Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
facebook - tirşik
facebook
(16) (3) (7)
di mijarê de bigere

1. malperke social webê ku ji her welatî mirov tê de hevalên xwe diyar dike û bi wan re vîdyo, wêne, nivîs, stran û hwd. parve dike, şîrove dike, diecibîne (bnr: begem kirin) (bnr: like), naecibîne vs.



31.05.2013 04:23 | simurg56

2. qûntazî tijî ye.



04.06.2013 11:18 | tizbîkêş

3. çayxaneyeke sanal e ku zarokên xelkê ji xwe re tê de dejarj dibin û fikr û nêrînên xwe yên eydaniyê teşhîr dikin.. ez ji ezmûn û serhatiyên xwe yên şexsî dizanim û dikarim bêjim ku heçî kesê di vê platforma xwe şayîkkirin û delalî nîşandanê de ji salekî zêdetir bi aktîvî emr kiribe bivê nevê bi nexweşiya popûlarîteyê ketiye.. belkî ji aliyê birêkxistin û li hev gihandinê ve navgînek baş be lê dawiya dawîn ev mîrat şexsiyeta her endam û bikarhênerekî xwe wekê hesanekî tûj û mevred dike û di ruhê xwelîserên bi vê terîqê ketîn de derz û qelîştekên mezin vedike..



04.06.2013 12:39 ~2015.07.16 03:29 | endazer

4. facebooka bi temamî kurdî, yanî kurdan bixwe çêkirî jî heye: http://www.ezuem.com



01.07.2013 10:26 | simurg56

5. navgîna hevûdinnasîn, parvekirin, şîrovekirin, hev şopandin û nizam çi quzzilqurtên din kirinê ya modeya wê bi hêdî hêdî derbas dibe ye.



13.07.2013 14:13 | azadixwaz

6. malpera sosyalîteyê ku ser xatirê danasîna tirşikê min hesabê xwe yê ku ev çi qas e girtîbû min duh ji nû ve çalak kir..



13.07.2013 19:33 | endazer

7. hesabên ku heta niha ji aliyê facebookê ve hatine girtin:



altan tan: 201 hezar taqîpker

Ötekilerin postası: 138 hezar taqîpker

bdp: 181 hezar taqîpker

ahmet türk: 120 hezar taqîpker

hasip kaplan: 49 hezar taqîpker

ayla akat: 51 hezar taqîpker

sırrı süreyya Önder: 387 hezar taqîpker

osman baydemir: 387 hezar taqîpker



14.08.2013 22:56 | simurg56

8. derbarên girtina hesabêbn kurdî de hevpeyvînek bi facebookê re hatiye çêkirin. û sebavan kirina xwe parastine;

http://www.radikal.com.tr/yazarlar/ezgi_basaran/pkkya_ait_her_sey_kapatma_nedenidir-1148259



bijî twitter bimre facebook.



29.08.2013 11:46 | simurg56

9. wargeha lotikên tirkmanckî...



29.08.2013 15:06 | devliken kelogiri

10. nizan kî dayka wan çikiriye... dest avityê hesap kurda yek bi yek digerên



29.08.2013 22:55 | newenda

11. malpera ku hêdî hêdî dibe dijminê kurdan.

bdp amadekariya îtîraz, doz lê vekirin û protestoya facebookê ye.

ez bawer im ger bdp bi rastî jî van gotinên xwe pêk bîne, yanî weke fermî serî li dezgehên fermî bide, wê encam were standin. ha, ma gelekî girîng e? na. ez bi xwe ji bandora facebookê ya ser siyasetê bawer nakim.

http://www.ajansafirat.net/news/guncel/bdp-den-facebook-a-karsi-uluslararasi-kampanya.htm

http://www.radikal.com.tr/turkiye/bdp_facebooka_savas_aciyor-1148406



30.08.2013 12:25 | simurg56

12. navê din faşistbookê.malpera kurdan digire.



30.08.2013 15:48 | mitra

13. ji min encamstandineke wisa giring e ku bi awayeke fermî mafdarbunê dipeytîne. ev jî ne hindik e û rizîlbuna malpera navborî ye.

pênas: malpera tiroviro.



30.08.2013 17:06 | azadixwaz

14. kiRê kurdan gezkiriye van rojan.divê kurd tev de hesabê xwe bigrin,dîsa vekin bigrin dîsa vekin.heya facebook aloze dinê geveze bû.



31.08.2013 13:02 | tivirloismail

15. malpera ku carinan hêviyê ji bo siberoja kurdan û kurdistanê dide min û carinan jî hemû hêvî û bendewariyên min ên derheqê kurdan û kurdistanê de pûç derdixe..

çend caran min hesabê xwe sekinandiye lê dîsa jî destê min jê naqere..her tişt li alyekî mûzîkên xweş yên ku min ji heval û komên li ser facebookê guhdarî kirine û xistine di playlÎsta xwe de dihêjin gelek tiştî..



05.12.2013 01:38 | endazer

16. her kes tir u fisên xwe li wêrê diberdet! bila ''bo kurda ne ''fisboq'' bît, bila ''fisgu'' bît! çimkî boq tirkî ye*



05.12.2013 11:22 | miho gewda

17. roja ku min çav bi endamên ku xwedin û nivîsandina wan tuneye xist, mi go temam. temam bavo ez ê dev jê berdim. mixabin piştî heft heşt ceribandinên girtinê ez dîsa jê venegeriyam. çi bikim carina lazim e lo. mirov mêze dike, ca kî bûye çi û çi dike? heqqet jî fesbûk hinek jî kêrhatiye lew qaliteya hin mirovan rapêşê mirov dike. bi saya serê van malperan me qûna hinekan dî ku çi qûne. anku ne ji van malperan bûya min ê çawa zanibûya ku ji sedî heftê gelê tirk faşist e? û ji sedî heştêyê wî nake serîkî pîvaz? ka hun bêjin gelî tirşikhez û tirşiknivîs û tirşikmêzerên ezîz û birûmet û hêja û delal! min ê çawa zanibûya ku piraniya kurdên me jî bi daxwazên ne ji dil li pey mafê xwe digerin. ne bi kurdî dixwîne û ne jî bi kurdî dinivîse lêbelê tu jê bipirsî ji min û te kurdtir e. kurdbûna xwe bi dirêjahiya kîrê xwe îsbat dike.



05.12.2013 12:29 ~2015.09.25 00:44 | ceso

18. îroj min betal kir lê wek navê xwe dizanim ezê dîsa vekim wek her car..

hevalên min ên Tirk jî hene di feysbûkê de carinan difikirim wan pirr tistên bêwate parve dikin û dinê qet xema wan nîn e ez pirr dihesudim azad in pirsgirêka wan tune ye lewma jî nakevin li du tiştan jixwe nivîseke siyasî dinivîsin jî mariv dibêje çi qas ehmeq e çawa tiştêk wisa tewş bi ciddiyetê dibêje. . kurdên ku feysbûkê bi kar tînin jixwe qet nepirse dibên qey welat li benda wan e û hemû kar û barên kurdistanê li pişta wan e lê nizanin ku hundir vala ye ez gelekî jê eciz bûm dilê min digerîne dîsa jî nikarim xwe jê qût bikim wek hêşaşê ez pêçandime jixwe gava ku bi kar tînim jî ji bo agahdariyên ku di rojevê de diqewimin pê hay bibim û nivîskar û helbestvanên kurd bişopînim.. vê nexweşiyê feysbûkê derbasê laşê wan jî bûye wek mînak bidim yekê heye ez nav nedim heta êvarê helbestan dinivîse ku wek ayeteke pîroz dibîne tu gava pesnê helbestê wê/î didî difire lê dibêjî ev çima wisa ye tavilê hêrs dibe dibêje ji te re çi helbest helbestê min e kesê eleqedar nake.. wê demê menivîs qurban ku kesê têkildar neke ji bo çi dinivîsî artist?



05.12.2013 19:25 | ferhenga şikestî

19. malpera ku hê nehatibû tirkiyê min li ser yahoo fîlan bihîstibû û bûbûm endam, wê demê tê de tu kesê nas tune bû jixwe loma êdî neketimê.

piştî ku bû populer dîsa têketim lê nikarim tê de bisekinim loma du sê mehan carekê encax ji bo 10 deqeyan dikevimê.. ew jî ji ber mecbûriyetê...



ji ber ku vêga hema bêje qet wextê min ê vala tune, nikarim weke hevalê xwe bigerim û her roj wêneyan li deverinan bikişînim û parve bikim. loma dema bikevime facebookê, moralê min xera dibe *



ji aliyê din ve, dema dikevim facebookê û parvekirinên hinek kesan yên siyasî dibînim, nikarim xwe bigirim û bersivên tûj didim û nikarim xwe ji dijûnan dûr bixim. ji ber ev jî sedema din ya major e ku nahêle bikevim facebookê.



hê gelek sedem hene lê ji bo min ev her du bes û zêde ne jî.



05.12.2013 20:02 | simurg56

20. facebook şiyora ju bînao(bono) zaf nexşin u golgolın, her detaye cı sera zaf vınete hemen hemen her foksiyone xo esto.

sıfte pela interneti niyo, programede xosero online xebetino.



ebe deste facebook zaf çîyî vurîyay. eke ene mi vîrî binede maren:

1. gıredîyayena mılletî bî(biyene) zexm(çe u hevali, hevale khani, mordemi) herkes jubinde gırediyo, ame nezdî

2. çîye şaxsî bîyî eşkera, fîkre u ahlaqe însana ca de beno eşkera

3. tucar u fîrmayî yakî organîsasyone herbabetinî muşterîya, muşterîkî ne organîsasyona rehet teqîb kene.

4. kezeti(rocnameyî) şenikerî ene wendene

5. rawa, xo ifade kerdene u peabiyene tayena bîye ya

6. muptelatîya neweye vecîye facebookkolîkîye

...



23.01.2014 02:42 | zeyno ziyani

21. eger mirov bikaribe baş kontrol bike û bikar bîne, navgÎneke pir baş e ji bo vegotin û derbirrîna merema xwe.. wekê ku di her tiştî de kurd di bikaranÎna facebookê de jî têra xwe hene lê dengê wan çi qasî xurt derdikeve, cihê pirs û munaqeşeyê ye..



min sê tişt bi riya facebookê li xwe zêdekirin:



- bi riya koma zimanê kurdî hînî gelek devokên kurdî û kurmancî bûm, gelek peyv û bêje û qalib û gotinên pêşiyan min li ferhenga xwe zêde kirin

- bi hevaltiya nivîskar û siyasetmedar û hunermendên kurd, bi asta entelîjansiyeya kurd warqilîm û min bersiveke têrker û tetmînkar ji bo pirsa xwe ya gelo ligel ev qas tab û kedê çima kurdistan azad û ava nabe, stand..

- min hema bêje ji her zimanê gelek mûzîkên xweş li playlÎsta xwe zêde kirin..



23.01.2014 22:49 | endazer

22. malpera ku ji vir Û pê de êdî ez ne pê re me..

min hesabê xwe yê facebookê îro bi temamî îmha kir.. heta 14 rojên din eger mucîzatek çênebe û ji ber xwe de cardîçalak nebe, ez ê êdî îş û eleqeya xwe jê çênekim..



08.02.2014 20:06 | endazer

23. malpera ku dixwazim qet nekevim lê zêtir 2 roj xwe radigirim û dîsa vedikim..

nahêle ku rojeva te ya taybet hebe gava tiştekî diqewime tavilê nêt dikî ku tiştekî bibêjî lê dinêrî ji jor vê heta li jêr rûpel li ser vê bûyerê tijî bûye lewma dirû dimîne monoton dibe bi demê re her tişt normal tê û nehestyarî çê dibe

di destpêkê de tu bi nêta ku ez parve bikim ku hêşmendiyeke çêbibe xwe dilivînî heta li vir her tişt normal e lê belê di pêşerojê de wisa bûyerên xirap diqewime lê ji bo te tenê dibe sedemê rexne yan jî dijûn û dijmîn

feysbûk bi genetîka însanan dilîze refleksên te bêhemdî pêk tên ji cihekî şûnde ji kontrola te derdikeve, girse çi bike takekes jî wê tiştê hanê dike

berî niha min ji bo şopandina nivîskarên kurd bi kar dianiyan gava ku betal dikim haya min ji wan û rûdanên ku li ser wêjeya kurdî diqewimiyan çênedibûn ji bêgaviyê cardin min vedikir

malpera ku hem pirr kêrhatî ye hem jî pirr xeternak e. aliyê wê yê baş ev e ku tu dikarî ji her tişt agahdar bibî lê aliyê wê yê xeternak jî ev e ku hemû agahiyên ku ji wan agahdar dibî bi pirranî agahiyên deforme ne..

zimanê feysbûkê jî ji sedî 99 bi tirkî ye ango rêjeya bikarhenêrên kurd wisa ye.. gava bi kurdî dinivîsî zêdetirîn ji 10 kes ve reaksiyon digirî (ji xeynî nivîskaran) gava ku bi tirkî dinivîsî ji 50 kes ve jî reaksiyon digirî lewma carinan dudilî dibî hem naxwazî bi tirkî emel bikî hem jî ji ber egoya xwe dixwazî reaksiyon bigirî û bi tirkî emel bikî weka her cih li feysbûkê jî bazar qesad e... ez ji sedî 99 bi kurdî bi kar tînim kêm caran jî bi tirkî dinivîsim lê ji ber ku rewşa Kurdî ya li ser feysbûkê ne baş e mariv jê sar dibe weka ku ji jiyanê sar bibî

bênamûs wek cixare ye ne tê avêtin ne jî tê berdan



08.02.2014 21:08 | ferhenga şikestî

24. Ya ku şeş heft meh bû min girtibû lê ji meraqan îro min vekir. Ew jî ji bo lîstika candy crush*

Gava ku ez ji lîstikê aciz bûm ez ê dîsa bigirim



25.06.2014 02:29 | ceso

25. malpera ez îro hîn bûm ku li ser wê gif nayê parvekirin.dema mirov parve dike jî tenê wek wêne xuya dike yanê hereket nake.min jî digot qey ez ê li ser gifcapsên xwe biweşînim.*



28.10.2014 19:30 | bayesar

26. malpera ku min hefteyeke berê betal kiribû û dilê min pê rehet nebû û min du roj berê bêveger jê bir û êdî guhên min hêsa û rexet in, êdî têra xwe pirtûk dixwînim, min niha hewisîm ku di rojê de kêmtir 3 saetên min ên ku ji kîsê min diçûn pê re derbas dibûn, ma ne heyf e ku xwedê têra xwe wext dayiye me û em li dû tişten boş û vala wextên xwe pûç dikin, pîç dikin...



30.12.2014 22:23 | ferhenga şikestî

27. mîrata ku min destên xwe jê şûştibû lê zêdetirî meheke dî cardî vegeriyam..

kurd ecêb in baba, tevgerên spastîk bo me bûne edet, taliyê ez jî kurd im*



14.01.2015 20:11 | ferhenga şikestî

28. malpera ku min ji zûde dev jê berdaye û nema lê vedigerim. xwedê ji xwediyê wê re bihêle.



14.01.2015 20:17 | azadixwaz

29. malpera van rojan pirsgirêkên wê derdikeve ye.



27.01.2015 22:03 | berxweda

30. xal û ap, xalojin û amojin, bixaletî û pismam û heta hemû êl û eşîra me giş bi kar tînin, lewma reva ji wir ferz bû, em jî reviyan. Me hesaba xwe girt.



28.01.2015 13:13 | diclefirat

31. malpara ji bû hevaltîyêye, meriv hevalê xwe yê berê bivîne bi wanra bi axive sihbet bike rewşa wan bi pirse rewşa xwe bêje.. filan û bêvan. malpara meriv dikare bi navê xweyî nerastî jî hîsabek veke malpara ku min sê mehe ku hîsabê xwe daye sekinandin jiber. hinek sedema......



04.06.2015 14:03 | shorbevan

32. bîst û yek roj e jê dûr im oxxx kêf kêfa min e gidî



15.07.2015 23:23 | ferhenga şikestî

34. Min heya niha 24356676446 car girtiye û dîsa vekiriye çi bikim hinek însanan meraq dikim bê di jiyana wan de çi diqewime. wisa bi dizî dikevim profîla wan û guhdariya wan dikim*



16.07.2015 03:33 | ceso

35. malpara niha demek dirêje (5-6meh) ku ez carek tiqûtenê ketimê ez dibêm ezê rojek vegerim lê vegerandina min wekî ya herkesî wisa ne rihete.........



16.07.2015 17:09 | shorbevan

36. van rojan dîsa bîhna min teng bûye û min deriyê faceyê dada û girt! xwedê bike qet venekim!



25.09.2015 00:33 | ceso

37. Pê pişniyara lîstika çi tam û kêf ne hêla ji me re.



25.09.2015 18:27 | behdînan

38. Rûpela ku bikarhinerên wê nizanim çima carinan hesaba xwe digirin dîsa lê vedigerin û dîsa digirin felan.

Ji xwe kengê te dev ji têketina rûpela xwe berda tu jê xelas î. Ma girtin an jî sekinandin qerisandin kêr çi tê?



25.09.2015 20:10 | brusk56


40. Malperak vîdeo ye dewat u lîstike apaçîyen kurd va tijî.



05.11.2015 20:45 | xemgin

41. malpera ku van rojan gelek hêdî dişixûle. nizanim pirsgirêk di înternate min de ye çi ye lê tirşik, youtube û hemû malperên din gelekbaş dişixûlin, facebook û twitter wek kusiyan dimeşin.



05.11.2015 22:51 | brusk56

42. Malpera mirovên emrê wan ser 35a wêneyê zaroken xwe û malbata xwe diavêjin. Carna mahdê mirov jê hev dikeve ewqasî jî tişt û mirovên pûç di nava xwede dihewîne.

(bnr: heke tu ji xweda hez dikî parve bikî heke tu jê hez nakî tiştekî neke.)



06.11.2015 02:18 ~02:19 | metowski

43. wexta bav û kalên me, ap û metên me, xal û xaltîkên me bûne endamê facebookê min ew der terikand ezbenî.



06.11.2015 02:22 | diclefirat

44. platforma ku êdî dilê min jê diqeqile. carina rastî lînkên wê têm, dixwazim li vîdyoyek temaşe bikim lê piştî 30 saniyeyan fîlan facebook dibêje ji bo berdewama temaşekirina vîdyoyê an jî xwendina nivîsê, divê ez têkevim an jî bibim endam.

dema vê dibînim, dîn dibim têketinê jî nakim û rûpelê digirim.

facebook li kîjan malpereke xizmetek nû derkeve û bibe populer, zûzûka wê taybetiyê li xwe zêde dike da ku ew malper nebe reqîb. (taybetiya chatê, axaftin bi dîmen, hashtag, weşana zindî ya vîdyoyê û hwd. hemû ji malperên din hatin dîzin)



12.07.2016 18:20 | simurg56

45. (bnr: tîmarxane)

(bnr: axur)

( bira kesê bikartînin nebin serxwe *)



12.07.2016 23:14 | shorbevan

46. ev zuckerberg dîsa tiştên ecêb dike. îjar dizayna facebookê mînîmalîze kiriye û wekî înstagramê beşa storiesê aniye. divê êdî simurg56 jî dizayna tirşikê mînîmalîze bike û beşa çîrokê bîne. what do you say?



06.09.2017 09:51 | tizbîkêş

47. Weke gelek şîrketên torê, ev jî Şîrketeke bênamûs û bêşeref û bêehlaq e. Û gelekî ehmeq e jî. Biqasî Dinyayekê pereyan distênê lê j'bo 5 qurûşên dî, kete nav karên illegal û agir berda mala xwe. Lê helbet heq dikê. J'bo go birastî jî tecawuzê li jiyana teyebetî ya bikarhênerên xwe dike. Xwidê spara me ji van şîrketên diz bikê...

J'xwe agahiyan difiroşê dewletan lê îda bête'm kir.

Piştî kirîna whatsapp û instagramê, ev şîrket jî xera kirin.
Mînak, piştî çend salan min ji WhatsAppê peyamek ji yekî re şand û me eynî rojê hevdî dî. Wê şeve Instagramê ew heval pêşniyazî min kir. E demekkî li gorî peyamên WhatsApp'ê, înstagramê ew heval pêşniyazî min kir.



11.04.2018 02:30 ~04:58 | gumgumok

48. Ev malper di navbera salên 2010 û 2015an de (heya hilbijartina Hezîranê) gelek xweş bû ji bo kurdînûsan. Hama bêje min hemî kesên ku bi zimanê kurdî re serê xwe diêşand, bi kurdî dixwend û dinivîsand dinasiya. Bi rêya faceyê hemî kurdinus hevûdu nas kirin, têkiliyên xwe geş kirin. Berîya faceyê ji xeynî nivîskaran kes kesî nas nedikir kes nizanibû li bakur çend kes hene ku bi kurdî dixwînin.
Ji xeynî wê jî ortama wan salan pirr xweş bû. Piştî hilbijartina hezîrana 2015an dîsa şer dest pê kir û hêdî hêdî xelk ji tirsa destên xwe jê şûştin. Aniha ez bawer im di sedî de Not kes li faceyê nemaye. Gidî Gidî me çi civat digerandin li ser faceyê.
Ew jî bû derew



30.11.2019 23:33 | ferhenga şikestî

49. (bnr: newsbook)



30.11.2019 23:36 | mergehez

50. kompanyaya ku wê dest bi avakirina sepanekî nû ya bi dengî bike. hêdî hedî ev sepanên bi dengî geremoltir dibe.

(bnr: clubhouse)
(bnr: twitter spaces)
(bnr: fireside)

Here lînkê



10.02.2021 22:10 ~22:13 | hueyn

51. Hevala me ya kevn.



10.02.2021 23:49 | heval.js

52. navê wê yê nû
(bnr: meta)



01.12.2021 12:26 | merwano

53. şîrketa Facebookê ya di bin banê şîrketa metayê de li dublîna ayrlendê ji bo kurmancî îlana kar daye: Here lînkê

Destûra Zanîngehê yan jî ji salekê zêdetir tecrûbeya pîşeyî di kargehekê de.

Bi awayekî fesîh zanîna nivîskî û devkî ya zimanê ingilîzî.

zanîna bi kurdiya nivîskî û axaftinê (zaravayê Kurmancî), pêwendiya berdewam bi civaka kurdên Tirkiyê re û zanîna berfireh a çand û pratîkên wan yên civakî.

Haydarbûna teknîkî û daneyan wekî Excel û SQL ligel amûrên dîtbariyê yên wekî Tableau re.



28.01.2022 07:50 ~08:01 | ezcan

54. Jîngehek ku mamên tirkan dema xwe ya vala li vir derbs dikin. Bi rastî, ez naxwazim bêjim ku ew li vir çi dikin, ıyyyy.



10.05.2023 17:46 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» facebooka kurdî-kurmancî

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî