên te yên li telefon û komputerêde heyî paqij bike, bila otomatîk nekeve tu tiştî. dîroka kom û peyamên xwe yên whatsapp û peyaman kontrol bike, tişteke xeternak hebe hemuyan paqij bike. ku parve kirinên te têrê neke jî wê piştî girtina te tiştna ji telefon û komputera te û malbata te peyda bikin. van tiştan li malbata xwe jî bide kirin. xwedê bike tişteke nebe, ku nebe sedem ew e ku te wextêde wan tiştan kiriye, ne ku pê neketine.

(bnr: lêpirsîna fetoyê)



28.08.2016 13:58 | azadixwaz

82. hevalê mijdar hê jî van tiştê diqewimin dibêqey henek dibîne wisa wêreke navê xwe yê rastî bikartîne û propagandaya pkkê dike.. îro dem ne dema wêrekbûnêye meriv xêra bavê xwe çemû çem diçe, divê meriv aşkere nebêje ez kurdim, fetome... jixwe nehewceye jî divê tam tersê wî meriv xwe wekî wan nîşanbide û meriv li serpişta wan nanê xwe bixwe, hetanî hinek rewş aram dibe anjî ji binî xerab dibe.... werhasil hevalê mijdar wekî simurg56 jî gotiye kombers û telefonên xwe yê te li serê hesabê tiwitter û facebookê bikarhaniye ji holê rake, veşêre dema ku tişt bû hatin bibêje hesab fakeye/sexteye, an înkar bike bibêje montaje, ligorî zagonên wan te li ser sûc girtin jî divê teqez tu li xwe daneynî dibe ku ceza tunebe lê berî wî divê meriv nekebe destê wan qanûnên wan ew çewa bixwazin wisaye bigrin bigrin, bikujin bikujin.. ji derdora xwere bibêje(navê xwe yê rastî ji simurg56re bibêje) dema tu hatî girtin bibêje berpirsiyar evin dema haya kesî ji girtina meriv tunebe serê meriv hindadikin û dibêjin me wî nebiriye.. ezê bibêjim ger yê hevalê mijdar rewş zêde cidîbe bira xwe veşêre nede dest(here welatek din: Kurdistana Başûr), lê miro dibistan jî dixweyne, divê bilez here di akpyêde bibe endam û bibêje jiber ez akpyîme cemaetê li min gilîkiriye Wêneyên wan montajin... herwiha hewqas tirs bese ji mijdare hêjare, xwedê neke dema ku bê girtin teroru ovmekten ewê hinek dihebsêde bimîne ewê bi savar hinek qelew bibe *



28.08.2016 21:16 | shorbevan

83. (bnr: we hundirê lawik qetand bes) *



28.08.2016 21:23 | biaqila malê

84. dil bêhedan e, bêhedar e, dil bêhal e lê rojnivîskê!



06.09.2016 12:42 | xendekî

85. Eva hefteyek e bû çar şev, jineke ru spî, por qehweyî û bedew tê xewa min bi dengekî nerm va ji min re hine tişta dibêje lê ez tu tiştekî fehm nakim :( tenê ez fehm dikim dibêje min da were.

ev jinik kincekî bi çiftexasê spî xwe kirîyê û milê kincê wê jî heta zendê wê ne û fireh in.

piçekî dişibê cîya min û xewnê de ez tu alîyî va jêra tiştekî hîs nakim.

tenê ez bi çavên vala lê dinihêrim û bona rabûnê jî tu tiştekî nakim.



ecêêbb û sosret..



(bnr: dibe ku tesira zarokatiyê da temaşekirina stv yê be jî) *



lê dîsa jî çima ez xewneka aha dibînim geloo?



08.09.2016 23:08 | bûtîmar

86. dûh mêvanekî min ji wanê hebû. camer ev weke sal û nîveke li antalyayê di otêlan de mîna kafiran dixebite. ji xwe re nikare du quriş pere jî berhev bike. lê hatiye ji min re dibêje "ben doğuda yaşayamam, doğuda hiç bir şey yok". yanê "ez nikarim li van deran bijîm, li van deran qet tiştek tuneye". wê demê şêytîn ji min re got "kure pehînekê lê bixe, sîktir bike bila bicehime here". lê paşê min dîsa nalet anî û mevanperweriya xwe kir.



09.09.2016 10:50 | nazim tolhildan

87. rojbaş rojnivîskê
beyanî be xêr
îro 23ê meha kewçêrê ya sala 2016ê ye. ji rojan yekşem e. emro zanîngeh tune ye, spartek tune ne, plan nîn in; seet bûye 11:00ê nîvro hê xewde bûm.
rojeke xweş e yanî; ji qîrevîj û qareqara sedsala 21ê herkes kerixîye, lê yek ji me nikare bêje ka bise yaw, ev çi heyat e; em çi insan in, herrooj şer şer şer şer şer şer, kuştin, teqîn û dagirkerî. em nikarin berê xwe bidin marsê jî, ku biken pismam; avgîrek e jiyan.



23.10.2016 11:21 | xendekî

88. Şevbaş rojnivîskê!
îro jî derbas bu ji jiyanê! Jiyaneke bê bêhnvedan mirovî aciz dike. Dinyaya her roj felaketeke nû nîşanî me dide. Te dî her tim tê gotin wê ev roj derbas bibin lê nizanim rojnivîskê ka wê bi rastî derbas bibe!



23.10.2016 23:20 | azadixwaz

89. wey rojnivîskê, me go merheba?
ev roja 4a ye a ez tusê dişixulim. min îro rekora şikenand û 2 saetan şixulîm :/ *
werr here ez ê di 40 saliya emrê xwe de têkevim beşek asîstaniyê..
qasî min îro li tirşikê neriye min li pirtûkên tusê bineriya kessîn minê vê nîsanê tiştek derxista *
welhasil îşev bes e.
de hadê vê gavê bi xatirê te..



23.10.2016 23:40 | berxweda

91. waa rojnivîskê, min got ka ez slavekê bidime te. lê mixabin ez bikêr nehatim kû tişteki rast binivîsim. min tevlîhev kir û dev jê berda. ji bo wilo nehêjaye werê xwendin jî , lê dîse va ez ji bo xwe parve dikim, ne ji bo xwendinê.


evîndarî jî zîndaneke ku fikr û raman, mêjî û dil têde tê asêkirin û fetisandin. çav kor dibe, guh jî kerr dibe. mirov dibe qereçiyê xeyaleke dûr û mij. însaneke biçûk weke çîyayekî mezin û gewr dibe, tu jî bi rizaya xwe dibe seyê biska pora wê. heyf û heyf.

-hal ew e ku ; ne ew wilqasî mezin e, ne jî tu wilo biçûk î. tu ne reşê reş î, ew jî ne spîya spî ye. .
-na loo , ev nivîsên wisa ne li gorî min in. ez kîîî, xweşgotina karên dil kî.
-ev çi hale vêca kuro , de raze. dev ji îşên boş û belaş berde.
-ez jî nizanim wela. serê min tevlîhev bû ye.
-ma çiqasî xerîb e ku ...

-min dîîîît...... withdrawal syndrome. erê erê ev e.

-di nav xemgînî û bê dengiyê de ev çi qîr û qîrîn e. ev çi qiyamet e.

-peyv difirin, qîr xwe soba dikin, noqa diavêjin. hêvî kirasê min bû...

-nîvê wêne reş e , nîvî jî spî ye.
-av zelal, xwîn sor e
-xwê şor, şekir şêrîn e.
-çûk difire, gulîlk bêhnê divedê

-schoole, schûl, schule

-gelo we jî biçûçikayî nanê ava bacana dixwar?



24.10.2016 01:56 ~2016.10.25 16:11 | gumgumok

92. dilê min ar girtiye û şevtiye. wallahî tû nizanî.



28.10.2016 05:55 | cinorek

93. silav rojnivîska delalî
îro jî berêvarkî li malê tenê me. hingî tişt he ne, hingî bûyer diqewimin êdî mirov bi xwe re nabîne binivîse; ev çi heyat e ku em pê evqasî diwestin!
ji girînê diwestin
ji bazdanê diwestin
ji vexwarina avê diwestin
ji nivîs û xwendinê ji axaftinê
ji rêveçûnê ji guhdarkirinê...
westand, westam, diwestin, westiyayî, westaye...



31.10.2016 17:13 | xendekî

94. Ev ji heyvek û nîvê zêdetire ez li amedê me...
Lê min tu tişt ji vî bajarî fêhm nekir ji ber ku ez ne gerîyam, heta evarî bi tenê runiştim, niha jî li zanîngehê tenê me.

Wek xendekî gotî , ez jî westîyame , diwestim lê nizanim sedem çiye.

Haa lê ev sê çar roje hewa hinekê sar bûye û baran tê... Ez ji bo wê hinekê kêfxweşim.



01.11.2016 15:05 ~15:06 | mijdar

97. duh min di facebooka xwe de lîsteya kesên ku daxwaza hevaltiyê ji min re şandine nêrî. tê de mirovek hebû ku qet hevalên me yên hevpar tunebûn û min nas jî nekir. lê min mereq kir û profîla wî nêrî. mêrik li stenbolê di lîseya eyüpê de mamoste bû. paşê hate bîra min ku berî 12 salan di lîseya eyüpê de salekê ketibû dersa me ya matematîkê. min ew nas nekir lê wî ez nas kiribûm. min jê re peyam şand: "mamoste 12 sal derbas bûn, te çawa ez ji bîr nekirim?". wî got: "hin xwendekar hene ku qet nayên ji bîr kirin"* bi rastî pir xweşa min çû kêfxweş bûm.



13.11.2016 14:28 | nazim tolhildan

98. duh tiştek ecêb hat serê min;

weke hûn dizanin ji ber sedemên teknîkî ev nêzikî heftiyek e, di tirşikê de problem derdikevin. ji bo ku barê tirşikê sivik bikim, min servîsek nû ya hostingê/ kirê kir. min vê carê ji şîrketa godaddyê standibû. herdem ji malperên biyanî distînim, ji ber ku ji tirkan bawer nakim.
neyse. problemek hebû û diviyabû ji servîsa teknîk ya şîrketê bipirsim. berî 3-4 rojan min telefonî nimroya wan ya amerîkayê kiribû û bi îngîlîzî alîkarî standibû. paşê min dît ku li tirkiyê jî telefona wan heye. duh min got ka li servîsa tirkiyê bigerim.
min telefonê kir, jinekê telefon vekir. min jê re mesele got û agahiyên xwe dayê. dema ket hesaba min, got tirşik.net? hahaha, çiqas komîk e. û bû tiqtiqa kena wê. demek dirêj keniya. dema hişê wê hat serê wê, got we çima navek wisa lê kir. min got hal û mesele ev e. got ez jî ji amedê me. piçek bi kurdî fêhm dikim, ji tirşikê jî hez dikim fîlan û behsa xwarinên van deran kir.
min got xêr e xweha min, wextê firavînê jî derbas bû ma tu birçî yî?
got, ez li îrlandayê me, li vir saet hê 12 e, yanî wextê xwarinê ye û vê carê behsa nexweşbûna xwarinên îrlandayê kir.
paşê ji min xwest ku malperên di derbarê çanda kurdan de, jê re pêniyar bikim. paşê di hesabê min de dît ku turkcekurtcesozluk.com jî aîdê min e. got ez ê navê van malperan qeyd bikim û bişopînim.
welhasil piştî ku me bi qasê 15 deqeyan behsa tiştên wisa kir got "problem çi bû?"

xanimê di nava çend deqeyan de problemê jî çareser kir.



24.11.2016 19:34 ~19:35 | simurg56

99. îro ji bo hevdîtina kar (employment interviewing, iş görüşmesi), çûm fabrîqeyekî. di hevdîtinê de xanima di departmana human resources (insan kaynakları, departmana ku karkeran digire kar) ji min pirsî tu bi erebî jî zanî, min got na, lê ya rastî dema ez biçûk ligel dibistana seretayî û ya navîn ez diçûm medreseyê jî û li wir nêzikê 5 salan min dersa serf û nehwê jî xwendiye (yanî gramera erebî) lê ji ber ku di ser re nêzî 15 sal borîbûn û ez hîç bi ser de neçûbûm û lê nexebitîbûm, min ji ser guhê xwe re avêjt, xwe le nekir xweyî û got nizanim.
paşê li ser rêya vegerê li erebeyekî siwar bûm, di erebeyê de hema bêje rêwî tev ehlê surî bûn. hemû jî kurdên idlîbê bûn, kurdên behrê bûn, lê yekî jî bi kurmancî nedizanî. di nav rêwiyan de jineke diyarbekirî hebû, çav berdabû ser keçeke biçûk -texmînen 10 salî, zerî, çavşîn û xwînşirîn- jê re bi tirkî û bi îşaretên desta digot were bibe keça min, ez te bibim malê, xweyî bikim, keçikê û jineke pîr ya li cem keçikê bi erebî diaxivîn û digotin na lê bi serê hev nediêxistin. ez dirêj nekim wê gavê min fêhm kir ku ez pirraniya axaftinên wan fêhm dikim, heta cihê ku lê peya bûm, min tercûmanî kir, û bela jinikê ji keçikê vekir.



25.11.2016 04:20 ~04:25 | endazer

100. Cer



25.11.2016 19:38 | simurg56

102. Wê rojê cara yekem min bi binnivîska kurdî fîlmek temașe kir. Ez çawa bêjim... Ta'ma wê gelekî xweș bû. Zarokatiya min hate bîra min.



10.12.2016 09:09 | gumgumok

103. carê min dixwest bibime hackerekî bikêrhatî. Lê mixabin Niha bi tiliyan li tîpêk klavyayê digerim.

Erê erê felekê xayînê...



25.12.2016 13:10 | gumgumok

104. bûm tirşikvan * pir şad û biheyecan im. hêvîdar im ku li vê ferhenga interaktîfa kurdî ez zimanê bav û kalan ê min azadane bi kar bînim. ev ji bo min tiştekî pir muhim e.



26.12.2016 00:22 ~22:38 | heyf

105. niveşeveke li amedê ye niha. derve dengê bombe û çekan tê.. kî dizane aniha xwîna kê diherike..

îro ez li nav sûrê digeriyam, nişkava dengê gumîna bombeyekî hat. milet çavên hev nihêrîn du-sê deqeyan.. Û paşê qey tê bêjî ti tişte nebûye berdewam kirin.

-abê werne sêva! Werne sêva

min milê qoçixê xwe bêhn kir. Hê jî bêhna xwînê lê dihat!
erê bêhna xwîna merivan.
duh ez û hevalekî xwe em dîsa li nav sûrê digeriyan, em ê biçûna mala dengbêjan, me dêna xwe day du mêr lihevdixin.
sê-çar jin li wir bûn lê kinnedikirin nikaribûn wana li hev veqetînin.
De neyse em ketine navçitîyê û me ewna li hev dûr xistin.
netika yekî diriyabû û wek kaniyekî xwîn divîzikî.
min ser û çiyê xwe nihêrî ev çi bû!
kincên min serî heta binî di xwînê de mane.
xwîna wî mêrikî rijiyaye li ser kincên min.

wan jinan de yekî gazî me kir û em çûn hindirê malê da ku em kincên xwe paqij bikin.
maleke feqîr bû. Hevalê min destê xwe çawa avîte kaniyê! kanî wek borîyeke mezin a teqiyayî av li ser min da vîzikand.
ez di nav xwîn û avê de mam.
em çûne cîhekî din, min xwe ziha kir vs vs..

min montê xwe du caran şûşt lê hê jî bêhna xwînê lê tê. ew bêhn ev bêhn e.
ez duh va dibêjim wey bêhna xwînê li hemû diyarbekirê têt.
ji xwe ma ne wisa ye?
li her derî merivên biûnîforma! Bêhna xwînê ji wan tê.
bêhna xwînê ji awirên wan tê.

erê! ezê dîsa nefeseke mezi kaşê cegerên xwe bikim û bêjim: nizanim yaw.


îşev:
Îşev dîsa li ser înterkostala min re hesteke xerîb xwe diçirisîne li nav dilê min.
ev dinya birastî jî bêbext e.
ez wek zarokekî pêşeroja wî tarî me li nav mêrgeyên şevtariyan de.
bêpar im, li ser qirarê dilê xwe yê par im.
hine caran dîn im, hine caran kêmaqil.
carna zarok im li nav xeyaleke spî de.
carna jî aqil kemal im hemberî cahilan.
Lê îşev dîsa birayê bêpar im.
nexşeya welêt bûye sed parî lê parek nabe para me kurdan!
hez û evînî bûye milyon parî û li dinyayê belav bûye.
lê parek nabe para vî gelî!
...
ez murekkebek bim, li ser sîpanê wek nivîseke azad werim nivîsandin û berfa sîpanê li ser min de bihele û min li vê dinyayê biheşibîne û biçirisîne nav axê.
An mirineke wisa nemumkun e?

bes e yaw ez westiyam.
dibe ku ez qet neçibûme li wî bajarî...



11.01.2017 00:48 | bûtîmar

106. Ka werin tirșikvano ka werin. Cihê xwe xweș bikin û çayeke kaçax dagirin, bihisênin:

Pêrar keçikikê li ser facebookê peyamek șiyand ku ez dixwazim tibê bixwînim û hinek agahîyê derheqê bijîșkiyê bistênim. Min got baș e, kerem bike. Wê salê îlahiyat standibû lê dixwest dise bikeve ezmûnê û tibê bixwîne. Gelek caran bi vê awayê pirs dikirin. Werhasil hêdî hêdî em bůne heval. Ida ji xeynî dersan me behsa gelek tiștan dikir. Birastî jî hevaleke baș bû. Yeke nimêjker bû jî, pêçayî bû jixwidêtirs bû. Bi peyaman hevaltiya me dimeșî. Salekê du salan wisa dewam kir. Piștî wextekî Êdî min fêhm kir kû hêdî hêdî meyla xwe daye ser hêstên evîndarî,lê bilêv nedikir. Ji xwe min jî ew rê, jê re nedivekir. An jî min vekirbê jî ez ne bi wê niyetê bûm. Min ne dixwest ku têkiliyeke wisa dest pê bike. Carinan min xwe jê dûr jî dikir.

Werhasil piștî hilbijartinê bi henekî pirsî got ma te raya xwe daye kê. Min bersiv da. (ew cara yekem bû ku me behsa siyasetê kir)

Pirsa wê sê peyv dihewand, bersiva min sê tîp dihewand. Ji min bawer nekir. Dîse pirsî, min dîse ew bersiv da. Dîse pirsı...

Piștî ku fêhm kir ku ez ji dil rast dibêjim, dîn û har bû. Çavên xwe miç kir, devê xwe vekir û da ber sêf û xeberan. Tê bê qey hemû fitne û fesadiya tirkî ji bin serê min derketiye, tiștek nema ku ne gote min. Xwe winda kir. Ew keçika hirr û mûnîs winda bû, yekê xwe windakirî hatibû.

Min ji xwe re got, ji bona xatirê hevaltiya salekê ez devê xwe jî navekim. û min gotiyê oxira te ya xêrê be. Wê got " ez duayên te jî naxwazim."

Erê erê pirs sê peyv, bersiv sê tîp û qutbûn ew qutbûn.

Fesuphanallah, ma çiqas însanên bê heqıqet hene, ma çiqas siyaset çavên xelkê korr dike, welew kî mirovne baș jî bin. Halbûkî însanê hêja hêjaye. Qedr û qîmet ne li gorî rayekê û siyasetê ye. Birastî jî însan gelekî nankor in. Bêdewletin. Tiștên hêja belaș difiroșin. Mișteriyên tiștên belaș û bêqîmetin. Elmasekî bi heqê camekê difiroșin. Em însan Pir xafilin. Heyf û sed carî heyf.



30.01.2017 20:42 ~20:53 | gumgumok

107. ev çend car in tiştek wisa tê serê min;;

dema gelek keyfa nexweşek ji min re were duayan ji min re dike û paşê serê van duayên wan digihin dewletê jî. wê demê nizanim çi bibêjim.
duh bi şev, apseya nexweşek gelek xerab bû û dinaliya. piştî ku wî wextê şevê ez ji mal çûm û min apseya wî vala kir, rihet bû û got "xwedê ji te razî be" min jî got "spas. ji te jî razî be" paşê got "binêre li vê nimeta xwedê" (yanî vî wextê şevê, rihetbûna wî) û dewam kir "xwedê ji dewleta me jî razî me". dema wisa got, min xwe kir kir û tiştek negot. ew jî sekinî paşê got "xoce tu ji ku yî?" min got "sêrt" û êdî wî jî min jî dengê xwe nekir.



13.02.2017 20:02 | simurg56

108. * gelek caran biryar pir hêsan e. Lê dema ku biryar dikin ku werin cih, Tirsek dikeve dilê yekî de. Heke ez xelet bim? Heke ew der bikêrî min newê? Heke ez bikevime rêyeke șaș? Heke ez poșman bibim?

* bêbiryarî zor e wela. û ez niha nizanim di derheqê mijarekê de çi bikim. Xwezî bi awayekê dilê min safî û zelal bûbana. Da ku bêhna min fireh bibe.



13.02.2017 22:16 | gumgumok

109. Şeveke birakuj e
bira bira dikuj e
ewên hun dikujin bira ye bira!
teraziya dilê min xera bû yaw!
zilma neyaran ne besî me ye îcar em hevdu ra jêhatî bûne!
her kesî tawanbarek dîtiye û wî aliyê din sûcdar dike.
nîvekî me xwe bi tirkî diparêze, dawa azadiyê dike..
nîvekî me pişta xwe farisan ve, nîvekî me rûsan ve girê dide.

ey welat!
tu çima deng nakî?
axa me xwîna sor,
çavên me ji heqîqetê re kor,
dilên me mifteya bindestiyê ve zirze bûye.


hêlek min bibe par
hêlek min bibe sar
hêlek min bibe ar
star nabim ji te
ey welat!
me bisitirîne
me bisitirîne
me bisoje jî
lê idî bisitirîne!



03.03.2017 23:52 | bûtîmar

110. weke hergavî boş û beredayî ye. Dîsa jî derbas dibe.



04.03.2017 23:27 | mircembeli

111. Xelkê silêmanî birastî jî camêr in. Qedr û qîmetên mêhvanan zor digirin.

Rojekê li silêmanî li mêhvandariyê bûm. bû behsa soranî û Kurmancî. Min jî behsa Kurmancî dikir. Werhasil nizanim ji bo çi bû, min jî Mînak da :

- ker û kêr, du peyvên cuda ne. E û ê....
+ ( hemû pevre kenîn)
- ker û kêr?
+ ( dise hemû kenîn)
-ker? Kêr?!
( law ev ji bo çi dikenin vêga!)

Hevalekî soran û Kurmancîaxev dikenî û hate cem min, tiliya xwe rakir û hêdîka got :
- kuro wateya "kêr " di soranî de "kîr e".
Waweylê! Eybiya reșê!

-?
- îda em tevde kenîn. Kenê wan sekinî lê ez hê jî dikenîm *



05.03.2017 11:22 | gumgumok

112. Silav rojnivîska birçî. Iro ev sê care ku ez wateya a dinivîsim û pêl bișkoka bișîne dikim, lê mixabin her carekê tirșik min ji tirsik.net'ê tavêjê der. Îda ez dîse têketinê dikim lê dîse heman pirsgrêk dûbare dike.

Gelo berî referAndûmê tirșik min hișyae dike *

Not: a : erê ,, belê, erênî. Dijwateya na



31.03.2017 16:48 ~19:46 | gumgumok

113. Rojnivîska delal , ev cara ewiliye ez ji te re dinivîsim. Ne baş im rojnivîsk. Beecîm , betilîm , dilê min diêşe. Ez zanim kî bêje çi ev êşa min kêm nabe. Tu gotin nikare ji derdê min re bibe derman. Hey şeva me ne baş e bila ya te baş be. Bi xatirê te rojnivîsk.



10.05.2017 00:46 | biaqila malê

114. Merhaba rojnivîsko,
Me îşev twitter tirşikand, her der bû tirşik.
Me dîsa li taga #NavêFîlmanBiTirşikêBiguherîne nivîsî. * pirr kêfxweş bûm. û bi xatrê te! *



10.05.2017 01:51 | xwelî li ser

115. wê rojê ez gavên bi lez va di nav çarsiyê da dimeşîyam, rojnivîsk hate bîra min. Mi go erê, jiyana min a bêhest û sar û xar da tişteke qeydkirinê tine ye.
Lê eva sê roj e bûyerek çêbû îro dibe nesîb ku binivîsim.

sê roj ewil sibêzû wek hero ez dîsa diçûme kar, di nav aveke piçûk û genî da masiyek diçû-dihat.
Ez şaş mam. Pêşîyê min go qey xewn e an jî xeyal e. Lê na! kûrahiya ava genî herî zêde 9-10 cm bû. Ev kortika şûna tekerên wesayîta va çêbibû. Êvarê jî şilî barîbû av têda kom bibû.
Lê masî kû hatibû gelo?
Masiyeke mezin û gewr bû.

ez şaş mam û min masî seyr kir.
masiyê ferq kir ku ez sekinîme wê temaşe dikim, ewa jî qederekî sekinî paşê dîsa çû-hat xwe di nav ava genî da çeliqand.
min destê xwe va çavên xwe givaşt lê na masî birastî jî masî bû û li wir bû.
gelo ev mesî ji kû hatibû vira? An kê/î anîbû danîbû nava vê ova genî? helbet însanekî eva anîbû xistibû nava vê avê. Lê çima?

dilê min ra derbas bû min go ez ê wê masiyê wira derxim û biherim bavêjime nava çemekî.
Lê min wisa nekir. Mi pişta xwe da masiyê û ez çûme kar.

Ew roja heta êvarê ew mesîya hişê min da bû.
Ez êvarê kar derketim wira ra derbas bûm lê mesî wira tunebû, av jî kêm bibû.
Jixwe eger wesayîtekî wira ra derbas bibûya tiştekê bihata serê wê.
dilê min ji bo masiyê şewitî. Min dikaribû ew masî bibira bavêta nav aveke mezin, şolî û temîz.
Lê min nekir.

dibe kû ew masî ez bixwe bim jî.
Di dinyayeke şolî da ......................

Lê ku masî avê derkeve wê bimire.
Lê ku masî avê derketa wê bimirîya..



07.06.2017 00:01 ~00:13 | bûtîmar

116. Hevaleke min Mehmet, erzînganê beşa mamostetîya zanistên civakî xilas kir atamayê wî çênebubu ev sal çend meha mamostetîya peretî kir piştî hingê bi hatina polêsan a ser mala wan de neçar ma çu eskerîyê , piştî hingê xêr û silamet ji eskerîyê vegerîya hate mala xwe.
min îsal meha remezanê 3 hevalêt xwe ku nav de Mehmet jî hebu gazî fitarê kir piştî fitarê behsa eskerîyê rezîlî û gemarîya wêrê kir hinek şîreta li me kir çêr û nifir eskerîya mecburî ya tirka kir çayê xwe vexwar tevlî heneka bu, ser îslamê û ser sîyaseta kurdîstanê axift carna jî guhê xwe da axaftinêt me dûre dema rabûnê jî spasîya xwe kir û gel her du hevalên dî ew jî rabu çu mala xwe. Ha min bîra kir binîvîsim Mihemed 28 salî bu dayîka wî salek berê niha emrê xwedê kir( xwedê cihê wê bike biheşt) feqîro pir li ber mirina dayîka xwe kevtibu. 5 roj berê ez û xanima xwe nava parkorman ê rêvediçun mihemed li gel her du hevalên dî rûnîştîbun erdî dendik dixwarin wê navberê me ji dûr ve silav da hev bi telefînê hevdu re me axift hal û rewşa hev pirsî paşî mihemed gazî me kir got werin hûn jî dendik bixwin me spas kir û ji ber ku karekê me hebu me neşîya em herin ba wan me ji wan xatir xwast em çun.

Îro danê nîvro min telefînek vekir bo hevalekî min halê wî pirsî ew jî got ez nav şîna pismamê bavê xwe me min jî dua kir û cihê şînê jê pirsî
Û hevalê min cih tarîf kir û wiha got
" Bira Mihemed jî rehmet kir..."

Min ewil got belkî nasekî mihemed emrê xwedê kirîye min nava otobûsê qêrîn kir çîyê wî ye? çawa mirîye? Çima mirîye? kengî mirîye? Pirs li dû hev ketin axirî min xebera reş girt "Mihemed emrê xwedê kirîbu" çi nexweşîyeke wî çinebu, cigare , eraq tîryak mîryak tiştek bi zerar û talûke ne dixwar û ne vedixwar nedikêşa doh ne pêr êvarê ( atamaya wî çênebubu loma li dörtyola hatayê şantîyeya tokî yê de dixebitî ) ji kar hatîye nişka ve destê xwe avêtîye gurçîkêt xwe û kirîye qêrî "gurçîkên min gurçîkên min" wî gavê de hevalên derûdorê ser serê wî kom dibin ewil dibêjin tiştek asayîye lê halê wî giran dibe radikin nexweşxanê di rê de şûûra xwe winda dike hinek tişta diaxive çavê wî mezin dibe dema digehijin nexweşxanê bijîşk çiqas mûdahele kiribin jî naête ser xwe çend seata ser disekînîn lê dûmahîkê seet 4 û nîva siharê emrê xwedê dike
Bijîşk gotîye ceger gurçîk hemî îflas kirîye ew jî şaş mane lewra radikin otopsîyê "mirina bi guman " dinîvîsîn ser dosya wî îro em heval hemî me şok derbas kir me hemîya ji hev du pirs dikir mirovek ku heta grîbek jî derbas neke çi gazindek çênebe çi nexweşîyek derbas neke çawa du sê seeta de dimire yanî Mihemed heta 3 roj berê ji me hemîya jî saxtir jîrtir û keyfxweştir bu lê niha di goristana yenîköyê de nav axê de hatîye veşartin.
hey Xwedayê mezin tu mirinek bi îman bo me bike nesîb tu Mihemedê hevalê me efû bike rojî û nimêjêt wî taat û îbadetêt wî qebul ke wî bi rehma xwe şa bike sebr û metanetê bo malbata wî bide.



27.07.2017 01:04 | azad30

117. ez niha te re ji wexta referandûma serxwebûna kurdistana başûr dinivîsim (bnr: 25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr).
nizanim yê paş wê referandûmê çi biqevime. belkî tiştên xirab jî çêbin. her çi dibe bila bibe, niha ji bo min û ji bo hemû kurdan helecanek mezîn heye.
min her tim xeyal dikir ger ez dema komara mahabad hebûma çawa dibû. e nûha komara me cedîd li rê ye.



23.09.2017 18:25 | cinorek

118. xewa min tê lê ez dikim nakim nikarim xew ra herim..
bêhna min teng nîn e lê fikr di hişê min da zehv in. Bawerkim loma nikarim xwe nîvmirinê daynim.
lê sewa çi ye evqas fikir, hesab, geremolî, trafîka jiyanê, çûyîn, hatin.....
?
yanî çi?
sewa çi?

Murathan Mungan, melayê Cizîrî, Hesen Zîrek, Geometrî, Şêxê Sen'an, Instagram, projeyên statîstîk, Ahmet Kaya, Atilla îlhan, axaftinên li ser helbestan, faiz problemleri, Messenger, xeberdanên li ser feqîrtî-zengîntiyê, Mele Ebdullahê teraşî, payîz, çarşef, Parka şaredariyê, navçeyên Agirîyê, eskerîyê ma salek, afedersiniz bey efendi çantanız açık kalmış da dilerseniz ben kapatabilirim, keko devoka serhedê de em jê ra dibêjin "alîyê kalî?" yanî "kîjan alî?".....
sen kürt asıllı mısın?
-hayir, kürt asıllı değilim, kürdüm.
-yanî tu kurmancî zanî e?
...
getirdin mi anahtarı?
abi ofiste tek başına çalışmakla olmaz bu iş.
...
kurko dîno ewrê reş e li ser çiyan e..
te qe îro çi kir?
mala me ber mala we ye tb tenê sebra min bi te tê,.. yaw ez timî dewama van herdû strana bîr dikim.
-tu van roja her tiştî ji bîr dikî. Te îro jî li ser derî anahtar bîr kiriye tu çûyî.
ez wek berê bûme erê.
...
afedersiniz şimdi hangi sayfadaki şiiri okuyor?
134.
teşekkür ederim. Kitaplardan kalmadı mı?
maalesef, yarınki etkinliğe gelirseniz alırsınız.
tamam.
....
min sibê zû da tişte nexarîye mamoste.
kuro tu çima wisa dikî heyfa te.
..ku ez hatime Stenbolê, ezê te kêr bikim welle.
...
keko vîllage çawa tê xandinê?
yaw tu çi dikenî? Ez nizanim ha! Vîlleyç? An vîlliç?
Whose? (Wos?)
yaw dewr dewra nezanîna min a îngîlîzîyê nîn e haa her kes idî inglîzî zane.
divê ez hîn bim ji min re şerm e.
Nekenee!
...
-keko, tu ji şevan hez dikî an bi rojan?
-ew çawa pirs e?
-bersiv bide..?
-ji rojan hez dikim, tim ronahî ye. Lê tu?
-na ez êvaran hez dikim. Xazika şev dirêjtir bûyana. Şev xaş in.
...
hinneya destê te jê çû?
na iha hê sekinîye.
ezê dîsa bikim.
....
te dît kurê mam Celal çiqas xaş bi îngîlîzî dipeyive.
..te pirtûk xand, ji min re rexneyên xwe bêje..
xwezî îsal qe zivistan nehata. Par zehv sar bû îsal ez qaçaxê zivistanê me.
erê qaçaxê zivistanê.
...
sıradaki şairimiz katalonyadan.
(pîî ewî nogo Îspanya. Go katalonya. Eferim wî ra. Lê eger ku ew helbestvan, ji başûrê Kurdistanê bûya, yê bigota kuzet Irak..)
...
ee Antalya işi iptal olduysa şimdi ne yapacaksın? Üç haftalık tatilini kullanacak mısın?
-şimdi Kütahya'dayım, kuzenime geldim, evet üç hafta gezeceğim, sonra gelecem oraya.
-iyi yaparsın, senin sesin niye iyi gelmiyor? Moralin mi bozuk?
-hayir tam dışarı çıkacaktik sen aradın.
...
ey lilişan ey lilişan gülmüşem ağlamışam, bir tuhaflık olmuş olmuş dünyanın hâli.
...
keko li cem me em nabêjin "ğedar"
em dibêjin "xedar"
ne ğem, xem....
... di kurdî da ğ tine ye.
de here loo.
...
devoka serhedê, ya Amedê zengîntir e.
-keko tu evê ji dil dibêjî? Ez şa bûm haa ku min ji te eva bihîst.
-erê ez dil dibêjim. Jixwe li Diyarbekirê kêm kurdî tê axivîn. -mixabin-
...
abicim yokuşu çıktıktan hemen sonra bırakacaksın çocuğu.
...



13.10.2017 02:27 ~02:55 | bûtîmar

119. ez îro sekan bûm. eva demeke dirêj e li ser singê min da hezar peyv, bûyer, fikir û pirs şer dikin.
Lê îşev şeveke sekan e. lê dibe ku eva jî sekinandina pêşiya şerrekî nû be?
na lo her tiştî di hişê xwe da bavêje. Nefikire. Her tişt di hişê te da ye. Ma tê emrê xwe pûç kî

siya şevê, serhildanên Agirî, kayyûma şeredariya Bazîdê, lîsansa bilind, kent meydani, Xelefê Êzdînşêr, mîr Bedirxan, Cîzîr, Amed, şerê Xendekan, asoya helbesta Kurdî, înstagram, cv, referans Hoca, şilî, mij, başûr, katalonya, negredo..

çok ayıp ediyorsun, bu saate kadar kaldın, şimdi kalkıp gidiyorsun. Bu gece burda Kalamaz misin?
bak sana bağlama da çalarım eğer kalırsan.
bağlama dut ağacı.
-hayir gitmem lazım. Arkadaşıma söz verdim.
-stran....
-tu nikarî min bikujî. Tu ni-ka-rî min bi-ku-jî. Sen beni öldüremezsin. Bu şarkıyı söyleyerek beni öldürmek istiyorsun ama beni öldüremezsin.
....
tu li kû yî?
ez rêdanim têm.
hê li stenbolê derneketime.
temam, ez ê li sûkê hêviya te bim, tu hatî xeberê bide min em tev derbasê malê bin.
-efendîm?
ah.. ben çarşida seni bekliyor olacağım, geldiğinde haber ver, birlikte eve geçelim.
.........

keko duh êvarê heta ber destê sibêzû ez ranezam. saet tam 04:00 an de ambûlansek li ber derî ra derbas bû. li pey ambûlansê va jî qîzeke ciwan nazik nazik direviya.
baranek hûr hûr dibariya. lê porê keçikê qe şil nebibû. Te digo qey baran ji bo ku porê wê keçikê
şil nebe wisa kubar kubar dibare. keçik jî wek şilîyê kubar direviya.
lê îfadeya rûyê wê da tirsek, telaşek hebû.
êşiqa lembeya soqaqê sûretê keçikê wisa xaş ronahî dikir, min go qey êşiqa tavehîvê a zer e.
.....

min pênûs derxist û ew bûyera di deftera xwe da nivîsî.
....

aa sen sigara mı içiyorsun ? Sen sigara icmezdin?
-iki gündür içtiğim sigaranın ve biranın haddi hesabı yok endezyar.
-neden o kadar içiyorsun ? ya şarap?
-hayir ben şarabı mutlu olduğum zamanlarda içerim.
-ah.. mutsuzsun.
....

na na me celaliya me îxanet nekir. Heft milê Celalîyan hene. Ji wana yek jî eşîra kotî ne. Gencê kotîyan lêdan birayên xwe ên kurd kuştin. Di sala 1929 an de. Li agiriyê.
kuro kurmanc hema wisa nin. A te wê rojê nedît Pavel Talabanî......
-ax Welleh de idî bes e. Te dilê me werimand. Îmana min da be dilê min werimî.
-ez ê kurdtîyê îstîfa bikim..
......


- gece bizde kalmayarak ayıp ettin.
- ben kalmaya gelmemiştim ki.
- o zaman bir ara kalmaya gel.
- bakarız.
- sen o çocuklari gerçekten hiç tanımıyor musun?
- hayır orda o an tanıştık.
- ben senin aramanı beklerken, sen gidip hiç tanımadığın insanlarla oturup sohbet ettin he?
- öyle işte unutmuşum. biraz da yürümek istedim. Sen ne yaptın?
-bekledim bekledim bekledim yine bekledim ve yine bekledim. Sen aramayınca ben de dışarıya çıkıp gezdim gezdim sonra tam eve geçiyordum, sen aradın... Gözlerine ne oldu ? Göz kapakların çökmüş.
- bêdengî...
.....

- bavê min tu silamet î? çi dikî? te xêr bû?
- baş im bavo tiştek nebû, min şixwe geriya mi go çiqa hun çi dikin.
- de baş e.
- ka telefonê bide ciya min.. inê min wê rojê di tirşikê da behsa te kir.
- heehh ? Te çi nivîsî?
......

- oğlum ben bağırmak istiyorum.
-saçmalama oğlum.
- lan valla içimdeki birikmişliği dışarıya atmam lazım.
- êja ma dolmuşun içinde içini dışarıya atacaxsan?
- lan valla özlemişim ha Diyarbakır ağzını.
.....

hızlı tren yolculuklarını çok seviyorum.
Fransızca çok zor bir dil.
kendini ezdirmeyeceksin.
insanları yönetmeyi bileceksin.
min bêriya memleket kir.
tu çima wisa durgun î (sekan î) ?
sen bağışıklık kazanmişsın artık haa.
sanatçı, öldüğü zaman mutluluğa kavuşabilir.

.....
mamoste! idî ez nikarim. ez li hemberê jiyanê pir zeîf û jar ketim.
....
ilk defa nesnelerle konuşmaya başladım!
...
şiir yaz şiir.
bunu şiir kurtarmaz mamoste.
....

kendine iyi bak endezyar.
görüşürüz.
görüşelim di mi ? Evet görüşelim.
-evet.
....

- senin şiven var ama neresi olduğunu çözemedim.
- ben İtalya'nın Patnos kasabasındanım.. şaka şaka Ağrı Patnos. Bir keresinde birini acayip kandırmıştim böyle dalga geçmiştim.
- sonra da kurdçe bir kaç kelime söyleyip, İtalyanca diye yutturmustum. Kim bilir o adam nerde ve ne zaman patnos'un Ağrı'da bir ilçe olduğunu öğrenip bana küfürler yağdıracak..

.....

em dostê hev bûn keko, min rojekî çima hevalê wê ê kurîn rexne kir, wî çaxê da ji min ra xever nade.
lê em dost bûn yaw.
-lêê wisa ye wisa.

.....

dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
tirba min çêkin dilo hewar bin Dara gûzê..
Keko em dibêjin gûz lê hinek dibêjin gwîz. gwîz daha xaş e bi ya min.
- apê Hesen apê Hesen min gûzek dizîî
em piçûk bûn zûgotinokeke wisa hebû.

.....

sanatçı dedin mi acı çeker.
.....

ne yapacağımı bilmiyorum.
iki seçenek var ikisi de acı verecek ama birini seçmek zorundayım. Ne kadar kötü bir durum.



29.10.2017 01:15 | bûtîmar

120. Ez hatim, niha li ser maseya sê kurmanca rûniştim.
sê kurmanc; yek ji cizîrê, yek ji erzîncanê, yê dinê jî ji Wanê ye.
sê kurmanc in lê hersêk bi Tirkîtî; mala minê bi tirkîtîya îstanbûl tirkçesî va behsa yûnis emre dikin.
tansiyona mijarê bilind bû, yekî dengê xwe bilind kir, min jî bona ku ortamê nerm bikim, laqirdiyek kir mi go bêhna xwe fireh ke bira.
çavên wî fire bûn, bi Tirkî go "anlamadim, bir daha tekrarla" (dubare bike)
min dubare kir, disa çavên xwe firehtir kir go "anlamadim, tercume et" (tercume bike, wergerîne)
min şaş mam ji ber ku ev geda xelqê Wanê ye û ez wek navê xwe jî zanim ku bi kurmancî jî zane.
hê wê rojê ji min ra Kurmancî xeber dabû.

neyse min wergerand, mi go "gönlünü ferah tut" çavên wî firehtir bû, go ez? Mi go şaka yapiyorm yaw (ez laqirdiyan dikim)

welhasil ez dixwazim bêjime wana da heta hun behsa "sevişme sahnesiya" fîlmên Yunis Emre vs dikin werine eslê xwe , melayê Cizîrî heye law!
hun çi dibêjin?

sê kurmanc, haja wana ne tiştên di hişê min da heye, ne jî haja wana ji wan..
êja dergah ha dergah.

neyse min zehv xeyba wana kir. Lê min nenivîsandaya ezê dînbûma.

wey ca werin binêrin, dest û dev û çavên xwe çakî dikin!



04.11.2017 16:55 | bûtîmar

121. Bi wan çavên kesk şitexilî û dilê xwe vekir. Û perengekî agir berda nav vî dilî
Ti kes nemir, lê ti kes sax jî nema!
Ti kes nemir, lê ti kes sax jî nema!



04.11.2017 23:43 | gumgumok

122. dîsa li ser skype, dîsa dûr.
Çavên xurbetiyê kor bin.



05.11.2017 01:18 | gulêê

123. çûm û têm
li Stenbolê Aso digerim
Çi pêjna wê çi jî bêhna wê
êvar dibe dîsa tên li ser Skype
Aso xuya dike lê bêhna wê nayê!



05.11.2017 01:27 | xelefêserhedî

124. -- êvareke seşemeke mijdareke sar--

***Kurê min, di nav zarê xwe da, ez en zehv te dime ber dilê xwe. ku tiştek were serê te, ez ê çi xalîyê serê xwe bikim. Ezê li kû da herim?..
-wisa nebêje inê.


***bu işe seni almak istiyorum ama işimiz çok yoğun, ben sana fazla yüklenmek istemiyorum çünkü sana ağır gelebilir.. sonuçta meslektaşız, ikimiz de mühendisiz..
-doğrudur.

***kuro ez şerm dikim simbêla te binêrim.
-simbêla min rind e rind nesa? min ji te ra helbesta melayê cizîrî şandibû, te xand?
-erê zehv xweş bû, spas dikim..

***yaşadım bir kaç bin yıl, acılara tutunarak
acı çekmek özgürlükse özgürüz ikimiz de.
xelqno li min kin şîretê, ew dilbera zêrîn kemer
min dî di halê xefletê, hat der ji bircê wek qemer

***bavo, em ê li elcewazê wê zevîyê bistînin, ça jê kinê? ha tu îllaqim dibêjî em ê bistînin, sê-çar dolima em ê ber devê behra Wanê bistînin, bes e.


***tanıştığımıza memnun oldum.
-siz kürt müsünüz?
-evet.
-pîrîm ne demek?
-prim mi?
-hayır pîrîm pîrîm
-haa
-evet, alevi kültüründe...


***Kuro Çeto te çi kir?
-îmge îmge abê. Wana ez firotime du îmgeyan. Du îmgeyên bardaxê cam..
-kuro ew mesele wisa nîn e...


***abi ben bugün akşama doğru bir iş görüşmesine gidecem, yemeği de dışarıda hallederim, sen ye. evde de bir ekmek vardı.



***Kurê min, ez qurbana te bim.. qubana te.. dengê te çima wisa nexaş tê? Te nan xarîye? Tu li kû yî niha? Tu çima tiştê boş ra hişê xwe diwestînî? hişê xwe bide serê xwe, bêna xwe fire ke, qubana te, xweda padişah e, xweda mezin e. A Welleh Welleh meriv çi ji xwedê bixaze, xudê dide meriva.
-erê inê rast e wisa ye. Ez baş im, teze rabûme loma qey dengê min wisa tê. hişê xwe min va newestîne kewgozelyê..

***
-tu çi dikî?
-senin gönderdiğin şiiri dinliyorum.
-keşke o şiiri sana göndermeseydim.
-hayır, acı da çekiyorsan, kaliteli çekeceksin.
-ne diyeceğimi bilmiyorum.
-mürekkebin çaresizliği karşısında susmak lazım.
-evet, bazen öylece susmak...
-şiiri çok güzel okumuşsun.
-yarı ağlayarak okudum onu.......


***ez kîngê te ra têlefûnê vedikim, ku em çar deqa xever din, sê deqê wî da tu behsa nekişandina şebekê, tinebûna qontora dikî. Bes e bes. Vana derbas be, dûrima kurê te çane?


***sen ağrılıydın di mi ? Kürtlük var mı sende? Yok sen Kürtlere benzemiyorsun hiç (Ey rojnivîsk! idî birastî jî îmana min ji vê pirsê çû. Her roj her roj ev pirsa hanê li min dipirsin. Ez pirî bi vir keniyam û min dilê xwe da da xevera idî westiyam.
-Evet benzediğimi söylerler ama kürdüm.
-ama hiç benzemiyorsun.. Kürtler esmerdir. Sen ağrı'nın Kafkas Türklerine benziyorsun.
-eeeeeehhhh yettiniz artık ulannn sana ne lan benim milletimin ne olduğundannnnn it! (Eva dengê hundirê min e lê)


***makale, Talisca, Ales, Barzanî, petrol, cem Karaca, watsap, asoya helbesta Kurdî, melayê Cizîrî, Ahmet Kaya, tirsik.net, rojnivîska tirşikvanan, westiyam.


**ne zaman sevdiğim insanlara yürüdüğüm zaman, ben hep üşüdüm.
yazda, kışta, baharda, güzde..
ama mevsimsel....

***idî tilîyên min nagrin. Çavên min û hişê min jî westiya. Ezê xwe nîv-mirinê daynim.



08.11.2017 01:30 | bûtîmar

125. ***
Bejna te darexî? zirav
de li xwe ke wan kincê zirav
destê min bigre bike dîlan..
gönlümle başbaşa düşündüm demin
artık bir sihirsiz nefes gibisin...
artık sen de her kes gibisin.


***
-sende de koku sendromu oluyor mu mustafa?
-o nasıl bir şey abi ya?
-mesela diyelim ki bir kızı çok seviyorsun ve onun belli bir parfümü var. Sonra o kız seni terk ediyor, aradan uzun zaman geçiyor; 2 yıl, 6 ay, 5 yıl , 10 yıl.. sen hiç beklemediğin bir zamanda hiç beklemediğin bir anda o koku bir yerden gelir.. mesela kalabalık bir caddede yürürken.. birden etrafındaki bütün insanlara bakar ve o kokunun sahibini ararsın ve bulamazsın tabi..
ve kalbine o an öyle ağır bir his oturur ki ne yapacağını şaşırırsın.
işte ben bazen öyle oluyorum..
-evet abi ya öyle bir şey var hakkatten.
-bu sadece bu konu için geçerli bir durum değil.. memleket hasreti için , çocukluk anıları için .... de geçerli...


***
para peşinse cehennemin dibine kadar nakliye yaparız biz.
-tasavvuf strese iyi geliyor bence.
Seyhim adım kara listede eyvah.
Görünmüyor hicret yolunda vaha
Açamam açamazsın açılmaz şeyhim.
sıfırın içinde bir delik daha


***
mamoste babamın mezarında ilk defa ağladım. Hem de hüngür hüngür. Dedemin mezarının yanında iki taş gördüm. O taşları gördüğüm an gözyaşlarım toprağına döküldüler. İçim de rahatladı biraz.
Ve o an annem iki kolunu açarak bana doğru koşmaya başladı.
sanki o an havadaki bütün o oksijen elementleri, tozlar, yollar, mezar taşları, toprak gökyüzü.. her şey annemin eteğinin peşinden püskürüyordu..
ve annem bana öyle bir sarıldı ki anlatamam.
-peki ya annen ölürse?
-bêdengî...


***
-tu ji kû yî?
-ya ez li manîsayê mezin bûm?
-tu li vir dixwînî? çi dixwînî?
-belê, ez li zanîngeha mîmar Sînanê tarîh dixwînim.
-dur tahmin edeyim kaçıncı sınıfta olduğunu... 3 mü yoksa 4 mü?
-ya ben uzattım, bu sene 5.senem..
-bibore, te got malbata min li Manîsayê ye erê?
-erê? ji navçeya...
-hmm.. bibore, paşnava we çi bû?
- Ar...
-hmm..
-çi bû? rengê te guherî?
-erê, ez barikem te nas dikim..
-waa çawa?
-ez û tu em dijminê hev in, divê ez niha demaçeya xwe derxim û te bikûjim. paşê yê derê nûçeyan; Istanbulda genç bir kadın çalıştığı yerde vuruldu.
-haha.. (ken).. erê dijminên me hene lê... de bêje ka tu li kû min nas dikî? min zehv meraq kir...?
-esas ez te nas nakim, lê dibe ku eqrebayeke te nas dikim..
-lê kê?
-stranên dengbêjî hez dikî?
-mijarê nehuherîne, de bêje tu kê nas dikî?
-li serhedê; devedora Mûş, Agirî û Wanê, tu li kê/î pirs dikî, yan dibêje Şakiro apê min e, yan jî dibêje Şakiro hevalê kalikê min bû..
-erê lê îddîayeke min a wisa tine.. tu çima nabêjî ku tû çawa me nas dikî?
- (.......)
-na dibe ku ew eqrebayên me bin, ew dijminê me ne..
-himm


***
***
- sen Türkçe'ni hiç geliştirmemişsin..
- sen de İngilizce öğrenmiyorsun ama dustumm!
-öğreneceğim.
-sen hep zamanda bu cevap veriyor bana ama sen hep tembel.
- evet, ben tembelim.
- eğer sen ne zaman İngilizce öğreniyor, o zaman benim ile kurdler hakkinda her şey konuşabilirsin.
- ah dostum, bizim kurd tarihi o kadar karışık ki, ben Türkçe ve Kürtçe bile anlatamam sana
- 1. Dunya savaşinda her millet devlet yapti ama sizin devletiniz neden olmadı?

- ah sana ne diyorum! anlatamam ve sen de anlamazsın zaten. Çünkü Türkçe o kadar iyi değil. Cok parametre var Amana tek bir kelime ile açıklamak istiyorum : ""ihanet""

- o nedir?
- ah ah dur turenge bakayım.
- seni çok iyi anlıyorum dostum. Çünkü bu bizde da hep vardi.
-bir de biz birlik olamıyoruz.
-birlik? ne demek o?
- ax ax ax ax bu konuyu kapatalim lütfen lütfen. Ben çok yoruldum.
- tamam dostum..


***
***
-bira melayê Cizîrî çi gotiye zanî?
dibêje "her dilê sotî bi ulfê, yar ne derman kit bi zulfê. Ta ebed ew bend di qulfê, işq derdê bê dewa ye"
qulf zanî çi ye? berê, bona ku birînên kir bidirûtana, çengeleke mezin bikar anîne. A navê wî qulf e.
lêêê..
ewa birîna me Kurdan jî idî wîsa kûr bûye, idî qûlf jî têrê nake ku em birîna xwe pê va bidrûn.
yanî derdê bê dewa ye haa.
- bêdengî...


***
yaw İstanbul yaşanacak şehir değil haa.. burada hayata tutunmak gerçekten çok zor. A bak adamlar sokakta uyuyor.
biz durumunuzdan şikayetçiyiz ama baksana adamlara...


***
***
- ben kendimden kaçıyorum mamoste. Baksana halime. Bir haftadır elbiselerimi bile çıkarmamışım.
- peki sen insanlara karşı o kadar açık sözlü davrandığını söyledin ya, hani hoşlandığım bir kıza direk söylüyorum, maaşımın az olduğunu düşündüğümde direk söylüyorum ve bu beni eskiltiyor dedin. sevdiğin birine onu sevdigini söylemek neden insanı eksiltir ki?
- ya ben uzun cümlelerle süsleyip uzatamıyorum ve karşımdaki insanlara bunu aktaramıyorum. Mesela ben biraz önce bir arkadaşa bir şey anlatıyordum, sen dedin zaten o dinlemiyor seni. Birak da buna ben karar vereyim.... İşte insanlari bu kadar basit yargılıyor ve atıyoruz. Mesela sen gittin, uzun bir ara sustun. İnan da 5 ay sustu. Halil de 3 ay sustu. Ben de sadece durdum ve izledim.


***
helbest:
....di hindirê şikeftên teng da hepsî ye ruhê min..
bixu bixu xever didim ez...
.......
eger ez bi şevan, di paşika xwe da welatê xwe razînim, wî çaxî şevê bibe şev.....



***
***
- en son ne zaman onu gördün?
- üç hafta önce.
- gözlerini iyice aç ve bana bak. Ben senin gözlerinde onu ariyacagım. Bana bak...
- hayır hayır benim gözlerimin içinde çok kötü şeyler da var..
- ben onu arıyorum.
- sen mecnunsun. Babaannem her zamanda senden bahsediyor. diyor Mecnun ne yapıyor..
- onu gören gözlerinle kötü şeyler yapma!..


***
-eloo
-aylo ha kewê, keremke..
-tu çi dikî bavê min? Ez qurban..
-ez baş im inê, stenbolê me, ez ê îro vegerime cîyê Xu. tu çanî?
-wele xaşiya te qubana te.
-inê ezê niha non bixum, paşê çûme malê em xeberdin...
-temam bavê min. haj xwe hebe, neçe ser behrê..
-temam kewgozelyê..


***
- deprem Irak'ta olmadı, Kürdistan'da oldu.
- yani insanlık için dua edelim.
- evet ama mesela Gürcistan, Rusya değildir. Doğru mu?
- bêdengî.


***
billeh çi teb'et ademî
yekser dibêm yek alem î
deryayê qaf û qulzem î
yan çerxê gerdan î mela

Düşmüşüm kaldır
Mihnetim oldur
Ağlarım güldür
Derman sendedir


***
***
-ben doğuyu sevmiyorum, onun için zorunlu görevin dışında doğuya gitmem.
-evet, işinize geldiği zaman vatan toprağı diyorsunuz. Ama oraya okumaya ne çocuğunuzu yolluyorsunuz ne de kendiniz geliyorsunuz. O zaman bana vatan toprağı deyip durmayın.


***
-tüm kardeşlerinin isimlerini hızlı hızlı sayabilir misin ?
-buna ne gerek var?
-sen kaçıncısın...


***
- tu ferhengoka min î.
- waayy gecenin sözü. Bunu günlüğüme yazacam.
- gerçekten mi?
- tabii ki de. Bu benim için çok büyük bir şeref.
- birinin sözlüğü olmak çok güzel bir şey olsa gerek..


***
mihemed arifê Cizrawî, radyoya Êrîvanê, mirûstang, azerî, Ales, îngîlîzî, ...so that...
tirşik.net, nivîskarên girêdayî, cinorek...
oy xezal, li ber destê şefeqeke şev-payîzîn...
Mehmed Uzun, cümlenin anlam bütünlüğünü bozan cümle. Kirmaşan, erdhej, nanê tenûrê..


***
sen sabahtan akşama kadar o odada ne bok yapıyorsun?
- hih...



16.11.2017 04:13 | bûtîmar

126. îro sifte bi kesekê başûrî we rûniştim û me li seûlê li lokantayeka tirkan nan xwar (adana kebab) û me qehve vexwar.
îsmail.
ji bajarê xaneqînê ye. lê feylî ninû. soranî ye.
22 sal bûne li koreya başûr dije.
dibeje
mele bextiyar pir idealîst e. di xeyalan de ye.
behrem salîhbaştîr e.



21.11.2017 19:31 ~19:32 | cinorek

127. Îro çumê şaxa eskerîya amedê ji bo karên xwe yê taloqkirina eskerîyê ez pêşîya şandeya tenduristîyê (saglik kurulu) bum. Wek min pir kes ji bo ku bikevin heyetê hatibun, hinek esker hinek peya hinek ji bo ku çuruk bistîne , anjî taloq bistîne hatibun hinek ker jî ji bo çawîşîya pisporî bikin hatibu.

Min dît xortek ku bi giranî astengîya zîhnî pêre hebu li gel dayîka xwe û birayê xwe re bu min silav daye min hinek heneka kir xortê astengder re û min rewşa wî ji kekê wî pirsî min jî qala xwîşka xwe û astengîya wê kir paşî yekî din hate nîk me û ew jî dest bi axiftinê kir vêca tirşîk min jî pirsî ka te xêrê çi nexweşîya te heye çima hatî hinek sekînî go ez ne nexweşim ji bo çawişiya pispor hatim min go tu ji ku yî go ji wanê me mi go me ne şerme dê bibî uzman dê kevî şer însana dê kujî heyfe guneh e ew jî gote min nizanim kar tune dûre hevalê din jî behsa xirabîya şer, eskerî wan tişta kir lê tabî xuya bu ku mesele ne bêkarî bu axiftin dewam dikir min nihêrî ciwanê wanî behsa vatan sevgisi kir go "bizim aile de askerlik genetik tir 4 tane amcaoglum uzman kardeşim askeri lise de okuyor bizde herkes uzman çavuş oluyor" hwd wek hûn taxmîn dikin ka dewama wê çawa bu axiftin dewam dikir lê min nêrî ka çawa mêjî, namus û hişê wî çawa winda bubu min bi hincetek xwe ji wan dûrxist dema dora min hat ketim heyetê belgeyên xwe da paşî derketim çum nimêjê paşî hatim min raporê xwe girt çum ji wêrê .

Paşî dema derketinê min dîsa nêrî çavê wî min dilê xwe de go gunehe jare min nexwest tiştek nebaş bête serî lê paşî gotina seyda hate bîra min "zarara kendi rizasiyla girene merhamet edilmez ve layik da degildir." Wiha ye tirşîk îro eve hate serê min nizanim mirov zindîyek çawaye taybetî însan çawa dikare ewqas tiştek rezîl qebîl bike û fikra xwe jî sedî sed biguherîne.



22.11.2017 18:54 ~19:00 | azad30

128. k. ez e. bn. ezê bm.
d. x. we h.
m. j. n. w. be.
Lê e. j. d. m. hat.
j. Çima e. Z. N.
r. H. W. X. Li s. Wê d. t. D. Q. H. Ji c. A. wir
ma d. T. Dike?

huşşş.



25.11.2017 04:46 ~04:48 | bûtîmar

129. seftek ji seftan, dîsa dereng şiyar bûme. Her çiqas êvarê bibêjim ez ê sibê zû biçim pirtûkxane jî -lanet li çavê şeytan- ez nikarim zû rabim. Çaxê ku şiyar bûm, bûbû nîvro. Avek li serê xwe kir, ji xwe re hêk qeland. Hin fêkî avêt çentê xwe û min rêya pirtûkxane girt.



25.11.2017 16:00 ~18:05 | gulêê

130. Îxtimalek pir hindik heye ku li googleê di ser iş kevim.
Dive mirov zêde xwe kan neke lê disa jî xew nakeve çawên min.
Ya qebûl bikin. Ew heyecana işte...



25.11.2017 16:39 | cinorek

131. Berêvarî derketim derve. Bi erebé çum sûkê. Her der sar bû. Ji ber ku kumé min tunebu ez çum mi quhdankek ji xwe re kirî. Pédiviya min bi kumé ku tecawîzî poré min dike nîne. Guhê min jî germ dibe. Wisa baş e. Paşê ez çum mi heft cot gore kirî. Hinekî li sukê geriyam çum kolanén ku mirovan difetisin. Béhna min bi hebuna wan derket. Aciziya min çû, kêfa min hat. Ez jî bi wê kéfé hêdî hêdî ber bi malê ve meşiyam.



26.11.2017 00:44 | hêvî

132. Piştî jiyîna bi 3 zarok, 2 pisîk û kuçikekî re min ferq kir û heyatê de nikarim di mala xwe de kuçikekî xwedî bikim. Yaew tu derî vedikî, dikevî hundir kuçik kurê kuçika xwe dibavêjê ser te. Erê zanim, hij dike le qurbana te ka ji bin piyan here. û tu piçekî rû bidî har dibe, ev çi yaew. Her dem yek li bin qûna te, te bêhn dike. Qet ne xweş e hilmi bunu beğenmedi.
Ma pisîk wisa ne, qet yalaqalixê nakin, jiyana xwe dinêrin. Tu dixwazî wan hij bike ew rû nadin te. Tenê çaXÊ xwarina xwe sÊ çar miyawan derdixin wekî din tu tişt ne xema wan e.

Hûn ê bibêjin mirovên normal rojnivîskên xwe êvaran dinivîsan, kula te çi ye? serê sibehê dinivîsî.
Ez ê jî bibêjim welle ji derdê vê xewê jiyana min serûbino bû.



28.11.2017 10:03 | gulêê

133. îro ji bo dersên zimanê Rûskî bi polê re ketim dersê, -ji ber ku ez dereng hatim Moskovayê, ji bo demeke bo ku bigihîjim polê mamosteyeke dersên yek û yek dida min.
Di pola min de, sê Koreyî, Çîniyek û Fransizek heye. Dema ku min axaftina Koreyiyan bihîst ji dilê xwe got eV FEQÎRÊ cİnorek ÇAWA VAN DENGAN DERDİXÎNE. Dibe ku zehmet be. Ji nav wan koreyiyan tenê yek biçekî îngîlîzkî dizane, ên din re çat û pat Rûskî xeber didim. Mamosteya me jî jinikeke xweşik e, îngilîzî baş nizane, ev tişteke baş e. Ji bo ku em peyveke fêm bikin gelek mînakan dide. Ca em ê binêrin çi dibe çi nabe...



04.12.2017 19:08 | gulêê

134. tişt miştên wisa.. tu xwedê ji min bisekine..



09.12.2017 02:19 | bûtîmar

135. Xwarina humusê min heft sal berê li erebistana seûdî xwaribû xweşiya min çûbû. Îro hevaleke minî felestînî ji xezze yê ku heftiyek zêdetir e gotibû ezê werînim û ji bo min anî. Min ne zahf lê têra xwe xwar. Xweş bû. Efsanevî nîn e lê bi rastî xweş e, cuda ye.

Dîsa hevalê min behsa xwarina felafelê kir û got xwarina me ya herî navdar e, gelek xweş e. Min dawet kir got rojek emê biçin bazarê bixwin? Min jî got dibe ku emê rojek guncan de herin bixwin. Heke emê herin û bixwim ezê li ser wê xwarinê jî binivîsînim.

Vêga camêr şîraniya loqmeyan ya girover aniye û em wana dixwin. Tenê çaya me kêm e.



11.12.2017 00:59 | bilbilê dilkul

137. Berîya çûyîna Kurdistanê, min go ca ez herim li kolana herî navdar a Moskovayê a bi navê Арбат piçekî dem derbas bikim.
Geriyam û westiyam jixwe hewa pir jî sar bû. Ketim dikaneke xwarinê ku doner çêdikin. Dema ketim hundir dengê strana Rafet El Roman "yalancı şahidim" dihat. Ecêb hîs kir ya bi rastî.

Piştî xwarina donerê, min dît ku wek şîranî pexlewe heye. Min go ca tehma wê binêrim. Û min ferq kir ku xebatkarekî vira pir dişibe kurda wisa reşik e yanî haaa!!
Çûm ber bi dezgeh ve wek ku li şîraniyan binêrim. Paşê ew lawik hat û got fermo hûn çi dixwazin. Min jî lê nêrî û pirsî, tu kurdî zanî? Ecêb mabû, got a erê, berdewam kir tu çi dixwazî? min go ca çakî û peklewe bide min. Û vegeriyam cihê xwe.
Piştî demekê di destê wî de caydankekî piçûk û sênîka pexlewe hat. Firax danîn ser masê, li min nêrî û dest bi pirsîna pirsan kir. Tu ji ku derê yî? Te çawa zanibû vira cihê kurda ye? Tu li vir çi dikî? Va bû ku çiqas ku tu li van dera yî? Û wek pirsa dawî, navê te çi ye?
Min bersiva hemû pirsan da. Û wek bersiva dawî min go navê min Gulê ye. Bi dîtina min bextewar bûbû û ez jî hîn bûbûm ku navê wî Hiseyn e û ji Agirî ye.
Û beriya vegerê got, ger tiştek lazim bibe, bêje



01.01.2018 17:22 | gulêê

138. îro servîsa acîlê ji bo nexweşekî telefon kir: li nexweşxaneyek taybet emeliyat bûye berî 2-3 heftiyan û niha cihê birînê werimîye û edab jê diherike.
ez çûm ku birînê vekim û edabê vala bikim. min nexweş stand odeya pansumanê û nasên nexweş (2 kurên 20-30 salî û jina wî ya navsere) derbasî aliyê din yê paravanê kirin, da ku nebînin.
piştî min destpê kir, wan jî destpê kirin di navbera xwe de biaxivin.
gelek kes dema cara ewil min dibînin, texmîn nakin ku kurd im. (heta carekê li stenbolê, pirtûkfiroşek ji ber tîp û axaftina min got gelo tu ji ewropeyê hatî? min got, na kurd im belkî ji ber wê te wisa zen kiribe. û mehdê wî guherîbû.) neyse, tirkiya min jî ya tirkiya stenbolê ye yanî ger bi qestî nekim, bêdevok diaxivim. ji ber van sedema wan jî gotin qey bi kurdî nizanim û loma bi kurdî di nav xwe de xeber didan.
ji ber ku bi dengekî nizm diştexiliyan, min her tiştî fêhm nedikir lê yek ji hevokên ewil yên jinikê ev bû "min çend heban diziye ji doktoran..."

min got herhal min şaş bihîst lê min jî guhên xwe bel kirin. dûre min bihîst ku jinik bi dengê nizm dibêje "meqes! meqes!" û piştî gotina wê min dengê xirandina amûrekî metalî bihîst/hîs kir. min texmîn kir ku tiştekî dizîn.
min dev ji karê xwe berda û derbasî aliyê din yê perdeyê bûm. mîna ku li tiştekî bigerim min çav li derdorê gerand. li wir kaseya metalî ya amûran hebû lê vala bû. li kêleka wê jî yeke plastîk û şeffaf û tije amûrên qirêj û devgirtî bû. nizanim ka kêm bûn an zêde bûn. ji ber ku ne karê min e paqijkirin, hejmartin û hwd. ya amûran.

dîsa vegeriyam ser karê xwe. di ber karê xwe re, min got gelo çi bikim. çi bêjim? wan tawanbar bikim? êê, ger bêjin tu derew dikî an jî îftîra dikî ez ê çawa îspat bikim. jixwe dawiya heftiyê ye û li vê qata nexweşxaneyê ji bilî me tu kesek din tune. te hew dît min lêdan jî xwar! neyse, min got ya baş, dema derdikevin ez bêjim "ez bi kurmancî dizanim û min gotinên we fêhm kir."

min karê xwe qedand û mîna ku dîsa li tiştekî bigerim, çûm aliyê wan. min dît ku di wê kaseya metalî ya amûran de, ku berî 2 deqeyan vala bû, niha amûrek heye. min fêhm kir ku gumanên min rast bûn. vêca nizanim ji xeynî wê, tiştekî din dizîbûn an na lê yekê danîbûn wir. îhtîmalek mezin ji nêrînên min yên gerok û ji tevgerên min, gumanê ji gumankirina min xwaribûn. min jî tiştekî negot lê heta ku wê derê terikandin, min wan tenê nehişt li odê.

welhasil gelek ji wan aciz bûm. wê her roj werin pansumanê. di normalê de, di rewşên wisa de her roj qeyda nexweşan çênakim ku zêde pereyê wan naçe. lê her roja ku ev nexweş hat pansumanê, ez ê jê re qeydek nû vekim ku pereya muayeneyê bidin. û di dawiyê de ez ê bêjim, ya baş hûn herin cem doktorê xwe. da ku bicehimin herin rihayê û li wir jî pere bidin. û ez ê li cem wan bi hemşîreyê re bi kurdî biaxivim ku bizanin ez bi kurdî dizanim.

nexweşxaneya me têra xwe baş e. ji gelek nexweşxaneyên taybet baştir e jî paqijtir e jî. lê dema min got, "ger hûn bixwazin dikarim nexweş razînim jî, lê dikarim derman binivîsim û we bişînim malê jî. hûn ê tenê werin pansumanê." jinikê dîsa bi kurmancî kir pistepist: "na na bila ranezê, ev der pîs e"

bênamûsno, diçin li nexweşxaneya taybet pere didin û emeliyat dibin û birîna wan enfeksîyonê digire. tên li vir ez pîsatiya nexweşxaneya taybet, paqij dikim û di ser de jî tiştên me didizin û behsa nexweşxaneyê jî dibêjin pîs e.

hestên min tevlîhev kirin welleh. ez jî ne evîndarê dewletê û sîstemê me lê ev jî bênamûsî ye yaw. dema tu vê tiştê didizî, li ser kê hatibe zîmetkirin, dewlet perê wê, ji wî kesî distîne. û jixwe ew amûr (klemp) ji xeynî xistina qûna xwe, wê kêrî tu tişta te jî neyê ha...


lêzêdekirin: îro nexweş hat kontrolê. di ber karê min re jinikê bi kurmancî pirs kir "xoce tu bi kurmancî dizanî?" û min got erê. peyvek din ji devê wê derneket.



06.01.2018 22:44 ~2018.01.11 20:54 | simurg56

139. Naçime qehwexane fîlan û bêvan lê Li stenbolê ez îro çûme qehwexaneyekî Kurdan ku yekî bîbinim. Ez ketim hundir, belkî têde hebû 50 meriv, destên wan de cixare dikişandin, nefesê min girt. Tev montên reş xwe kiribûn, por û riyê wan tevlîhev bû, xwe re Okey dileyistin. Dilê min sar bû, zûda ye gundiyên xwe min nedîdît, qe degîş nebûne, nêrînên wan, xeberdan û kena wan...
Kurdbûn sêva sor nebûya çi îşê me pê kelemê reş dibû köylüleri niçin öldürmeliyiz, Te fehm kir Okey?



06.01.2018 23:32 | mîr

141. çend roj e gurre gurek li guhên min tê.
hine cara xu davêje guhê rastê, hine cara çepê..
lê eva sê roj e di guhê min ê çepê da konê xwe vedaye.
gurrrrrrr gurrrrrrr gurrrrrrr
kêf kêfa wî ye.
çaxa ku ez xever didim û starana dibêjim deng disekine.
Lê ez şa disekinim, gurre gur dewam dike.
min ceriband mi go ezê bi dengê bilind pirtûk bixwînim, min xand, xand, xand..
lê heta kîngê?
ez westiyam..
min xwe teslîmê wî dengî kir dîsa..
gurrrrrrr gurrrrrrr gurrrrrrr...
gurreder!
paşê min go iha nabe.
ez wî dengî ra bûme heval.
min navê wî lêkir do dîez (do#)
Ji ber ku deng dişibe dengê notaya do dîezê.
ev do dîez, ji malbata meqama muzîkê a hîcazê ye.
yanî do dîeza nebîyê mala şêx hîcaz..
navê eşîra wana jî hîcazî ye.

do dîez, di guhê min de hepsî bûye.
xwe li wî alî dixe vî alî dixe.
dawiyê da min qirar hilda mi go ezê herim cer doktor.
sibetirê, hevalê min min ra dora doktor hilda, piştî nîvro min derî montê xu yê reş xwe kir, xu pêşa û li mal derketim.
lê hewa xaş bû..
tav derketibû û berf jî erdê tunebû..
heyata xu da cara ewil e ez li vir, vê mehê da berfê nabînim.
huşş! Em ê nezerî kin. Xudê îsal li me serhediyan hatiye rehmê..

ez ça deriyê baxçe derketime ser rê, min dîna Xu day otopêza xestê go vizzz ber min ra derbas bû.
min go we' lew dîsa revî.
kuro tu çiqas bê şans î!
te dîsa otopêz revand..

mecbûr ezê peyatî hinekî biçûma heta otopêz dihat..
nîzikê 500-600 mêtreyî peyatî çûm, rê da min azad dît.
6-7 meh ewil ez li ser rêya milazgirê di şantiyekî da şef bûm, azad û xûşk û birayên xwe dihatin li ba min, min wan ra çay çêdikir.. bîlye dileyîst,..

go abê!
ez zivirîm
mi go pî kuro! Azad! tu çitkî?
go abê baş im, tu manî? tu çûyî piştî te me zev bêriya te kir..
min destê xwe stûyê wî ra bir, min dêna xwe day, pozê wî, guhê wî sor bûne, cemidîye. Mi go kuro tu çi aha bê kinc digerî, qe tu nacemidî?
bi dengekî mehçûb go "na abêê.."
mi go "min jî bêriya we kiribû.. piştî çûyîna min, we çi kir?
go "abê piştî çûyîna te, du mihendizên teze hatine wira, herdu jî nebaş bûn, em kîngê diçûne li wir, wana berdidan me.."
paşê dewam kir go abê tu zanî ez jî dixwazim bibim mihendizê erebeyan.
mi go navê wî mihendizê otomotîvê ye.. eferim ji te ra.
paşê min dewam kir, mi go azad tu diçî qaçê?
go abê yêdî.
mi go dersên te çawa nin?
go zehv rind in. Turkça min zev rind e.
mi go ezê pirsekî te pirsim. "Niteleme sifati" çî ye?
go nitelemee.... Êêê Sifaat... himmm êlê..
mi go temam, ornekekî bide..
go immmm nîtelemeee Sifaat..
mi go temam temam Xu acis neke..
û min jê ra behsa nîteleme sifati kir..


paşê em li ber dikanekî ra derbas bûn, mi go ez ê boy guhê xwe, benîşt bikirim, were ezê ji te ra jî tiştekî bikirim.
min bizorekî ewa kaşê dikanê kir.
min go xu ra çi hildidî hilde.
ewî çû tişta herî erzan, tişta herî piçûk hilda..
neyse em derketin me xatirê Xu hevdû xast..
azad çû rêya xwe, ez rêya xwe..
lê tam li ber wê avgeniya ku ez 6-7 meh ewil li ber ra derbas bibûm û min tê da masiyekî dîtibû re derbas bûm, min dîsa lê nihêrî mi go gelo dibe ku tê da dîsa masî hebin e?
paşê min go kuro ew carek bû..
çima ça bûye..

neyse çûm îstgehê, hêviya otopêzê sekinîm,
zencîyek û yekî mîna Farisan bi balîcan va wira bûn.
wana rêya ku diçe aliyê Diyarbekirê pirsî min kirin. (Bi Tirkî) mi go ev rêya diçe agirî, eva diçe Mûşê, eva jî diçe Bidlîsê.
aliyê bilîsê va jî otopêzên Diyarbekirê derbas dibin, aliyê Mûşê ra jî.. lê aliyê Agirî yê beravajî ye.
gotin spas.. min xatir xast..
(birastî ez hinekî şaş jî mam.. zencî, serhed, zivistaneke bê berf, azad, Diyarbekir, agirî, bilîs, Mûş,.. ?)

neyse ez otopêzê siwar bûm, qoltixa min zev germ bû. meseleya hevaleke me ya ku çûbû moskovayê, li oyopêzê siwar bibû, dêna xwe dabûyê qoltix germ e, haw zanibûye ku jinika pêşiya wê qoltix germ kiriye lê paşê destê xwe avêtibû binê qoltixê, dêna xwe dabûyê binê qoltixan de boriya kalorîferê heye.. hate bîra min, ez keniyam.
lê vira Serhed e, ne jinik dikare qoltixê germ bike, ne jî binê qoltixê da borî heye.. ez rabûm min dêna xwe day, kalorîfera otopêzê dam binê qoltixa min da bûye.. zaten hewa jî germ bû. Qe şansê min jî tine ye. ku hewa sar bûya, ezê rastê qoltixa herî sar bihatama.
neyse.

ez ça otopêzê peya bûm, min dêna xwe day Omer! Omerê tartîcî! Keniya got "abê tartmîş kim?"
min go kuro ez kû da diçim, tu dertê ser rêya min *
te ez li meyteva xarzîyê min da pîvam; 74 kîlo.
te ez li bankaya Zîraatê da pîvan; 75 kîlo.
tu niha jî dixwazî min bikî 76 kîlo?
go na abê, kincê te va solê te jî hene. Wana jê derxe, tu 71-72-73 falan î.
mi go lew kuro.. lê te li xestê xêr e? Ma vir jî Milet Xu dipîve?
go na abê, ez ê herim göz doktorî.
min go göz doktorî nîn e, doxtorê çevan e.
kenîya go temam, doxtorê çevan..
dîsa got abê de were ez te tartmîş kim.
min go na.
go çima?
mi go kuro eva deh car e ez dibêjime te da waxtê te kurmancan pirsî, nebêje tartmîş. Bêje "keko ez te bipîvim?"
go abê te duh na pêrê wisa gote min, min êdî mişteriyên kurmanc ra got "keko, xalo, hecî.. ez we bipîvim.." li min kenîyan. Êdî ez jî dîsa lê vegeriyam..
.... (Bêdengî)...

doktor got şîkayeta te çi ye?
mi go di guhê min da gurre gurrek tê.
ez dibêjim qey di guhê min da notayek heps bûye.
mîna dengê elektro-gîtarê.. (paşê min şerm kir mi go doxtorê bêje eva çi dibêje..)
(Min di dilê xwe da got do dîez, do dîeza malbata hîcazê) *
doktor hundirê guhê min temîz kir û got tu zehv muzîk guhdar dikî?
Min go erê.
got qedexe. idî navberekî bide guhdarkirina muzîkê.

min go çawa doktor?
ez bê muzîk nikarim.
got tu mecbûr î.
îlacek nivîsî û gotin du mehan vexwe, eger baş nebû, here doxtorên Erzurumê..

mi go temam.
lê min di dilê xwe da got van doxtoran pêşiyê qehwe û çay, paşê jî kek û xwarinên hevîr, paşê jî muzîk min dane qedexekirin. Hêrsa min zehv hat lê paşê min go kuro dîno!
Evna ji bo te wisa dibêjin..
min du roja muzîk zehv zehv kêm guhdar kir lê roja sisêyan zehv Mehdê min çû dengê hozan serhad ê ku eva zû da ye min têr li ser hev stranên wî ên mizgîna leheng, Hewlêr, Sîpan Sîpanê Xelatê, wûnken,.. guhdar nekirine.

Mi go emmmaann zaten yasaklar çîğnenmek îçîndîr. min du saetan li ser hev hozan Serhad bi hoparlorê va guhdar kir.. ox..

guhê min îro hinekî kêm kiribû lê hê eynî ye.

ez çûme sûkê, min dîsa Omer dît, got avê tartmîş kim *
...wisa...



08.01.2018 00:54 | bûtîmar

142. ez bi lez û bez di korîdorê de dimeşiyam, jinikê ku berî jî bela xwe li min kiribû, derket pêşiya min û di wê keliyê de ez sekinîm û hema mabû qezayeke bibe; 10 santîm di navbera me de mabû! û dest bi dengekî bilind qêriya "tu min tacîz dikî!" qqsdfgzfxjgfiuhgoioikjhgvcsa yaw meriv nikare bibêje, ez gêy im, tu navşeqa xwe jî vekî, ez ê bibêjim ev çi tiştekî dilxelan e gelo dipeyive?! * *
mesele mezin kir, ez jî qehirîm û çi hat devê min hema min jê re got. asoxî çû li cem mezinekî giliya min kir. min got heke ew iftiraya xwe nekşîne ez ê herim wê şikayet bikim bira li ber hiquqê jî bibêje. min nedigot dê çavê wê bitirse lê iftira paşve kişand.

ev jî hat serê min rojtirşikê delal.

zêdeyşin: expecto patronum xwedêgiravus. *



11.01.2018 20:23 ~21:02 | biruya hayao miyazaki

143. Îro bû hîvdeh roj ku ez bi mielmên xwe re li Midyadê me û li gundan digerim, gundê ku suryan lê dijin, û em li ser zimanê wan lêkolînê dikin.
Bi avayekê mijar tê ser komkujiya 1915an, Suryan jê re dibêjin ferman, seyfo -seyfo di zimanê suryankî de tê wateya şûr-. Jixwe kengê mielmên min ji wan re bêjin Gulê jî ji vira ye. Nêrîna wan diguherê, û ez barekî giran ser milê xwe hîs dikim. Dema ku dibêjin Misilmanan Suryan kuştin, bi tilîka xwe min nÎŞAN DİDİN. wEK KU hemû kes ji aliyên min ve hatibe kuştin. Ev tişt li Ermenîstanê jî hatibû serê min.
Di hemberî rewşeke wulo de, divê mirov çi bike nizanim?
Lê ez wî çaxî dixwazim bikevim binê erdê.



20.01.2018 11:53 ~2018.01.21 08:58 | gulêê

144. Berîya hefteyekê ji min re telefonek hat û gotin Kargoya we heye divê hûn bên postê. Erê, di dawiyê de, axir, mala xwedê ava be ku pirtûka min hatibû. Pirtûka Hinar Dawî ya dinyayê.
Îro jî çûm postê û bi wê numreya ku wan dabû min Kargoya xwe stend. Erê, li xurbetiyê, min kargoya xwe ya yekem jî girtibû. Çawa bextewar bûm çawa. Û divê li vir tişteke din jî bibêjim ku ev pirtûk ji alîye camêrekî tirşikê hat şandin. Ew jixwe xwe dizane. Mala te ava!



22.02.2018 16:17 | gulêê

145. -xalo! Niha yekî nenas, bi niyeteke pîs va bikeve nava baxçê te, tê çi bikî?
-ez ê qapaxê serê wî tijî gulle kim xarzî! tu çi dibêjî! qey tu nizanî xane li cem me çiqas önemli (qirîng) e.
-erê xalo Girîng e. Lê ez dixazim ji te re tiştekî bêjim. De em kurmanc çiqas xayînamûs û bişeref in ku heta yek bi xeletî jî dikeve nav baxçê me , em hev dikujin. Ne wisa ?
-erê.
-lê eva sedan sal in dewletê dest daye li ser erd û namûsa me, hero hero tecavuz dike ça xaşa me diçe ne?
-xarzî tu çi dibêjî!
-wisa nîn e ?
-(bêdengî).



20.03.2018 02:40 | bûtîmar

146. Min got: berxikê, ma tê bîra te min wateya "berxikê" ji te re gotibû?

Wê got: hmm koyun muydu?

Min got: quzzelqurt ! De hinekî romantik bibe keça kerê. (Tabî kî di dilê xwe de min got )



20.03.2018 04:52 ~12:13 | gumgumok

147. Bi pirranì bi şev tê nivîsîn. Lewre navê wê şevnivîsk bûya wê baştir ba dibêm. Nebêm sebra min nayê loma. Şevnivìsk.



21.03.2018 00:58 | hêvî

148. Li salona postexanê ez, mêrikekî simbêlboz û ciwanekî qemer runiştîne. Telefona cîwanê qemer lê dixe, ve dike bi kurmancîyeka delal xeber dide. Ez şa dibim. Mêriké simbêlboz bi coş dipirse; wayy tu jî Kurdî?
Cîwanê qemer dîsa bi kurmanciya xwe ya xweş dibê: na ez Êzidî me.
Mêrik posîde dibe, dibê: ma heyran tu Kurdê Êzidî yî!
Cîwan bi tûndî dibê:na!
Ez xwe nagrim dibê'm; belê hin Kurdên Êzidî bi awayekî polîtik xwe wekî ne Kurd lê Êzidî dibînin.
Cîwanê qemer û mêrikê simbêlboz bi şaş û metel dibên; tu jî Kurd î!
Ez dibêm; erê ez "Jî"

(Ev "jî" ya gelekî girîng e. Ji ber ku her çi qasî bi awayekî polîtik mafê her kesî hebe ku xwe li ser taybetmendiyeka xwe ve pênase bike jî dawiya dawiya mirov dîrokî ye, nikare xwe ú aidiyetên xwe bijbêr e. Dibe ku piştî van tofanên bê dawî, Êzidî nexwezin xwe wekî Kurd pênase bikin çimkî zêdepariya Kurdan misilman e. Tu carî ji dev ji misilmantiya xwe ya xwinrêj ber nadin. Jixwe her kom/girse gorî cudayiyén navbera xwe ú cînaran xwe pênase dikin, navekî xwe dikin. Her çi qasî em vê yekê hez nekin, ev gotin dilê Kurdên Kurdayatiyê wekî neteweyekî dibînin bişkêne jî ev wiha ye. )



25.03.2018 15:35 | jifêzagorda

149. merheba ji ter rojnivîskê,
ez nexweş im. têkiliya di navbera tiştan nema zû dimînim. dereng dimînim ji her tiştî. hişê min belawela ye. her tiştî nîvco dihêlim, an jî nikarim biqedînim.

li ser meselê peyama min ya dawîn a di tirşikê de 2 meh berê ye, lê ji min heye ev hefteyeke nanivîsim. ji ber mêzîna hişê min xera bûye wext jî ji hev dernaxim. nîşana rojekê ya herî mezin şev e. en nema dikarim vî hesabî jî bikim. mejiyê min şolî bûye.

welhasil dîsa merheba ji te re tirşik



05.04.2018 21:26 | berxweda

150. Sibeheke biharê, sar, li navçeyeke agirîya serhedê..
li cafeyekî rûniştime, di tv ye de Rojda şenses..
Li derve meriv diçin û tên..
Kalekî bikumik, herdû destê xwe bi pişt xwe va girê daye, sê gav pişt wî va jina wî ya bi çarşevên reş li pey wî, dimeşin.

...xêliya sor xwe ra digerîne,
gul rengdar in bi hezar in..

Van servisi saat kaçta gelir ?
abi on buçukta.

yaw sabah sabah bu müzik dinlenir mi?!

kuro îro qûrtûlûşa Panosê ye.
Erê erê qûrtûlûş! qûrtûlûşa ûris a ku ji destê Tirkan xilas bûn.

roj xwe disincirîne lê dîsa jî sar e.
çiyayê Sîpanê bi spî-fistan e.
rêya Wanê li pêşiya min e.
behrewan
qîza ariyan...



14.04.2018 09:23 | bûtîmar

152. Min got ez ê nivîsim,
lê ez hatime nivîsîn!



06.05.2018 04:01 | gumgumok

153. îro ji min re teklîfa karekî hat. ji bêlqîsê(nizip). me hê hevdîtin nekiriye û şert û mêrcên kar jî nizanim. piştî min vê teklîfê stand, yekemîn tişta min kir ew bû ku google vekim û binivîsim "nizip seçim sonuçlari".
ev jî krîterên min in *



12.05.2018 11:39 | simurg56

154. Îro mêvanê hevalekî jin bûm. ji min re tolme çêkir. dema dest bi çêkirinê kir ez pir birçî bûm du saet derbas bu xwarin amede bû lê belê ez pirî ya birçî mam hundirê min vî rewşê qebûl kir û min nexwest bixwim.



12.05.2018 20:43 | elîşêr

156. Îro dîsa nobeta min heye birayê tirşik, her roj nobedarım. De bêje ez çi bikim. yeqîn bî gû ji nobetê çêtir e loooo. *



13.05.2018 13:58 | apê mihyedîn

157. Îro ez çûme fûara kitêban a Kocaeliyê, min stendên weşanxaneyên nûbihar û ava dît, kêfa min pê hat. Li Stenda Nûbiharê de xwendekarekî hiqûqê ya zanîngeha Kocaeliyê hebû me hinek bi hev re mijûl da, meriv kurdên aqil, zana dibîne şa dibe.



13.05.2018 17:05 | mîr

158. Îro min 14 deqîqeyan a haber temaşe kir. Behsa welatekî utopîk dikirin.



03.06.2018 20:33 | gumgumok

159. bêje ku ez dîn im
bêje ku ez nemînim
bêje ku ez şermîn im bi dengê dilê xwe..
...........
-abî ayakkabini köpüklîyîm mî?
-na
-abê ez sola te köpük kim?
-na birê min na
..........
-her kesin bir hikayesi vardır değil mi?
-elbette
-peki ya senin? sabahtandır ben konuşuyorum.. hikayemi anlattım.. sen de o kadar güzel dinliyorsun vallahi insanın günlerce anlatası geliyor. ee hadi biraz da sen anlat bakalım hikayeni..
-birilerine günlerce anlatabileceğin bir şeylerinin olması güzel
(bêdengî)
-e hayde anlat bakiyim
-nerden başlasam ki.. bir değil iki değil.. biliyor musun insan bir yerden sonra anlatmamayı, konuşmamayı, susmayı ve de öylece durmayı tercih ediyor..

*******
gul bi dil didî
gul bi dil didî

*****
duh êvarê min xewnên tevlihev dîtin dîsa.. ez û du hevalên min em li batmanê bûn lê nişkê ve mekan diguherî dibû midyad. em nav sikakên midyadê da



05.04.2019 11:34 | bûtîmar

160. jiyan zehv ecêb e..
hine caran tirşikvanên kevin dinihêrim, dibêjim gelo ev kesa, a niha li kû ye, çi dike, gelo mirîye an sax e.. gelo di hundir de ye an derva ye. Gelo bextewar e an xemgîn e..
mesela hine tirşikvan hene sê sal ewil li ven deran tiştinan nivîsîne û sê sal e têketin nekirine..
gelo çi karî dikin, diçin kû..
gelo ez û ewna em li ciyekî li rastê hevdû hatine yan na.. gelo em bi tesadûfî li ber hev ra derbas bûne an na..

nizanim gelo vê tiştê bi tenê ez difikirim an na..



20.07.2018 01:49 | bûtîmar

161. 28.07.2018
Jineke pîr, û çavşîn bû. Bi nexweşiya qensêra rovîkan ketibû. Metestazên wê zêde bûn. Bi ser de jî perîtonîtis karsînomatosîs derketibû. Û dibê qey ev jî ne bes bû, îleûs jî derketibû ku îda rovîkên wê sekinîne û hew dikarin bişuxwilin. Ev jin jixwe, hetibû dawiya emrê xwe. Yani (bnr: nexweşa termînal) bû. Îda ji xwarin û vexwarinê jî ket. Herdem diverişihe. Bi awayekî wisa zêde diverîşihe ku nayê gotin. Piştî demekê pîsîtiya ûrê wê di devê wê ve herikî.
Piştî tedaviya 2 rojan verîşandina wê kêm bû lê rewşa wê xerabtir bû.

Ez zehf bi vê rewşê adiz bûm. Di vizîtê de, yanî di serlêdana nexweşan de min ji mamosteyê (bnr: onkolojî)yê pirsî, " ma çima em nikarin feydeyekê bidine vê hermetê? Ka agahiyekê bide me da em karibin wê baştir bikin! "
Mamoste sekinî û li min nêrî: ev jin baştir nabê! Wextê wê hate dagirtin! Tiştek ji destê me nayê.

Gelek nexweş tên û li cem me emrê xwidê dikin. Dema mirov wan nexweşan nas dikê û piştî têkiliyekê, mirina van nexweşan li mirov girantir tê. Vê hermetê jî zehf dua ji min re dikir. Digot xwidê tu derxistî pêşiya me. Xwidê ji te razî be. Tu jî kurê min î.

Werhasil, roja dî vê nexweşê xwest ku herê malê. Lê mixabin ne mumkun bû herê malê. Ve hermetê miqersî kir û got îllakî ez ê çime mala xwe û di xaniyê xwe de mirim!. Biryareke ecêb bû. Keça wê û mêrê wê jî gotin, esil ew e. Ew bê çi em ê biya wê kin. Ez ecêbmayî bûm. Mim nexwest destûrê bidim. Û gote wan " ma hun zanin ev biryar tê ser çi wateyê! Heke hûn wê bibin ew ê mirê! Teqez ewê mirê! Di nava çend rojan de ew ê mirê!

Mêrê wê got rojeke welatê mirov, ji heyveke xerîbiyê û nexweşxaneyê çêtir e!

Diho min 'tedavi red' bi wan da îmzakirin, jber ku heta mirinê zehf eziyetê nekişênê, min dermanên êşkujer yên bi hêz (weke morfîn, fentanil) nivîsî û ew taburcû kirin.

Kêlîka dî keça wê jinikê telefon da min. Digirî. Nikarîbû bişitexilê. Bi zorê got; ciya min îro emrê Xwedê kir! J'bo her tiştî xwedê ji te razî be û telefon girt.

Helal bê ji vê jinê re, go xwe li ber mirin û çend rojên ku bi rezîliyê derbas binin kêm nekir. Bi hemû wêrektiya xwe, mirina xwe qebûl kir, mir û kefenê xwe li xwe kir.

Gelo go ez, ji bedêla wê nexweşê bame, minî kîjan mirin neqandibane? Bêguman mirineke birûmet ji jiyaneke rezîl çetir e. Lê lê lêêê rih şêrîne loo. Wê kêlîkê biryar zortir e.



28.07.2018 20:41 | gumgumok

162. jiyan di çerxa demê de xwe dubare dike..



28.09.2018 22:26 | bûtîmar

163. nivîsên tirşikvanan in ku bi dilxweşî tên parvekirin.

(Ich will kurdisch und frei sein)

Ez ji mala heval ê xwe, Jêhat, derketim û li duçerxeya wî ya li ber derî siwar bûm û bi rê ketim. Ez nizanibûm diçûm kû. Qîzek bi aramî ber bi min ve dimeşiya. Li dû qîzê, jineke biçilûpêncsalî bi berçavkeke reş bi lez li dij min dimeşiya. Ez li ser duçerxeyeke zer bûm. Li aliyê rastî yê rêyê, di ser teretuvarê de zarokin radiwestiyan. di rêyê duçerxeyan de diçûm. Min bi hêdîka pê li pedalan dikir. Piştî demeke kin ez ketim rêyê çepê. Piştî kuçeyeke dirêj min gihand parkekê. Ew park, ne yek parkê biçûk bû, te digot qey daristanek bû. Mirovine peya û yên bi duçerxe li her derê bûn. Her yek li ber aliyekê dimeşiyan. Dengê trembol û motoran êdî nedihat. Dar, pelên xwe yên kesk û yên nîvzer raxistibûn erdê. Mirov bê deng dimeşiyan. Ji jin û mêrikan dengê bilind nedihat. aramî û bêdengî hebû. Navê parkê ku ez çûbûm, Bürger Park bû. Bürger Park, li navenda bajar ê Bremenê, parkeke pir mezin e.

Wê rojê ez bi saetan li derve bûm. Pir kêfa’m bi parkê hatibû. Bi dawiya rojê, di tariyê de ez vegeriyam mala Jêhatê. Jêhat hîna ji xebatê nehatibû malê. Dema ew hat malê, ji min pirsî ka ez çûme kêrê û roja min çawa derbas bûye. Min got, “bi rastî kêfa’m ji her aliyê bajarê re hat.” Wê rojê Ez ne bi tenê çûbûm parkê. Careke din ez ê ji we re diyar’kim cihên balkêş yên bajarê ku ez vedîtime li kêrê ne. Ez bi temamî yanzdeh roj li Bremenê mam.

rojek ji rojên mirovekî rind



25.10.2018 02:17 ~02:27 | mirovekirind

164. îro sibeh diçûm nexwşexaneyê, zilamekî (k.b. 32) otostopê dikir, ez jî sekinîm û min mêrik stand erebeyê. got wê biçûya senayîyê (1 km dûr e). di vê rêwîtîya evqas kurt de dest bi xeberdanê kir;

- tu şaş fêhm nekî ez ê tiştekî bipirsim. yaw malbata min nahêlin ez bizewicim, ez çi bikim. birayê min ê mezin nazewice, îcar nahêle ez jî bizewicim. dora xwe daye birayê min ê din û nade min. loma ez jî nikarim bizewicim.
+ ma keçik hazir e?
- erê ew ne problem e. yaw wellehî dijmin jî tiştekî wisa nake ha!
+ bi xatirê te.
- sax bî.



28.10.2018 12:31 ~12:32 | simurg56

165. Çima di nûsîna vê çîroka minimal de hevoksaziya te û semantika hevokên te ji kurdî dûr lê rasterast bi fikirîna tirkî pêkhatîye?



29.10.2018 17:15 | zimansist

166. Îro jî min nekarî xanî kirê bikira.:(



29.10.2018 22:12 | xelîl

167. Min îro xanî girt. Ser xêrê be.* tirşikvanên hêja li stenbol dikarin bibin mêvanê min.*



30.10.2018 20:19 | xelîl

168. rojnivîska delal, ez îro gelekî xemgîn im :(
Ka çima xemgîn im ji te re bêjim, roja seftê daweta xweha min heye. Min di destpêkê de gotibû ez nikarim bêm, ji ber jixwe bêriya sê heftiyan vegeriyma filan. Paşê mi ji van re negot lê, min biryar da ku ez suprîzekê bikim û li daweta xweha xwe de li ba wê bim, ji ber ku piştî dawetê diçe mala zava, Ispartayê. Welhasil min bilêt kirî bêriya du hefteyan. lê diviyabû min pasaporta xwe dabana zanîngehê ku ji bo somestra bê dirêj bikin. Min piştî hin teşqeleyan pasaport da, heta îro jî nehatiye ji qonsolosluqê. û bilêt jî ji bo siba bû :( wiloo xwezî çûbama.



28.11.2018 16:52 ~16:53 | gulêê

169. li ser rêya milazgirê, ber bi çarsîyê va dimeşîyam.
Çavên min li dermanxaneya şerîf ket..
mi go ka ez herim selemekî bidimê.
selamunaleykum aleykum Selam..

Şerîf bi awirên xwe va xwezîya xwe ji min anî, serî binî li min nihêrî û got "kuro hema wele tu ji xwe ra kêf dikî. Kêf kêfa te ye.."

min awireke bi keser lê nihêrî û ez keniyam. Min bi devkî tiştek negot lê min bi dilkî got "erê.. şerîfo.. kes ya dilê kesî Nizane. Her kesekî derdek heye di dil da.. hine kes jî hene zehv derd hene di dil da lê bi rûyê wan va kifş nabe ku bi derd in.. rast e ma heta ez ya dilê xwe da ji Şerîf ra nebêjim, yê kû ra bizanibe ku eva mehek e em bi malbatê va nava agirekî çakî da nin.."

Erê erê kes li derdê kesî xeberdar nîn e.



28.11.2018 22:57 | bûtîmar

170. Rojnivîska bêkes, îro jî xilas...



29.11.2018 16:48 | xelîl

171. duh ez çume cihê ku miayeneya erebê xwe çêkim, gava wana erebê kontrol dikirin mêrikekî nêzîkî 60 salî ba min bû ew jî tirê xwe anîbû li wir. Min jê re go merheba felan û bêvan, min li nihêrî ku herfa h dike x, pêşî de min texmîn nedikir kurd be, min jê re pirs kir tu ji kû yî ew go ez ji Sêwasê me û dewam kir go ez kurd im, ez hinekî şaş mam mêrik dilsoz bû ji nişke ve go ez Kurd im milet texlît dike ku kes jê re nebêje kurd e. Ji aliyekî din ve sureta wî qe bîna kurda nebû jî.

Piştî go ez ji Sêwasê me, min jê re go tu ji Koçgirî yî he?!... Mêrik cewab da maşellah tu meseleyan baş dizanî, baş kurmancî dizanibû min go tu zimanê xwe rind dizanî ew jî go ez li Lîbyayê û Îtalya yê de mam li wir de enstîtuya Kurdî hebû ez çume wan deran, ji min re go xwendin û nivîsandina min a kurdî jî heye. Me hinekî serhildana Koçgirî, Dêrsim felan kir. Go em ji eşîra Şadî û elewî ne, em pêşî kurd in paşî elewî ne.

mêrîk şofêra tirê bû lê sêwas, kurdbûn, kurdî, extiyarbûna wî gelek li ser min tesîr kir. Heyat tiştekî çawa ye însan Nizane carna digerî jî kesekî rastê te nayê tu jê re mijûl bî, lê carna jî qeder te dibîne cihekî û mêrikekî tu ixtîmal nadî rastê te dike...

xalo 67 salî bû, ji min re şîretan da go xwe re miqat be, ez êdî îxtiyar im lê tu hê xort î, Me hev re nimreya têlefona xwe da û ji hev xatir xwast... Hindik mabû ez destê xalo paç bikirama û hembêz bikirama...



10.02.2019 22:32 ~22:50 | mîr

172. îro li gorî saet yazdehê Moskovayê bi kesekî û ez nas nakim ra dersa min a skype hebû, heke hûn bibêjin hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim, hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku Kurdî hîn bikim, gelek aktîf nebe jî car carana bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji min ra peyam şand û got, - bi inglîzÎ- gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim Kurdî hîn bibim, min jî got ser sera, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. û me îro hev dît.

Jwan Mella, zilamekî 40 sal î, zewicî, bavê lawikekî 6 mehî ku navê wî Dilovan e.
Dema ku min got ez ji MêrDînê me, gelekî bextewar Bû û got malbata diya min jî ji Mêrdînê ye, û malbata bavê min ji diyarbekirê ye. bêriya çand salan ji Şamê çûnê Londrayê û êdî ji xwa ra dibêjin Londrayî :/
Min dît ku mêrik hinekî Kurdî zane, hebekî xebitî ye lê ji ber bê pratîkbûnê nikare biaxive. û malbata wan jî her bi wan re inglîzî xeber daye :/

45 deqqe dersê berdewam kir paşê min got em li vir bisekinin, û heke tu bixwazî em dikarin hefteyê du caran hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Gelekî bextewar bû, got ez çawa dikarim haqê te bidim, min jî go ''hewl bide ku kurê xwe hînî Kurdî bike''
Piştî vê gotina min em her du jî gelekî hestiyar bûn :((

Wî jî got jixwe ez ji ber wî dixwazim Kurdî hîn bibim.
Ez naxwazim ew wek min bibe...



01.04.2019 23:56 ~2019.04.02 00:02 | gulêê

173. Nivîsek pirr ecêbe lê ji min re normal tê êdî.Li ser twitterÊ profesorên xerîb , malbatên xerîb û kesên xerîb dest bi hînbûna zimanê kurdî kirine û mirov matmayî dibîne ji wan û zimanÊ wan re.

Tenê em kurd zimanê kurdî re bê bextîyê dikin.

Sipas ji bo vî parvekirina dilşewat.



02.04.2019 00:07 | brzn

174. rojnivîska biqedr,

piştî du roja diçim axa pîroz, Midyadê...
Gelekî bextewar im, ez ê bavê xwe jî bibînim, ew jî li gund e, îro diçim ji wî re diyariyeke bikirim, Zanim êdî mezin bûme û nikarim destvala herim dîtina bavê xwe,,
ez ê ji ciya xwe re jî kirim lê belkî wê nebînim, ji ber ku ew hê li Stembolê ye. te dî belkî hat, ne diyar e,, lê zanim gelekî bêriya min kiriye...
Min jî gelekî bêriya wan kiriye...



20.04.2019 17:35 ~17:41 | gulêê

175. jiyanek bûm hinek tarî û hinek ronahî..

hocam, şimdi bu köprüye aynı bu şekilde Celadet de bakmıştır değil mi?
yani belki tam burada oturup düşünmüştür, şiir okumuştur he? ve onun gibi bir sürü insan burada şarkılar söylemiştir..

dînco perê tefecîya top kır revî heskîfê *
mêrik zehv aqil derket yaw..
mesela sîh mîlyar ji cemo sitandiye, Pêncî mîlyar ji Şakir standiye.. wisa wisa wana pere li ser dînco zêde kirine, dînco jî tahîna xwe hildaye revîye çûye.

babam çok feodal bir insandır. Onu değiştirmek için senelerce uğraştık ama bence başarılı olduk.
o da bazen değiştiğini kabul eder.

heyata dînco (navê wî dîncer e) zehv ecêb e.
merivekî alçax e.
birê wî li eskeriyê tê kuştin, ji bo vê yekê, dewlet memûrtîyê dide dînco.
eva têrê nake, dînco diçe jina birê xwe ra dizewice.
paşê ew jî wê jinikê berdide.

dut ağacının altında oturduk hadi biraz dut.
dut lan.
hocam, bedestenlerden binlerce yıldır kopup gelen bir taşın suyla yıkanması, suyun ayaklarımda sessizliği, sırtım suya dönük, yüzüm duvarın arkasında..

Baba Tahirden beri üryanım ben.
Çıplak olsam ne yazaaar olmasam kime nesi..
taşa mıdır sözüm yoksa suya mıdır

tu li kû yî?
abê kurmancîya te çi xweş e yaw, bi min re kurdî biaxive.

diyarabakır seni özleyecek dostum.
bu nasıl bir şereftir böyle !
Diyarbakır tarafından özlenmekk..

mervaniler 1056
Malazgirt meydan muharebesinden bile önce.

abê Ceylanlarda inecağ var mı?

dut ağacının altında durduk üç kalem,
suyu taşa, çıplaklığı tanrıya yazdık.

dînco gotiye tefecîya da eger hon min acis bikin, ez ê navê we ji her kesî ra eşkere kim, nav her kesî da honê rezîl bin.
li ser vê yekê, tefecîyan dest ji dînco Berdan.
dînco jî bar kir hate heskîfê.
li serhedê heta heskîfê jiyaneke ecêb.

dostum aynı otobüsteyiz.
o zaman ben ineyim benim param yok.
ama bu parayla binilebilen bir otobüs değil ki.
ille de parayla ölçülen bir şey değil ki otobüse binmek te.
illa ki inecem diyorsun?
zorundayım.
değilsin.

mêrik bikeve hewsê (hepsê) yê li ser t..



28.07.2019 01:29 | bûtîmar

176. Rojnivîska delal,
Îro disa ji bo me kurdan dema em bejin no friends but mountains e.
em çi bikin.
Dive em jî mina cihûyan bi dizî pişt hew bigirin û li her qedê li her derê dinyayê pêş bikevin. Dûwre ka hela kesek dikare dest dirêjê kurdekê bike.



09.10.2019 05:43 | cinorek

177. Rojniviska şahedê ji şevêqê heta êvarê şuxla min a hemalî wekî kêrê, se'et tê sisiyê şeva roja nu ji salan rojek ez û di şûşa û qafeyek ji dervade din û şîzofren tê dîtin em bi he hev şadibin demek dirêje em bi hevşanebûbûn û me nehletê li şeytanê kîrquzdêxwey nanîbû û bi zalimanre şer nekiribû û, û pîşt girî li xwe û mazûman derneketibûm ..merheba durojniviska li hevketî mixabe ji şeveqê dest pê nakim û nabêjêm rojbaş jiber ku hê ji nîvê şevê du bihire sê se'et û ne roj ne jî şev başe, êvare xewa min nayê li van şevên zilma zaliman lê barkirî car car dilê min heye bikebim îsyana lê nizanim gelo şikir bikim jiber xweda bi mazlûm û kurdareye an îsyan bikim ku wext daye zaliman û ne çar û bê piştgirî maye.. dilê min bi wase wase û şikestî herwiha wê sebra min ji sebra cemil bibihire a baş ezê jî wekî xweda sebirbikim û li benda encamê bim ka çi tofan li serê zaliman radibin emê û hûnê bibînin kî dîne û kî dine...



11.10.2019 02:58 | telebê hz mêdî

178. merheba tirşik. erê erê ez im. li gorî sala çûyî gelekî guherîm dizanim. heta salek berê min araq venexwaribû û min gelek tiştên din jî nekiribû lê piştê her tiştê kirinê qediya ketim pê tiştê nuh, li gorî berê piçekî bêhna min. belê texmîn dikim ne ji araqê ye lê tiştên nuh têsîrî min kirin û piçekî ji berê çêtir im. welhasil tirşik. ez piçekî guherîm û aha li vir im. hela bê jiyan çi tîne ber me.



24.11.2019 23:32 | berxweda

179. doh gelek dereng raketim, saet çar bû nizam, paşê sibehê dereng mam dersa Erebî, neçûm.
Piştî Erebî Rûsî hebû. ez jî berîya dersa Rûsî çûm Zanîngehê û ji xwe ra li wir spartekên xwe çêkirin. Lê rewşa min qet nebaş bû, hem ji bêxewîyê hem jî ji ber sermaya Mosko ez nexweş im van rojan. îro rewşa min xerabtir bû. Piştî dersa Rusî çûm restoraneke vîetnamîyan û li wir xwarineke bi navê kon ga xwar. pirinc û tirşik kiribûn senîkekî da û danîne ber min. Ya ecêb di tirşikê da ananas jî hebûn, kelek dabûn ananasan û kiriBûn nav tirşikê. Piştî xwarinê min cixareyek pêça û li ser rêya metroYê kişand. Di metroyê di ji xwe pirtûka helîm yûsiv xwend. Paşê hatim malê, ketim nav cihan, min nav ciha da xwe bir û anî lê xewa min nehat :(



25.11.2019 20:27 | gulêê

180. Tirşika delal, îro min heft seatan ders da zarokan, Di ser de jî min nobedarî kir. Bi qîjeqîj û qareqara wan serê min çeliqî. Dîsa jî hez wan dikim.
Piştî dersê bûm mêvanê maleke kurd. Bi dayîkeke Kurd re min sihbeteke têr û tije kir. bi rastî jî hisreta çend kelamên kurdî me, ji ber ku her çend li bajêrekî kurda me lê mixabin kurdiyê nabihîzim. Niha jî divê azmûnên zarokan bixwînim, lê xwedeyoo çendî li min zor tê! Bijî betalî*



25.11.2019 20:44 | fatoş xanim

181. Tirşiko wekî her roj tenê ji bo xwarin û pêdiviyên din min navber da xebatê (çend caran jî ketim tirşikê) çavê min diêşên *



25.11.2019 22:09 | seryasêdilşûşe

182. Dear tirşik,

Min îro jî bêriya wê kir.

Regards,
Xelîl



25.11.2019 22:11 | xelîl

184. wê rojê li emelîyatxaneyê teknîsyenê anestezîyê xwest ji nexweş re bêje "bir saat sonra" lê mêrik bi kurdî nedizanî, nexweş jî bi tirkî.
ji personel re got ka xêra xwe jê re bêje.
personel got "saetek şûnde".
teknîsyen got "aha! welleh tu min dixapînî. wê rojê personelê din ne wisa gotibû. baş tê bîra min" û ji min pirsî ka personel bi rastî derewan dike an na.
min jî got, tiştên wisa dibe. bi kurdî mirov dikare bêje "piştî saetekî", "saetek şûnde" an jî "saetek din" û hwd.
û min domand: weke mînak tirkî jî mirov dikare bêje "bir saat sonra" an jî .... min alternatîfek din nedît û wisa mam *



12.01.2020 11:13 | simurg56

185. Wê rojê min bi hevalekî re dahme dilîste û dû sê kesên tirk jî li me dinêrtin min têrmên dahme bi kûrdî digotin ( siwar, dahme, malek kêm,nade hwd) û min dîte ku yek ji bînera got evan têrman peyvên navnetewî yên dahmêne ? Mi go na evana bi kûrdî ne û min dî vî qebraxa dibe bi tirkî baxivin em fêm nakin filan û bêvan
Min go serçava de ka peyva siwarim bi tirkî bêje emê wê bikarbînin
Min dî viya wek gamêşa çav li trênêke li min nihêrt û tû bersivê neda
Û piştî gavekî cehimî û çu min jî weke xwe berdewam kir



12.01.2020 11:29 | tîrêj zana 21

186. Pîştî demeke dirêj, hêstên dûr û kûr, vê saeta, nîvê şevê hatin ez pêçandim.
Mirov carinan dîse û dîse fêhm dikê ku bi xêra hêstan, mirov dibîne ku parçeyek mirov ji mirov dûr e. Gelo mirov qetek ji rihê xwe, bi dilopek hêstan diguherîne? Kî zane! Belkî....



30.01.2020 00:19 | gumgumok

187. dear rojnivîsk,

van rojan ya herî nebextewar ez im, bawerkem. sibe dibe hefteyek ku delalîkê ber dilê min çûye..
di destpêkê de mirov jê bawer nake, yanî çawa dikare xelas bibe filan, dibêje qey xewnek e, anjî xeletîyek heye û wê di demeke nêz de sererast bibe. Lê paşê dibîne ku naye, venegare, paşê dibîne ku tu tişt ne wek berê ye.

Lê dema ku dibînî yê hember jî li gorî xwe mafdar e, vê carê mirov zêdetir xemgîn dibe, û wek ku garantîya nevegerîne hatibe dayîn hîs dike, wilo şepirze, wilo xwedêjêstendî, wilo tenê, wilo xembar...

Mirov li ber xeyalên xwe dikeve, li ber pêşeroja ku wê bi hevra bihata jiyîn dikeve... her ku were bîrê hêstir jî xwe wilo hêdîka berdidin xwarê. ji dîtina tiştên ku wî tînin bîra min aciz nabim, lê yezdan jî nizane ku ez van rojan çiqas van xemgîn im. tu tişt ji dilê min nayê. hema ketime pey xelaskirina rojê..

mesela sibe dersa min a xwendina çîrokên Puşkîn heye, lê ev jî min bextewar nake. heke em bi hev re bûna, min ev nûçeya dersê rasterast jê re bigota..

Lê zanim her ku diçe êş kêmtir dibe, wê xelas jî bibe.
Lê dîsa jî mirov nikare xwe ji liberketinê xelas bike.

carna bes e dibêjim,heyfa xemgînîya te,,
lê nabe ha!



21.02.2020 01:39 ~01:41 | gulêê

188. Dinya rabûye ser zik piştê hev..
li her derê mirinek, girînek, qêrînek, veqetînek, îxanetek..
li her derê bêbextî, zorbetî, zulum, xûn..



01.03.2020 01:32 | bûtîmar

189. Îroj dîsa bûyerek fiqûr li min rast hat. Serê sibê ez li metroyê siwar bûm ku herim qûrsekê min dî çend ciwanên xwendekar di nava xwe de henekan dikin û dikenin,lê mindî "zilamek" temenê wî dora 30 î wan ji cihê xwe rabû hat ba van ciwana ,(ev zilam her derê xwe bi ala dagirkera sor û sipî kiribû ) min dî dest bi dijuna kir li van ciwana û got ma hûn nizanin çend "şehîdên " me hene hûn çawa dikenin filan û bêvan ,ev û ciwana dirêjî hev kirin lê ez gihaştim cihê xwe û ji metroyê daketim.

Ha ez vêya jî nebêjim ewê di dilê min de bimîne , hin ehmeqên me kurda jî radibin li ser tora civakî ala dagirkera parve dikin û sersaxiyê dixwazin,law ehmeqno ew çune li wir birayên me bikujin hûn livir dua ji wan re dikin... mixabin çena heş di serê gelê me de tûne



01.03.2020 12:08 | tîrêj zana 21

190. ewa rojnivîska min a yekemin e li vir.

merhaba ji te re rojnivîska delal!

ew çend sal e li koreya başûr im. welatek dûr û biyanî.

ji bo jiyanek monoton Û bêproblem koreya başûr cihê herî xweş e.

lê ez ji monotoniya jiyana wir westiyam. erê aramî Û rêbuwarî xweş e lê me re action jÎ divêt. li zikakan şerr Û pevçûna mirovan jî divêt. hêrs bûn û xeberên nebaş jî.

bi kurtasî êdî dixwazim herim welatekî amerîkaya başûr mina arjantîn yan jî herim welatekê afrikayê mina south africa.

Û tiştek din heye rojnivîsko:

(bnr: vîrûsa korona)

wê malxirabê tirr di qûna me de hişk kir. êdî em ditirsin derkevin zikakê. weke tu jî zanî ew sifte li çînê derket paşê li dinyayê belav bÛ. niha her ku diçe rewşa koreya başûr ji çÎnê xirabtir dibe. her roj bi sedan kes dikeve wê nexwaşiyê. nizanim em ê çi bikin. danişgah jî tetîl bû. lê seferên balafirên di mabêna tirkiyê û koreya başûr de jÎ betal bûn. ez li wir weke hefs bûm.

ew hîsseka xirab e.



03.03.2020 19:59 | cinorek

191. ne arşiveka piçûk e. bi tevahî gihîştîye nêzî sed nivîsan.

bi xwendina van rojnivîskan mirov dikare agahî di derbarê tirşikvan û jiyana wan ya rojane da bibîne, wekî mînak, li ku derê dijîn, çi karî dikin, rewşa wan ya derûnî ya bi vê dawîyê çawa ye, ji çokolata schogettenê hez dikin an na, filan û bêvan (oh my xwedê, schogetten çi ye îcar?).

hin rojnivîsk jî hene, pir agahî tê da nabînî. îro lê hatim, di kombersa min da bû, yekê ji sala 2015an. rojnivîskhezên hêja ku ji rojnivîskên xilopilo hez dikin, min go bila ev jî ji we kêm nebe.

.....

"Îro Min Çi Kir

Îro ez rabûm. Min dest û rûyê xwe şuşt. Min taştî xwar. Îro ez li benda yekî bûm lê ew jî li min negerîya. Heta evarê ez li malê bûm. Min xwe şuşt, porê xwe şeh kir û çêkir. Min li porê xwe jole xist û bi qur’an ez bûm wek Vincent Corleone. Ez bûm por xweş û bejn zirav. Gavekî ez çûm balkonê, min fêkî xwar. Ji ber ku xwarina fêkîyan pir xweş e, ez derim û têm, fêkî dixwim.
"



01.04.2020 13:01 | mirovekirind

192. Wisa westiyayî me wisa bêxew im wisa serefsene me heyî xudê bêje bes!
min dil dikir ku rojnivîskeke dirêj binivîsim behsa îro bikim lê barikem gûcê min têrê nake ez hemûşkî binvîsim.

-kuro ez ji te ra xever didim dibêjim ez ê aha bikim aha bikim lê ça têlefonê digrim wê ra mesaj dişînim dibêjim seni özledim : ) êja tu zanî wê çi go? got "sessiz kalsak olur mu?" min jî got olur niye olmasin biz de sessiz oluruz *

-bavê te îro çend cara girîya got ez xwe sûcdar dibîmim boy zaroka qîzikê..

-bilmiyorum gönlümden çok güzel şeyler geçiyor ama hatta dilimin ucuna kadar geliyor ama sözcüklere dökmek gelmiyor içimden.

- weyl kuro îro çîyê te heye ?
-hecî destê xwe nede wana
-(awireke tûj)

inê eva çen roj e dilê min teng e barke ez ketime depresyonê
demek me ev depresîfbûna xu ji bavê xu hildaye ha

çok saçma karşımdasın ama sarılamıyorum
Abi allah aşkına bir kere sarılayım sana seni çok özlemişim biraz oturalım mı gitme biraz he anlat bakalım neler var neler yok
Heyl gereka em herin, min jî zehv bîra te kiriye lê vê vîrûsê mala me xirab kir çiqas xaş em li ber hev bûn lê wisa bûye însan ji însana direve dê ewlad davêje idî

yaw li ser dilê min rûnişt em ser wê qezayê da neçûn wele tê da birîndar jî hebûn.
Bavo ka em peya bûna me yê çi bikira, jixu zehv Milet boy qezayê wira sekinîbûn . Hindirê erebê da jî cendekek hebû barke ewa miribû we´h lew yazix!

Müsait değilim eğer uyumayacaksan sonra arasam seni olur mu



11.04.2020 00:09 ~00:16 | bûtîmar

193. silav rojnivîsk!

min îro taştêyek ecêb amade kir. yanî naxwazim bêjim, ku dilê tirşikvanan ne mîne. wextê min di kêfa xwarina xwe dikir hevalekê ji kolombiya peyamek şand got min hinek pere hildaye, ger ev nexweşiye di dinê de xilas bibe ez ê herim spanyayê. min bersiv nedaye, ma ez ê çi jê re bêjim. peyamek din şand got: tu çi dibêjî, gelo em ê li barselonayê hev bibînin?. parîkê min di nav devê min de û çavê min li telefonê. ez mam wekî rebenan. paşî têsîra hingîvê gehiştiye made ez hatim ser xwe. min bersiv dayê; heyran ji stenbolê xweştir çi erdek din tune ye. were em li vir hev bibînin. ku tu heta spanyayê dikarî herî, heta stenbolê jî dê werî.
baş e ev bersiva baş min daye. hêj çi negotiye lê taştê xweş e.



12.04.2020 14:50 ~15:57 | de facto hozan

194. dîsa gurre gurrra guhê min e.
gurrrrrr.......gurrrrr... huş nabe kambaxê



22.04.2020 00:43 | bûtîmar

195. ca saetê binhêre
li derva ewte ewta kûçikan
di guhê te da gurre gurreke har
ca saetê binhêre
yekî ra derbas dibe sîh çîyar
niha mîna elkekî ketine xewê yar neyar
pîyano maye stîxar

ca raweste
lembe naweste
ca saetê binhêre



27.05.2020 01:44 | bûtîmar

196. Me go merheba!
rojnivîska wek xwediyê xwe bêxewî

Îro jî wek diho bû.
Sibe jî wê wek îro be.
Erê raste bi temamî ne wek hev in
Lê bi piranî wek hev in.

Aniha li ser text im
Îsal nû îro min got ezê li ser text razim.
Ji ber ku êdî mirov nikare di hindirû de îdare bike
Tu dibê qey aniha bi çavên xwe yên mîyop
Li asîmanê, ji sterkên berhevkirî temaşe dikim
Tişta rastî pêşiyên xwînmij, xwîn bi min re nehişt in.

Xewa min nehatibû, min got ka ez li virbinivîsim, heya ku xewka min werê.

De ez serê te neêşînim, bi xatirê te :/



27.05.2020 02:16 | merwano

197. Me go merheba
Rojnivîska ku serê salê carekê tê bîra xwediyê xwe

Hema min xwest ez tiştna binivîsim, bêhna xwe li vir fireh bikim. Nizanim dîsa laşê min dixwerê, ez ji xwe re na rûnim.
Di taliyê de dîsa ez ê çavê xwe berdime keçikeka çavbelek û malikê li xwe Xera bikim.

Ez aqil nagirim, berî niha 7 meha me xwe dîsa hetikand, em bûn mîna zarokan, ev evînên platonîk mala min xêra kirin. Tu dilê xwe ji wan re vedike jî, di dawiyê de tu li ber xwe dikeve û dibêje bikutime vê heyatê :/



19.06.2020 02:22 | merwano

198. silav tirşika bêdeng û bêxwedî
( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye wek helîna ku çûk bes xwe lê digirin)

welhasil, ji ber ku êdî li di karekî de dişixûlim, wek berê bi xwe re nabînim ku li vir binivîsim, bibora tirşika pîroz :(

ji aliyekî jî başe jî, ev 3 meha di mal de min 6 kîlo standiye :/
wekî din karê ku ez tê de dişixulim jî, şixûlê li ser xwarinê ye, êdî nizanim ez ê kîlo stênim an kîloya didim, xwedê mezin e *



07.07.2020 22:59 | merwano

199. Silav rojnivîsk
Min dixwest bîranîneke xweş li vir nivîsandiba lê...
Tu carî tiştekî baş nayê serê min
Wekî her tiştî di warê civakî de jiyana min ne bi dilê min didome.
Bi kurtasî ez êdî bi xwe re nabînim ku hevokeke din binivîsim.

Bi xatirê te tirşik :(



29.07.2020 15:46 | merwano

200. jiyanamin jî weki ya te ye. nayê bîra min ku herî dawî bi dil kefxweşbûn a min çend sal berê bu. lê baş dizanim ku tenê nînim, belkî bi sedan hezar ciwanên me jiyanên wek hev dijîn û bextewar nînin. her çiqas em jiyanên nexweş bijîn jî em neçarin wî halê biguherînin ji bo nifşên nû, ji ber ku em ne jiyan bila wan bijîn.

kekê hinek behna xwe bide û paşê vegere tirşik û jiyanê.



29.07.2020 21:35 | lonw karda

201. Silav Ez Merwan (!)

Jiyan, çi hêsteke xerîbe ne wilo?
Rojekê kêfxweşî heye
Rojekê xemgînî heye
Lê bi piranî xemgînî para me ye
Mirov carina dixwaze bibe ajalekî bêhiş û bêxwedî....

Di nava min de hestên xêrîb diqewimin, xûya ye tiştekî ne li ser rêya xwe heye, hêviya min ew e ku sererast bibe, ji van rojan baştir, ji van rojan xweştir.



17.08.2020 02:24 | merwano

202. Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e.
Bi taybetî li benda nivîsên hozan serhad im.



26.09.2020 08:35 | cinorek

203. Îroj, 31ê cotmeha 2020a, saet 01.30...
Merheba tirsik.net,

em li van rojan pirr hev dibînin. Jiber ku di malê de me. Di karantinayê de me. Dayîka min di dawetekê de pê covid19ê ketiye. Lê Êşa wî ez dikşînim. Çi xelkê me kêmaqil e ku li van roja daweta dikin dqn.

Jiber ku Kengê ve karê malê nakim pişta min ket ber min. Jixwe dema bav li malê bimîne ji bo kurdan ew roj jehr e. Ka bêînsafno dihêlin zarokê wan bêhn jî bistînin. Kar, kar û kar.

Dema ji kar direvim diçim li ser dersê xwe yên dibistanê. Dibistan dibistan. Ji te nefret dikim. :/ Gidî çi zehmet e. Jixwe dema mirov şayişdar be of of. Lê rastiya jiyanê jî ev e. Divê tu biwestî divê heta çavê werin girtin bixebitî ku tiştekê qezenc bikî. Ma gotina "çeka feqîran tenê xebitîn e" ne rast e. Dqn kapîtalîzm.*

Demên xwe yên vala jî bi tirşikê û bi hîn kirina kurdî derbas dikim. Pêşî peyvên ku koreyî hîn bûme qeydê beşa ferhenga dikim paşî di hişê min de çi hebe li vir dinivîsim. Ji bilî wê Bi entryên shorbevan û xurufi ji kena ziko pişto dibim.

Ji bilî wê dotmamê xwe nêzîkî salekê fêrî kurdî dikim. Rojên karantinayê zêdetir bala xwe didimê wê. Ji ber ku li alanyayê dijî nikare biaxive û ji malbat jî fêrî kurdî nebûye. Keçeke pirr jîr û xwenas e. Hê 15 salî ye lê hişê li serê ne ser tu kesî ye, ma xizmê kî ye. * gelek xwe pêş xistiye heta soranî jî piçekî fêr bûye. Dikeve lîstika pubgyê û kîjan kurdîaxif dibîne bi wî/wê re dilîze û kurmancîya xwe wisa pêş dixe. * dema mirov bixwazî bi her şiklê fêrî tiştan dibe. *

Bi xatirê te tirsik şev baş ji te re....



31.10.2020 01:37 | yûsiv

204. Silav rojnivîska ku tenê di rojên reş de seriyan lê dixim :/

mixabin wek min got kengî ji dinyayê aciz bibim, xwe li vir dibînim, wekî din tu nayê bîra min.

aniha bê biryar mam.... difikirim gelo ez binivîsim an devjê berdim..

bi şeref aniha ji min nayê, bila biminê rojeke din.

em qala tiştine din bikin, mînak qala te bikin, êêê ka tirşikvan seriyan li te dixin an?
hema ne hewceye tu bêjê, ez bersivê dizanim.
tirşikvan xwe wek berê na berdin deşta tirşikê, xuya ye kendal û zinarên ku xwe lê pehn kirine, ji vir xweştir e.

bi xatirê te, ez serê te neêşênim, di rojên xweş û azad de em ê dîsa hev bînin :/



01.11.2020 00:57 | merwano

205. Rojniviska minî çend sale rep û rût û ji silav û merhebayê mehrûm mayî, merheba jitere, nizanim gunehê te çibû te rojek nivisek başli ser rûpelê xwe nedî.. gelo tuyê rojek nivîsek bi behsa bê derdê di nyayê, bê kar, bê mijulî û bê gêjahî û; bê belengazî derbasdibin, liser rûpelên xweyî xêr ji nivîskarê xwe nedîtiye tuyê li xwe raxî? hima ez na ka tu bibêje ez çi li te barkim bi kijan hibr ji kîjan demê? hibra ji rêxê a şîr an hibra ji hingiv an dîsa hibreya wî shorbe? Dilê min heye lê piştî vê westandinê, ji halketinê, bêwextiyê ji dema sala tutikê çav qewarî ?.. salê carek rojek betlana min heye ew jî bi jehr û ziqûme ew roj jî ne roj ne şev têrî min û te dikin rojnivîska emir kin îca tûyê çi gazin li min bikî tu nivîsên kîjan roj û demê jimin dixwazî? bira bimîne rojek din dixwazî ezê rûpelên te rûreşbikim.. ê te jî wekî tirşikê jixwe sal salewext tu dozdehê birçîyî ez nikarim zikê te bi ser devê texim niha. îro jî xurînî bike an shorbeyek an jî qureder heye, keratî, quzilqurt kîjan bi te xweş be?.. bi hêviya bi xwe bimînî heyrî...



01.11.2020 23:41 | shorbevan

206. Îro dîsa wekî her tim li kargeha me bûm. Berêvarî zilamek temenê wî dora çilî wan hate dikanê. Di destê wî de sobeyek hebû. Min dî kete kargehê û silav kir. Ez jî li dikanê bi tirkî naaxivim lê bi kurdiya resen jî naaxivim. Lewra kesek fêm nake. Loma jî ji neçarî tirkmancî, kurdî heya carna erebî li nav hev dixim. Vêca dema ev camêr jî hat min bi tirkmancî diaxivî. Lê ez çi bibînim, ev camêr bi kurdiya resen diaxive, heya ku dema bi tirkmancî diaxivim ew bi awayekî nerm min rast dike. Min jê pirsî " gelo têkiliya te bi partiyê(hdp-pkk) heye?" Wî jî go " belê carcaran beşdar dibim" min go " axaftina te dirust e" min dî go " belê, kurdiya min temam e"

Gelek kêfa min jêra hat û min di berxwe de fedî û şerm kir. Min go hêj yên ku hay ji zimanê xwe hene mane. Min sobeya wî tamîr kir. Go " deynê me çiqas e?", min go " bo xatirê axaftina te deynê te tune ye" lê min kir û nekir go nabe û bi zor û dubela pere derxist danî ser maseyê. Lêxist û çû...



07.12.2020 20:03 | tîrêj zana 21

207. Me go merheba

Wek ku berê jî min digot hema kengî tiştekî xerap were serê min, an jî ez xemgîn bin, serîkî li vir dixim, ma em çawa bikin? Qey qedera me ev e *

Ez îro qala nexweşiyeke ku berî serê rojan hat serê min bikim. Tişta rastî ne nexweşî bû, topa Xwedê li min ketibû. Min di jiyana xwe de êşeke wilo ku ez êşandibûm nayê bîra min. *.
Nizanim ji çi bû, ev êş nizanim, lê ez sibehî çawa şiyar bûm, ûrê(zik) min ditêşa, nêzîkî nîvro êş zêde bû, her diçû êş giran dibû, Xwedê xêr bike:/

Mixabin ne xêr bû, dor şevê bandora êşê dijwar bû, êdî min nikaribû razim jî, ji bo êşa xwe jibîr bikim, xwe dirêj dikin, ûrê min têşê, wek zarokê di zikê diya xwe de hema min çokê xwe dikişand singa xwe, lê feyde nedikir. Hema min ava germ berda nava şûşeke û min deyna ser ûrê xwe, li xweşiya min diçû, lê mixabin êş nediçû.

Min jî min got, ka ez li rêzefîlmekê temaşe bikim, hema belkî ez xwe pê re jibîr bikim fln mvn. Mim bir başkadır vekir. Jixwe min nû dest pê kiribû, ez gihîştibûm beşa duyemîn, hema min çawa beşa duyemîn vekir, di serî de jinikê destê xwe bi camê dibirî, ji bo xwe bikuje, min çawa ew dîmên dît, min dest bi girî kir.
Me got em ê êşa xwe jibîr bikin, me bêhtir êş geş kir *

Welhasil ez serê te ne êşenim, dor seat 2ê şevê ez rûnişkî di xew de çûm, wek sê seatan razabûm, seat pêncê sibehê şiyar bûm, êşa min hinekî derbas bûbû, roja din ez çûm nexweşxanê, wan jî tehlîl, rontgen, ultrason û çend tişte din kirin, çend derman ji min re nivîsandin, û aniha ez baş im.

Her bijî tenduristî, her bijî zanistî *



09.12.2020 21:55 ~21:59 | merwano

208. silav, dîsa ez *

ji zûde min serîkek li rojnivîska xwe ya delal lê di nav kûl û derdên xwediyê xwe de dike ku biteqe, neda bû.
dîsa me malik li xwe xera kir, em dîsa ketine depresyonê.
(tişta rastî nizanim ez kengî jê derketime, ew jî ne bellî ye)
min jî got ka ez li fîlmekî darî bikim da ku ev serê min yê ku ji derdê dinyayê bûye dahol, bila hinekî behna xwe berdê, xwe jibîr bike.
min lîsta xwe ya ku fîlmên ku hê min temaşe nekirine nêrî, di serî de fîlmê 1917 hebû.
min jî hewl da ku ez daxim, hê di daxistinê de, hat bîra min ku gelo tirşikê ev fîlmê xweş wergerandiye kurdî an na?
ez ketime telegramê, min dît ku tê de heye,lê fîlmê min yê ku didaxim bi binnivîsa tirkî bû, çawa di nêvî de betal bû. min jî got, qey ev nîşaneke pîroz e, ya baş ez bi kurdî temaşe bikim.
min telegram vekir, ez lê darî dikim, heya nêvîyê fîlm min darî kir, fîlm xweş diçe vir de wê de, mîza min hat, min jî çûm ku bêhn axwe berdim, ez hatim, min li telefonê nêrî, nêzîkê 2 gb înterneta min xerç kiriye, lê min fîlm daxistiba encex 1,3 gb felan encex diçû.
min got wisa çê nabê, vê carê jî min li ser înternetê ya bi tirkî vekir û min mala xwe xera kir, min fîlm qedand.

bi kurt û kurmancî ji bo fîlmekî min nêzîkî 4 gb bêhtir înternet xerç kir, bi kurdî dest pê kir, lê bi tirkî qedand.

me got em ê behna xwe berdin, bêhtir bêhn li me çika :/



17.12.2020 00:03 ~00:03 | merwano

211. Min nivîsî û heşiband û nivîsî û jê bir û dîsa nivîsî û dîsa jê bir.



18.04.2021 02:43 ~02:44 | bûtîmar

213. piştî demek dirêj merheba rojnivîsk *
Ez dixwazim qala hin êşên xwe bikim rojniviskê. wekî carekî din jî min ji te re gotibû, hin êşên derûnî li ser laşê min rûniştine û hin caran silavek tûj didin min û diçin. nahêlin tiştekî bikim û dibin dûrketina min a ji her tiştî. anyway ev êş, li ber êşê min ên vê mehê ne ti tişt bûn. vê mehê ev êş wekî atakên dirêj, li ser dilê min rûdiniştin. wekî gotinên mezinên me, dihatine min * bi girîn û qîrîn min xwe diavêt ber bextê antidepressanan lê ew jî çi fêde nedikirin. jixwe qala psikologan nakim ku nebûn derman ji serde êşa dilê min har kirin. ev êş hin caran ewqas zêde dibûn ku min digot qey dilê min raweste, bêhna min diçikiya ku min nedikarî bêhnê hildim. ya xirabtirîn ev bû ku heftiya borî di nav heftiyekê de min 3 kilo dabû û hatibûm 50 kiloyê ku her kes digot tu çima ewqas zeîf bûyî. temenê min 18 e û bavê min 50 salî ye lê pora min ji ya wî zehftir diweşe, ev yek jî dibe sedema xirabîyek nû :/
herçî wa du sê roj e bi fikirînê, min êşên li ser xwe asteng kir. vêga tenê hin caran tenê tên min ew jî demek kurt. mirov dermanê xwe ye û bi qewlê xanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye.



03.08.2021 09:49 | yûsiv

214. Silav, ji jiyaneke stabîl ku her roj mîna hev.
Ev demeke dirêje ku min tiştek nenivîsandibû, ji ber vê yekê mi go ka tiştekî binivîsim.
Tişta rastî mijareke balkêş di serê min de tune ku binivîsim, lê ger em ser derûniya min hinekî biaxivin. Min ferq kiriye ku wek berê tiştekî ji xwe re nakim kûl û derd, ji aliyekî baş e lê ji aliyekî jî ne baş e.

Ev qas bû, bi xatirê te..



22.09.2021 00:37 ~00:37 | merwano

215. Îro pir kêfxweş im looooo.
îro, pişti 1.5 an 2 salan ez platonîka xwe axîvim. yaa rast e, min ev 2 salan ava plan dikir, gav-bi-gav roj-bi-roj! min ev çend rojan wê didît, bi heyecan dibûm û naxavîbûm lê ev her ne-axatin min dîntir dikir, min dixwest bibim superman û dinê tep bikim. lê îro cûdayîyekî hebû, hem rê û rasthatinên me tesadîfekî xweş bû, hem li rê tenê bû, hem jî acizbûnekî mezin li ser piştê min bû. ev hersêk sedeman ji min re cesaretekî çend carê zefh da. ez gelekî nêzikê wê bûm û gotim [navê-wê], ziwîrî û gotim "çawa yî?". eva min gelekî tirsand ji ber ku îhtamala bersivekî ne êrenî hebû û ev kesekî wekê asosyal tê xûyayê yanî dikaribû nagatif bersiv de. lêêêêêêêê bersivekî êrenî da! yuppie! me di rê de gelekî axivîn. ev çi xwingerm lo, belê axaftina wê min dîn dikir(bi wetaye baş*) lê heger evîndarê wê nebûm jî bawer dikim axaftina wê min disa kêfxweş bikiriba... min plan dikir ku sohbeta wê kêm be lê ji min baştir * pişti diyalogên me hema tiştan pirsand, "ee çawa yî, ee jiyane te çawa derbas dibe hwd.". me carinan behsa pêşerojê (belê em çend sal berê hinek heval bûn) û jiyanên hev kir. paşê rêyên me hev cûda bû, ez gotim "gorusuruz" û ev jî wisa got. hahahahahahhahahahahahahahaha zeft rind e looooo hahahahaha.

tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin/137442
hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan/138009



08.12.2021 17:43 ~17:42 | heval.js

216. saleke berê îro tevlî tirşikê bûm.

nivîskarekî kevn?? ne niha***.



24.01.2022 21:38 | heval.js

217. vê şevê ez careke dinê jî mezin bûm.



17.04.2022 23:11 | bûtîmar

218. pêşîn dixwazim bibêjim ew ji bo roja berê ye û dixwestim jê li mijara (bnr: weşanên nûbihar) binivîsim. vî awayî baştir e.

duh, roja dawîn a fûara pirtukan ya bajarê bû. çend hefta berê min li lîsteyê weşanên ku werin fûarê çawên xwe gerandibû. bi nûbihar jî, ti weşanên kurdî lê tune bû. loma di çûyînê da ti hêvîyên ji bo pirtukên kurdî tune bûnn. ez li standan digeriyam û çend pirtuk standim. pirtûkên li ser mesayan dihat dîtin lê ji bo nihêrîna navê weşanê lazim bû mirov serê xwe rake jor.

wisa wisa bêyî xwendinê navê weşanan, min ew pirtukan dinêrîya. stand bi stand derbas dibûm, û hatim standekî. serî standê de pirtukek hebû û sernivîsa wê de ewa hebû: "ez kurdî hîn dibim". ez şok bûm serê xwe rakirim. "nûbihar". heman demê de me destpêyî xeberanê kir.

meseleyê lîsteya fûarê, navê min û wan, temena min, ji ku-bûyîna min, malbat û meytev; me li ser gelek tiştan xeber da. bi rastî ew jî gelek kêfxweş bûn. digotin ew çi rind e ku ti vî temenê xwe kurdî dixwînî u xeber didî. ji ber wî jî kêfxweş bûm (: lê bi rastî xeberdana bi wan re û dîtina pirtukên jî kurdî baş bû. xwestim 2 pirtukan bikirim lê abêyek destûr neda got bila ew hedîyeyê min bin.
paşê tiştek wiha got "hêjahîya xwendina te, ji pereyê wî mezintir e." tiştek nedîtî bû welleh.
rûniştim min re çayekî dan, me hinek din jî xeber da(behsa tirşikê jî kirim*) û çûm.



23.05.2022 17:12 ~17:14 | ciwanzêr

219. Rojnivîska roja rojek bi êvara îniyê mayî a wekî min bê bismîllah çêbûye.., tirşik(rojnivisk) û emirkina ezê di temenê wêde bi mîzim bikim şirîkê emrê xwe.. û jehra ku min xwe îro çepkir xwe lê vegerand, roj û rojnivîska ku hemû rojên bê tirşik.net bin erdkir merheba li te û tevî tirşikvan û shorbevan û shorbedarên te.. , bê bextê û bê wextê.. min bihîst tu jimin xeyidîyî ji mijveye keysa min li xwe naynî, niha tu dibêjî tişt bi serîde hat li kelemek ket, ne bi xêr be.., bi zirna bi def û saz be.. înşellah.. ji zûveye ne xuyaye û nivîs li dinê be.. filan û bêvan, qebe qeba teye wekî şakirê ribat hêviyê kêf û şahiyê tamandiye.., lê na, xêr û silametî di dome niha hemû kêf yê minin û niha li ber agirê quzek cixareyek vêxistiye 24 ê tebaxê newrozek daye dar..,gelek astengî û gêjahiya jiyanê jî pêre. wê hêviyên te yên di orta havînêde hatine tamandin wê bêtehm û hişk bin mixanebe, hêjî min niqutek hiştiye di binê olçekêde ev çîk û çirûsk wê bibe qîra agirê qada vegerê.(tirrr).. ezê vegerim wê vegerîna min ne mûhteşem be wê mûhkem û pir xedar be bizanibe ez hemû tirşikvana binax an binerd bikim ser wan bi çil kihêlê ser tewlê nizam çend kerên hatine berdan û bêyar mane o sed nêriyê dotinê 50 jî yê firotinê pêdews û avreşandî û cembeliyê min lorî lorî jî bikim ezê bêm û li virbim * ezê heyfa van roja bi deh barî bistînim. me gotibû? Jime gotin. oxir û axir kî hebe ewjî jiwereye ne jiminre oxir be ji nihade ser çavanre hatin.. :( belê xuşk û birayên minî ji asta 'elemyon derbasî asta bîtcoîn bûn, wekî hun dibîbin piyase û bazar ne xweşe ez qala xiram û dîrhema quzê ji bîtcoin qedirgirantir nakim û yê pere nake jî nakim wextê min tune dilê xwe li halê nezewicandiya bişewitînim bila liber agirê xwe newrozek lidarbixin, wekî min ger hûn nexwazin tirşikê bibînin bi zewicin * lê tirşika ku bi nemrûdiya xwe sond dixwar piştî demek dirêj îro dilê min li halê xwe û min peritand tu tirşika bê mijar û nivîskar bimaya buyî? tirşika ez naxwazim te û tevî nivîskarên te bi erzanî yanî bi zirar bifiroşim destê min ji we nabe ez hetanî pêşiya xwe nebîbim veger zehmete bi gotin hêsane lê serê min di gêjahiyêdeye çendîn zeman çêbû ez li tirşik netê û li vê jiyana malûmat ne pelixandî mam bê piştmêr....., min goti bû ez cîgir û telebê hz mêdîme em di dema gaybetê dene jiber wî ne di destê mindeye em windane.. herwiha ku min riya xwe dît û nebînim jî bi sozê jin jî hevbeşin bi wî sozî ezê vegerim, ji vê yekê jî bi bawerî û bêguman bin heta wê demê xwe bi parêzin ez hêviya dîtina we di wan rojande dikim hetanî wan rojên niha nediyar ez we emanetê tirşikê dikim.

Bi sond û peyman heta dinya li darbe ez livirim, dixwazin deh sal dixwaxin hezar sal,
ezê qûç nehêlim li ser qûç : )
"Ezê bêm û bêm''
herwiha ji nifşa herî dawîre jî
'Azemellahû ecrekûm ve ehsene 'azaekûm we xefere lîmeyyîttikûm... inne lîllah ine ileyhî raciûn herwiha lîlahîlfatiha.. amîn
Heval û hogirên nebûna min jixwere kirine kul û mereq bi taybetî jibû xatirê we wekî spasiyek min hiştiye ev tîp xwe li rojnivîskê bikin bela bibin nivîs mizgîniya :bnr)baqî( *bûnê û biwerebûnê bidin we.. ji min bi hêvîbin ezê riyê we di firaqa reşde li teniya bi don nexemilînim/negerînim. Rojên reş wê bi dawî bibin wê hê qîbar û kerbeş çêbin.. ezhê ne çûme lê û lê xuyaye ezê hê pir herim werim *
ez li virim ne li vir bim jî rihê min li vire


S h o r b e v a n ê shorbevan



24.08.2022 21:49 | shorbevan

220. îroj, 21ê adarê 2023ya, saet 20.10...
Min komputera xwe îro da bavê xwe ji ber ku wî got ew ê okey bilîze.
Piştî wê ez çûm Newrozê. Newroz xweş bû, me ala Kurdistanê hilda. Her wusa, ez hatim malê.
Min di odeya xwe de piçek bi pisîka xwe re lîst. Lê ez qet neçûme ser kompîturê.
Min komputera xwe vekir. Pêşî ez çûm malpera tirşik.net ê. Min tenê kontrol kir, kompîtur pir diqelişe. yaw bavê min çû vîrusek daxist da ku ez fîlmekî daxim.
Û fîlm hîn derneketiye (john wick 4). Min vîrus jê bir lê ez texmîn dikim ku min nekarî bi tevahî jê bikim. canê bavê min sax be *
Ji ber vê yekê rojek asayî bû.



21.03.2023 22:12 | horhorik

221. Ez îro çûm dibistanê. Wekî her car, dibistan dîsa bû cihê dramayê. Tu dibêjî qey ji hev aciz dibin, tu dibêjî dijûnan li hev dikin ohooooo. Belê, rojek xweş bû. Min di dersa werzîşê de basketbol dilîst im. Ez nikarim futbolê bilîzim ji ber ku ez nexweş im û bijîjk got bila nelîze. Bi rastî ez ji lîstika futbolê hez dikim, lê ji lîstikvanên din hez nakim. mêr tecawizê hev dikin law (birastî). Ez bi yekî ji wan re napeyivim. Dema ku ez basketbolê dilîzim, mamoste yên cesur û bahtîyar bi gelemperî têne û bi min re dilîzin. lê îro tenê cesur hat. Li gel me keçek jî hebû. Keçik pir baş basketbolê dilîze, lê ne bi qasî min. Ez her tim bi mamosteyan re (bi mamosteyên tirkan re jî) bi kurdî diaxivim. Mamosteyê min cesur ji keçikê pirsî ka tu bi kurdî dizanî û keçik got "na". Min pirsî çima û we got "malbata min bi tirkî diaxive". Min berê xwe da mamoste û min got ku malbata keçik pir pasîf e..

Di navberana din de hevalê min ê pola 12an hatibû dibistanê, lê bi duçerxê hatibû. Min duçerxê ya wî girt û li hemû navberana xwe de duçerxê siwar bûm. Min keçikek hînî ajotinê jî dikir*... Keçika ku min jê hez dikir du caran li min dinêrî. lê wisa ye. Ez bi rastî ji bo wê hêvî nakim. Birayê wî jixwe li dibistana me ye. ew pola 11emîn e. Ne ji ber ku ez ji birayê wî ditirsim, heta min lawik pir xerab lê xisti bûm. Ya rast ew e ku birayê wê diçe ji bavê xwe re bibêje û serê keçikê bişewite. ji ber vê yekê ez naxwazim bi wê re tevlihev bikim. Herçî dibistan qediya û ez li otobusê siwar bûm. keçikek got ezê tiştekî ji te bipirsim. Dema em hemû ji heman gundî ne, em hevdu nas dikin. Herçi jî.

Keçikê ji min pirsî: "Tu li ser riya bav û kalên xwe diçî, îcar tu çima hêrs dibî ku tirk li dû bav û kalên xwe diçin?"

Min got: “Ez destê xwe nadim şopandina rêya bav û kalên wan, ev ne karê min e, neviyên wî yên ku li pey wî bûn û bi sed hezaran mirovên bêguneh qetil kirin, bi destê wî 300 hezar Kurd qetil kirin, tu fêm kir?

Keçik: "Ya tu li dema niha dinêrî. Yan raveyekê mêrik heye."

Dema keçikê weha got, min tiştek nedît ku ez jê re bibêjim. ew qas ehmeq nabe mirov. Min dikaribû gelek tişt bigota, lê nepeyivîna maqûltir bû. Demek hebû ku qetil kirina zarokên bêguneh normal bû? Tiştê ehmeqî ew e ku ew mehê carekê bi kêmanî netewperweriya kurdî li ser Snapchatê dikişîne û parve dike...

Herçi jî. îro wisa bû. îro xerîb bû lê dîsa jî îro bedew bû.



23.05.2023 20:30 | horhorik

222. Îro ji rojên din pir cuda bû. Ew roj bû ku ez qet ji bîr nakim.

Di pola min de keçek heye ku bavê wê serekê dibistanekê ye. Keçikê gelek caran wêneyên dîwarê ku Ataturk û ala tirk lê daliqandî li ser snapchatê diweşand û herî dawî min ew asteng kir. Ew jî di dersê de ji polê re dibêje ez her hefte diçim gund. û dapîra wê bi tirkî nizane. Tenê bi kurdî dizane. keçik henekê xwe bi vê rewşê dike.

Sedema ku ez niha vana vedibêjim ew e ku mesele hîn zêdetir were famkirin. Em werin ser xala sereke.

Îro ezmûn axaftina zimanê tirkî hebû. Mamoste her kes anî ser texte û anî ziman.. û dora vê keçikê bû. Keçik hat ser texte û mamoste ji keçikê pirsî: "Tu dixwazî ​​qala çi bikî?", Keçikê wiha bersiv da: "Ez dixwazim bi rêya şerê Filistîn û Îsraîlê qala şeran bikim." Mamoste got baş e û keçikê dest bi axaftinê kir.

wusa digot: Tiştên wekî wan çawa wijdanê mirovan naêşîne. Û bi hestyarî diaxivî. Her kesî li çepikan da û min tenê li polê mêze kir. Min ji xwe re got em nabin zilam. û xortek li pey keçikê derket. Wî jî heman tişt digot. Paşê hevalê min got horhorîk bila derkeve -her kes ji min re dibêjin horhorik *-. Bi vî awayî ez gihîştim texte.

Keçikê li min nêrî û got: "hahahaha ewê dîsa qala kurdî bike"... Ez jî hêrs bûm. Hevalên min, mamosteyê re gotin horhorîk çi bixwaze bila biaxive. Di nava siyasetê de jî. Pêşî min got çi diqewime? Paşê mamoste got baş e. Min li ser tabloya reş tiştek li ser şerê Filistîn û Îsraîlê xêz kir û dema ku min li ser mijarê dipeyivî, mamoste ji nişka ve gotina min qut kir. Dema ez vegeriyam ser axavtina xwe, min got: “Em çima ji wan kesên ku qatilê 200 hezar Kurdan Saddam qehreman îlan dikin, em ê çima ji bo wan xwe xemgÎn bikin?
û mamosta got: "mezin neke, tenê 5000 kes".
Min got: - ew ne 5000 gund bin ezbenî?
-Herwiha dêkehp ma 5000 kes hindik in?-

Û wê demê çima yên ku dilê xwe ji Filistînê re diêşînin ji bo Rojava jî heman tiştî nakin? Kesek rabû ser xwe û got em kurd loma serxwebûnê dixwazin. û berê xwe da polê.. pirsî ka em çi dixwazin. Di wê gavê de polê bi yek dengî got Kurdistan. Mamoste jÎ hewl dida ku me bêdeng bike û di dawiyê de zengil lêxist. Ez ji tiştên ku hatin serê min matmayî mam, ger te ew wan li derve bidîta, te ê bigot qey ew tirk in. Di bêhnvedanê de hemû hatin cem min û ji min pirsîn: "Tu dikarî bi xweştir li ser texte çi xêz kiribû bêje ?" Ez qet nikarim vê rojê ji bîr bikim.

Îro min fêm kir ku em jî ê bibin yek. Çiqas bi tirkî bipeyivin jî, bi kurdî nizanibin jî dîsa kurdayetî di nava wan de heye.



20.10.2023 18:31 ~2023.10.21 07:39 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol