Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
breaking bad - tirşik

Rêzefîlmek e, gelek pesin li ser tên kirin, mamosteyek kîmyayê û xwendevanek wî yê berê bi hevre methamphetamine (tozekî wek eroîn û esrarê, ne ew lê tiştek wisa) çêdikin, difiroşin, mala xortan xira ...
(32 şîrove)
breaking bad
(2) (0) (9)
di mijarê de bigere

19. rezêfilmê ku bibe malzemeya pirtukekî. wê salê pêşîya me de ji alîya bryan cranston (walthe) ve pirtukek li ser "derew û veşare" vê rezêfilmê derkeve.



20.05.2014 14:52 | ervah.azad

20. rêzefîlma ku mijara wî gelek bala min kişand û min beşa yekemîn hê nû duhê barê kompîturÊ kir. ser xêrê be



20.05.2014 20:30 | deqlok

21. Ji bo hezkiryên vê zêrefilmê better call soul tê pêşniyarkirin ku mijara wê dihere berî çiroka volter white û jesse pinkman û serleheng jî parêzerê zirek û jîr soul goodman e.



08.12.2016 00:33 | şikber

22. Rêzefîlma ku dest bi temaşekirinê kirîye(!) . Min beşa yekem temaşe kir. Hele binêrim ka rêzefîlmek çawaye Jon Snow ê GOT ê gotibu ji bo min rêzefîlme herî serkeftî breaking bad e. Madem ewqas pesnê dide herhal efsaneyek e.



01.01.2020 22:12 | azad30

23. vê havîna derbas bûyî min lê temaşê kir, dema yek lê dinêre qet aciz nabe.


Rêzefîlm li ser walter white,kesekî mamosteyê Kîmyayê ye, derbas dibe. Piştî ku Walter White nexweş dibe û diçe nexweşxane dibîne ku qanserê lê dayê. Lê belê nakeve derdê nexweşî ya xwe de, piştî ku ji vê jiyanê koçber bû, wê çi bi jina (bnr: skyler) wî, lawê wî (bnr: walter white jr.) ê xort û keça wî hê nehatiye dinyayê, ketîye derde wan.
Ji bo vê yekê jî karê ku jê fehm dike, kîmyayê bikartîne. Bi navê metamfetamîn, cureyêke (bnr: tiryak)ê çê dike. Roj bi roj jî karê xwe mezin dike. Helbet çiqasî karê wî mezin dibe, serê wî ji di nav gû dernakeve. Welhasil min dixwest behtir jî qala rêzefîlm bikim, lê ji nivîsandinê westiyam.

Finala wê jî li gorî rêzefîlmên din (bnr: got) dilê me rehet kir.

(bnr: ji vir ez dixwazim tiştekî bêjim, skyler bi xwedê tu ne ti qûnekî, qîza keran)



01.01.2020 22:27 ~22:50 | merwano

24. Zafî mêrdiman na fîlmê Breaking Bad'î mi ra pêşnîyaze kerdê. Labelê ez hema zî seyr nîkerdo.



01.01.2020 22:29 | bazêçewlîg

25. J'xwe rêzefîlmekî efsane ye. Ne hewceye ez wesf bidim.
Tişta herî balkêş ev e ku karakter û Senaryo tam di qerara xwe de kamil dibin. Yanî ti ferqa pêvajoya senaryo û karakteran ji pêvajoya Jiyanê nîne.
Zaten j'ber ku di rêzefîlm de her tişt"normal" diherikê, ev rêzefîlm hêja ye



02.01.2020 04:09 | gumgumok

26. rêzefîlma ku ez hertim bi prison breakê ra têkilhev dikim. nizam çima ? :/ mijara wan jî tu çiqas bivê ji hev cûda ne. *



02.01.2020 10:01 | xelîl

27. rêzefîlma ku karakterên resen derxistibû holê. jixwe ji ber vê yekê ye ku piştî xelas bû, rêzefîlmek li ser karakterê saul hat kişandin: better call saul û niha jî fîlmek li ser jesse pinkman hat kişandin: (bnr: el camino: a breaking bad movie). min li rêzefîlma saul temaşe nekir, loma nikarim şîrove bikim lê fîlma Jesse meraq dikim.



05.01.2020 13:53 ~14:02 | simurg56

28. Rêzefîlma ku bi replîka : i am not in danger, i am the danger/ ez ne di talûkê de me, talûke bi xwe me di hişê min de mayî ye.



10.08.2021 23:46 ~23:51 | merwano

29. rêzefîlma ku bi xeleka jesse ya ku li ber çêkirina methê matmayî dimîne û dibêje science, bitch! di hişê min de maye.



11.08.2021 00:01 | hueyn