Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
qûşxaneya bipîpik - tirşik
qûşxaneya bipîpik
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wergera düdüklü tencereya wikiferhengê ye. Here lînkê



12.03.2015 17:45 | berxweda

2. Tevî ku pir xetere ye, amûreke bêhempa ye. Dema kelandinê dadixe nêviyê.



12.03.2015 18:30 | mergehez

3. Naveke orjînal e. Destê yê wergerandî sax be û nîska wê pir xweş e. Ji xwe ew nebe hema hema fasule qet çênabin.



12.03.2015 22:52 | azadixwaz

4. Di ferhengeke din de weke qûşxaneya hemetî hatiye wergerandin..

lê li gorî min bipîpik xweştir e.



Bi îngîlîzî pressure cooker e. Yanî xwarinçêkera pestoyê. Ji ber bi pestoyê (basınç) xwarin zûtir dikelin vî navî dane wê. Dibe ku weke qûşxaneya pestoyî jî were wergerandin.



13.03.2015 13:38 ~13:41 | mergehez

5. navekî ecêb e. bipîpik çi ye? ez bixwe nikarim serhev bêjim bipîpik. bûye wek zûgotinokekî *



13.03.2015 13:42 | xendekî

6. navek ne xweş e. bi îngîlîzî pressure cooker e. yanî aşpêşa pestoyê. ji ber ku jixwe taybetiya vê alavê ew e ku bi saya pestoya bilind, xwarinan zû dipije.

loma em jî dikarin bibêjin qûşxaneya pestoyê. ma çima em navê wê ya tirkî û bêmantiq wergerînin kurdî.



13.03.2015 19:51 | simurg56

7. beroşa zûpêj ango (bnr: qûşxaneya zûpêj)( ferhenga enstîtûya kurdî ya stenbolê) jî dibe..ji ber ku taybetiya wan a sereke tiştan zû dipêjirînin..



13.03.2015 20:53 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qûşxaneya bipîpik

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî