97. Bi wan çavên kesk şitexilî û dilê xwe vekir. Û perengekî agir berda nav vî dilî |
|
04.11.2017 23:43 |
gumgumok
|
98. dîsa li ser skype, dîsa dûr. |
|
05.11.2017 01:18 |
gulêê
|
99. çûm û têm |
|
05.11.2017 01:27 |
xelefêserhedî
|
100. -- êvareke seşemeke mijdareke sar-- |
|
08.11.2017 01:30 |
bûtîmar
|
101. *** |
|
16.11.2017 04:13 |
bûtîmar
|
102. îro sifte bi kesekê başûrî we rûniştim û me li seûlê li lokantayeka tirkan nan xwar (adana kebab) û me qehve vexwar. |
|
21.11.2017 19:31 ~19:32 |
cinorek
|
103. Îro çumê şaxa eskerîya amedê ji bo karên xwe yê taloqkirina eskerîyê ez pêşîya şandeya tenduristîyê (saglik kurulu) bum. Wek min pir kes ji bo ku bikevin heyetê hatibun, hinek esker hinek peya hinek ji bo ku çuruk bistîne , anjî taloq bistîne hatibun hinek ker jî ji bo çawîşîya pisporî bikin hatibu. |
|
22.11.2017 18:54 ~19:00 |
azad30
|
104. k. ez e. bn. ezê bm. |
|
25.11.2017 04:46 ~04:48 |
bûtîmar
|
105. seftek ji seftan, dîsa dereng şiyar bûme. Her çiqas êvarê bibêjim ez ê sibê zû biçim pirtûkxane jî -lanet li çavê şeytan- ez nikarim zû rabim. Çaxê ku şiyar bûm, bûbû nîvro. Avek li serê xwe kir, ji xwe re hêk qeland. Hin fêkî avêt çentê xwe û min rêya pirtûkxane girt. |
|
25.11.2017 16:00 ~18:05 |
gulêê
|
106. Îxtimalek pir hindik heye ku li googleê di ser iş kevim. |
|
25.11.2017 16:39 |
cinorek
|
107. Berêvarî derketim derve. Bi erebé çum sûkê. Her der sar bû. Ji ber ku kumé min tunebu ez çum mi quhdankek ji xwe re kirî. Pédiviya min bi kumé ku tecawîzî poré min dike nîne. Guhê min jî germ dibe. Wisa baş e. Paşê ez çum mi heft cot gore kirî. Hinekî li sukê geriyam çum kolanén ku mirovan difetisin. Béhna min bi hebuna wan derket. Aciziya min çû, kêfa min hat. Ez jî bi wê kéfé hêdî hêdî ber bi malê ve meşiyam. |
|
26.11.2017 00:44 |
hêvî
|
108. Piştî jiyîna bi 3 zarok, 2 pisîk û kuçikekî re min ferq kir û heyatê de nikarim di mala xwe de kuçikekî xwedî bikim. Yaew tu derî vedikî, dikevî hundir kuçik kurê kuçika xwe dibavêjê ser te. Erê zanim, hij dike le qurbana te ka ji bin piyan here. û tu piçekî rû bidî har dibe, ev çi yaew. Her dem yek li bin qûna te, te bêhn dike. Qet ne xweş e hilmi bunu beğenmedi. |
|
28.11.2017 10:03 |
gulêê
|
109. îro ji bo dersên zimanê Rûskî bi polê re ketim dersê, -ji ber ku ez dereng hatim Moskovayê, ji bo demeke bo ku bigihîjim polê mamosteyeke dersên yek û yek dida min. |
|
04.12.2017 19:08 |
gulêê
|
110. tişt miştên wisa.. tu xwedê ji min bisekine.. |
|
09.12.2017 02:19 |
bûtîmar
|
111. Xwarina humusê min heft sal berê li erebistana seûdî xwaribû xweşiya min çûbû. Îro hevaleke minî felestînî ji xezze yê ku heftiyek zêdetir e gotibû ezê werînim û ji bo min anî. Min ne zahf lê têra xwe xwar. Xweş bû. Efsanevî nîn e lê bi rastî xweş e, cuda ye. |
|
11.12.2017 00:59 |
bilbilê dilkul
|
113. Berîya çûyîna Kurdistanê, min go ca ez herim li kolana herî navdar a Moskovayê a bi navê Арбат piçekî dem derbas bikim. |
|
01.01.2018 17:22 |
gulêê
|
114. îro servîsa acîlê ji bo nexweşekî telefon kir: li nexweşxaneyek taybet emeliyat bûye berî 2-3 heftiyan û niha cihê birînê werimîye û edab jê diherike. |
|
06.01.2018 22:44 ~2018.01.11 20:54 |
simurg56
|
115. Naçime qehwexane fîlan û bêvan lê Li stenbolê ez îro çûme qehwexaneyekî Kurdan ku yekî bîbinim. Ez ketim hundir, belkî têde hebû 50 meriv, destên wan de cixare dikişandin, nefesê min girt. Tev montên reş xwe kiribûn, por û riyê wan tevlîhev bû, xwe re Okey dileyistin. Dilê min sar bû, zûda ye gundiyên xwe min nedîdît, qe degîş nebûne, nêrînên wan, xeberdan û kena wan... |
|
06.01.2018 23:32 |
mîr
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |