1. malperke social webê ku ji her welatî mirov tê de hevalên xwe diyar dike û bi wan re vîdyo, wêne, nivîs, stran û hwd. parve dike, şîrove dike, diecibîne (bnr: begem kirin) (bnr: like), naecibîne vs. |
|
31.05.2013 04:23 |
simurg56
![]() |
2. qûntazî tijî ye. |
|
04.06.2013 11:18 |
tizbîkêş
![]() |
3. çayxaneyeke sanal e ku zarokên xelkê ji xwe re tê de dejarj dibin û fikr û nêrînên xwe yên eydaniyê teşhîr dikin.. ez ji ezmûn û serhatiyên xwe yên şexsî dizanim û dikarim bêjim ku heçî kesê di vê platforma xwe şayîkkirin û delalî nîşandanê de ji salekî zêdetir bi aktîvî emr kiribe bivê nevê bi nexweşiya popûlarîteyê ketiye.. belkî ji aliyê birêkxistin û li hev gihandinê ve navgînek baş be lê dawiya dawîn ev mîrat şexsiyeta her endam û bikarhênerekî xwe wekê hesanekî tûj û mevred dike û di ruhê xwelîserên bi vê terîqê ketîn de derz û qelîştekên mezin vedike.. |
|
04.06.2013 12:39 ~2015.07.16 03:29 |
endazer
![]() |
4. facebooka bi temamî kurdî, yanî kurdan bixwe çêkirî jî heye: http://www.ezuem.com |
|
01.07.2013 10:26 |
simurg56
![]() |
5. navgîna hevûdinnasîn, parvekirin, şîrovekirin, hev şopandin û nizam çi quzzilqurtên din kirinê ya modeya wê bi hêdî hêdî derbas dibe ye. |
|
13.07.2013 14:13 |
azadixwaz
![]() |
6. malpera sosyalîteyê ku ser xatirê danasîna tirşikê min hesabê xwe yê ku ev çi qas e girtîbû min duh ji nû ve çalak kir.. |
|
13.07.2013 19:33 |
endazer
![]() |
7. hesabên ku heta niha ji aliyê facebookê ve hatine girtin: |
|
14.08.2013 22:56 |
simurg56
![]() |
8. derbarên girtina hesabêbn kurdî de hevpeyvînek bi facebookê re hatiye çêkirin. û sebavan kirina xwe parastine; |
|
29.08.2013 11:46 |
simurg56
![]() |
9. wargeha lotikên tirkmanckî... |
|
29.08.2013 15:06 |
devliken kelogiri
![]() |
10. nizan kî dayka wan çikiriye... dest avityê hesap kurda yek bi yek digerên |
|
29.08.2013 22:55 |
newenda
![]() |
11. malpera ku hêdî hêdî dibe dijminê kurdan. |
|
30.08.2013 12:25 |
simurg56
![]() |
12. navê din faşistbookê.malpera kurdan digire. |
|
30.08.2013 15:48 |
mitra
![]() |
13. ji min encamstandineke wisa giring e ku bi awayeke fermî mafdarbunê dipeytîne. ev jî ne hindik e û rizîlbuna malpera navborî ye. |
|
30.08.2013 17:06 |
azadixwaz
![]() |
14. kiRê kurdan gezkiriye van rojan.divê kurd tev de hesabê xwe bigrin,dîsa vekin bigrin dîsa vekin.heya facebook aloze dinê geveze bû. |
|
31.08.2013 13:02 |
tivirloismail
![]() |
15. malpera ku carinan hêviyê ji bo siberoja kurdan û kurdistanê dide min û carinan jî hemû hêvî û bendewariyên min ên derheqê kurdan û kurdistanê de pûç derdixe.. |
|
05.12.2013 01:38 |
endazer
![]() |
16. her kes tir u fisên xwe li wêrê diberdet! bila ''bo kurda ne ''fisboq'' bît, bila ''fisgu'' bît! çimkî boq tirkî ye* |
|
05.12.2013 11:22 |
miho gewda
![]() |
17. roja ku min çav bi endamên ku xwedin û nivîsandina wan tuneye xist, mi go temam. temam bavo ez ê dev jê berdim. mixabin piştî heft heşt ceribandinên girtinê ez dîsa jê venegeriyam. çi bikim carina lazim e lo. mirov mêze dike, ca kî bûye çi û çi dike? heqqet jî fesbûk hinek jî kêrhatiye lew qaliteya hin mirovan rapêşê mirov dike. bi saya serê van malperan me qûna hinekan dî ku çi qûne. anku ne ji van malperan bûya min ê çawa zanibûya ku ji sedî heftê gelê tirk faşist e? û ji sedî heştêyê wî nake serîkî pîvaz? ka hun bêjin gelî tirşikhez û tirşiknivîs û tirşikmêzerên ezîz û birûmet û hêja û delal! min ê çawa zanibûya ku piraniya kurdên me jî bi daxwazên ne ji dil li pey mafê xwe digerin. ne bi kurdî dixwîne û ne jî bi kurdî dinivîse lêbelê tu jê bipirsî ji min û te kurdtir e. kurdbûna xwe bi dirêjahiya kîrê xwe îsbat dike. |
|
05.12.2013 12:29 ~2015.09.25 00:44 |
ceso
![]() |
18. îroj min betal kir lê wek navê xwe dizanim ezê dîsa vekim wek her car.. |
|
05.12.2013 19:25 |
ferhenga şikestî
![]() |
19. malpera ku hê nehatibû tirkiyê min li ser yahoo fîlan bihîstibû û bûbûm endam, wê demê tê de tu kesê nas tune bû jixwe loma êdî neketimê. |
|
05.12.2013 20:02 |
simurg56
![]() |
20. facebook şiyora ju bînao(bono) zaf nexşin u golgolın, her detaye cı sera zaf vınete hemen hemen her foksiyone xo esto. |
|
23.01.2014 02:42 |
zeyno ziyani
![]() |
![]() |
forqê [1] |
![]() |
sengeletî [1] |
![]() |
zerde [1] |
![]() |
forqê [2] |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |