Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
elif şafak - tirşik
elif şafak
(9) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke tirk a navdar û berniyas e..

gelek berhemên wê hene, berhemên xwe hem bi zimanê tirkî hem jî bi îngîlîzî nivîsandiye..

romana wê ya aşk'ê ew roman bû ku di demeke kurt de bi qasî 500 hezar heb çap bûbû û xelas bûbû lewma di vî warî de reqorekê şikandibû..

min bixwe şeş heb pirtûkên wê xwendibû, zimanê wê ne xerab e lê her carî xwe dubare dike.

ji teknîk û şêwaza wê dirûvê polyanayê tê..

vê taliyê hevpeyvînekê dayiye rojnameya rûdawê re..

hevpeyvîn di tahma qehweyê de ye.. kerem bikin

Here lînkê



09.03.2015 09:50 | ferhenga şikestî

2. romana wê ya aşk behsa evîna tasavvufî dike û romanek gelek navdare.



09.03.2015 15:55 | sedrik

3. kitêbên xwe sifte bi ingilizkî dinivise. paşê bi aliyê wergêran tercimeyê tirkî dike.
her çiqas ku bi îngîlîzî binivise jî pirtÛkên wê weke edebîyata tirkî ten hesibin.
jiber ku story tirkî ye.

jiber wê yekê

em dikarin kitêbên yaşar kemal jî weke edebîyata kurdî qebûl bikin.
ew rihê çirokên yaşar kemal dimeşine ji diroka kurdbûna wî te.

herwiha sinemaya yilmaz guney (bi taybetî fÎlmên yol û sürü) jî sînemaya kurdî ye.



19.03.2020 12:03 ~12:07 | cinorek

4. Yaşar Kemal her çiqasî tirkî nivîsandî ye jî edebiyata kurdî ye, ji ber ku kurdî fikirî ye tirkî nivîsandîye. We caxê kurdî qedexe bû û ji bo kurdî alfebeya standart tinne bu, û kurdî nenivîsand..
Rastî helbestekî kurdî heye '' darikê sorkirî ''
Min wê helbestê gelek eciband.

Elif Şafak jî îngilîz nivasandiye wek Yaşar Kemal tê hesap.



19.03.2020 12:20 ~12:22 | dilreş

5. Lê pirsgirêka me ya sereke û herî mezin mîna birêz cinorek jî aniye ziman werger e. Belê raste em karin yaşar kemal wek nivîskarek kurd qebûlkin lê ka çend pirtûkê wê wergerandiye kurdî? Dev ji hemû pirtûkê wê berdin û tenê berhema wê ya navdar "înce memed (mihemedê zirav)" jî bi wergera kurdî em nabînin. Û em karin bêjin pirsgirêka me ya bi tenê nebejî ya mezin (bnr: wergera kurdî) ye.



19.03.2020 12:34 ~12:54 | rizgarm

6. nivîkara ku pesna wê pir tê dayîn lê hê jî min pirtûkên wê nexwendiye.

û herwiha min nedizaniya ku berhemên xwe bi inglîzî dinivîse.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



19.03.2020 13:14 ~13:30 | xelîl

7. em nikarin yaşar kemêl wek nivîskarê edebiyata kurdî qebul bikin. her wisa em nikarin ji bo elîf şafak jî bêjin nivîskara edebiyata tirkî ye.
yaşar kemal bi tirkî nivîsîye pîvana sereke zimên e. hûn çi însanên ecêb in.
yaşar kemal zêde bi kurdî nizane, law nivîskarên kurd ên bakurî hê nikarin bi kurdî bifikirin îjar yaşar kemal bi kurdî difikirî? ji kerema xwe re tespîtên xwe yên zirecêb û fantastîk di dilê xwe de bihêlin. kurdî qedexe nebûya jî yaşar kemal dê bi tirkî binivîsiya. xwe bi derewên dînikan nexapînin.
yilmaz guney jî wek sînemaya kurdî nayê hesab, filmên wî bi her awayî ji sînemaya tirkan e. îroj tu di filmê xwe de du sê peyvên fransizî bi kar bînî an jî em bêjin fîlma te li ser fransayê be ma ew fîlm dibe sînemaya fransizan?
off off neyse dîsa we bêhna min teng kir amk



20.03.2020 10:19 | ferhenga şikestî

8. faşîst e.

yekî bi navê Mehmet Fatih Uslu Dema ku guhertoyên îngilîzî û Tirkî yên romana dawî ya Elif Şafak, "Nozdeh Deqîqe û Sî û Heşt Çirke" daye ber hev, sansurên ecêb dîtine. Here lînkê

Mînak, gotina “Kurdish insurgents” (serhildêrên kurd) a îngilîzî, di çapa tirkî de rakiriye Here lînkê
û “Kurdish film director” Yilmaz Guney, bûye “derhênerê navdar ê cîhanê". Here lînkê

elif şafak digel van reziliyan, xwestiye di wergera tirkî de kurdan tenê bi nasnameya feodaliteyê bide naskirin. çumkî gotina axayê kurd wek xwe hiştiye. eynî fîlmên mahsum kırmızıgul ên bereday. Here lînkê



04.08.2021 19:09 ~19:10 | tizbîkêş

9. yek ji dehan nivîskarên tirk ku raman û fikrên xwe yên genî bi wergerên xwe nişan dane. dîsa pirtûkekî paulo coelho bi sansûra peyva kurdistanê hatibû weşandin. ev ne yekem e û ne jî dawî.



04.08.2021 21:43 ~21:44 | hueyn

10. Ji bo şaşiya wergerinê ku li vîr (elif şafak/135564) behs bûye mirov nikare ji bo elîf şafaq re bêje faşîst.
Ew tişt belkî ji tirsa reaksiyona tirkan an ji bo zêdetîr firotina pîrtûkan wisa hatiye kirin.
Tiştek ne baş e. Lê elîf şafaq nake faşîst.
sîstema malxirab tirkiyê wisa ye.



05.08.2021 05:35 | elaziz izzetpasa camii

11. sextekara kalîfiye.

(bnr: sextekariya kalîfiye)



09.08.2021 03:37 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» elifbêya kurdî ya bi tîpên erebî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî