Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 18 peyam
    rojnivîska tirşikvanan - tirşik
    rojnivîska tirşikvanan
    (108) (3) (52)
    di mijarê de bigere

    36. rojnivîska minî roja rojek di serde derbasbûye merheba jitere an jî oxirbe.. îtîraf bike rojek pir xedare li roja lî pey te wiha tê nivîsandîn di nava sibehê û nîvrode te min ji xew da rakirin çehvê min bi kêvjik pozê min ritimandî sika kul nikarim fişş jî bikim ji ber kedewa ku ez pê ketibûm.., dibû sedema carna balon çikirina pozê min.. lê em dikarin bibêjin roj roja wî cirnê ku ez ser çavê xwe tê de dişom bû.. roja minî bêxêr û bereket dûre keysa xurinîyek baş jî neda min.., roja minî hain saldırıya li min dike neke!.. berê min didî xebatê hetanî seet 12-1 şevê ka ev heqê xwedêye nava min û tirşika min jî xerab dikî ewê nebibêjin shorbevanê lawê tirşikê edî westîya nayê li tirşikê nanivîsîne.. lê na vîya baş bizane tu û tirşik tev bi westin jî ez nawestim roja minî bêbext niha ewê performans piştî te roja reş ewê bikebe hetanî demek ku dawîya wî tarîye..... piştî te hewqas ecelekir zû bihirî ê de here çûndin hebe hatin tunebe..



    2016.01.15-14:02 ~2016.02.05 21:47]| shorbevan

    37. slavên germ li te! sitara bêkesan, rojnivîskê... niza'm çima, îro dema ber bi malê ve dihatim ket hişê min ku ji te re çend gotinan bikim. zanim ji zûde ye, ji guhdarkirina me û xewn û xeyalên me yên beredayî pir westiyayî. lê çi bikin, xeynî te tu kes nîne ku em tûrê xwe, ya dile xwe jê re bê tirs û fedî vekin. carnan difikirim, ger te jî tûrê xwe ji me re vekira wê çi jê vala bûbûya? Gotinên bextewar an yên mehdtirş, yên belasebep an girîng ? dibe ku tu tişt… lê mixabin wekî hemû xeyalên din ên ecêb ev jî ne gengaz e. Tu yê tu carî neaxivî û ez ê jî tim wê efsûniya te ya şanaz û tûrê te yê heta ji dêv dagirtî meraq bikim... zanim, li gor rê û rismên rojnivîskê divê min qala rojeke xwe bikira lê ji ber ku hemû rojên min wek di makîneyekê de derketine, tev wek hev in( çûyîna dibistanê, xwendavanên şirîn, midûrê mehdtirş, vegera malê, xwarin, xwendin, raketin…) min tişteke te bixe nav kelecaniyekê nedît binivîsîm. Lewma min biborîne rojnivîskê… Li derve dengê zarokan tê, bi kelecanî dileyîzin û dengê pitikeke ku şîr dixwaze û li hundir dengê nîzamettîn arîç… bi xatirê te.



    2016.03.28-17:43 | sergijik

    38. bi mehdekî tirş û nexweş şevxweş rojnivîskê!

    li odeya kêleka min du heval bi dengekî bilind ketine nîqaşa hebûn û nebûna xwedê û ji qelebalixa wan xewa min reviyaye. erê rojnivîskê stuyê te bişkê ev çi hal e



    2016.03.29-01:02 | ceso

    39. merheba rojnivîskê... îro tişteke ecêb hat li serê min lewma min xwast demildest vê tiştê ji te re vebêjim * piştî li kar, li dibistanê derketim ji bo dîtina hevalekê çûm banqeyê. dema karê min qediya û derketim li derve, rastê mêrekî ciwan hatim, bêhemdî çavên me li hev ket û wî, bi baldariyeke mezin li min nêrî lê min bi lez û bez wek keçeke binamûs * serê xwe xist li ber xwe û ketim ser rêya malê. çi ecêb piştî demekê min ferq kir ku ew hinekî li paş min e. bi vê hayîbûnê re, ez şaşopaşo bûm, hîn ketim nav kelecaniyekê hîn jî tirsekê... ger bixwazî wî ji te re teswîr bikim, kesekî wiha bû: rengê kesekî nebaş nedida. rûyekî wî yê paqij û qeşeng hebû, bejn û bala wî baş û cilên xweşik lêbû. ango wek beredayan tolazan nebû. jixwe şaşmayîna min jî ji ber vê bû. axirê rojnivîskê, ez çendîn hatim ew jî hat, ez ketim dikanekî ew sekini. ez meşiyam ew meşiya, ez cardin sekinim û ew jî cardin... * dawiyê aciz bûm û min bi awayekî xwe jê qut kir û hatim malê. lê dema hatim malê di hişê min de ev pirs çêbû gelo ew kî bû ? *



    2016.03.29-18:47 ~18:57]| sergijik

    40. îro şemî bû, rojeke germ û keskesorî bû. şêniyên bajêr, wek ku ji zûde ye li benda vê rojê bûn xwe avêtibûn li parq û kolanan, kuçe û bin daran... min li pişt pacê bi deqîqeyan li wan nêrî. dawiyê çawa bû niza'm min jî xwe li cem wan dît. dayik, milê wan de pitikên wan û hin jin mêr, dergistî di milê hev de û qîjeqîja zarokan.. hin kes di taldeyekî de hin li ber tavê rûniştibûn. ez jî li kerasihekê.. bêyî ku haya wan ji pê bibe min cardin çavên xwe, zivirand li ser wan. xeynî çend kesan hemû kes bextewar bûn an jî wisa dihatin xûya. lê wisa be jî ne xem e. dibe ku wek john Berger jî dibêje bextewarî ne tişteke domdar be. ew tenê tişteke "gavî" be. herhal em şêniyên parqê jî, wê gavê di hembêza bextewariyê de bûn. lewma dilê me kutekut bû, hew kêmasiya me çend perperok bûn* bawerim, ji erzaniyê ye wekî hemû parqan di vê parqê de jî piranî dendik dihate xwarin û çaya qaçax a di termosan de... ciwanan bi sebreke mezin bi dehan wêne dikişandin da ku biavêjin facebook û filan bêvanê * kal û pîr ên ku di nav her qurçimeke wan de hin tirs, hin poşmanî, hin aramî... dihewandin, li derdora xwe dinêrîn û serê xwe mîna ku gihîştine efsûniya jiyanê ji hev re dihejandin. li kêlekê bêhneke kûr dikişand kalekî din. titûna xwe ya di bêrîka xwe de derdixist, bi tiliyên xwe yên hejhejok dipêça dû re dibir ber lêvên xwe yên tenik.. û li ber dîwêr parsêkekî ecêb.. ecêb bû çimkî li tu kesê/î lavayê nedikir. tenê bê seda li erdê dinêrî û di halê xwe de diponijî. çi serfiraz! axirê, zemanê bêbext wekî hemû tiştên xweş, ev roja jî domand û berê min da rêya malê. lê çi ecêb hîn bextewar im *



    2016.04.02-20:20 ~20:29]| sergijik

    41. rojnivîskê ez ê nekarim hestên xwe ji te re rave bikim. hevalê min ê zarokatiyê van rojan şehîd ketiye. ji te tenê tiştek dixwazim; herdem bîne bîra min û bêje "te sond xwaribû ku jiyana xwe ji bo gelê xwe biborînî. li hember zilma van kafirên mirovatiyê, bexwedana xwe bernedî"



    2016.04.05-20:37 ~20:37]| simurg56


    43. Rojnivîskê psîkolojîka min xirab bûye. Çi bikim? Çi bînim serê xwe?



    2016.04.11-01:13 | mergehez

    44. ev çendek e xwediyê malê, min digeriya ku li qata ez lê rûdinêm temîreke înşaatê heye û wê karkerekê ji bo temîrê bê. dawiya dawî îro deriyê min hat lêxistin. lê lêxistinek çawa? erê, min bihîst dengek hat lê ne bilind ne nizm, ne heye ne tune ye. dû re telefona min lêxist yê digeriya xwediyê malê bû. got: " ew karker li ber dêrî ye. qey hûn li mal nînin? " min piştî telefon girt, derî vekir. û li pêşberê min kesekî jar (zeyif), rûyekî mahcûp û çavên şikestî... hîn min tiştek negot wî bi halekî fediyok çend gotin kir: "qusûrê nenihêrî, ez ji bo temîrê... aciz nebî..." min got aciziya çi, kerem bikin. û min rê nişan dayê. wî solên xwe derxist, da destê xwe û derbasê terasê bû. ji bo ku toza solên wî nekeve malê gavên xwe hûr û baldar diavêt.. çi kubar! di wê dema kurt de hin tiştan bala min kişand. ev karker, kurmancî diaxivî û pir şikestî bû. ne wek yên din bû. çav û mîmîkên wî de hin keser, hin fedîkirin, cardin mahcûbiyet hebû. min got yeqîn ew, ne ji mêrdînê ye. piştî wext hinekî derbas bû ez bi hinceta tiştekê îkram bikim çûm ba wî. û piştî çend pirsan, hînbûm ku wek min texmîn kiriye ne ji vir e. ji rojava ye, ji tirbêsipî.. got: "ez li înşaetekê nobedar im û mehê 1300 lîra distînim. 300'î didim kirê û sê zarokên min hene..." min dixwast hîn bibêje lê çi çare.. divê bixebitiya. kêfa wî ne ya min bû. min ew bi karê wî re hîşt û hatim. dû re fikirîm, gelo ew kesekî dewlemend bûya wî yê dîsa bi dengekî nizm û carekî li derî bida yan wî yê li zengilê bida ? yê dîsa evqas mahçûp bûya di tevgerên xwe de? gelo bi hezar lîrayan çi dike û di nobedariyê de çi difikire, çi hîs dike? ev camêrê tirbêsipî min hestiyar kir îro. hîn teqereqa wî tê. jiyan bê wîjdan e, bê merhemet e.



    2016.04.17-14:23 ~14:26]| sergijik

    45. ev salek e tiştên li kurdistanê qewimî û diqewimin, hişê min ji serê min bir û dibe. sebr û tehamula min ji nûçeyan nayên. xemgîniyek bêçare î tehl rûniştiye li ser çavên min. carinan dema bi hevalên xwe re dipeyivim, espriyek baş min dide kenê lê poşmaniyeke yexçar radide dilê min. piştî xwarineke xweş an jî çayeke hêja jî jê ne cudatir e. ditirsim. her tim ditirsim. dema di çûkaniya min de bitirsiyam bi xwedê re dipeyiviyam. lê belê êdî tirsa dilê min min ji xwedê dûr dixe. ez xwedê winda dikim. di nav taristaniyeke heta hetayê.



    lê meriv candareke ji rêze ye. dijîm. herçiqas çar aliyê welatê min bi kuştin û xerabî ve hatibe dorpêçkirin û hêviya min ji tiştekî nema be jî bi xwestek an jî jirêzêbûnê ve wekî bêxem û ji derdê dûr dijîm, dimeşim, bazarî dikim û dikenim. dikenim wekî girîn. wekî pejirandin. pejirandinek fedîkarî.



    tehma devê min tune ye.

    lê bira derew nebe, dijîm.



    û ez nikarim ji nav vê psîkolojiyê xilas bibim.

    dibe normal.

    heyf e.



    2016.04.18-00:55 ~00:57]| biruya hayao miyazaki

    46. silav û rêz li te rojnivîska delal.

    weke ku min çend roj berê jî ji te re gotibû psîkolojiya min ne baş e niha. min gotibû ez ê di tirşikê de binivîsim belkî hinekî rihet bibim lê rastî êrîşekê hatim, mirovên fesad dest bi qerf û tinazan kirin. behecîm, aciz bûm. ez ê binivîsim dîsa, nikarim li benda wan bikevim.

    erê hevala delal, li ser ew bûyera ne xweş, bûyereke din jî hate serê min. çi xweliyê li serê xwe bikim nizanim. her tişt li ser hev hatin. dixwazim dev ji van tiştan berdim lê weke werîsekî hustê min badane. li hêlekê êşa eşqê li hêlekê jî neheqiya ku li min hate kirin. du derbên mezin min xwar di vê mehê de. derbek derbas dibe lê ya din pir zor e. ligel xwestinê mirov çawa dikare xwe ji tiştekî mahrûm bike, ez fahm nakim. duh gote min bêriya te kiriye, hembêz kir û hew. min jî sêwî sêwî lê nihêrt. tiştek ji destên min nehatin. min soz dayiyê û gotiye ez ê dev ji te berdim lê wer xuya dike ku ew jî naxwaze dev ji min berde. erê rojnivîskê ev ne neheqî ye? ez şaş li meseleyê dinerim? ez fêhmkor im qey? naaa. lê dinerim û dibêjim ez ne fêhmkor im. çimkî her tişt li ber çav e. xwexapandin jî li ber çav e. ev tevgerên wê nahêle ez zûbizû dev jê berdim. rojnivîskê pêşniyarekê li min bike. ez li hember van tevgerên wê xwe kerr bikim? ti bersivê nedim wê? çi bikim? haa, çi bikim?



    2016.04.26-12:24 | mergehez

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    komkujiya geliyê zîlan [1]
    Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
    di dîrokê de îro [3]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    kurdên femînîst [4]
    nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rojnivîska pişîkên mezin

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî