Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
rojnivîska tirşikvanan - tirşik
rojnivîska tirşikvanan
(119) (4) (12)
di mijarê de bigere

173. Silav Ez Merwan (!)

Jiyan, çi hêsteke xerîbe ne wilo?
Rojekê kêfxweşî heye
Rojekê xemgînî heye
Lê bi piranî xemgînî para me ye
Mirov carina dixwaze bibe ajalekî bêhiş û bêxwedî....

Di nava min de hestên xêrîb diqewimin, xûya ye tiştekî ne li ser rêya xwe heye, hêviya min ew e ku sererast bibe, ji van rojan baştir, ji van rojan xweştir.



17.08.2020 02:24 | merwano

174. Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e.
Bi taybetî li benda nivîsên hozan serhad im.



26.09.2020 08:35 | cinorek

175. Îroj, 31ê cotmeha 2020a, saet 01.30...
Merheba tirsik.net,

em li van rojan pirr hev dibînin. Jiber ku di malê de me. Di karantinayê de me. Dayîka min di dawetekê de pê covid19ê ketiye. Lê Êşa wî ez dikşînim. Çi xelkê me kêmaqil e ku li van roja daweta dikin dqn.

Jiber ku Kengê ve karê malê nakim pişta min ket ber min. Jixwe dema bav li malê bimîne ji bo kurdan ew roj jehr e. Ka bêînsafno dihêlin zarokê wan bêhn jî bistînin. Kar, kar û kar.

Dema ji kar direvim diçim li ser dersê xwe yên dibistanê. Dibistan dibistan. Ji te nefret dikim. :/ Gidî çi zehmet e. Jixwe dema mirov şayişdar be of of. Lê rastiya jiyanê jî ev e. Divê tu biwestî divê heta çavê werin girtin bixebitî ku tiştekê qezenc bikî. Ma gotina "çeka feqîran tenê xebitîn e" ne rast e. Dqn kapîtalîzm.*

Demên xwe yên vala jî bi tirşikê û bi hîn kirina kurdî derbas dikim. Pêşî peyvên ku koreyî hîn bûme qeydê beşa ferhenga dikim paşî di hişê min de çi hebe li vir dinivîsim. Ji bilî wê Bi entryên shorbevan û xurufi ji kena ziko pişto dibim.

Ji bilî wê dotmamê xwe nêzîkî salekê fêrî kurdî dikim. Rojên karantinayê zêdetir bala xwe didimê wê. Ji ber ku li alanyayê dijî nikare biaxive û ji malbat jî fêrî kurdî nebûye. Keçeke pirr jîr û xwenas e. Hê 15 salî ye lê hişê li serê ne ser tu kesî ye, ma xizmê kî ye. * gelek xwe pêş xistiye heta soranî jî piçekî fêr bûye. Dikeve lîstika pubgyê û kîjan kurdîaxif dibîne bi wî/wê re dilîze û kurmancîya xwe wisa pêş dixe. * dema mirov bixwazî bi her şiklê fêrî tiştan dibe. *

Bi xatirê te tirsik şev baş ji te re....



31.10.2020 01:37 | yûsiv

176. Silav rojnivîska ku tenê di rojên reş de seriyan lê dixim :/

mixabin wek min got kengî ji dinyayê aciz bibim, xwe li vir dibînim, wekî din tu nayê bîra min.

aniha bê biryar mam.... difikirim gelo ez binivîsim an devjê berdim..

bi şeref aniha ji min nayê, bila biminê rojeke din.

em qala tiştine din bikin, mînak qala te bikin, êêê ka tirşikvan seriyan li te dixin an?
hema ne hewceye tu bêjê, ez bersivê dizanim.
tirşikvan xwe wek berê na berdin deşta tirşikê, xuya ye kendal û zinarên ku xwe lê pehn kirine, ji vir xweştir e.

bi xatirê te, ez serê te neêşênim, di rojên xweş û azad de em ê dîsa hev bînin :/



01.11.2020 00:57 | merwano

177. Rojniviska minî çend sale rep û rût û ji silav û merhebayê mehrûm mayî, merheba jitere, nizanim gunehê te çibû te rojek nivisek başli ser rûpelê xwe nedî.. gelo tuyê rojek nivîsek bi behsa bê derdê di nyayê, bê kar, bê mijulî û bê gêjahî û; bê belengazî derbasdibin, liser rûpelên xweyî xêr ji nivîskarê xwe nedîtiye tuyê li xwe raxî? hima ez na ka tu bibêje ez çi li te barkim bi kijan hibr ji kîjan demê? hibra ji rêxê a şîr an hibra ji hingiv an dîsa hibreya wî shorbe? Dilê min heye lê piştî vê westandinê, ji halketinê, bêwextiyê ji dema sala tutikê çav qewarî ?.. salê carek rojek betlana min heye ew jî bi jehr û ziqûme ew roj jî ne roj ne şev têrî min û te dikin rojnivîska emir kin îca tûyê çi gazin li min bikî tu nivîsên kîjan roj û demê jimin dixwazî? bira bimîne rojek din dixwazî ezê rûpelên te rûreşbikim.. ê te jî wekî tirşikê jixwe sal salewext tu dozdehê birçîyî ez nikarim zikê te bi ser devê texim niha. îro jî xurînî bike an shorbeyek an jî qureder heye, keratî, quzilqurt kîjan bi te xweş be?.. bi hêviya bi xwe bimînî heyrî...



01.11.2020 23:41 | shorbevan

178. Îro dîsa wekî her tim li kargeha me bûm. Berêvarî zilamek temenê wî dora çilî wan hate dikanê. Di destê wî de sobeyek hebû. Min dî kete kargehê û silav kir. Ez jî li dikanê bi tirkî naaxivim lê bi kurdiya resen jî naaxivim. Lewra kesek fêm nake. Loma jî ji neçarî tirkmancî, kurdî heya carna erebî li nav hev dixim. Vêca dema ev camêr jî hat min bi tirkmancî diaxivî. Lê ez çi bibînim, ev camêr bi kurdiya resen diaxive, heya ku dema bi tirkmancî diaxivim ew bi awayekî nerm min rast dike. Min jê pirsî " gelo têkiliya te bi partiyê(hdp-pkk) heye?" Wî jî go " belê carcaran beşdar dibim" min go " axaftina te dirust e" min dî go " belê, kurdiya min temam e"

Gelek kêfa min jêra hat û min di berxwe de fedî û şerm kir. Min go hêj yên ku hay ji zimanê xwe hene mane. Min sobeya wî tamîr kir. Go " deynê me çiqas e?", min go " bo xatirê axaftina te deynê te tune ye" lê min kir û nekir go nabe û bi zor û dubela pere derxist danî ser maseyê. Lêxist û çû...



07.12.2020 20:03 | tîrêj zana 21

179. Me go merheba

Wek ku berê jî min digot hema kengî tiştekî xerap were serê min, an jî ez xemgîn bin, serîkî li vir dixim, ma em çawa bikin? Qey qedera me ev e *

Ez îro qala nexweşiyeke ku berî serê rojan hat serê min bikim. Tişta rastî ne nexweşî bû, topa Xwedê li min ketibû. Min di jiyana xwe de êşeke wilo ku ez êşandibûm nayê bîra min. *.
Nizanim ji çi bû, ev êş nizanim, lê ez sibehî çawa şiyar bûm, ûrê(zik) min ditêşa, nêzîkî nîvro êş zêde bû, her diçû êş giran dibû, Xwedê xêr bike:/

Mixabin ne xêr bû, dor şevê bandora êşê dijwar bû, êdî min nikaribû razim jî, ji bo êşa xwe jibîr bikim, xwe dirêj dikin, ûrê min têşê, wek zarokê di zikê diya xwe de hema min çokê xwe dikişand singa xwe, lê feyde nedikir. Hema min ava germ berda nava şûşeke û min deyna ser ûrê xwe, li xweşiya min diçû, lê mixabin êş nediçû.

Min jî min got, ka ez li rêzefîlmekê temaşe bikim, hema belkî ez xwe pê re jibîr bikim fln mvn. Mim bir başkadır vekir. Jixwe min nû dest pê kiribû, ez gihîştibûm beşa duyemîn, hema min çawa beşa duyemîn vekir, di serî de jinikê destê xwe bi camê dibirî, ji bo xwe bikuje, min çawa ew dîmên dît, min dest bi girî kir.
Me got em ê êşa xwe jibîr bikin, me bêhtir êş geş kir *

Welhasil ez serê te ne êşenim, dor seat 2ê şevê ez rûnişkî di xew de çûm, wek sê seatan razabûm, seat pêncê sibehê şiyar bûm, êşa min hinekî derbas bûbû, roja din ez çûm nexweşxanê, wan jî tehlîl, rontgen, ultrason û çend tişte din kirin, çend derman ji min re nivîsandin, û aniha ez baş im.

Her bijî tenduristî, her bijî zanistî *



09.12.2020 21:55 ~21:59 | merwano

180. silav, dîsa ez *

ji zûde min serîkek li rojnivîska xwe ya delal lê di nav kûl û derdên xwediyê xwe de dike ku biteqe, neda bû.
dîsa me malik li xwe xera kir, em dîsa ketine depresyonê.
(tişta rastî nizanim ez kengî jê derketime, ew jî ne bellî ye)
min jî got ka ez li fîlmekî darî bikim da ku ev serê min yê ku ji derdê dinyayê bûye dahol, bila hinekî behna xwe berdê, xwe jibîr bike.
min lîsta xwe ya ku fîlmên ku hê min temaşe nekirine nêrî, di serî de fîlmê 1917 hebû.
min jî hewl da ku ez daxim, hê di daxistinê de, hat bîra min ku gelo tirşikê ev fîlmê xweş wergerandiye kurdî an na?
ez ketime telegramê, min dît ku tê de heye,lê fîlmê min yê ku didaxim bi binnivîsa tirkî bû, çawa di nêvî de betal bû. min jî got, qey ev nîşaneke pîroz e, ya baş ez bi kurdî temaşe bikim.
min telegram vekir, ez lê darî dikim, heya nêvîyê fîlm min darî kir, fîlm xweş diçe vir de wê de, mîza min hat, min jî çûm ku bêhn axwe berdim, ez hatim, min li telefonê nêrî, nêzîkê 2 gb înterneta min xerç kiriye, lê min fîlm daxistiba encex 1,3 gb felan encex diçû.
min got wisa çê nabê, vê carê jî min li ser înternetê ya bi tirkî vekir û min mala xwe xera kir, min fîlm qedand.

bi kurt û kurmancî ji bo fîlmekî min nêzîkî 4 gb bêhtir înternet xerç kir, bi kurdî dest pê kir, lê bi tirkî qedand.

me got em ê behna xwe berdin, bêhtir bêhn li me çika :/



17.12.2020 00:03 ~00:03 | merwano

181. Min nivîsî û heşiband û nivîsî û jê bir û dîsa nivîsî û dîsa jê bir.



18.04.2021 02:43 ~02:44 | bûtîmar

182. piştî demek dirêj merheba rojnivîsk *
Ez dixwazim qala hin êşên xwe bikim rojniviskê. wekî carekî din jî min ji te re gotibû, hin êşên derûnî li ser laşê min rûniştine û hin caran silavek tûj didin min û diçin. nahêlin tiştekî bikim û dibin dûrketina min a ji her tiştî. anyway ev êş, li ber êşê min ên vê mehê ne ti tişt bûn. vê mehê ev êş wekî atakên dirêj, li ser dilê min rûdiniştin. wekî gotinên mezinên me, dihatine min * bi girîn û qîrîn min xwe diavêt ber bextê antidepressanan lê ew jî çi fêde nedikirin. jixwe qala psikologan nakim ku nebûn derman ji serde êşa dilê min har kirin. ev êş hin caran ewqas zêde dibûn ku min digot qey dilê min raweste, bêhna min diçikiya ku min nedikarî bêhnê hildim. ya xirabtirîn ev bû ku heftiya borî di nav heftiyekê de min 3 kilo dabû û hatibûm 50 kiloyê ku her kes digot tu çima ewqas zeîf bûyî. temenê min 18 e û bavê min 50 salî ye lê pora min ji ya wî zehftir diweşe, ev yek jî dibe sedema xirabîyek nû :/
herçî wa du sê roj e bi fikirînê, min êşên li ser xwe asteng kir. vêga tenê hin caran tenê tên min ew jî demek kurt. mirov dermanê xwe ye û bi qewlê xanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye.



03.08.2021 09:49 | yûsiv

183. Silav, ji jiyaneke stabîl ku her roj mîna hev.
Ev demeke dirêje ku min tiştek nenivîsandibû, ji ber vê yekê mi go ka tiştekî binivîsim.
Tişta rastî mijareke balkêş di serê min de tune ku binivîsim, lê ger em ser derûniya min hinekî biaxivin. Min ferq kiriye ku wek berê tiştekî ji xwe re nakim kûl û derd, ji aliyekî baş e lê ji aliyekî jî ne baş e.

Ev qas bû, bi xatirê te..



22.09.2021 00:37 ~00:37 | merwano

184. Îro pir kêfxweş im looooo.
îro, pişti 1.5 an 2 salan ez platonîka xwe axîvim. yaa rast e, min ev 2 salan ava plan dikir, gav-bi-gav roj-bi-roj! min ev çend rojan wê didît, bi heyecan dibûm û naxavîbûm lê ev her ne-axatin min dîntir dikir, min dixwest bibim superman û dinê tep bikim. lê îro cûdayîyekî hebû, hem rê û rasthatinên me tesadîfekî xweş bû, hem li rê tenê bû, hem jî acizbûnekî mezin li ser piştê min bû. ev hersêk sedeman ji min re cesaretekî çend carê zefh da. ez gelekî nêzikê wê bûm û gotim [navê-wê], ziwîrî û gotim "çawa yî?". eva min gelekî tirsand ji ber ku îhtamala bersivekî ne êrenî hebû û ev kesekî wekê asosyal tê xûyayê yanî dikaribû nagatif bersiv de. lêêêêêêêê bersivekî êrenî da! yuppie! me di rê de gelekî axivîn. ev çi xwingerm lo, belê axaftina wê min dîn dikir(bi wetaye baş*) lê heger evîndarê wê nebûm jî bawer dikim axaftina wê min disa kêfxweş bikiriba... min plan dikir ku sohbeta wê kêm be lê ji min baştir * pişti diyalogên me hema tiştan pirsand, "ee çawa yî, ee jiyane te çawa derbas dibe hwd.". me carinan behsa pêşerojê (belê em çend sal berê hinek heval bûn) û jiyanên hev kir. paşê rêyên me hev cûda bû, ez gotim "gorusuruz" û ev jî wisa got. hahahahahahhahahahahahahahaha zeft rind e looooo hahahahaha.

tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin/137442
hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan/138009



08.12.2021 17:43 ~17:42 | heval.js

185. saleke berê îro tevlî tirşikê bûm.

nivîskarekî kevn?? ne niha***.



24.01.2022 21:38 | heval.js

186. vê şevê ez careke dinê jî mezin bûm.



17.04.2022 23:11 | bûtîmar

187. pêşîn dixwazim bibêjim ew ji bo roja berê ye û dixwestim jê li mijara (bnr: weşanên nûbihar) binivîsim. vî awayî baştir e.

duh, roja dawîn a fûara pirtukan ya bajarê bû. çend hefta berê min li lîsteyê weşanên ku werin fûarê çawên xwe gerandibû. bi nûbihar jî, ti weşanên kurdî lê tune bû. loma di çûyînê da ti hêvîyên ji bo pirtukên kurdî tune bûnn. ez li standan digeriyam û çend pirtuk standim. pirtûkên li ser mesayan dihat dîtin lê ji bo nihêrîna navê weşanê lazim bû mirov serê xwe rake jor.

wisa wisa bêyî xwendinê navê weşanan, min ew pirtukan dinêrîya. stand bi stand derbas dibûm, û hatim standekî. serî standê de pirtukek hebû û sernivîsa wê de ewa hebû: "ez kurdî hîn dibim". ez şok bûm serê xwe rakirim. "nûbihar". heman demê de me destpêyî xeberanê kir.

meseleyê lîsteya fûarê, navê min û wan, temena min, ji ku-bûyîna min, malbat û meytev; me li ser gelek tiştan xeber da. bi rastî ew jî gelek kêfxweş bûn. digotin ew çi rind e ku ti vî temenê xwe kurdî dixwînî u xeber didî. ji ber wî jî kêfxweş bûm (: lê bi rastî xeberdana bi wan re û dîtina pirtukên jî kurdî baş bû. xwestim 2 pirtukan bikirim lê abêyek destûr neda got bila ew hedîyeyê min bin.
paşê tiştek wiha got "hêjahîya xwendina te, ji pereyê wî mezintir e." tiştek nedîtî bû welleh.
rûniştim min re çayekî dan, me hinek din jî xeber da(behsa tirşikê jî kirim*) û çûm.



23.05.2022 17:12 ~17:14 | ciwanzêr

188. Rojnivîska roja rojek bi êvara îniyê mayî a wekî min bê bismîllah çêbûye.., tirşik(rojnivisk) û emirkina ezê di temenê wêde bi mîzim bikim şirîkê emrê xwe.. û jehra ku min xwe îro çepkir xwe lê vegerand, roj û rojnivîska ku hemû rojên bê tirşik.net bin erdkir merheba li te û tevî tirşikvan û shorbevan û shorbedarên te.. , bê bextê û bê wextê.. min bihîst tu jimin xeyidîyî ji mijveye keysa min li xwe naynî, niha tu dibêjî tişt bi serîde hat li kelemek ket, ne bi xêr be.., bi zirna bi def û saz be.. înşellah.. ji zûveye ne xuyaye û nivîs li dinê be.. filan û bêvan, qebe qeba teye wekî şakirê ribat hêviyê kêf û şahiyê tamandiye.., lê na, xêr û silametî di dome niha hemû kêf yê minin û niha li ber agirê quzek cixareyek vêxistiye 24 ê tebaxê newrozek daye dar..,gelek astengî û gêjahiya jiyanê jî pêre. wê hêviyên te yên di orta havînêde hatine tamandin wê bêtehm û hişk bin mixanebe, hêjî min niqutek hiştiye di binê olçekêde ev çîk û çirûsk wê bibe qîra agirê qada vegerê.(tirrr).. ezê vegerim wê vegerîna min ne mûhteşem be wê mûhkem û pir xedar be bizanibe ez hemû tirşikvana binax an binerd bikim ser wan bi çil kihêlê ser tewlê nizam çend kerên hatine berdan û bêyar mane o sed nêriyê dotinê 50 jî yê firotinê pêdews û avreşandî û cembeliyê min lorî lorî jî bikim ezê bêm û li virbim * ezê heyfa van roja bi deh barî bistînim. me gotibû? Jime gotin. oxir û axir kî hebe ewjî jiwereye ne jiminre oxir be ji nihade ser çavanre hatin.. :( belê xuşk û birayên minî ji asta 'elemyon derbasî asta bîtcoîn bûn, wekî hun dibîbin piyase û bazar ne xweşe ez qala xiram û dîrhema quzê ji bîtcoin qedirgirantir nakim û yê pere nake jî nakim wextê min tune dilê xwe li halê nezewicandiya bişewitînim bila liber agirê xwe newrozek lidarbixin, wekî min ger hûn nexwazin tirşikê bibînin bi zewicin * lê tirşika ku bi nemrûdiya xwe sond dixwar piştî demek dirêj îro dilê min li halê xwe û min peritand tu tirşika bê mijar û nivîskar bimaya buyî? tirşika ez naxwazim te û tevî nivîskarên te bi erzanî yanî bi zirar bifiroşim destê min ji we nabe ez hetanî pêşiya xwe nebîbim veger zehmete bi gotin hêsane lê serê min di gêjahiyêdeye çendîn zeman çêbû ez li tirşik netê û li vê jiyana malûmat ne pelixandî mam bê piştmêr....., min goti bû ez cîgir û telebê hz mêdîme em di dema gaybetê dene jiber wî ne di destê mindeye em windane.. herwiha ku min riya xwe dît û nebînim jî bi sozê jin jî hevbeşin bi wî sozî ezê vegerim, ji vê yekê jî bi bawerî û bêguman bin heta wê demê xwe bi parêzin ez hêviya dîtina we di wan rojande dikim hetanî wan rojên niha nediyar ez we emanetê tirşikê dikim.

Bi sond û peyman heta dinya li darbe ez livirim, dixwazin deh sal dixwaxin hezar sal,
ezê qûç nehêlim li ser qûç : )
"Ezê bêm û bêm''
herwiha ji nifşa herî dawîre jî
'Azemellahû ecrekûm ve ehsene 'azaekûm we xefere lîmeyyîttikûm... inne lîllah ine ileyhî raciûn herwiha lîlahîlfatiha.. amîn
Heval û hogirên nebûna min jixwere kirine kul û mereq bi taybetî jibû xatirê we wekî spasiyek min hiştiye ev tîp xwe li rojnivîskê bikin bela bibin nivîs mizgîniya :bnr)baqî( *bûnê û biwerebûnê bidin we.. ji min bi hêvîbin ezê riyê we di firaqa reşde li teniya bi don nexemilînim/negerînim. Rojên reş wê bi dawî bibin wê hê qîbar û kerbeş çêbin.. ezhê ne çûme lê û lê xuyaye ezê hê pir herim werim *
ez li virim ne li vir bim jî rihê min li vire


S h o r b e v a n ê shorbevan



24.08.2022 21:49 | shorbevan

189. îroj, 21ê adarê 2023ya, saet 20.10...
Min komputera xwe îro da bavê xwe ji ber ku wî got ew ê okey bilîze.
Piştî wê ez çûm Newrozê. Newroz xweş bû, me ala Kurdistanê hilda. Her wusa, ez hatim malê.
Min di odeya xwe de piçek bi pisîka xwe re lîst. Lê ez qet neçûme ser kompîturê.
Min komputera xwe vekir. Pêşî ez çûm malpera tirşik.net ê. Min tenê kontrol kir, kompîtur pir diqelişe. yaw bavê min çû vîrusek daxist da ku ez fîlmekî daxim.
Û fîlm hîn derneketiye (john wick 4). Min vîrus jê bir lê ez texmîn dikim ku min nekarî bi tevahî jê bikim. canê bavê min sax be *
Ji ber vê yekê rojek asayî bû.



21.03.2023 22:12 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî