Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 17 peyam
    rojnivîska tirşikvanan - tirşik
    rojnivîska tirşikvanan
    (108) (3) (52)
    di mijarê de bigere

    141. 28.07.2018
    Jineke pîr, û çavşîn bû. Bi nexweşiya qensêra rovîkan ketibû. Metestazên wê zêde bûn. Bi ser de jî perîtonîtis karsînomatosîs derketibû. Û dibê qey ev jî ne bes bû, îleûs jî derketibû ku îda rovîkên wê sekinîne û hew dikarin bişuxwilin. Ev jin jixwe, hetibû dawiya emrê xwe. Yani (bnr: nexweşa termînal) bû. Îda ji xwarin û vexwarinê jî ket. Herdem diverişihe. Bi awayekî wisa zêde diverîşihe ku nayê gotin. Piştî demekê pîsîtiya ûrê wê di devê wê ve herikî.
    Piştî tedaviya 2 rojan verîşandina wê kêm bû lê rewşa wê xerabtir bû.

    Ez zehf bi vê rewşê adiz bûm. Di vizîtê de, yanî di serlêdana nexweşan de min ji mamosteyê (bnr: onkolojî)yê pirsî, " ma çima em nikarin feydeyekê bidine vê hermetê? Ka agahiyekê bide me da em karibin wê baştir bikin! "
    Mamoste sekinî û li min nêrî: ev jin baştir nabê! Wextê wê hate dagirtin! Tiştek ji destê me nayê.

    Gelek nexweş tên û li cem me emrê xwidê dikin. Dema mirov wan nexweşan nas dikê û piştî têkiliyekê, mirina van nexweşan li mirov girantir tê. Vê hermetê jî zehf dua ji min re dikir. Digot xwidê tu derxistî pêşiya me. Xwidê ji te razî be. Tu jî kurê min î.

    Werhasil, roja dî vê nexweşê xwest ku herê malê. Lê mixabin ne mumkun bû herê malê. Ve hermetê miqersî kir û got îllakî ez ê çime mala xwe û di xaniyê xwe de mirim!. Biryareke ecêb bû. Keça wê û mêrê wê jî gotin, esil ew e. Ew bê çi em ê biya wê kin. Ez ecêbmayî bûm. Mim nexwest destûrê bidim. Û gote wan " ma hun zanin ev biryar tê ser çi wateyê! Heke hûn wê bibin ew ê mirê! Teqez ewê mirê! Di nava çend rojan de ew ê mirê!

    Mêrê wê got rojeke welatê mirov, ji heyveke xerîbiyê û nexweşxaneyê çêtir e!

    Diho min 'tedavi red' bi wan da îmzakirin, jber ku heta mirinê zehf eziyetê nekişênê, min dermanên êşkujer yên bi hêz (weke morfîn, fentanil) nivîsî û ew taburcû kirin.

    Kêlîka dî keça wê jinikê telefon da min. Digirî. Nikarîbû bişitexilê. Bi zorê got; ciya min îro emrê Xwedê kir! J'bo her tiştî xwedê ji te razî be û telefon girt.

    Helal bê ji vê jinê re, go xwe li ber mirin û çend rojên ku bi rezîliyê derbas binin kêm nekir. Bi hemû wêrektiya xwe, mirina xwe qebûl kir, mir û kefenê xwe li xwe kir.

    Gelo go ez, ji bedêla wê nexweşê bame, minî kîjan mirin neqandibane? Bêguman mirineke birûmet ji jiyaneke rezîl çetir e. Lê lê lêêê rih şêrîne loo. Wê kêlîkê biryar zortir e.



    2018.07.28-20:41 | gumgumok

    142. jiyan di çerxa demê de xwe dubare dike..



    2018.09.28-22:26 | hozan serhad

    143. nivîsên tirşikvanan in ku bi dilxweşî tên parvekirin.

    (Ich will kurdisch und frei sein)

    Ez ji mala heval ê xwe, Jêhat, derketim û li duçerxeya wî ya li ber derî siwar bûm û bi rê ketim. Ez nizanibûm diçûm kû. Qîzek bi aramî ber bi min ve dimeşiya. Li dû qîzê, jineke biçilûpêncsalî bi berçavkeke reş bi lez li dij min dimeşiya. Ez li ser duçerxeyeke zer bûm. Li aliyê rastî yê rêyê, di ser teretuvarê de zarokin radiwestiyan. di rêyê duçerxeyan de diçûm. Min bi hêdîka pê li pedalan dikir. Piştî demeke kin ez ketim rêyê çepê. Piştî kuçeyeke dirêj min gihand parkekê. Ew park, ne yek parkê biçûk bû, te digot qey daristanek bû. Mirovine peya û yên bi duçerxe li her derê bûn. Her yek li ber aliyekê dimeşiyan. Dengê trembol û motoran êdî nedihat. Dar, pelên xwe yên kesk û yên nîvzer raxistibûn erdê. Mirov bê deng dimeşiyan. Ji jin û mêrikan dengê bilind nedihat. aramî û bêdengî hebû. Navê parkê ku ez çûbûm, Bürger Park bû. Bürger Park, li navenda bajar ê Bremenê, parkeke pir mezin e.

    Wê rojê ez bi saetan li derve bûm. Pir kêfa’m bi parkê hatibû. Bi dawiya rojê, di tariyê de ez vegeriyam mala Jêhatê. Jêhat hîna ji xebatê nehatibû malê. Dema ew hat malê, ji min pirsî ka ez çûme kêrê û roja min çawa derbas bûye. Min got, “bi rastî kêfa’m ji her aliyê bajarê re hat.” Wê rojê Ez ne bi tenê çûbûm parkê. Careke din ez ê ji we re diyar’kim cihên balkêş yên bajarê ku ez vedîtime li kêrê ne. Ez bi temamî yanzdeh roj li Bremenê mam.

    rojek ji rojên mirovekî rind



    2018.10.25-02:17 ~02:27]| mirovekirind

    144. îro sibeh diçûm nexwşexaneyê, zilamekî (k.b. 32) otostopê dikir, ez jî sekinîm û min mêrik stand erebeyê. got wê biçûya senayîyê (1 km dûr e). di vê rêwîtîya evqas kurt de dest bi xeberdanê kir;

    - tu şaş fêhm nekî ez ê tiştekî bipirsim. yaw malbata min nahêlin ez bizewicim, ez çi bikim. birayê min ê mezin nazewice, îcar nahêle ez jî bizewicim. dora xwe daye birayê min ê din û nade min. loma ez jî nikarim bizewicim.
    + ma keçik hazir e?
    - erê ew ne problem e. yaw wellehî dijmin jî tiştekî wisa nake ha!
    + bi xatirê te.
    - sax bî.



    2018.10.28-12:31 ~12:32]| simurg56

    145. Çima di nûsîna vê çîroka minimal de hevoksaziya te û semantika hevokên te ji kurdî dûr lê rasterast bi fikirîna tirkî pêkhatîye?



    2018.10.29-17:15 | zimansist

    146. Îro jî min nekarî xanî kirê bikira.:(



    2018.10.29-22:12 | xelîl

    147. Min îro xanî girt. Ser xêrê be.* tirşikvanên hêja li stenbol dikarin bibin mêvanê min.*



    2018.10.30-20:19 | xelîl

    148. rojnivîska delal, ez îro gelekî xemgîn im :(
    Ka çima xemgîn im ji te re bêjim, roja seftê daweta xweha min heye. Min di destpêkê de gotibû ez nikarim bêm, ji ber jixwe bêriya sê heftiyan vegeriyma filan. Paşê mi ji van re negot lê, min biryar da ku ez suprîzekê bikim û li daweta xweha xwe de li ba wê bim, ji ber ku piştî dawetê diçe mala zava, Ispartayê. Welhasil min bilêt kirî bêriya du hefteyan. lê diviyabû min pasaporta xwe dabana zanîngehê ku ji bo somestra bê dirêj bikin. Min piştî hin teşqeleyan pasaport da, heta îro jî nehatiye ji qonsolosluqê. û bilêt jî ji bo siba bû :( wiloo xwezî çûbama.



    2018.11.28-16:52 ~16:53]| gulêê

    149. li ser rêya milazgirê, ber bi çarsîyê va dimeşîyam.
    Çavên min li dermanxaneya şerîf ket..
    mi go ka ez herim selemekî bidimê.
    selamunaleykum aleykum Selam..

    Şerîf bi awirên xwe va xwezîya xwe ji min anî, serî binî li min nihêrî û got "kuro hema wele tu ji xwe ra kêf dikî. Kêf kêfa te ye.."

    min awireke bi keser lê nihêrî û ez keniyam. Min bi devkî tiştek negot lê min bi dilkî got "erê.. şerîfo.. kes ya dilê kesî Nizane. Her kesekî derdek heye di dil da.. hine kes jî hene zehv derd hene di dil da lê bi rûyê wan va kifş nabe ku bi derd in.. rast e ma heta ez ya dilê xwe da ji Şerîf ra nebêjim, yê kû ra bizanibe ku eva mehek e em bi malbatê va nava agirekî çakî da nin.."

    Erê erê kes li derdê kesî xeberdar nîn e.



    2018.11.28-22:57 | hozan serhad

    150. Rojnivîska bêkes, îro jî xilas...



    2018.11.29-16:48 | xelîl

    151. duh ez çume cihê ku miayeneya erebê xwe çêkim, gava wana erebê kontrol dikirin mêrikekî nêzîkî 60 salî ba min bû ew jî tirê xwe anîbû li wir. Min jê re go merheba felan û bêvan, min li nihêrî ku herfa h dike x, pêşî de min texmîn nedikir kurd be, min jê re pirs kir tu ji kû yî ew go ez ji Sêwasê me û dewam kir go ez kurd im, ez hinekî şaş mam mêrik dilsoz bû ji nişke ve go ez Kurd im milet texlît dike ku kes jê re nebêje kurd e. Ji aliyekî din ve sureta wî qe bîna kurda nebû jî.

    Piştî go ez ji Sêwasê me, min jê re go tu ji Koçgirî yî he?!... Mêrik cewab da maşellah tu meseleyan baş dizanî, baş kurmancî dizanibû min go tu zimanê xwe rind dizanî ew jî go ez li Lîbyayê û Îtalya yê de mam li wir de enstîtuya Kurdî hebû ez çume wan deran, ji min re go xwendin û nivîsandina min a kurdî jî heye. Me hinekî serhildana Koçgirî, Dêrsim felan kir. Go em ji eşîra Şadî û elewî ne, em pêşî kurd in paşî elewî ne.

    mêrîk şofêra tirê bû lê sêwas, kurdbûn, kurdî, extiyarbûna wî gelek li ser min tesîr kir. Heyat tiştekî çawa ye însan Nizane carna digerî jî kesekî rastê te nayê tu jê re mijûl bî, lê carna jî qeder te dibîne cihekî û mêrikekî tu ixtîmal nadî rastê te dike...

    xalo 67 salî bû, ji min re şîretan da go xwe re miqat be, ez êdî îxtiyar im lê tu hê xort î, Me hev re nimreya têlefona xwe da û ji hev xatir xwast... Hindik mabû ez destê xalo paç bikirama û hembêz bikirama...



    2019.02.10-22:32 ~22:50]| mîr

    152. îro li gorî saet yazdehê Moskovayê bi kesekî û ez nas nakim ra dersa min a skype hebû, heke hûn bibêjin hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim, hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku Kurdî hîn bikim, gelek aktîf nebe jî car carana bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji min ra peyam şand û got, - bi inglîzÎ- gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim Kurdî hîn bibim, min jî got ser sera, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. û me îro hev dît.

    Jwan Mella, zilamekî 40 sal î, zewicî, bavê lawikekî 6 mehî ku navê wî Dilovan e.
    Dema ku min got ez ji MêrDînê me, gelekî bextewar Bû û got malbata diya min jî ji Mêrdînê ye, û malbata bavê min ji diyarbekirê ye. bêriya çand salan ji Şamê çûnê Londrayê û êdî ji xwa ra dibêjin Londrayî :/
    Min dît ku mêrik hinekî Kurdî zane, hebekî xebitî ye lê ji ber bê pratîkbûnê nikare biaxive. û malbata wan jî her bi wan re inglîzî xeber daye :/

    45 deqqe dersê berdewam kir paşê min got em li vir bisekinin, û heke tu bixwazî em dikarin hefteyê du caran hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Gelekî bextewar bû, got ez çawa dikarim haqê te bidim, min jî go ''hewl bide ku kurê xwe hînî Kurdî bike''
    Piştî vê gotina min em her du jî gelekî hestiyar bûn :((

    Wî jî got jixwe ez ji ber wî dixwazim Kurdî hîn bibim.
    Ez naxwazim ew wek min bibe...



    2019.04.01-23:56 ~2019.04.02 00:02]| gulêê

    153. Nivîsek pirr ecêbe lê ji min re normal tê êdî.Li ser twitterÊ profesorên xerîb , malbatên xerîb û kesên xerîb dest bi hînbûna zimanê kurdî kirine û mirov matmayî dibîne ji wan û zimanÊ wan re.

    Tenê em kurd zimanê kurdî re bê bextîyê dikin.

    Sipas ji bo vî parvekirina dilşewat.



    2019.04.02-00:07 | brzn

    154. rojnivîska biqedr,

    piştî du roja diçim axa pîroz, Midyadê...
    Gelekî bextewar im, ez ê bavê xwe jî bibînim, ew jî li gund e, îro diçim ji wî re diyariyeke bikirim, Zanim êdî mezin bûme û nikarim destvala herim dîtina bavê xwe,,
    ez ê ji ciya xwe re jî kirim lê belkî wê nebînim, ji ber ku ew hê li Stembolê ye. te dî belkî hat, ne diyar e,, lê zanim gelekî bêriya min kiriye...
    Min jî gelekî bêriya wan kiriye...



    2019.04.20-17:35 ~17:41]| gulêê

    155. jiyanek bûm hinek tarî û hinek ronahî..

    hocam, şimdi bu köprüye aynı bu şekilde Celadet de bakmıştır değil mi?
    yani belki tam burada oturup düşünmüştür, şiir okumuştur he? ve onun gibi bir sürü insan burada şarkılar söylemiştir..

    dînco perê tefecîya top kır revî heskîfê *
    mêrik zehv aqil derket yaw..
    mesela sîh mîlyar ji cemo sitandiye, Pêncî mîlyar ji Şakir standiye.. wisa wisa wana pere li ser dînco zêde kirine, dînco jî tahîna xwe hildaye revîye çûye.

    babam çok feodal bir insandır. Onu değiştirmek için senelerce uğraştık ama bence başarılı olduk.
    o da bazen değiştiğini kabul eder.

    heyata dînco (navê wî dîncer e) zehv ecêb e.
    merivekî alçax e.
    birê wî li eskeriyê tê kuştin, ji bo vê yekê, dewlet memûrtîyê dide dînco.
    eva têrê nake, dînco diçe jina birê xwe ra dizewice.
    paşê ew jî wê jinikê berdide.

    dut ağacının altında oturduk hadi biraz dut.
    dut lan.
    hocam, bedestenlerden binlerce yıldır kopup gelen bir taşın suyla yıkanması, suyun ayaklarımda sessizliği, sırtım suya dönük, yüzüm duvarın arkasında..

    Baba Tahirden beri üryanım ben.
    Çıplak olsam ne yazaaar olmasam kime nesi..
    taşa mıdır sözüm yoksa suya mıdır

    tu li kû yî?
    abê kurmancîya te çi xweş e yaw, bi min re kurdî biaxive.

    diyarabakır seni özleyecek dostum.
    bu nasıl bir şereftir böyle !
    Diyarbakır tarafından özlenmekk..

    mervaniler 1056
    Malazgirt meydan muharebesinden bile önce.

    abê Ceylanlarda inecağ var mı?

    dut ağacının altında durduk üç kalem,
    suyu taşa, çıplaklığı tanrıya yazdık.

    dînco gotiye tefecîya da eger hon min acis bikin, ez ê navê we ji her kesî ra eşkere kim, nav her kesî da honê rezîl bin.
    li ser vê yekê, tefecîyan dest ji dînco Berdan.
    dînco jî bar kir hate heskîfê.
    li serhedê heta heskîfê jiyaneke ecêb.

    dostum aynı otobüsteyiz.
    o zaman ben ineyim benim param yok.
    ama bu parayla binilebilen bir otobüs değil ki.
    ille de parayla ölçülen bir şey değil ki otobüse binmek te.
    illa ki inecem diyorsun?
    zorundayım.
    değilsin.

    mêrik bikeve hewsê (hepsê) yê li ser t..



    2019.07.28-01:29 | hozan serhad

    156. Rojnivîska delal,
    Îro disa ji bo me kurdan dema em bejin no friends but mountains e.
    em çi bikin.
    Dive em jî mina cihûyan bi dizî pişt hew bigirin û li her qedê li her derê dinyayê pêş bikevin. Dûwre ka hela kesek dikare dest dirêjê kurdekê bike.



    2019.10.09-05:43 | cinorek

    157. Rojniviska şahedê ji şevêqê heta êvarê şuxla min a hemalî wekî kêrê, se'et tê sisiyê şeva roja nu ji salan rojek ez û di şûşa û qafeyek ji dervade din û şîzofren tê dîtin em bi he hev şadibin demek dirêje em bi hevşanebûbûn û me nehletê li şeytanê kîrquzdêxwey nanîbû û bi zalimanre şer nekiribû û, û pîşt girî li xwe û mazûman derneketibûm ..merheba durojniviska li hevketî mixabe ji şeveqê dest pê nakim û nabêjêm rojbaş jiber ku hê ji nîvê şevê du bihire sê se'et û ne roj ne jî şev başe, êvare xewa min nayê li van şevên zilma zaliman lê barkirî car car dilê min heye bikebim îsyana lê nizanim gelo şikir bikim jiber xweda bi mazlûm û kurdareye an îsyan bikim ku wext daye zaliman û ne çar û bê piştgirî maye.. dilê min bi wase wase û şikestî herwiha wê sebra min ji sebra cemil bibihire a baş ezê jî wekî xweda sebirbikim û li benda encamê bim ka çi tofan li serê zaliman radibin emê û hûnê bibînin kî dîne û kî dine...



    2019.10.11-02:58 | telebê hz mêdî

    158. merheba tirşik. erê erê ez im. li gorî sala çûyî gelekî guherîm dizanim. heta salek berê min araq venexwaribû û min gelek tiştên din jî nekiribû lê piştê her tiştê kirinê qediya ketim pê tiştê nuh, li gorî berê piçekî bêhna min. belê texmîn dikim ne ji araqê ye lê tiştên nuh têsîrî min kirin û piçekî ji berê çêtir im. welhasil tirşik. ez piçekî guherîm û aha li vir im. hela bê jiyan çi tîne ber me.



    2019.11.24-23:32 | berxweda

    159. doh gelek dereng raketim, saet çar bû nizam, paşê sibehê dereng mam dersa Erebî, neçûm.
    Piştî Erebî Rûsî hebû. ez jî berîya dersa Rûsî çûm Zanîngehê û ji xwe ra li wir spartekên xwe çêkirin. Lê rewşa min qet nebaş bû, hem ji bêxewîyê hem jî ji ber sermaya Mosko ez nexweş im van rojan. îro rewşa min xerabtir bû. Piştî dersa Rusî çûm restoraneke vîetnamîyan û li wir xwarineke bi navê kon ga xwar. pirinc û tirşik kiribûn senîkekî da û danîne ber min. Ya ecêb di tirşikê da ananas jî hebûn, kelek dabûn ananasan û kiriBûn nav tirşikê. Piştî xwarinê min cixareyek pêça û li ser rêya metroYê kişand. Di metroyê di ji xwe pirtûka helîm yûsiv xwend. Paşê hatim malê, ketim nav cihan, min nav ciha da xwe bir û anî lê xewa min nehat :(



    2019.11.25-20:27 | gulêê

    160. Tirşika delal, îro min heft seatan ders da zarokan, Di ser de jî min nobedarî kir. Bi qîjeqîj û qareqara wan serê min çeliqî. Dîsa jî hez wan dikim.
    Piştî dersê bûm mêvanê maleke kurd. Bi dayîkeke Kurd re min sihbeteke têr û tije kir. bi rastî jî hisreta çend kelamên kurdî me, ji ber ku her çend li bajêrekî kurda me lê mixabin kurdiyê nabihîzim. Niha jî divê azmûnên zarokan bixwînim, lê xwedeyoo çendî li min zor tê! Bijî betalî*



    2019.11.25-20:44 | fatoş xanim

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    komkujiya geliyê zîlan [1]
    Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
    di dîrokê de îro [3]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    kurdên femînîst [4]
    nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rojnivîska spinoza

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî