Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
facebook - tirşik
facebook
(16) (3) (7)
di mijarê de bigere

40. malpera ku van rojan gelek hêdî dişixûle. nizanim pirsgirêk di înternate min de ye çi ye lê tirşik, youtube û hemû malperên din gelekbaş dişixûlin, facebook û twitter wek kusiyan dimeşin.



05.11.2015 22:51 | brusk56

41. Malpera mirovên emrê wan ser 35a wêneyê zaroken xwe û malbata xwe diavêjin. Carna mahdê mirov jê hev dikeve ewqasî jî tişt û mirovên pûç di nava xwede dihewîne.

(bnr: heke tu ji xweda hez dikî parve bikî heke tu jê hez nakî tiştekî neke.)



06.11.2015 02:18 ~02:19 | metowski

42. wexta bav û kalên me, ap û metên me, xal û xaltîkên me bûne endamê facebookê min ew der terikand ezbenî.



06.11.2015 02:22 | diclefirat

43. platforma ku êdî dilê min jê diqeqile. carina rastî lînkên wê têm, dixwazim li vîdyoyek temaşe bikim lê piştî 30 saniyeyan fîlan facebook dibêje ji bo berdewama temaşekirina vîdyoyê an jî xwendina nivîsê, divê ez têkevim an jî bibim endam.

dema vê dibînim, dîn dibim têketinê jî nakim û rûpelê digirim.

facebook li kîjan malpereke xizmetek nû derkeve û bibe populer, zûzûka wê taybetiyê li xwe zêde dike da ku ew malper nebe reqîb. (taybetiya chatê, axaftin bi dîmen, hashtag, weşana zindî ya vîdyoyê û hwd. hemû ji malperên din hatin dîzin)



12.07.2016 18:20 | simurg56

44. (bnr: tîmarxane)

(bnr: axur)

( bira kesê bikartînin nebin serxwe *)



12.07.2016 23:14 | shorbevan

45. ev zuckerberg dîsa tiştên ecêb dike. îjar dizayna facebookê mînîmalîze kiriye û wekî înstagramê beşa storiesê aniye. divê êdî simurg56 jî dizayna tirşikê mînîmalîze bike û beşa çîrokê bîne. what do you say?



06.09.2017 09:51 | tizbîkêş

46. Weke gelek şîrketên torê, ev jî Şîrketeke bênamûs û bêşeref û bêehlaq e. Û gelekî ehmeq e jî. Biqasî Dinyayekê pereyan distênê lê j'bo 5 qurûşên dî, kete nav karên illegal û agir berda mala xwe. Lê helbet heq dikê. J'bo go birastî jî tecawuzê li jiyana teyebetî ya bikarhênerên xwe dike. Xwidê spara me ji van şîrketên diz bikê...

J'xwe agahiyan difiroşê dewletan lê îda bête'm kir.

Piştî kirîna whatsapp û instagramê, ev şîrket jî xera kirin.
Mînak, piştî çend salan min ji WhatsAppê peyamek ji yekî re şand û me eynî rojê hevdî dî. Wê şeve Instagramê ew heval pêşniyazî min kir. E demekkî li gorî peyamên WhatsApp'ê, înstagramê ew heval pêşniyazî min kir.



11.04.2018 02:30 ~04:58 | gumgumok

47. Ev malper di navbera salên 2010 û 2015an de (heya hilbijartina Hezîranê) gelek xweş bû ji bo kurdînûsan. Hama bêje min hemî kesên ku bi zimanê kurdî re serê xwe diêşand, bi kurdî dixwend û dinivîsand dinasiya. Bi rêya faceyê hemî kurdinus hevûdu nas kirin, têkiliyên xwe geş kirin. Berîya faceyê ji xeynî nivîskaran kes kesî nas nedikir kes nizanibû li bakur çend kes hene ku bi kurdî dixwînin.
Ji xeynî wê jî ortama wan salan pirr xweş bû. Piştî hilbijartina hezîrana 2015an dîsa şer dest pê kir û hêdî hêdî xelk ji tirsa destên xwe jê şûştin. Aniha ez bawer im di sedî de Not kes li faceyê nemaye. Gidî Gidî me çi civat digerandin li ser faceyê.
Ew jî bû derew



30.11.2019 23:33 | ferhenga şikestî

48. (bnr: newsbook)



30.11.2019 23:36 | mergehez

49. kompanyaya ku wê dest bi avakirina sepanekî nû ya bi dengî bike. hêdî hedî ev sepanên bi dengî geremoltir dibe.

(bnr: clubhouse)
(bnr: twitter spaces)
(bnr: fireside)

Here lînkê



10.02.2021 22:10 ~22:13 | hueyn

50. Hevala me ya kevn.



10.02.2021 23:49 | heval.js

51. navê wê yê nû
(bnr: meta)



01.12.2021 12:26 | merwano

52. şîrketa Facebookê ya di bin banê şîrketa metayê de li dublîna ayrlendê ji bo kurmancî îlana kar daye: Here lînkê

Destûra Zanîngehê yan jî ji salekê zêdetir tecrûbeya pîşeyî di kargehekê de.

Bi awayekî fesîh zanîna nivîskî û devkî ya zimanê ingilîzî.

zanîna bi kurdiya nivîskî û axaftinê (zaravayê Kurmancî), pêwendiya berdewam bi civaka kurdên Tirkiyê re û zanîna berfireh a çand û pratîkên wan yên civakî.

Haydarbûna teknîkî û daneyan wekî Excel û SQL ligel amûrên dîtbariyê yên wekî Tableau re.



28.01.2022 07:50 ~08:01 | ezcan

53. Jîngehek ku mamên tirkan dema xwe ya vala li vir derbs dikin. Bi rastî, ez naxwazim bêjim ku ew li vir çi dikin, ıyyyy.



10.05.2023 17:46 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» facebooka zazakî

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî