Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

154. Tirşiko wekî her roj tenê ji bo xwarin û pêdiviyên din min navber da xebatê (çend caran jî ketim tirşikê) çavê min diêşên *



25.11.2019 22:09 | seryasêdilşûşe

155. Dear tirşik,

Min îro jî bêriya wê kir.

Regards,
Xelîl



25.11.2019 22:11 | xelîl

156. wê rojê li emelîyatxaneyê teknîsyenê anestezîyê xwest ji nexweş re bêje "bir saat sonra" lê mêrik bi kurdî nedizanî, nexweş jî bi tirkî.
ji personel re got ka xêra xwe jê re bêje.
personel got "saetek şûnde".
teknîsyen got "aha! welleh tu min dixapînî. wê rojê personelê din ne wisa gotibû. baş tê bîra min" û ji min pirsî ka personel bi rastî derewan dike an na.
min jî got, tiştên wisa dibe. bi kurdî mirov dikare bêje "piştî saetekî", "saetek şûnde" an jî "saetek din" û hwd.
û min domand: weke mînak tirkî jî mirov dikare bêje "bir saat sonra" an jî .... min alternatîfek din nedît û wisa mam *



12.01.2020 11:13 | simurg56

157. Wê rojê min bi hevalekî re dahme dilîste û dû sê kesên tirk jî li me dinêrtin min têrmên dahme bi kûrdî digotin ( siwar, dahme, malek kêm,nade hwd) û min dîte ku yek ji bînera got evan têrman peyvên navnetewî yên dahmêne ? Mi go na evana bi kûrdî ne û min dî vî qebraxa dibe bi tirkî baxivin em fêm nakin filan û bêvan
Min go serçava de ka peyva siwarim bi tirkî bêje emê wê bikarbînin
Min dî viya wek gamêşa çav li trênêke li min nihêrt û tû bersivê neda
Û piştî gavekî cehimî û çu min jî weke xwe berdewam kir



12.01.2020 11:29 | tîrêj zana 21

158. Pîştî demeke dirêj, hêstên dûr û kûr, vê saeta, nîvê şevê hatin ez pêçandim.
Mirov carinan dîse û dîse fêhm dikê ku bi xêra hêstan, mirov dibîne ku parçeyek mirov ji mirov dûr e. Gelo mirov qetek ji rihê xwe, bi dilopek hêstan diguherîne? Kî zane! Belkî....



30.01.2020 00:19 | gumgumok

159. dear rojnivîsk,

van rojan ya herî nebextewar ez im, bawerkem. sibe dibe hefteyek ku delalîkê ber dilê min çûye..
di destpêkê de mirov jê bawer nake, yanî çawa dikare xelas bibe filan, dibêje qey xewnek e, anjî xeletîyek heye û wê di demeke nêz de sererast bibe. Lê paşê dibîne ku naye, venegare, paşê dibîne ku tu tişt ne wek berê ye.

Lê dema ku dibînî yê hember jî li gorî xwe mafdar e, vê carê mirov zêdetir xemgîn dibe, û wek ku garantîya nevegerîne hatibe dayîn hîs dike, wilo şepirze, wilo xwedêjêstendî, wilo tenê, wilo xembar...

Mirov li ber xeyalên xwe dikeve, li ber pêşeroja ku wê bi hevra bihata jiyîn dikeve... her ku were bîrê hêstir jî xwe wilo hêdîka berdidin xwarê. ji dîtina tiştên ku wî tînin bîra min aciz nabim, lê yezdan jî nizane ku ez van rojan çiqas van xemgîn im. tu tişt ji dilê min nayê. hema ketime pey xelaskirina rojê..

mesela sibe dersa min a xwendina çîrokên Puşkîn heye, lê ev jî min bextewar nake. heke em bi hev re bûna, min ev nûçeya dersê rasterast jê re bigota..

Lê zanim her ku diçe êş kêmtir dibe, wê xelas jî bibe.
Lê dîsa jî mirov nikare xwe ji liberketinê xelas bike.

carna bes e dibêjim,heyfa xemgînîya te,,
lê nabe ha!



21.02.2020 01:39 ~01:41 | gulêê

160. Dinya rabûye ser zik piştê hev..
li her derê mirinek, girînek, qêrînek, veqetînek, îxanetek..
li her derê bêbextî, zorbetî, zulum, xûn..



01.03.2020 01:32 | bûtîmar

161. Îroj dîsa bûyerek fiqûr li min rast hat. Serê sibê ez li metroyê siwar bûm ku herim qûrsekê min dî çend ciwanên xwendekar di nava xwe de henekan dikin û dikenin,lê mindî "zilamek" temenê wî dora 30 î wan ji cihê xwe rabû hat ba van ciwana ,(ev zilam her derê xwe bi ala dagirkera sor û sipî kiribû ) min dî dest bi dijuna kir li van ciwana û got ma hûn nizanin çend "şehîdên " me hene hûn çawa dikenin filan û bêvan ,ev û ciwana dirêjî hev kirin lê ez gihaştim cihê xwe û ji metroyê daketim.

Ha ez vêya jî nebêjim ewê di dilê min de bimîne , hin ehmeqên me kurda jî radibin li ser tora civakî ala dagirkera parve dikin û sersaxiyê dixwazin,law ehmeqno ew çune li wir birayên me bikujin hûn livir dua ji wan re dikin... mixabin çena heş di serê gelê me de tûne



01.03.2020 12:08 | tîrêj zana 21

162. ewa rojnivîska min a yekemin e li vir.

merhaba ji te re rojnivîska delal!

ew çend sal e li koreya başûr im. welatek dûr û biyanî.

ji bo jiyanek monoton Û bêproblem koreya başûr cihê herî xweş e.

lê ez ji monotoniya jiyana wir westiyam. erê aramî Û rêbuwarî xweş e lê me re action jÎ divêt. li zikakan şerr Û pevçûna mirovan jî divêt. hêrs bûn û xeberên nebaş jî.

bi kurtasî êdî dixwazim herim welatekî amerîkaya başûr mina arjantîn yan jî herim welatekê afrikayê mina south africa.

Û tiştek din heye rojnivîsko:

(bnr: vîrûsa korona)

wê malxirabê tirr di qûna me de hişk kir. êdî em ditirsin derkevin zikakê. weke tu jî zanî ew sifte li çînê derket paşê li dinyayê belav bÛ. niha her ku diçe rewşa koreya başûr ji çÎnê xirabtir dibe. her roj bi sedan kes dikeve wê nexwaşiyê. nizanim em ê çi bikin. danişgah jî tetîl bû. lê seferên balafirên di mabêna tirkiyê û koreya başûr de jÎ betal bûn. ez li wir weke hefs bûm.

ew hîsseka xirab e.



03.03.2020 19:59 | cinorek

163. ne arşiveka piçûk e. bi tevahî gihîştîye nêzî sed nivîsan.

bi xwendina van rojnivîskan mirov dikare agahî di derbarê tirşikvan û jiyana wan ya rojane da bibîne, wekî mînak, li ku derê dijîn, çi karî dikin, rewşa wan ya derûnî ya bi vê dawîyê çawa ye, ji çokolata schogettenê hez dikin an na, filan û bêvan (oh my xwedê, schogetten çi ye îcar?).

hin rojnivîsk jî hene, pir agahî tê da nabînî. îro lê hatim, di kombersa min da bû, yekê ji sala 2015an. rojnivîskhezên hêja ku ji rojnivîskên xilopilo hez dikin, min go bila ev jî ji we kêm nebe.

.....

"Îro Min Çi Kir

Îro ez rabûm. Min dest û rûyê xwe şuşt. Min taştî xwar. Îro ez li benda yekî bûm lê ew jî li min negerîya. Heta evarê ez li malê bûm. Min xwe şuşt, porê xwe şeh kir û çêkir. Min li porê xwe jole xist û bi qur’an ez bûm wek Vincent Corleone. Ez bûm por xweş û bejn zirav. Gavekî ez çûm balkonê, min fêkî xwar. Ji ber ku xwarina fêkîyan pir xweş e, ez derim û têm, fêkî dixwim.
"



01.04.2020 13:01 | mirovekirind

164. Wisa westiyayî me wisa bêxew im wisa serefsene me heyî xudê bêje bes!
min dil dikir ku rojnivîskeke dirêj binivîsim behsa îro bikim lê barikem gûcê min têrê nake ez hemûşkî binvîsim.

-kuro ez ji te ra xever didim dibêjim ez ê aha bikim aha bikim lê ça têlefonê digrim wê ra mesaj dişînim dibêjim seni özledim : ) êja tu zanî wê çi go? got "sessiz kalsak olur mu?" min jî got olur niye olmasin biz de sessiz oluruz *

-bavê te îro çend cara girîya got ez xwe sûcdar dibîmim boy zaroka qîzikê..

-bilmiyorum gönlümden çok güzel şeyler geçiyor ama hatta dilimin ucuna kadar geliyor ama sözcüklere dökmek gelmiyor içimden.

- weyl kuro îro çîyê te heye ?
-hecî destê xwe nede wana
-(awireke tûj)

inê eva çen roj e dilê min teng e barke ez ketime depresyonê
demek me ev depresîfbûna xu ji bavê xu hildaye ha

çok saçma karşımdasın ama sarılamıyorum
Abi allah aşkına bir kere sarılayım sana seni çok özlemişim biraz oturalım mı gitme biraz he anlat bakalım neler var neler yok
Heyl gereka em herin, min jî zehv bîra te kiriye lê vê vîrûsê mala me xirab kir çiqas xaş em li ber hev bûn lê wisa bûye însan ji însana direve dê ewlad davêje idî

yaw li ser dilê min rûnişt em ser wê qezayê da neçûn wele tê da birîndar jî hebûn.
Bavo ka em peya bûna me yê çi bikira, jixu zehv Milet boy qezayê wira sekinîbûn . Hindirê erebê da jî cendekek hebû barke ewa miribû we´h lew yazix!

Müsait değilim eğer uyumayacaksan sonra arasam seni olur mu



11.04.2020 00:09 ~00:16 | bûtîmar

165. silav rojnivîsk!

min îro taştêyek ecêb amade kir. yanî naxwazim bêjim, ku dilê tirşikvanan ne mîne. wextê min di kêfa xwarina xwe dikir hevalekê ji kolombiya peyamek şand got min hinek pere hildaye, ger ev nexweşiye di dinê de xilas bibe ez ê herim spanyayê. min bersiv nedaye, ma ez ê çi jê re bêjim. peyamek din şand got: tu çi dibêjî, gelo em ê li barselonayê hev bibînin?. parîkê min di nav devê min de û çavê min li telefonê. ez mam wekî rebenan. paşî têsîra hingîvê gehiştiye made ez hatim ser xwe. min bersiv dayê; heyran ji stenbolê xweştir çi erdek din tune ye. were em li vir hev bibînin. ku tu heta spanyayê dikarî herî, heta stenbolê jî dê werî.
baş e ev bersiva baş min daye. hêj çi negotiye lê taştê xweş e.



12.04.2020 14:50 ~15:57 | de facto hozan

166. dîsa gurre gurrra guhê min e.
gurrrrrr.......gurrrrr... huş nabe kambaxê



22.04.2020 00:43 | bûtîmar

167. ca saetê binhêre
li derva ewte ewta kûçikan
di guhê te da gurre gurreke har
ca saetê binhêre
yekî ra derbas dibe sîh çîyar
niha mîna elkekî ketine xewê yar neyar
pîyano maye stîxar

ca raweste
lembe naweste
ca saetê binhêre



27.05.2020 01:44 | bûtîmar

168. Me go merheba!
rojnivîska wek xwediyê xwe bêxewî

Îro jî wek diho bû.
Sibe jî wê wek îro be.
Erê raste bi temamî ne wek hev in
Lê bi piranî wek hev in.

Aniha li ser text im
Îsal nû îro min got ezê li ser text razim.
Ji ber ku êdî mirov nikare di hindirû de îdare bike
Tu dibê qey aniha bi çavên xwe yên mîyop
Li asîmanê, ji sterkên berhevkirî temaşe dikim
Tişta rastî pêşiyên xwînmij, xwîn bi min re nehişt in.

Xewa min nehatibû, min got ka ez li virbinivîsim, heya ku xewka min werê.

De ez serê te neêşînim, bi xatirê te :/



27.05.2020 02:16 | merwano

169. Me go merheba
Rojnivîska ku serê salê carekê tê bîra xwediyê xwe

Hema min xwest ez tiştna binivîsim, bêhna xwe li vir fireh bikim. Nizanim dîsa laşê min dixwerê, ez ji xwe re na rûnim.
Di taliyê de dîsa ez ê çavê xwe berdime keçikeka çavbelek û malikê li xwe Xera bikim.

Ez aqil nagirim, berî niha 7 meha me xwe dîsa hetikand, em bûn mîna zarokan, ev evînên platonîk mala min xêra kirin. Tu dilê xwe ji wan re vedike jî, di dawiyê de tu li ber xwe dikeve û dibêje bikutime vê heyatê :/



19.06.2020 02:22 | merwano

170. silav tirşika bêdeng û bêxwedî
( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye wek helîna ku çûk bes xwe lê digirin)

welhasil, ji ber ku êdî li di karekî de dişixûlim, wek berê bi xwe re nabînim ku li vir binivîsim, bibora tirşika pîroz :(

ji aliyekî jî başe jî, ev 3 meha di mal de min 6 kîlo standiye :/
wekî din karê ku ez tê de dişixulim jî, şixûlê li ser xwarinê ye, êdî nizanim ez ê kîlo stênim an kîloya didim, xwedê mezin e *



07.07.2020 22:59 | merwano

171. Silav rojnivîsk
Min dixwest bîranîneke xweş li vir nivîsandiba lê...
Tu carî tiştekî baş nayê serê min
Wekî her tiştî di warê civakî de jiyana min ne bi dilê min didome.
Bi kurtasî ez êdî bi xwe re nabînim ku hevokeke din binivîsim.

Bi xatirê te tirşik :(



29.07.2020 15:46 | merwano

172. jiyanamin jî weki ya te ye. nayê bîra min ku herî dawî bi dil kefxweşbûn a min çend sal berê bu. lê baş dizanim ku tenê nînim, belkî bi sedan hezar ciwanên me jiyanên wek hev dijîn û bextewar nînin. her çiqas em jiyanên nexweş bijîn jî em neçarin wî halê biguherînin ji bo nifşên nû, ji ber ku em ne jiyan bila wan bijîn.

kekê hinek behna xwe bide û paşê vegere tirşik û jiyanê.



29.07.2020 21:35 | lonw karda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska pişîkên mezin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî