1. min xwendina pirtûka wî ya bi navê "berî adem" nuha qedand. xwediyê zimanekî gelek serbest û bê estetîk e, lê bûyerên lez bi lez pêk tê, mijarên balkêş xwendina wî berdewam dike. berî vê romanê min romanên wî yê banga hovîtiyê û diranê spî jî xwendibû; nirxên vê pirtûkên wî ji ya berî adem gelek bilindtir û baştir e. |
|
15.03.2015 22:14 ~22:18 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. london, ji bo ku bibe yê herî xurt, yê herî pêş û yê herî bilind bi awayekî nedîtî xebitî. ji bo xwe di her warî de bi mirovan bide qebûlkirin û mirov li hember van taybetiyan serê xwe bitewîne, çi ji destî wî dihat texsîr nedikir. ev daxwaz û hewildanên ji bo pêkanîna van daxwazan, di jiyana wî de, di danûstendin û helwestên wî yên li hember mirovan de tesîreke gellek mezin kir. di kîjan komê de ba, bila biba, wî hertim dixwest ku ew bibe yê sereke. Ev di pirtûkên wî de, di taybetiyên lehengên wî de, tê dîtin. |
|
20.06.2017 03:53 |
tizbîkêş
![]() |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
çaya li ber kompûterê [1] |